Malpera PAJK‘ê: Kurûltay bi çi awayî civiya? Bi çend delegeyan û kengî civiya?
Ayten Amed: Beriya ez dest bi bersiva pirsê we bikim, Heftemîn Civata Giştî Ya KJB’ê li hemû jinên Kurd û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ku di vê kûrûltayê de xwe gihandina kurultaya nû em weke tevgera azadiya jin bikaribin ji tevahî pirsgirêkên jinan re bibin bersiv û bikaribin çareser bikin. Belê armanca kûrûltaya heftemîn ya KJB’ê û heman demî kûrûltaya KJB’ê armanc kûrûltayeke awarte ye an jî kûrûltayeke giştî ya awarte ye. Armanca vê kûrûltaya KJB’ê a sereke jin di çarçoveya bîrdoziya Rêber APO de di peyama xwe ya di sala 2013’an de ji raya giştî re deklere kiribû. Bi avakirina netewa demokratîk re bûyîna bersiv e. Weke tevgera azadiya jin jî ji bo ku em bikaribin ji eniya xwe ve ji pêvajoya avakirina netewa demokratîk û rizgariya jiyana azad re bibin bersiv mirov dikare bibêje Kûrûltay bi vê armancê bi tevlîbûna not (90) delegeyan ji nûnerên hemû qadan di dîroka 26’ê mehê de li ser hev bû. Di vê kûrûltayê de xala herî sereke ku hate bidestgirtin mirov dikare bibêje pergala ku heta niha weke tevgera jin ku me xwe birêve dibir, ev pergal ji nû ve bidestgirtin-nirxandin, aliyên xwe yên kêm maye çi ye, di pratîkên borî de kêm u kurtî u kêmasiyên ku derketine çi bûn bikaribin bi analîzeke rast vana binirxîne, analîz bike, di heman demî de li gel rast nirxandinê bikaribe ji nû de xwe birêxistin bike û xwe di nav van xwe rêxistinkirina çarçoveya nû de ji van pirsgirêkên heyî re aliyên kêm, yên nebes, yên ku nikaribû di pratîkê de jê re bibe bersiv û yên ku çavkaniyên xwe ji pergalê digirtin ji vana re bûyîna bersiv e.
Kûrûltaya yekemîn (1) a KJB’ê di 2005’an de dema hate avakirin armanca vê kûrûltayê kar û xebatên jin di bin yek sêwanê de komkirin bû. Di vê çarçoveyê de rêxistinên ku girêdayî di bin yek sêwanê de dihatin komkirin hebûn. Yek li ser çar xalên-rêxistinên sereke xwe bi rêxistin kiribû. Yek ji vana jî qadê xebata civakî bû ku weke YJA dihate binav kirin. Armanc ji vê jî di destpêkê de di qada çiya de avakirin, bêguman weke di pratîkên me yên borî de yan jî di tevahî dîroka me ya tevgerê de tê dîtin ku weke çandeke weke kevneşopek e di çiya de pergala ku em dixwazin di nava civakê de bi pêş bixin di serî de wekî mînak di çiya de tê pêşxistin, bêguman hêdî hêdî ev pergala ku tê pêşxistin em ji bona çiya an jî hêza xwe ya çiyayî tenê esas nagirin. Armanca sereke ji vê çi ye, modelê rêxistinî ku di nava civakê de ava bike û li ser vê esasî xwe bi sazûman bike. Di yekemîn kûrûltaya KJB’ê ya 2005″an de me ev pêk anî. Ev nêzîkî 12-13 sal in ev xebat di vê çarçoveyê de tê birêvebirin. Lê asta pêşketina azadiya tevgera jin yê ku îro gihîştiyê vê rastiyê derbas dike. Di kîjan aliyê de vê rastiyê derbas dike, di aliyê avakirina sîstema xwe de. Yanî sîstemek hate avakirin, sîstem pêwîste hêdî hêdî ne bi qada çiya re sînordar bimîne, pêwîst dike ku êdî were civatî kirin. Yanî bi wateyê din di nava civakê de xwe bi cih bike û di çarçoveya paradîgmaya Rêbertiyê de di çarçoveya modela rêxistinî de bikaribe xwe civakî bike û nasnameyeke civakî xwe bide qezenc kirin e. Ê niha di vê kûrûltayê de xala herî zêde em li ser nîqaş dikin û em dixwazin pêk bînin çi ye? Ev tecrûbeyên ku hatin qezenckirin em bikaribin vêna hêdî hêdî bi nasnemeyeke bîrdozî di nava civakê de bicihkirin e. Yanî tevahî ye, ne ku tenê jinên Kurd digire nava xwe. Li gel jinên Kurd de bi giştî eger em pênaseyek bi vî rengî dikin û em jin weke netewekî bi nav dikin û bi vî rengî pênaseyekî jê re dikin. Tevahî weke jin weke netewekî pirsgirêkên jin yên dîrokî, yên civakî, yên çandî bi giştî destgirtin û di çarçoveyekî sîstema nû de em dê pêş bixin. Di vê çarçoveyê de girtina hemû pirsgirêkên jinan bi pergala ku nû dê bê avakirin de, rê û rêbazên çareseriya van pirsgirêkan çi ye, ketina nav lêgerîna vê ye. Mirov dikare di çarçoveyeke dîtir yan jî di wateteke dîtir de bibêje, heftemîn civata giştî ya KJB’ê bû xwedî roleke bi vî rengî. Yanî kûrûltay an jî civata giştî ya guhertin û veguhertina pergala xwe ye. Di heman demê de ji pêdiviyê demê û lezgîniyê demê re bersiv e.
