Dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ku Kurdistanê ji bo Kurdan kiribû mîna dojeheke, her dixwest bi polîtîqayên înkar, îmha û tunekirinê li Kurdistanê navê Kurd û Kurdistanê neyê bihîstin. Lewra faşîzma cunta 12 Îlonê li ser bingehê bi temamî tunekirina berxwedana gelê Kurd û pêşengên wê hatîbû pêkanîn. Lê pêngava 15 Tebaxê di bin fermandariya egîdê egîdan rêheval Mahsûm Korkmaz de ji vê dagirkeriyê re bû bersiva herî mezin. Çalakiya yekemîn a li Kurdistanê di bin fermandariya rêheval Agîd de li dijî hişmendî û feraseta dagirkeriyê hat teqandin, bû fîşeka guhartina qedera Kurdan. Di bingeh de dewleta Tirk a faşîst bi taybetî jî piştî faşîzma 12’ê Îlonê ne li bende bû ku li Kurdistanê şerê çekdarî destpêbike. Lê dema ku çirûsk ji Erûh û Şemdînlî veda, di demekê nêz de li tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bû. Bi çirûska 15 Tebaxa sala 1984 gelê Kurd dîwarê tirsê şikand û berê xwe da şerê çekdarî ku weke nexşerêya serkeftina xwe dît. Bi hezara keç û xortê Kurd berê xwe dan çiyayê Kurdistanê. Polîtîqayên faşîst a rejîma cûnta Tirk nekarî li hember pêngava şerê gerîla ku ji bo jin û gelê Kurd weke mizgîniya serkeftinê bû rawestîne. Serdema şerê gerîla di Rojhilata Navîn de ji çiyayê Kurdistanê destpêkir, bi pêşengtiya Rêber APO weke lêhiyê azadiyê herikî û mezin bû û bû rihê pergala netewa demokratîk. Gelê Kurd ku nekarî bigota ‘ez kurdim’, piştî pêngava 15 Tebaxê êdî bi serbilindî hebûna xwe anî ziman û çanda berxwedanê derxist asta herî jor. Ji ber ku bi çalakiya vejîna gelê azadîxwaz, bû xwedî artêşek ku pênaseya îradeyek ji pola dike.
Di bingeh de rihê 15 Tebaxê li Kurdistanê bû xeta ewlehî û parastina rewa ji tevahî civak û di serî de ji jinên Kurd re. Bi teqandina fîşeya yekemîn a li hemberî hişmendiya dagirkeriyê hat teqandin, bingehê tevgera azadiya jinên Kurd hat avêtin. Li ser vê bingehê ji şehîdên me yên destpêkê Besê Anuş, Hanım Yaverkaya ku di çalakiya vejînê ya 15’ê Tebaxê de cih girtibû, Azîmeyan, heyanî Bêrîtanan, Zîlanan, Delalan û bi sedan pêşengên qehreman ên şoreşa rizgariya jinê pêl bi pêl artêşa jina azad a Kurdistanê mezin bû. Li ser vê esasê fîşeka yekemîn a li dijî feraseta dagirkeriyê hat teqandin, bû bingehê artêşbûna jinên Kurd û Kurdistanê û têkoşîna azadiya jin a li hemberî feraset û hişmendiya pergala baviksalarî tê meşandin.
Bê guman tevlîbûna jinan a şerê çekdarî di cîhanê de weke yekem gav bû û bi serê xwe li gor şert û mercên wê demê yê Kurdistanê weke şoreşekê mezin bû. Ne ji rêzê û hesanbû. Lê jina Kurd rizgarî, azadî û xwebûna xwe di hatina çiyayên azad û bûyîna mîlîtan û şervanên têkoşîna azadiyê de dît. Li hember hovitî û polîtîqayên faşîst a dewleta Tirk ku di her demê de jin kiribû hedefa xwe ya sereke, jinan bi tevlîbûna nava refê berxwedanê bersiva herî bi wate û mezin dan û ji tevahî jinan re bûn pêşengê berxwedanê. Ev pêşengtî û têkoşîna azadiya jinan ya bi pêngav û vejîna 15’ê Tebaxê bingehê artêşbûna jinên Kurd û Kurdistanê îro li tevahiya Kurditan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê weke ronahiya rêya serkeftinê tê dîtin. Gerîlayên Kurdistanê ku bi çalakiya Erûh û Şemdînlî destpêkirin îro di pêşketina şerê parastinê ya Rojhilata Navîn de xwedî rolekê mezin in. Lewra ronahiya cejna vejîn û berxwedanê ya 15’ê Tebaxê ku bi vîn û îradeya ji pola hat lidarxistin û îro jî ev rihê ku tu caran nayê têkbirin li tevahî çiya û her çar aliyê Kurdistanê tê meşandin, tenê li Kurdistanê sînordar nema û weke hêza berxwedan û bi serkeftinê ji bo tevahî mirovahiya pêşverû dibe çavkaniya hêvî û morala têkoşînê.
Berxwedana ku îro li çiyayê Zagros, Metîna, Zap û Heftanîn berdewam dike, ev rihê gerîlayên azad ê ku mirinê bê wate dike û dikuje rihê 15 Tebaxê ye. Gerîlayên HPG û YJA STAR bi rihê xwe yê berxwedêr careke din ji cîhanê re isbat kirin ku tekane rêya azadî û serkeftinê xeta şerê gelî şoreşgerî ye û hêza tekane ku dikare li hemberî tevahî cûreyê şerê tabet biseke û pûçbike ye. Xeta fedayî a rêheval Agîd, Hanım Yaverkaya, Besê Anuş, Zîlan û Bêrîtanan û bi hezaran şehîdên qehreman îro jî li çiyayên azad ê Kurdistanê ku bi îradeya xwe ya ji pola rê nadin xiyanet û dagirkeriyê, bi cenga mezin tê jiyankirin. Tê zanîn ku ev rihê azad ê bi 15’ê Tebaxê gihiştiye vejîna hebûn û rizgariyê wê bi serkeftinê mîsoger bibe.
Li ser vê bingehê careke din bi ronahî û germahiya cejna vejînê, ketina 38’emîn sala têkoşîna azadiyê serî de li afirînerê felsefe û birdoziya jiyana azad li Rêber APO, li tevahî şehîdên qehreman ên şoreşa azadiyê, li hemu mîlîtan û gerîlayên azadiya Kurdistanê, girtiyên azadiyê û li gelê Kurd û Kurdistanê, li tevahî jinên berxwedêr pîrozdikin û bi rihê pêngav û vejîna jin û gelê Kurd a 15’ê Tebaxê ev sal wê bibe sala azadî û serkeftina tevahî jîn û gelan.
Stêrk Denîz