Ev terzê çalakiya fedaî ya ku di gerîla de cara ewil bû bi wêrekî û biryardariyeke mezin Heval Zîlan pêk anî û bi terzê encamgir re derbeyeke mezin li dijmin xistîbû. Dijmin di vê pêvajoyê de li dijî gerîlayên Kurdistanê di nav-sînor û der-sînor de her cure piştgiriya vekirî û veşartî ya NATO û GLADYO digirt, bi operasyonên leşkerî cînayetên faîlî meçhûl dikir, li dijî gelê Kurd siyaseta zext, tundî û îşkence dimeşand, bi her cure rê û rêbazên propagandaya reş û şerê psîkolojîk û taybet re hewil dida encam bigre û Tevgera Azadiyê bin bixe. Di pêvajoyeke wiha de; Ev derketina çalak û taktîk ji bo dîroka me ya tekoşînê bû xala werçerxeyek. Em dikarin bêjin bû xaçerêyeke nû. Em dikarin bêjin ev çalakî adeta bû îfadeya şênber ya taktîkî û pratîkî. Di vê wateyê de hevala ku herî zêde Rêbertî û xeta Rêbertî baş fêm kir û hêza pratîkkirinê nîşan da Heval Zîlan e. Lewma Rêbertî dibêje; “Zîlan fermandar e, em jî di bin fermandeya wê de ne.”
Divê em xeta Zîlan tenê wek çalakiyeke bibombe şirove nekin. Jixwe qet ne çalakiyeke xwekuştinê ye. Rêber APO di vê mijarê de wiha dibêje: “Çalakiya Zîlan wek tê zanîn ne çalakiyeke xwekuştinê ye. Bi temamî çalakiyeke demê ye, dîrokî, bi plan, bi wêrek, fedakar û xwînsar e… Zîlan manîfestoyek e, sondek e. Kesên ji jiyanê hez dikin dikarin çalakiyên mezin bikin. Kesên dev ji jiyanê berdidin tu carî nikarin bibin çalakvan û rêxistinvaneke baş. Ev hevala me ji bo ku jiyanê pir hez dike çalakiyeke wiha dike. Heke têkiliya jiyan û azadiyê, têkiliya jiyan û vejîn-berxwedanê, têkiliya jiyan û xweşikiyê, hezkirina jiyanê ne mezin be ev çalakî nikare bê kirin. Emê çawa heqê vê bidin? Bûyîna bombeyên rêxistinî, îdeolojîk, siyasî û moral re.”
Feraseta fedaîtiya terzê Zîlan bi serê xwe dibe felsefeyeke jiyanê. Heval Zîlan di nameya xwe ya mîna manîfestoyê de diyar dike ku ev xet xeta fedaîtiya PKK ye. Xeta jiyaneke fedayiyane ye. Di nameya xwe de ji bo Rêbertî wiha dibêje: “Ez dixwazim li berxwedana Heval Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat, Besê, Bêrîvan û Ronahî xwedî derbikevim û bibim şopdara wan.” Yanî xeteke azadî, xeteke şehîdan, xeteke fedaîtî û felsefeya jiyana azad ya ku xwe dispêre heye. Afirîneriya xwe jî tevlî vê xetê dike û derketineke demê li xetê dide kirin. Ji ber ku di biryardariya Heval Zîlan de ne biryara mirinê, berovajî biryara jiyana azad heye. Di asta evîn û azwerî de girêdayina jiyanê heye. Hezkirin û girêdanbûna xwe ya jiyanê jî bi şer û azadiyê ve girê dide. Bi girêdaneke mezin ya diyalektîk têkiliya şer bi azadiyê re, têkiliya azadî bi xweşikiyê re û têkiliya xweşikiyê bi hezkirin û evînê re çêdike.
Çalakiya Zîlan çalakiya jiyana azad e
Pergala dagirker û kapîtalîst vê jiyanê xistiye bin lingan. Heval Zîlan rê, rêbaz û felsefeya ku emê çawa vê jiyanê ji nû ve azad û xweşik bikin bi awayekî pir zelal dideyne holê. Di vê mijarê de wiha dibêje: “Îdîaya min ya jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ji jiyanê û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.”
