Her tim tê gotin, zarok pêşeroja civakanin. Civakên bi tendûrist, malbat û zarokên bi tendûrist re girêdayîne. Rêbertî ji bo exlaqê got; “wîcdanê civakê ye”. Ger zarok di nava malbatê de bi exlaqêkekê rast neye rakirin, wê deme tê vê wateyê ku ev civak di aliye civakbûna xwe de xwedî pêşerojekê xurt nîne. Di her aliye de nirxên xwe yên netewî dûrketin û belavbûnan re vekiriye. Belavbûn û nirxên netewa xwe dûrketin, ne tenê ji welatê xwe dûrketinê ve girêdayî ye. Ger wusa bana, pêwîst dikir ku heya niha Cihû nemabana.
Lê em weke ku di dîrokê de jî dizanin, yên ku netewan li ser lingan digire û dide domandin, çand û exlaqên xwe xwedî derketine. Qewmê Cîhûyan bi hezaran salan rûxmê ku dîasporayeke mezin re rûbû rû mabe jî, tû carê tune nebûye û her demê xurttir, bi perwerde kirina zarokên xwe ve çand û netewa xwe dane jiyankirin. Tê gotin ku, dayikên Cîhû her tim di guhên zarokên xwe de rastiya çand û exlaqên netewa xwe bangkirine û pê wê zarokên xwe perwerde kirine. Civaka me ya Kurdan jî, weke ku em dizanin rûxmê hemû êrîşên deshilatdariyê, tû carî dev ji çand û exlaqê xwe bernedaye û bîrnekiriye. Em dizanin tarzê jiyana civaka me û rastiya malbat û dayikên me ev çand dane berdewamkirin û jiyankirin.
Di civakan de bandora malbatan pir girînge. Malbat tovika herî biçûk ya civak û netewan e. Ger bingeha malbata te xurt be, civaka te jî weke kokên darên çinarê wê xurt be û di kûrantiyên dîrokê de rayên xwe berde. Ji ber vê yeke jî her pergal ji bo ku xwe saz bike destpêkê dest davêje malbat û kesan. Çima kes? Ji ber ku yên ku malbatê avadikin kesin. Jin û zilamin. Yên ku zarokan destpêkê terbiye dike jî, dayik û bavin, mezinên din yên endamê malbata berfirehin. Mantixê feodaltî û eşîrtiya Kurdan ku di nava malbatan de pir kur bi bandore, çand û exlaqê civaka Kurd bi hezaran sala li ser lingan girtiyê û heyanî roja îro aniye. Lê ev mantiq jî li gorî asta pêşketin û têgihiştina ku îro çêbûye êdî têrê nake û bersîv nade. Pergala qapîtalîst ya ku niha di cihana me de deshilatdare jî di her aliye de xwe li ser hîçparêzî û bêexlaqî, bêkokî daye rûniştandin. Bi çav boyaxkirinê, bi navê azadiya çewt, bi navê vîna azad ya kes, hemû nirxên komînal ya ku civak kiriye civak, ji binî de dihejîne û tûne dike. Bê ku pir dirêj bikim, dixwezim bêm li ser rastiya wargeha me û şêwazê perwerde kirina zarokan.
Di dîrokê de heyanî tekoşina me tû tekoşînekê ewqasî pergala pênchezar salî ya deshilatdariyê netirsandiye û nexistiye zorê. Çima? Ji ber ku ev tekoşîn ji wan nehatiye xapandin û xwe li ser bingehê rastiya civakbûn û nirxê komînal daye rûniştandin. Encamê tekoşîna xwe niha jî di vê wargehê de wek mînak dixweze bi sazûmaniya xwesertiya demokratik, civak û malbata wê, perwerde û saziyên wê, kesayetiya wê di vir de avabike. Ji ber vê jî di her aliye de, ji bo ku vê armanc û rastiye vala derêxinîn, hem pergala paşverû hem jî pergala qapîtalîst di her aliye de êrîşên xwe yên bê pîvan li ser wargehê dimeşîne. Herî zêde jî bi rêka madiyatê, berê malbatê jin-zilam-zarok jî di nav de, ji bo kar dide derve. Maneviyata civakê lewaz dêxine, çand û exlaqê wê belavdike. Ev malbata ku bi sazûmaniya civakbûnê de xwedî ristekê serekê bû, çand û exlaqê civaka xwe ve zarokên xwe mezin dikir û xwe didomand, niha tam ristekê berevajî ji bo belavkirin û xirakirina çand û exlaqê civakê dileyîze.