Malpera PAJK’ê: Bi giştî nîqaşên we di Civata KJB”ê Ya Heftemîn ku awarte hate li darxistin çawa bi pêş ket? Taybet li ser kîjan beşan pir nîqaş çêbûn?
Ayten Amed: Bêguman ji ber ku civateke giştî ya avarte ye, di çarçoveya hinek rojevên awarte de jî mirov dikare bibêje ev kom bû. Ji ber ku di Cotmeha 2013’an de me civata xwe ya şeşemîn a asayî li darxistibû. Lê ev ya heftemîn civata awarte ye. Mirov dikare bibêje di çarçoveya hinek rojevên ya awarte de em di vê Kûrûltayê de hatin gel hevdû. Yek ji wana rojevên ku herî sereke di vê Kûrûltayê de hate destgirtin bêguman di çarçoveya jin de nirxandin û analîzkirina pêvajoya rewşa siyasî bû. Di nava konjektora siyasî ya giştî de bi taybet rastiya Rojhilata Navîn de jî rewşa jin ku îro tê de derbas dibe di çarçoveya siyasî de yan jî birastî jî pirsgirêk û bûyerên ku rojane diqewimin bandorekî çawa li ser jin dike, jin di nava civakê de ber bi qeyranekî çawa vedibe, gel pirsgirêkên siyasî yên ku çavkaniya xwe ji sîstema modernîteya sermayedar ya kapîtalîzmê digire, ger bi awayekî baş newin nirxandin, neyên tehlîlkirin negengaze ku tu bikaribî çareseriya pirsgirêka jî ji bilî vê rastiyê jî têkevî nava lêgerîna çareseriya van pirsgirêkan. Em dikarin bibêjin ku kûrûltaya me di çarçoveya rojeva siyasî de di navê de bikevin nava lêgerînê. Çareseriya qeyrana ku îro di nava civakê de jin gihîştiyê û jin tê de derbas dibe wekî netewekê jin gihîştiye çi astî, ev pirsgirêk bi çi rê û rêbazan dê bêne çareserkirin, ger rê û rêbazên çareseriyê rast ji van pirsgirêkan re neyêne dîtin û lêgerînên kûr di vê mijarê de neyên kirin ew dê di pêşerojê de jin ber bi pêvajoyeke çawa de biçe, ew dê li beramber pirsgirêkên çawa re rû bi rû be mirov dikare bibêje bi rojevekî taybet di civata giştî de ev hate nirxandin. Heta radeyekî rê û rêbazên wê yên çareseriyê çi ne, ji niha û pê ve pêwîste gavên ku werin avêtin çi be, bi awayekî rast mirov dikare bibêje tespîtên vana hate kirin. Li gel nirxandinan bi awayekî berfireh û kûr nirxandina rojevên siyasî yek ji rojevên herî sereke ku bi armanca sereke jî Kûrûltay pê kom bûbû, destnîşankirina pergalê bû. Yanî weke tevgera jin ji niha û pê ve emê bi pergaleke çawa bikaribin di nava civakê de xwe bi rêxistin bikin, emê çawa bikaribin di civakbûyînê di nava tevgera xwe de bipêş bixin û ev ezmûnên ku di encamê çil salan de hatine bidest xistin em dê tenê ne di qadên çiyayê de, dê çawa bikaribin derbasî nava jiyana civakê bikin, di nava civakê de emê çawa derbasî meriyetê bikin, evana bi awayekî pir berfireh hatin nirxandin. Bi şêwazên vêna xwe bi rêxistinkirinê ji asta herî jor em bigirin, heta asta herî jêr evana bi awayekî kûr mirov dikare bibêje bi hemû hûrkariyên xwe re hatin nîqaşkirin.
