Beriya çend rojan me dît, bi rojan di ragihandina azad de dîmeneke nava girtîgehê hate parvekirin. Dîmena zilm û êşkenceya li girtîgeha ‘Kurkçuler’ li ser girtiyê siyasî Kurd Şehmuz Emen… Dîmenek bê ti şîrove û axaftin, tenê bi temaşekirinê rastiya zilma dewleta Tirk radixîne ber çavan, hovîtî û êşkenceyê wan datîne meydanê. Gelo kîjan şîrovekar û aqilmend (qaşo)-ê dewleta dagirker dikare ser vê heqîqetê binixwûmîne?
Hema piştî çend rojan me hemûyan nûçeyeke din jî dît. Vê carê bê dadî li hemberî Nejdet Erik bû. Tevî ku berî du mehan li Riha-Sîwerekê ceyranê wî girtîbû, ji ber vê jî her du destên wî hatibûn birîn û di piyekî wî de emeliyata neqil hatibû kirin, hîn li nexweşxanê bîryara girtina wî derdixin. Û wî ji nêxweşxanê divin zindanê… Bi wî halî jî berî hefteyekê ji zindana Maltebe wî surgînî zindana Metrîsê dikin. Erê, me wêneyekî wî dît. Di wêne de li ser sedyê li ber al û hakimên dewleta dagirker dihate darizandin… Tenê ew wêne bese ji bo xwendina rastiyên heyî. Dibêje; ger hûn li ber mirinê bin jî divê em we bigrin, darizînîn û bixin girtîgehan. Ji ber hûn li dijî dewletê xeterin.
Û gelek agahiyên din ên di derbarê rewşa girtiyên hevalên jin û xort … ên cezayên wan qediyane lê poşmanî li wan tên ferzkirin û ji ber vê nayên berdan… ên ji %98 astengdar lê hîn li girtîhe… ên tevî ku raporên wan ê tiba edlî heye û dibêje nikare li girtîgehê bimîne jî, lê berovajî qaşo huqûqa wan nayên berdan… ên bi sedemên herî biçûk li ser cezayên wan her roj cezayên nû têne birîn û wan dixin hucreyên yek kesî… ên li girtîgeha dewletê têne qetilkirin û dibêjin wan xwe kûştine… hema hema her roj termeke din ji zindanê derdike… û her cûre êşkenceya fîzîkî, derûnî ya li girtiyên siyasî ku di destê dewleta faşîst de ne… Belê em her roj nûçeyên di van derbaran de bi saya ragihandinên azad dibînîn.
Di heman demê de bi van pêkanînên faşîst dixwazin peyamê bidin gelê Kurd û azadîxwaz ên li derve û wan jî bitirsînîn. Ji bo xwe nêzîkî têkoşînê nekin û xwedî li xwe dernekevin. Ji bo weke ker, lal û kor jiyaneke ne mirovane û ya bêrûmet bijîn. Jiyaneke derveyî rûmetê.
Weke nîşaneya asta herî bilind a van pêkanînan jî tecrîta li girtîgeha Îmralî ya li ser Rêber APO rojeve me ya bingehîne. Pêkanînên li Îmralî, pêkanînên li tevahî girtîgehan û li ser gelan e. Di navbera van de girêdaniyek eşkere heye. Bi heman armanc û nefreta li dijî gelê Kurd û jina azad, naxwazin derfeteke herî biçûk a jiyanê jî ji Rêber APO re bihêlin. Hîn cezayek tecrîtê bi dawî nebûye, cezayeke din li ser tê birîn. Her cure mafê li girtigehê jê hatiye qutkirin. Agahî jê nayê girtin. Ji ber di kesayeta Rêbertî de sekneke dîrokî ya mirovahiya azad, gelê Kurd ê xwediyê xwe û hevaltiya jina azad tê temsîlkirin, dixwazin vê ji çavkaniyê hişk û zûwa bikin.