Rêber APO di dahûrandina Zîlan de pîvanên jiyana vê xetê û tekoşînê jî dinirxîne û wiha dibêje: “Jina ku çeka azadiyê digre destê xwe divê wek di wesiyeta Zîlan de zanibe wê çawa berê xwe bide xebat. Nikare li derveyî vê eleqe û têkilî bigere. Rûmet û asîlbûna jinê di vê xetê de ye. Xweşikî, hêza jiyana mezin xwe li vê derê dide der û êdî ketine vê riyê. Ev rê pîroz e, mezin e. Ne tenê jinên me bi wan re welat jî, azadiyê jî dide qezenckirin. Zîlan ne kesek e, xetek e. Terzê jiyanê ye, terzê şer e. Terzê zaferê ye. Bêguman ev jî li beramberî rastiya dijmin ya ku li ser gelê me tê ferzkirin dibe bersiva herî bi serketî. Heke xeta Zîlan rastiyek be -ku ji vê şik naye kirin- heke wek rastiyeke ku dijmin herî zêde dide tirsandin berdewam dike, wê demê hem di jiyanê de meşa YAJKê meşeke mezin ya azadiyê ye hem jî di şer de meşa zaferê ye.”
Rêbertî diyar dike ku xeta Zîlan xeteke lêhûrbûn û afirandinê ye. Yanî terzê Zîlan terzekî teqez encamgir û serkeftinê ye. Terzekî ku çi dibe bila bibe destûr nade binkeftinê ye. Terzê zafera şoreşger e.
Bombeya ku Heval Zîlan di navenda dijmin de teqand heman demî çalakiyeke êrîşê ya li dijî pergal û feraseta mêrê serdeste jî. Çalakiyeke ku feraset û pergala serdestiya mêr ya ku di serî de li Kurdistan û Tirkiye li her derê herêm û cîhanê xwe wek pergaleke bêsînor û bêdawî îlan kiriye ji kokê ve hejandiye. Ji ber ku çalakiya Heval Zîlan li dijî artêşên mêrê serdest bû. Artêşên netewe dewlet artêşên mêrê serdest in. Artêşên ku bê navber mirin dibarînin. Artêşên dagirker, talan, dizî, neheqî û bêexlaqiyê ne. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya bi heybet artêşên mêrê serdest kir hedef. Aqil û feraseta ku artêşên mêrê serdest ava dikin kir hedef.
Xeta Zîlan xeta Jina Azad e
Ev çalakiya ku Heval Zîlan kir li dijî koletiya jinê teqînek e. Tişta ku wek jineke Kurd di şexsê xwe de derxistiye holê teqîna jina azad e. Enerjiya azadiyê ya ku di jinê de kom bûye di şexsê Heval Zîlan de digihîje hêza fikra azad û îradeya azad. Di şexsê wê de vediguhere çalakiyê. Asta enerjiyeke azade ku êdî di laş û aqilê jinê de hil naye û wek teqînan xwe dide der. Li dijî her cure koletî û jiyana bi kole hêrsa ku wek çalakî tê ser ziman e. Xeteke Zîlan e. Xeta Zîlan wek Rêbertiya me jî diyar dike Xeta Jina Azad e. Serîrakirina jina azad e. Lewma, Zîlan sembola partiya me ya azadiya jinê PAJKê ye. Pîvana partîbûnê ye.
Xeta Zîlan li dijî koletiya bi hezaran salan ya ku li ser jinê tê ferzkirin terzê serîrakirina jina Kurd e. Terzê rabûyîna ji bo azadiyê ye. Wek ku di nameya xwe de diyar kiriye şopdariya Besêyan, Zekiyeyan û Bêrîtanan dike û dibe terzê derblêdana enerjiya jina azad ya ku di şexsê wan de li dijî pergala mêrê serdest ya qirker- mêtinger serî radike. Çalakiya Heval Zîlan çalakiya jina Kurd ya ku ber bi azadiyê ve dimeşe ye. Li dijî pergala serdestiya mêr ya pênc hezar salî û avahiyên qirker û mêtinger ya ku ava kiriye çalakiya herî mezin ya tolhildanê ye.
Ev çalakiya Heval Zîlan pêk anî di dîroka Tevgera me ya Jinê de bû xala werçerxeyeke pir girîng. Xeta Bêrîtan ya ku bingeha artêşbûna jina azad bû di şexsê Zîlan de rihê nû ya êrîş û tolê qezenc kir. Di artêşbûna jina azad de bû navê gaveke nû û mezin. Bû îfadeya asta pêşketina ku jina Kurd di şer û artêşbûnê de qezenc kiribû. Îspat kir ku jin encax dikare bi şer û zaferan dîroka koletiyê ya bi hezaran salan berevajî bike. Lewma, çalakiya Heval Zîlan bû çirayeke mezin ya ku riya azadiya jinê ronî dike û bû pisûleya bingehîn ya rê nîşan dide. Wê zanabûna zindî û kûr derxist holê ku heta artêşa azadiya jinê pêş nexin, li dijî artêşên serdestiya mêr ya bi hezaran salan zaferan bi dest nexin wê koletiya jinê bi dawî nebe.
