Carekedin meh bû Hezîran û salvegereke din a çalekiya Şehît Zîlan va hat. Ev çalekî û sekna Heval Zîlan bi heman rûhê sala yekemîn a 30’ê Hezîrana 1996’an bi bandor û zîndî ye. Her gavek û helwesteke rast a di cih û dema xwe de be, dibe bersiv û mohra xwe li jiyanê dide, sînorên teng ên dem û cîhan derbas dike û dibe heqîqeteke herdem û herciyî. Şehît Zîlan jî bi çalekiya xwe ya fedayî xwedî heqîqetek wiha ye. Sînorên dem û erdnîgariyan derbas kiriye. Ji ber vê îro jî zîndiye û bi heman heybetê bibando re.
Ji bo vê asta bersivê; zanebûneke kûr, bîryardariyeke herî xûrt, hêrseke mezin li hemberî paşverûtiyan, girêdaniyek bêsînor a bi armanca xwe û hezkirineke pir mezin a jiyana azad pêwîste. Ger wiha nebe tîlî naçe ser pîmê bombê… wê biricife. Ger wiha nebe nikare bedena xwe şane bi şane perçe bike. Ev kesayeteke ku karibûye hemû şaneyên laşê xwe bi rêxistin bike. Karibûye xwe derbas bike. Hûzeya bi wate barkirî ya ji van şaneyan belavî cîh û demê bûyî, ew kiriye pêşeng û xwedavend.
Pêşengî gelek girîng e. Herkes dikare bimeşe, le herkesek nikare bibe rênîşaner. Pêşeng ên ku rêkên nû vedikine. Ji bo yên li pey xwe dibin sembol. Li ser şopên hatine vekirin meş û xwedî li wan û armancên wan derketin jî hêz û baweriyeke mezin dixwaze, lê cûdatiya Şehît Zîlan di vir de ye; wê rêyeke nehatiye ceribandin vekiriye û di vê rêkê de jî serkeftî bûye. Ji ber vê Rêber APO dibêje; “Zîlan nîşanî me daye, her mirovek xwe rêxistin bike, bi tena xwe dikare bi rola arteşek rabe”. Wê karibûye bi tena xwe bibe artêşek û derbeyeke mirinî li dijmin bide û bersiveke dîrokî biafirîne.
Di vir de girîngiya xwe bi armanca xwe birêxistinkirinê mirov dikare bibîne. Ji bo vê jî zanebûn û baweriyek kûr tê xwestin. Dema nameyên Hevala Zîlan bên xwendin wê ev asta zanebûn û watedayînê bê dîtîn. Ji dahûrandina şert û mercên cîhanî, heta zilma hovane ya dijmin û di nava van de rastiya gelê Kurd gelekî şênber daniye holê. Bi heman awayî rastiya jina bindest, hêrsa li hemberî jiyana koletiyê û hezkirina mezin a azadiyê jî ronî kiriye. Aliyeke din a herî girîng jî ji bo vî gelî û jina bindest, wateya Rêbertî û di nava vê de jî rastiya Rêber APO kariye kûr tehlîl bike û derxîne zanebûnê. Lewma ji Rêber APO re gotiye; “Ye herî zêde bi şehîdan girêdayî hûnin. Li ser vî bingehî teqez wê çavên me li paş nemîne”.
Zanebûn ger bihestên çêker barkirîbe dighije hêza wateyê. Ger nebe wê hişk û ziwa be, wê ji jiyanê hes neke û venegûhere çalekiyê. Bi Heval Zîlan re hêzeke mezin a hestan û manewiyatê jî heye. Weke di nava her peyvek a nameyên wê de, mirov dikare ji bo Rêbertî di nava van çend hevokên wê de jî vê bibîne; “We bi jiyana xwe gelek jinûve afirand. Em berhemên We ne… Jiyana We jî rûmetê dide mirov, hezkirin, wêrekî û baweriyê dide. Tevahî gelê Kurd û bi mîlyonan mirov bi mirina xwe bi We ve girêdayîne. Ev bandora We ya kişandinê, me jî pir bandor dike. Di demên em herî zêde zehmetî dikşînîn de em hezkirina We ya ji bo me difikirin û hêza manewî jê digrin”. Her wiha hevokên wê yên mohra xwe li hemû deman dayî jî vê eşkere dike; “ Îdaya min a jiyanê pir mezin e, ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalekiyek mezin. Ji ber ez pir ji jiyan û mirovan hez dikim, dixwazim vê çalekiyê pêk-bînim”.