Gelo weke gelê Kurd ti kes heye ku ji zilma li girtîgehan bê agahîbin? Bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê hema hema li her malbateke welatparêz herî kêm yek-du kes hatine girtin, ketine zindanan û derketine. An jî hin di zindanan de ne. Hejmar bihezaran e. Ne hêzeke kêm e. Ji bo me di meşa azadiyê de zindan jî bûne qonax û cîheke girîng ê têkoşînê. Ji bo dewleta dagirker a Tirk zindan cihê şikandina vîna têkoşînê û kesayetê yê, cihê teslîm girtin û poşmankirinê ye. Ji bo gelê zane û têkoşeran jî cihê berxwedan û têkoşînê ye. Cihê gotina; em teslîm nabin e. Sekna Rêber APO û hevalên li girtîgehan di vî bingehî de ye.
Weke Tevgera APO’yî çanda berxwedana zîndanê em deyndarî Mazlûm Doxan û berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê yê rojiya mirine ne. Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekan bi felsefeya Rêber APO re ev bingeh di sala 1982’ yan de danîn. Van pêşeng û hevalên bi azadiyê bawer û ji her cure amûr û derfetên têkoşînê dûr, bi bedenên xwe, bi jiyana xwe berxwedan û bersiva dijmin dan. Roj bi roj, kelî bi kelî heliyan lê ji bo gelê xwe jiyaneke azad afirandin. Çanda berxwedanê ya dîrokî zîndî û geş kirin. Wêrekî di dil û mêjiyan de çandin. Li hemberî Kenan Evren û Esat Oktay’an xwedî li raman, ruh û bedenên xwe û mirovahiyê derketin, mirin kûştin, tirs kûştin, xiyanet kûştin. Gotin; hûn nikarin me teslîm bigrin, em xwediyê xwe ne.
Dema em behsa berxwedana zindanan bikin, divê em behsa Heval Sara jî bikin. Mane ew têkoşera jin a por sor û xelekî bû ku ti carî zindan qebûl nekiribû. Di zindanê de stîriyeke bû di nava çavên dijmin de. Di mazgalê de şîş li çavên bê exlaq ên dijmin xistibû. Mane Heval Sara bû ya tifî rûyê Esat Oktay kiribû. Ji hevalên xwe re jî guleke sor û geş bû. Hevala Mazlûman, Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî û Çaran bû. Di berxwedana zindanê de çavkaniya moralê bû. Hêza komkirin û pêşxistina têkoşînê bû. Bi qasî di nava giştî de bi taybet jî ji bo hevalên jin ên girtî xwedî roleke mezin bû. Di hûnandina berxwedana jin a zindanan û meşa têkoşîna azadiya jinê de hosta û mamosteya pêşîn bû.
Berxwedana zindana Amedê îro dikeve 40 saliya xwe. Bi xwe re gelek guhertin û pêşketinên mezin avakir. Ji artêşa gelê Kurd heta şoreşa jinê, hemû berhemên berxwedanvanên rojiya mirinê ne. Ji Şoreşa 19 Tîrmehê ya şervanan heta berxwedana îro li Zap, Avaşîn û Metînayê ala di destê gerîllayan de ji Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Ali’yan hatiye dewirgirtin. Dengê hûn nikarin çok bi me bidin danîn, em serî natewînin îro jî li çiyayên Kurdistanê bilind dibe. Tilîlî û dirûşmeyên Bijî Rêber APO di nava dol û newalan de belav dibe. Dibe tifa Sara li ser rûyê celladan. Ji Kurdistana Bakur heta Tirkiye, li her aliyê welat û derveyî welat dibe şîqam û li nava rûyê dijmin dikeve.
Bi berxwedanê em di rêya azadiyê ne. Weke gel û bi taybet jî jin, bi hîn bêhtir xurtkirina rêxistin û têkoşîna xwe emê nêzîktirî azadiyê bibin. Çima em vê derengtir bixin? Azadî mafê me ye. Ger li zindana Amedê dijmin şikest, ger li çiyayên me gerîlla dijmin perîşan kirine, em jî dikarin xurttir bin û Şehîdên Zindanan û çiyayan bêmirin bikin. Emê jî rûhê 14’ê Tîrmehê, têkoşîna wan bighînîn serkeftinê û bi saya wan azad bijîn.
Dêrsim Aras