Rastiyeke din ya ku Heval Zîlan bi awayekî pir çarpici derxist holê, rastiya ku artêşên jina azad ne tenê artêşeke şer e. Artêşa jina azad heman demî divê hêza Partî ya jinê be. Êdî baş derketiye holê ku artêşbûneke jinê ya ku partiyî nebûye bi tena serê xwe têrî azadiyê nabe. Di encam de artêşa jina azad ya di xeta Zîlan de ne tenê artêşeke ku bi armanca şerkirinê hatiye avakirin e. Xwedî armancên mezin yên azadiyê, wekheviyê, aştî û demokrasiyê ye, artêşbûneke terzekî nû ye û ev jî tê wateya hêzeke partî.
Xeta Zîlan xeta xwedawendiyê ye
Xeta Zîlan dibê navê ked, berdêl û hewildana ku jina Kurd di riya azadiyê de dide. Yê ku vê yekê herî zêde bi wate kir û lê xwedî derket Rêber APO bû. Rêber APO; xeta Zîlan, wek xeta jina azad û xeta Xwedawendiyê pênase kir. Yanî xwe feda kirin. Xwebûn bûyîna jinê û bi qasî dibe ya xwe, xwe fedakirina jinê ye. Terzê Zîlan ew e ku dibe ya xwe û heta dawî xwe feda dike. Xeta jiyan û tekoşîneke ku xwe bi her tiştê xwe fedayî azadiyê dike. Ji bo me di rihê Xwedawendiyê de rêgeza jiyana azade. Axa xwe hezkirin, azad fikirandin, bi îradeya azad biryardayîn, ji her alî ve birêxistinî bûyîn, bê navber tekoşînkirin , di riya heqîqetê de xweşikbûyîn e. Ji ber vê yekê xeta Zîlan xwebûyîna me ye. Bi qasî Zîlanî dibin, dibin “Xwe”, yanî dibin em bixwe. Xwe digihînin cewhera xwe. Em ji Heval Zîlan vana fêr dibin, van tiştan digrin. Em vana wek rêgez û pîvanên jiyana nû pêş dixin. Hewil didin di terzê Zîlan de şer bikin, di şopa wê de azad bibin, di pîvana Zîlan de bên hezkirin û mîna Zîlan xweşik bibin. Navê wê digrin, ji wê re soza xwe didin, di riya rêgez û pîvanên wê daniye de fêm dikin û wê di xwe de zêde dikin. Xeta Zîlan wek milîtanbûna jina azad rih qezenc dike.
Tahlîlên kûr yên Zîlan li ser Sosyalîzmê
Xalekî din ku pir başkêşe ewe ku di heval Zîlan de wek şervaneke yek salî di vê astê de fêmkirin, têgihiştina wê ye. Hê di wê demê de pir zelal tespît dike ku sosyalîzma pêkhatî ji cewhera xwe ya zanistî dûr ketiye û di polîtîkayên jinê de di nav şaşîtiyeke de ye. Ji ber ku pirsgirêka jinê bi xwesertiyeke bes re naye dest girtin û bi pirsgirêkên giştî yên mirovan re tê destgirtin rexne dike. Emê pirsgirêka azadiya jinê çawa bigrin dest dideyne holê û diyar dike ku dixwaze bibe temsîlkara asta ku jin di vê mijarê de gihiştiye. Di nameya xwe ya ku beriya çalakiyê nivîsandiye wiha diyar dike:
“Teoriya sosyalîsta zanist ku di her qadê de mirovahiyê azad dike, nakokiyên di navbera çînayetan de ji holê radike, derfetên jiyana azad û wekhev ava dike mafê jiyana jinê diparêze. Lê sosyalîzma pêkhatî her çiqas hewil dabe şêwe bide jinê jî ji esasên zanist ên sosyalîzmê dûrketin çêbûye, azadiya jinê li ser bingeheke azad nehatiye destgirtin. Ji ber ku azadiya jinê bi hemû pirsgirêkên mirovahî re girtin dest hewildanên azadkirina jinê sînordar maye.
Dema em xwesertiya Kurdistanê dinêrin dibînin ku windabûyîna jinê, wek zayend û wek din îstîsmarkirina jinan bûye sedem ku pirsgirêka jinê li Kurdistanê hîn kûrtir bê jiyîn. Beriya tekoşîna me ya rizgariya neteweyî ne gengaz bû ku em li Kurdistanê behsa hebûna jinê, îradeya jinê bikin. Jin ne tiştek bû. Wek helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet jî dibêje “Cihê wê li ser sifre piştî ga tê.” Hewildana azadkirina jina Kurd ya di rewşeke ewqasî xirab de maye jî hewildan û nêzîkatiyeke mezin divê. Hema hema ji nivî zêdetirî nifûsa gelê Kurd jin in. Heta pirsgirêka jinê neyê çareserkirin nikarin behsa azadkirina jina Kurd bikin.