Berpirsiyartiya malbatan li hemberî zarokên xwe di astekê pir kêm de ye. Şopandina zarokên xwe, pirsiyar kirina rewşa wan, eleqa û hezkirina ku tê xwestin de ketîbûnek cîddî tê dîtin. Malbatên me bi qasî ku bikarin xwedî bikin zêdetir zarok tînin û weke ku tê xwestin jî pêre nikarin eleqedar bibin. Wê çi dikin, zarokan berdidin kolanan, li ser exlaq û perwerdekirina wan weke tê xwestin nasekinin. Ji xwe dayik û bav jî diçin kar. Ev zarokana bê xwedî û bi serê xwe kolanan de dimînin û bi çanda kolanan mezin dibin. Ji ber eleqa û mijûlahiya ku tê xwestin zarok di malê de nabînin, nirxên komînal yên civakbûnê dûr, bê kok û bê pîvan fêrdibin. Kesî gûhdar nakin, hemberî tû tiştan û tû kesî rêzdar nabin. Hezkirin û parvekirinê zêdetir, di wan zarokan de takakesî û berjevendîparêzî pêşdikeve. Êdî hatiye astekê wûsa ku, malbat bi xwe gazind ji zarokên xwe dikin. Ji ber ku êdî ev zarok dê û bavê xwe jî gûhdar nakin. Zarok hemû fêrbûna xwe ya destpêkê ji malbata xwe digire. Wan teqlîd dike. Me got wek darekê, dema şitilbûnê de çawa ware tewandin wê wûsa jî şikil bigire. Ev zagonêkê xwezayiye û ji bo civakbûnê jî pir xûrt derbaz dibe. Di vê aliye de ne ku ev nayê zanîn, lê xemsariyeke pir di malbatên me de tê jiyan kirin. Mînak; dibistanan de civînên malbatên refên yek çêbûn lê zêdetir malbatên me tevlê nebûbûn. Sedemên nehatina malbatan piraniya xwe ji ber çûna kar ya derve bû. Gelo ewqasî rewşa aboriya malbatên me xirabe ku hemû kesên malê diçin kar? Dibe ku rewşa hinek malbatan ne baş be. Zilamê malê nebe yan jî nexweş be. Lê rêjeyekê pir pir zêde ger ev rewşa çûna kar pêşde be, ev xeteriye. Zarok di malê de an jî zêdehî em bibêjin di kolanan de bi xwe xwe mezin dibin. Perwerdeya destpêkê ya ku zarok di malbatê de, bi dayik û bavê xwe bigire, jê bêpar dimînin. Ger dayik weke tê xwestin zarokê xwe re mijûl nabe, gunehê wê zarokê dikeve stûyê dayik û malbatê. Di heman deme de, ev nêzikatî vîcdanê civakê yanî exlaqê civakê jî xira dike. Weke ku dînamîtekê bi deste xwe têxe bin hebûna xwe. Dîsa malbat ev qasî ji xwe dihizire ku, zarok û pêşeroja wê nahizire. Kengê karêkê wê hebe, hama dikare bê distûra dibistanê zarokê xwe qût bike, pê xwe bixirîkîne. Di heman demê de, aliye heskirina zarokên xwe de jî nêzikatiyekê şaş heye. Bi navê heskirinê hemû kêmasiyên zarokên xwe re çav neqandin, ji nedîtî ve hatin, seranser nêzikatî kirin jî ji zarokan xira dike û exlaqêkê rast avanake.
Me di destpêkê de jî got. Zarok pêşeroja civakêne. Pêşeroja malbata xwe ne. Mirovahiyê hebûn û nirxên xwe bi rêka perwerdekirina zarokan derbazî rojên pêşiya xwe kirine. Wek teminata hebûna xwe dîtine. Ji bo me jî ev rastiyeke. Yê ku em heyanî van rojane aniye çawa ku perwerdekirina dayik û malbatê ye; yê ku me ji vir û şûn ve jî derbazî pêşerojê bike jî dîsa heman e. Ji bo civakêkê demokratik ekolojik û azadiya zayendan pêşkeve, pêwîst dike kesayetên wê bên çêkirin. Ev jî bi malbatê de û bi rêka perwerdeya destpêkê ya dayikan ve encex dikare çêbibe. Ji bo zarok xwedî pîwanên demokratik be, pêwîst dike dayik û bav xwedî wan pîwanan be. An jî herî kêm li gorî wan pîwanan zarokên xwe mezin bike. Perwerdeya destpêkê, elimandin û şêweya têgihandina destpêkê pir girînge ji bo zarokan. Ji ber ku zarok zûbi zû wan fêrbûnana bîrnakin. Em ji bîr nekin ku mirov tenê bi çekan, mirovan nakûjin û nabin kûjer. Ger li gorî pîvanên civakbûnê zarok neyên perwerdekirin, ev jî tê wateya kûştina pêşeroja zarok û mirovahiye. Ji vê ya xiraptir bê vîcdanîtî jî li gorî min nîne. Ger em nekaribin, berpirsiyartiya zarokan rakin, nekevin gûnehê wan çêtire. Weke din jî, ji maddiyatê zêdetir, ji bo mirovan maneviyat pêwiste. Dîsa em ji bîr nekin di felsefeya me ya Rojhilatanavîn de gotinek heye, dibêje; “yek loqme, yek xirke”.
Berî Dersimî