Xwe Xapandin Nezantiya Herî Ketî Ye

0Shares

Ramana psîkolojiyê wekî raberkirinek serbixwe ya ramanan ku ne li gorî rastiya objektîf in an jî hêmanên wê yên takekesî berevajî dikin, bi gotinek din, mekanîzmaya parastinê ya derûnî ye. Ev taybetmendiya derûnî dikare bibe bertekek an jî rengek sazkirî ya bersiva derûnî. Di psîkolojiyê de, xwe xapandin her tim wekî zordarî, înkar û ramana derewîn tê binavkirin. Di nav şertên pêş ya xwe xapandinê de pevçûna afirandina hestek zêde ya tawanbariya li derveyî sînorên tirsa tehmûl, nebûna baweriya bi xwe, nakokiya bi rewşên psîko-trawmatîk re heye. Pîvanên manîpulasyon û xwe xapandinê di sedsala 21’an de kesan dagir dike, dixapîne û ji bo gerdûnek ji derveyî rastiyê ava bike ji wan re mafê berxwedanê jî nahêle; medya girseyî jî di vê pêvajoyê de rola herî çalak diliyze.

Xapandin û rê li xwe xapandinê re vekirin, herî zêde jî weke rêbazekî şerê taybet a li ser civakê tê ferzkirin e. Ji xwe pêkanîna şerê taybet a ku ji aliyê pergala kapîtalîzmê re lûtkeyên xwe jiyan dike, xwe dispêre xapandina civakê û bi vê awayê civakê ji rastiya xwe ya dîrokî û çandî dûrxistinê. Ji bo tevahî desthilatdarên ku derketine dîka dîrokê, şerê taybet û sepanên wî, ji bo mîsogerkirina desthilatdariya xwe weke mijareke girîng tê dîtin. Ji lewra di roja me ya îro de jî bi gelek cûre sepan û polîtîqayên şerê taybet, mijara xwe xapandinê bi rê û rêbazên cûr be cûr li ser tevahî civakan tê ferzkirin. Ev polîtîqa û sepanên ku li ser civakan tên ferzkirin herî zêde jî li ser medyayê xwe nîşan dide. Em bala xwe bidin medya dîjîtal ku li gor feraset û hişmendiya şerê taybet weke ‘medya civakî’ tê binavkirin û bi vê navê jî tê xwestin ku têgihek were avakirin, cih û zemîna herî kûr a xwe xapandinê ye. Ger mirov li rastiyê binêre, platformên medya dîjîtal rê vedike ku mirov ji rastiya xwe, ji jiyana xwe ya rast dûr bikeve, di nav cîhanekî derewîn de jiyan bike. Ev bi xwe jî mînakek herî şênber ê reva ji jiyana rast e ku, gelek kes li ser van platforman hest û nêzîkatiyên xwe dayîna ecibandinê dijîn û li gor vê yekê, di vê cîhana sanal ango derewîn de xwe xapandina herî kûr jiyan dikin. Pergala şerê taybet, dizane ku wê çawa xitabî kîjan beşê civakê bike. Bi taybetî jî ji bo ciwanan hîn bêhtir kar dike û dixwaze ji bo pêşerojê bingehê mayîndekirina hebûna xwe çêbike.

Em bala xwe bidinê, çawa ku civak yek parçeye û nikare ji hev qut bibe, li ser televîzyonan bi rêzefîlmên ku ji rastiya jiyanê dûr in, armancên wan civakek li gor pergala xwe avakirin e; dibe amûrekî parçekirina civakê. Her malbat tenê di mala xwe de dixe nav qefesekî û bi xwe ve girêdayî dihêle. Lê xeteriya ku niha em pê re rû bi rû ne êdî ji vê derbas kiriye. Êdî ev polîtîqayên xwe xapandin û şerê taybet ê em qala wî dikin, di bêrîka her kesê/î de ye. Li ser telefonan, bi platformên medya dîjîtal ev yek jî bi awayekî herî kûr tê meşandin. Ango bi giştî mirov dikare bêje ku polîtîqayên şerê taybet û hişmendiya ku ew dixwaze li ser civakê ava bike û li ser kesan venêrîna xwe ango qontrolkirina ferdên civakê çêdike. Di roja me de jî tiştên ku ev desthiladarî dike çi ne? Afirandina civakekê bi kontrol e. Dixwazin civakekê, karibin kontrol bikin, araste bikin, kengê bixwazin were amadekirin û bixin tevgerê biafirînin.