Rêbertiya Partî wek hemû pirsgirêkan di mijara pirsgirêka jinê de jî dahûrandinên kûr kiriye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêşengtî kiriye. Asta îro gihîştine di mijara pêşketin û azadiya jinê de asteke pir bilind îfade dike. Lê windakirina jinê ewqasî xirab û cidî ye ku hema hema bi dîroka mirovahî re destpê dike. Azadbûna jinê û li ser piyên xwe sekinîn hema wisa di carekî de nabe. Pêwîstî bi demeke dirêj heye. Gavên Partiya me PKK di vê mijarê de avêtine vê demê nêz dike. Hewildanên azadkirina jinê pir pîroz in û hînkerekî xurt e. Ya ku divê herî zêde bi Rêbertiya Partî re girêdayî be, divê herî zêde şer bike, can bide, ked bide jin e û jin bixwe bersiva xwe daye, ber bi refan ve beziyaye, gavên azadiyê avêtine. Lê wek jin paşverûtiyên me bûne sedem ku em ji pêşketinên li gorî hewildanên Rêbertî ne dûr bikevin.
Em bi rewşa xwe ya heyî, li gorî şerê heyî ji bi cih anîna erkên demê dûr in. Riya azadbûnê ji şerkirinê derbas dibe. Ji bo em baş şer bikin divê em xwe baş birêxistin bikin. Heke em rêxistinbûneke xurt çêbikin em dikarin behsa îradeyeke xurt jî bikin. Êdî hatiye îspatkirin ku azadiya jinê ji şer derbas dibe. Wê demê armancên me diyar in. Divê em taybetmendiyên erenî yên wek welatparêzî, girêdanbûn, biryardarî, wêrekî yên ku aîdî jina Kurd in ji bo şoreşê bi kar bînin û bibin xwedî hewildaneke pir mezin. Bi hezaran şehîdên me yên jin ên ku ji bo azadiyê ked dane, pêşketinan çêkirine û di vê oxirê de xwîn rijandine hene. Heval Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekiye, Mizgîn û Rahşan di nav vanm şehîdên me de gihiştine lûtke, bi jiyan û şehadetên xwe hem di nav tekoşîna me ya rizgariya neteweyî de hem jî di mijara azadiya jinê de ji pêvajoyên girîng re pêşengî kirine. Ev hevalên me moral û cesareteke mezin didin hemû şervanên azadiya jinê, bi taybetî jî didin me. Divê em hêrsa xwe ya li beramberî paşverûtiya civaka Kurdistanê û bi taybetî jî koletiya jinê bi fikir, bîrdozî , polîtîka re bikin yek, erkên xwe yên demê bînin cih, di tekoşîna rizgariya neteweyî de rola xwe bilîzin û ji bo azadiyê gavên pratîk bavêjin.
Min wek şexs biryara gerîlaya fedaî da û vê biryarê ne tenê ji bo xwe da. Di serî de dixwazim layiqî keda Serok APO û partiya me PKK derbikevim. Dixwazim ji hemû mirovahiya hatiye îstîsmarkirin, bi taybetî ji daxwazên azadiya gelê Kurdistanê û jina Kurd re bibim bersiv û û bibim temsîla wan. Ev biryara min ya li ser vê bingehê moral û cesareteke mezin dide min.
Dibe sedema hestên xweş ên ku nikarim tarîf bikim. Di şopa şehîden me yên azadiya jinê û berxwedêrên me yên mezin de meşîn, bi awayekî rast xwedî li mîrateya wan derketin hesteke pir bi şeref e. Ji bo ku ez ê bibim xwedî erkeke wiha bi şeref xwe bi şens dibînim. Ez bawer im ku hemû şervanên me yên jin ên ku li çiyayên Kurdistanê tekoşîna azadiyê didin, bi hezaran zehmetî û tengasî re rû bi rû hatine, fedakarî kirine, bûne xwedî ked û hewildanê, ji bo Partiya me PKK û keda Serok APO wê bêhtir xwe bi rêxistin bikin, xwe xurt bikin, bibin xwedî gotin û îrade, ji bo avakirina zemîna vê yekê xwe bikin artêş û wê siberojên azad bi destên xwe ava bikin. Ez li ser vê bingehê hemûyan silav dikim.”…
Koordînasyona PAJK’ê
Yê bidome…