Di rastiya mirovahiyê de di avabûna tevger, netew, civak û gelan de gelek kesayet derketin ku li pey doza azadiya welat û mirovahiya bindest de bûn şoreşger. Bi qasî bingeha felsefe, feraset û di heman demê de stratejiya xwe, ewqas karîn bimeşin û berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Lê herî zêde rastiya Tevgera APOYÎ û mîlîtanên APOYÎ yên jin ku bi çanda bedewbûna Îştar rabûn û bûn fermandarê jiyanê, ev yek di asta gerdunî de derbaskirin û bûn nirxên herî hêja ya dîrokê û bersiva herî bi wate ji mirovahiyê re. Dema pênaseya gerdunê tê kirin û di nava gerdunê de pênaseya avabûna jiyanê tê kirin yekbûna xweza û jinê dibe bingeha hemû hebûnan. Ev rastiya jinê bû ku bi çanda xwedawenda pîroz rabibû û bibû pêşenga civakê û heqîqeta rastî ya nirxên mirovahiyê. Her çiqasî li dijî vê çanda pîroz feraseta zilamsalarî dewlet û xwedayên derew derketin jî, ti carî nekarîn bi temamî vê çanda pîroz ji koka vê dûr bixîne û sîh bîne ser bedewbûn û mezinbûna jina xwedawend. Li hemberî vê rastiyê û li hemberî rastiya Enkî û Mardukan û yên weke wan, felsefe û birdoziya APOYÎ li ser heman axa pîroz ku ji bo avabûna mirovahiyê malovanî kir, derket û gav avêt cîhanê. Bû tevgera herî bi wate û mayînde ya gelê Kurd û cîhanê. Di nava vê rastiya gerdunî de, pêşengê ku tacê azadiyê li serê xwe kirin û bûn xwedawendên azadiyê derketin û bûn bedewbûna şoreşgertiya jinê.
Dema em vê rastiyê bi meha hezîranê bigirin dest û binirxînin, bê guman nav û nirxên ku destpêkê li hest dil û fikrê mirova dide kesayeta xwedawend a Zîlan û afrînêra evîna azad a heval Sema ye.
Di her warekê de meha Hezîranê ji bo tevgera me û rastiya mîlîtantiya azad wateya xwe cûda ye. Ger mirov hewl bide rastiya meha Hezîranê penase bike, pêwîste mirov destpêk bibe lêgerînvanên rastiya rihê fedayî û mezinbûna rihê şervantiya heqîqetê. Ev şervantiya heqîqetê ya ku xwe bi felsefe û bîrdoziya Rêber APO afirand ti carî ji mirinê netirsîn û mirin kirin wateya jiyaneke bi nirx. Ji wan nirxan di nav dilê faşîzme de, di sala 1998ê de li zindana Çanakale evîndara azadiyê bi gotina “çawa ku di esmanê de du roj nabin, di jiyana min de jî dû navend nabin ” ku bi vê re pênaseya Rêbertî dikir û bi armanc û hesteke germ got: “dixwazim xwe bi xweliya xwe ji nû ve biafrînim.” Li hemberî rastiya xiyanetê serê xwe netewand û agir berda bedena xwe û bû şehîdê nemir a meha Hezîranê. Ji şeva 10ê Hezîrana 1998’an pêtek ji agirê azadiyê ku ji bedena Sema Yüceyan geş dibû, ber bi esmanê welat û warê xwedawenda dibû rêwiyê heqîqetê. Ev rastiya APOYÎ ye ku ji bo welat û neteweke azad û pêşaroja mirovahiya bindest xwe feda dike û rastiya jina ku çiqasî bi welat û azadiyê re girêdayî ye, nîşan dide.
Her wiha rastiya meha Hezîranê bi wateya xwedawendatiyê Zîlan mohra xwe li dîrok û hestên şoreşger û kesayetên sosyalîst da. Bi derketina Rêbertî û avakirina PKK re, hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ji bo xwe û pêkanîna desthilatdariya xwe, tevgera PKK weke xeteriyeke herî mezin û asteng didîtin. Ji bo têkbirina Rêbertî û tevgera ku ji bo azadiya gel û welat têkoşîn dikirin, her cûreya taktîk û rêbaz bikaranîn. Ev di dîrokê de û heya roja me ya îro tê zanîn. Bi taybetî li Enqere avakirina vê bingeha çirûska tevgera azadiyê di nava dilê dewletê de û bi vê derbasî Kurdistanê bûyîn, zêdetir hêrsa dijmin pêşxist. Bi hêzên derwa û hevkariya xiyanet ku di nava Partî de avakiribû, hewl didan ku tevger û rastiya Rêbertî têkbibin û weke pêşengê berî vê di demekî kin de şoreşê bitepisînin. Lê Rêbertî rastiya îsyan û pêşengên Kurd ên berî xwe hemû tehlîl kir, derxist rastiyê û ji wan dersên dîrokî girt. Ev tehlîla Rêbertî ti carî nehişt ku tevger têk biçe û weke yên berê xwe bibe. Her çiqas ku ev rastiyeke, her tim xeta xiyanet û berxwedaniyê bi hev re meşiyaye, ya ku ser ket xeta berxwedaniyê bû. Li hemberî rastiya felsefe û birdoziya Rêbertî hêzên dagirker Rêbertî hedef girtin û di 6’ê Gulanê 1996’ê de ku roja darvekirina Deniz Gezmiş bû, bi êrîşeke suîkastê, bi erebeyeke bi teqemeniya barkirî xwestin Rêbertî îmha bikin. Ev êrîş li hemberî tinekirina rastiya Kurd û dîroka vê bû. Bi vê re li Şamê hewldan ku tevgerê bi temamî îmha bikin û gelê Kurd di qirkirinê de derbas bikin. Li hemberî vê rastiya dijmin ku dixwaze çi bike û li ser çi esasî nêz dibe, heval Zîlan ku şervana salekê bû, ev di kûrahî de fêmkir û xwe kir volkanek ji agir û di nava dilê dijmin de teqand. Heval Zîlan bi vê çalakiya xwe bi hemî cîhanê da femkirin ku Rêbertî bi tenê nîne û ti carî tiştek ku hûn dixwazin hûnê nikaribin pêk bînin. Ev çalakî di heman demê de di nava xwe de afrîneriya taktîk û şer avakir.