Di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de yan jî şêwazê xwe birêxistinkirinekî ya konfederal de ji bo bikaribe ev sîstema ku bê avakirin tenê bi jinên Kurd ve sînordar nemîne, tevahî jinên ku di nava erdnîgariya Kurdistanê de jiyan dikin, bigirin nav xwe de, li gel vê bi çareserkirina pirsgirêka jinên Kurdistanî de em dê çawa bikaribin vê sîstemê hêdî hêdî di nav Rojhilata Navîn de belav bikin. Ev qeyrana ku Rojhilata Navîn di encama destwerdana sîstemê de derbas dibe emê çawa bikaribin vê derbas bikin, mirov dikare bibêje bi awayekî pir berfireh hate nîqaşkirin, biryarên girîng jî di vê mijarê de hatin girtin. Di vê çarçoveyê de yek ji rojevên sereke jî di çarçoveya modelê xwe birêxistinkirinê yan jî di sîstemeke çawa de mirov dikare bibêje ev bû rojevekî peymanê bû û ji nû ve destgirtina wê bû. Di rojevên peymanê de nîqaşên pir girîng derketin holê. Ji hêzên damezrîner yên heta niha weke sereke ku dihatin destgirtin li gel vana de rêxistin-endam di asta kes de jî, di asta komun û meclîsan de yan jî koperatîf û her wiha di pilatformên cûr bi cûr yên jinan di çarçoveyekî demokratîk de bertekekî pir berfireh di nav civakê de di vê astê de derketiye pêş. Wekî YJA emê çawa bikaribin vana hemûyan bigirin berfirehiya xwe de, ewê çawa bikaribin bi nasnameya xwe ya cewherî bi xweseriya xwe ewê bikaribin di nava vê pergalê de cih bigirin evana hemû bend bi bend di nava beşa peymanê de hatin nîqaşkirin. Peymanek di vê çarçoveyê de hatiye amadekirin ku tevahî hêzên jin yên demokrasîxwaz yên azadî û aşitîxwaz êdî wê bi awayekî bi nasnameya xwe ya cewherî, bi xweseriya xwe bêyî ku tiştek ji xweseriya xwe winda bikin ewê bikaribin di bin sêwana YJA de bêne gel hevdû, di nav heman armancî de wê bikaribin bêne gel hevdû. Hatina gel hevdû jî merceke bi vî rengî di vê peymanê de nîne, êdî bibin endamê daîmî yê vê sêwanê. Dikare ji bona çalakiyên demî her weha ji bona pengavên demî jî tevlî bibe. Lê dikare bibe endamekî daîmî yê vê sêwanê jî. Êdî ev hilbijarte ji tevahî pêkhateyan re deriyeke vekirî dihêle. Dema ku li gel vê peymanê rêyek nekeve yan jî hemû mercên ku têde derbas bike nepejirîne dikare dîsa bi nasnameya xwe ya cewherî jî cuda bibe, dikare xweseriya xwe bi vî rengî jî bi şêwazeke cuda bide berdewamkirin. Yanî mîsogeriyeke bi vî rengî ku di hemû aliyan de wan girê bide û êdî tu kes dema carekî bû endam nikaribe jê derkeve, rastiyeke bi vî rengî jî nîne. Yanî bi awayekî din mirov dikare bibêje çarçoveyek wisa di pêymanê de derkete holê ku tevahî hêz û pêkhateyên jinan yên ku demokrasîxwaz, azadîxwaz û aşitîxwazin dikarin di çarçoveya nasnameya xwe ya cewherî de tevlî kar û xebatên YJA bibin û dikarin têkoşaneke hevbeş li hemberî hêzên modernîteya serdest yê sermayedar bi rê ve bibin û bimeşînin.