Em hemu jî dizanin ku sepanên şerê taybet ê li jor me da xuyakirin, bi gelek rê û rêbazan li ser Kurdistan’a me ya rengîn jî bi awayekî herî zêde tê meşandin. Ji xwe dema mirov behsa polîtîqayên şerê taybet dike, ne gengaze ku mirov behsa Kurdistanê neke. Ji dîroka me ya kûr heya rojame ya îro jî bi her awayê ev polîtîqayên şerê taybet li ser civaka me hat ferzkirin û hîna jî tê ferzkirin. Civaka Kurd ku bi ziman û dîroka xwe tê naskirin, bi polîtîqayên şerê taybet tê xwestin ku ji ziman, dîrok, çand, hebûn û hemu nirxên xwe yên netewî-civakî were dûrxistin. Em her roj dibînin ku çiqas kuştin, qetilkirin, zilm, bêmafî, îşkence li ser me te ferzkirin û tê xwestin ku em ji çanda xwe dewlemend werin dûr xistin. Dema mirov dibêje bê çand her tişt dikeve nav de, zimanê mirov tê qedexe kirin, nahêlin bi zimanê xwe perxweda xwe bibînin, nahêlin bi axivin, tişta herî xwezayî ew e ku mirov bi zimanê xwe bikaribe pênaseya hebûna xwe bike û bi ew zimanê bijî. Lê li cihekî ku li ser civakê zimanê wê û çanda wê tê qedexekirin û ew civak nikaribe bi zimanê xwe pênaseya xwe bike, gelo ev ne îşkenceya herî mezin e? Hin kes rexmê ku van rastiya dizanîn jî, xwe xapandinek di çi astê de jiyan dikin ku  xwe davejîn hembeza dijminên xwe, li dijî civaka xwe, çanda xwe, dîroka xwe dibin dijminê heri mezin? Her wiha kesên ku diçin dibin cerdevan xwîna xuşk,bira û zarokên xwe dixwin,dikevin pêşiya dijmin û mala xwe wêran dikin. Bi destê xwe dijmin tînin mala xwe de zarokên xwe bi destê xwe dikujin û qetlîamê li ser  xwezaya xwe pêktînin. Gelo ev bixwe xwe ne xapandine çiye? Em hemû jî dizanin ku ev xwe xapandin, ango nêzantiya herî ketî ye.

Li kêleka vê hîn aliyên me yên cûda ku em xwe dixapînin jî heye. Mînaka vê, rûxmê ku ewqas êrişek bê hempa weke gel û civak li ser me tê ferzkirin û em ji qirkirinek çandî derbas dibin; asta me ya xwedî li têkoşîna xwe û birdoziya hêja ku li dijî vê qirkirinê seknek raber dike, çi ye? Wê demê di rewşa me ya siyasî, leşkerî, çandî û bi giştî rastiya qirkirinê ya ku em weke gelê Kurd pe rê rû bi rû diminin, asta me ya xwe xapandinê çi ye? Minak, ger em vegerîn li xwe binêrin an jî ji hev pirs bikin, em hemû welatparez in. Lê belê erkên ku weke welatparêzi dikeve ser milê me çiqas pêktînin? Em hemu jî dizanin ku asta me ya bilevkirina me û pêkanînên me gelek caran ji hev cûda dibin û di vê hêlê de bêyî ku em di ferqê de bin, xwe xapandinek jiyan dikin. Ji lewra erka ku di vê aliyê de dikeve ser milê me, êdî xwe ji xwe xapandinê rizgarkirin, li gor rastiyên xwe yên tê jiyîn tevgerandin, erkên ku weke jin, ciwan û gelê welatparêz dikeve ser milê me pêkanîn e.

Weke ku di sernivîsê de jî me got ‘Xwe xapandin nezantiya herî ketî ye’, xwe ji xwe xapandinê rizgarkirin jî bê guman ji vê nezantiya herî ketî rizgarkirin e. Xwe xapandin îxaneta herî mezin a li hemberî xwe ye. Ji lewra jî divê her yek ji me bi vê zanistê tevbigere, erkên dîrokî yên li pêşberî me disekine pêk bîne û nekeve nav lîstokên şerê taybet ên weke jin û civak li ser me tê ferzkirin.

Ronya Roj

 

Attachment