Dilar Selmas
Ji destpêka dîrokê hêta roja me ya îro, bûyerên ku di mêjiyên me de mane bê hejmar in. Ji ber ku mirovên ji jiyana xwe pirsê dikin kêm in. Ya herî girîng jî yên ku ji dîrokê pirs pirsîn, hemûyan nekarîn deng û reng bidin pirsên xwe yên jiyanê. Pergalê mejiyê mirovan wisa mijûl dikir ku wan ne dikarîn ji derveyê sîstema heyî ti pirsan ji jiyanê bikin. Lê hekê tu ji jiyana xwe pirsan bipirsî jî tu bê deng dimayî. Dema te bixwesta deng bidî pirsa xwe, pergala heyî bi hemû hêza xwe ve li hember te disekinî. Ji ber vê yeke jî, ji dîroka xwe û jiyana xwe pirs pirsîn wêrekî dixwest.
Wextê pelên daran yek bi yek ji daran dikevin ser axa pîroz, em jî yek bi yek pelên dîroka xwe vedikin, berê xwe bidin wan mirovên zane û wêrek. Galîle, di dema xwe de digot ‘dinya difitile’ lê belê ji ber vê zanebûna xwe, bi gelek astengiyan re rû bi rû hat. Dema xwest vê zanebûna xwe bi deng bike û li hember civak û gerdûnê berpirsyariya ku dijî, parve bike, deriyê zîndanê jê re vekirin. Zanebûn hem berpirsyarî hem jî cesaret dixwest. Ji ber zanebûn, di heman demê de berdêl dayîn bû. Dema em hinek bi wêrekî pelên dîroka xwe binêrin, em ê bizanibin ku hinekan ji bo em rojên ronahî bijîn, dema hatiye xwestin, canê xwe jî danê.
Di mêjiyê me de gelek caran, gelek roj diçin û tên. Lê belê hinek roj hene ku nayên ji bîrkirin, weke ku mohra xwe li mêjiyê me dabin ew roj hertim li bîra me ne. Tu çavên xwe bigiri jî ji bîra te naçe. Ji ber ku ew roj di ruhê me de, di mêjiyê me de hatine çandin. Ew roj, rojên xwe afirandin û vejînê bûne. Rastiya gelê Kurd ji çar hêla ve hewar dikir û digot: “êdî ji roja reş re bese!”
Yên ku ev roj naskirin, her wextê salê, berê xwe didane azadiyê.
Yên ku ev roj nas dikirin, nikarîn li hember rojên tarî serê xwe bitewînin.
Yên ku ev roj naskirin, dizanîn ev naskirina rastiya xwe ye.
Yên ku ev roj nasdikirin, êdî dizanîn ji bo jiyanek azad têkoşîn hewce ye…
Zanistê ji aliyekê ve berpirsyariyeke mezin dianî, ji aliyeke din ve hem li hemer rastiya xwe hem jî li hember rastiya civakê têkoşînek mezin ferz dikir. Vê heqîqetê barek giran datanî ser milê azadîxwazan. Azadîxwazên wek Heqî Karer û hwd. roja vejîna xwe nas dikirin û bi têkoşîna xwe dibûn wext. Ji ber vê jî ne bi careke hezar caran serê xwe hildan û gotin: “pêwîst be em ê can bidin.” Ev gotin ne carekê, ne du caran hat gotin. Hezar caran hate gotin û dema wextê wê hat canê xwe jî dan…
Ji ber vê yekê jî em dibêjin 27’ê Mijdarê, biryara tolhilanîn ji salên tarî ye. Wek tevgera azadiyê şehadeta rêhevalê Heqî Karer ji bo me bû sedema partîbûnê. Rêber APO, bêdengmayîn û bersiv nedayîna berambarî şehadetê qebûl nekir û biryara partîbûnê da. Ev biryar di heman demê de dibe hişyarbûnek ji bo gelê Kurd. Partîbûna PKK’ê ji gelê Kurd re dibêje: heke tu serê xwe ranekî, va mirin wek lehiyekê bi ser te ve tê. Ev jiyana ku tu tê de dijî, ne rastiya te ye. Ji xewa giran rabe, ji bo rastiya xwe têbikoşe…
Dema em berê xwe didin pelên dîroka 30 salê borî, em dîroka şereke dijwar û berxwedaniyeke mezin dibînin. Ji ber ku dîroka PKK’ê di heman demê de xwîna şehîdan e. Dîsa li hember îşkenceyan berxwedana gelekê ye. Têkoşerên dîroka PKK’ê bi rastiya şerê xwe, rojên azad afirandin. Ji ber vê yekê jî dema em wan rojan bibîr tînin, em demên azad jî bibîr tînin. Cesareta têkoşîna wan, têkoşîn bixwe dikir dema azadiyê…
Xeyalên me bi ronahiya rojê şiyar bûn
Şewitîn zincîrên xeyalan
Vebûn asoyên çavên me
Teyrek esmanê şîn dixemlîne
Stêrkek diqetîne reşahiya şevê
Li hember hemû xiyanetan
Me rûyê xwe li ala serhildanê da
Zimanê me strana hevaltiyê diqîre
Bilind dibin hêvî bi hesreta salan…