Rastiya Zîlanbûnê ku ji warê bedew a Besê Anuşan û Zarîfeyan xwe avakiribû, cewherê rasteqîn a mîlîtantiya Rêbertî ya avakirina melekbûnê ye. Heval Zîlan bi çalakiya xwe da fêmkirin ku ji bo fêmkirina Rêbertî û bûyîna bersiv, sal dem û mekan girîng nîne. Ya girîng bi hemû hucreyên xwe femkirina Rêbertî û xwe gihdanina sira Rêbertî û fêmkirin û pêkanîna heqîqeta şoreş û şoreşgertiyê ye.
Rastiya Zîlan rastiya Dersîmê Û mirovahiya azad e, ku ne xwedayên serdemê, ne jî hêzên hov ên faşîst dikarin pêşiya vê bigirin û bifetisînin. Ev rastiya şoreşger û pêşengê dîrokê ye, ku bûn afrîneriya avabûna partiya jinê. Ev nirxê hêja ya dîrokê ye ku em pê mezin bûn û bûne gerdunî. Heval Zîlan bi çalakiya xwe rastiya rihê fedayî ya APOYÎ ava kir ku mirinê netirs dike. Li ser vê rastiya fedayî ya Zîlanbûnê, şervanên şopîner yên weke Zinar, Avesta, Andok, Êrîş, Doğa, Rûken û Sara bûn evîndarê fedayîtiyê û rêwiyên heqîqeta APOYÎ. Îro dîroka tevger û gelê me ser wan rastiyên bê hempa dibe xwedî nirx û hêza têkoşînê Û misogeriya têkoşînê. Rihê Zîlan rih û hestên fedayî avakir.
Rêbertî got: “Zîlan xwedawenda min a azadiyê ye”. Di rastiya vê de xweşikbûn Û bedewbûna hest, kesayet û rastiya jina azad ava dibe. Bi qasî ku di her warê de bersiveke ji bo dijmin bû, ewqas jî pêşengtiya xeta îdeolojîk bû. Rêbertî tenê bi vê pênaseyê sînordar nema. Li ser kesayeta xwedawenda Zîlan rastiya jinê avakir û kir xwedî armanca azadiyê ku îro li hemû cîhanê dengdaye û ji her netwewan û gelan jin îro dane ser rêya vê heqîqetê. Çawa ku ji bo xwedî derketina rastiyê rihê Heqî Karer Rêbertî PKK ava kir, ji bo xwedîderketina rihê fedayî a Zîlan, Rêbertî birdoziya rizgariya jin ava kir ku îro bi hezaran şervan û fermandar li ser vê rastiyê xwe ava dikin û dibin pêşengên şer û jiyanê. Bi hezaran mîlîtanên fedayî derketin û her ku çû bi rihê Zîlan ala fedayîtî ya APOYÎ berz girtin. Îro ev rastiya fedayîtiya rihê Zîlanê ku li Mersînê bi bedewbûna Rûkên û Sarayan li Avaşîn, Zap, Metîna û Zendûra bi fedayîtiya rihê mezin a Çavrê, Zelal, Rojda, Mîzgîn, Avesta û Şevînan pêkanîna azadiyê misoger dike û ev jî rastiya jina ku azad bûye û bûye mîlîtanê herî hêja ya APOYÎ dide îfade kirin.
Weke şopdarên rêya Heval Zîlan, wê her tim hest û armancên me ji bo layîq derketina vî rihî be û wê henaseya me ji bo vê jiyanê be, bi vê rastiyê dîrokê ve wê mîlîtantiya kêlî û serdemê ya APOYÎ esas were girtin.
Rastiya Zîlan, rastiya xwe gihandina sira Rêbertî ye, fêhmkirina pêvajo, bersiva kêliyê, her wiha bûyîna Mîlîtan û pêşengê serdemê ye. Ew serdema ku xwedawend dîsa ji nû ve li warên xwe vegerin ser textê jin, jiyan û azadiyê.
Hîwa Agir