Rêber APO weke dilsozeke herî xurt ê şehîdan nameyên Şehît Zîlan, hevok bi hevok dahûrandiye û van weke Manîfestoya Jiyana Azad binavkiriye. Erê, manîfestoya me ya divê em çawa bijîn û bidin jiyîn. Manîfestoya divê em çawa şer bikin, çawa bimeşin, çawa rêxistin bibin û bikin. Çawa bi hêrs bin, çawa tolê rakin, çawa Rêber APO biparêzin û azadiya wî ya fîzîkî pêkbînîn.
Zîlan bangewaziyeke ji bo gelê me; “ Ezê bi vê çalekiya xwe hewl bidim bibime zimanê dilê we. Dijmin pir bi israre, em çima ne bi israr bin… Divê çarenûsa li me ferz kirine bê guhertin”. Bi çalekiya xwe wê tola qetlîama Dêrsimê rakir. Divê Rêber APO çawa bê parastîn nîşan da. Îro jî Dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyaneta PDK’ê bi hemû derfetên xwe, her cûre êrîşan dikin û wê bikin jî. Lê em dikarin çarenûsê bişkînîn û di ronahiyê de bijîn. Ji bo vê jî Şerê Gel ê Şoreşgerî xurt bikin. Zîlan fermana vê ye.
Zîlan navê jina azad e; bi hêrseke mezin li dijî polîtîkayên qirkirina jinê bombeya xwe teqand û nefreta xwe li dijî koletî, serdestî û paşverûtiyê herî bi wêrekî nîşanda. Bi saya wê û wan… jina Kurd careke din çavên xwe li azadiyê vekir. Dengê teqîna wê bû tilîliya azadiyê. Zingarên di guhan de rakir, deng, reng û tama jiyanê xweştir kir. Têkoşîna jinan ji bo vê xurt e û wê hîn xurttir jî bibe.
Zîlan, fermandara artêşa me ye. Fermanên wê îro li çiyayên Kurdistanê di berxwedana hêzên YJA-STAR û HPG’ê de bersivê dibîne. Her gerîllayek şopdareke Zîlane îro. Destên xwe dane hev û weke xelekên zîncîrê bi hev ve hatin girêdan. Ne ti tank, ne êrîşên balafir û ne jî kîmyasalan nekarî ji hev biqetîne xelekên vê zîncîrê. Doh berxwedan, îro ber xwe didin û wê sibê jî li ber xwe bidin. Li Dêrsim, Botan û Amed berxwedidin, li Heftenîn, Xakurk, Garê, Zap û Metîna ber xwe didin. Li Kurdistana perçekirî, li her çar aliyan li berxwedan û wê berxwebidin. Ji ber fermandar Zîlan ev ferman daye.
Ferman diyare, ji çiyayan heta bajar û gundan dengê fermandara me îro jî tê bîhîstin. Gel, jin û şervanên Heval Zîlan fermana xwe girtine. Bi têkoşîna xwe dengê xwe tevlî dengê Zîlan dikin. “Erê Hevala Zîlan, em ne Kurdên berê ne, me çavên xwe vekir, me tama jiyana azad bi Rêbertî tam kir. Derveyî jiyana azad û bi rûmet em ê tî jiyaneke din hilnebijêrin. Berdel çi dibin bila bibin, em bi bîryarin, me carek soz daye şehîdan”.
Dêrsim Aras