Nasnav: Ekin Deniz
Nav û Paşnav: Latife Baran
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 2.10.1983/Şirnex
Navê Dayikê: Toli
Navê Bav: Hemdin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2006/Amed
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’ê Tebaxa 2012’an li Şemzînan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Ekin Deniz (Latife Baran)
Her zindiyên ku di serdema me de dijîn çiqasî dikirin zindîbûn û curbecurebûyîna gerdûnê fêm bike. Bi rastî dawîbûyîna ku qala wê tê kirin, rawestgehekî wê ya diyar heye, nexwe ya ku qala wê tê kirin, ew kêliyên ku em qala wan dikin ji bo demên piştî xwe re bidin amadekirin, didin têgihandin. Em bi qasî cîhana dizanin, hîs dikin û jiyan dikin, em weke zindî hene. Di dîrokê de mîna bi qasî ku rûxandin, talan, desteserkirin, êş, mirî hene; hezkirin, keyfxweşî, firmiskên keyfxweşiyê, evîn û eşqa jiyanê jî her tim berdewamkiriye û hatiye. Cardin dîrok, her tim şopên berxwedêran jî radigire. Jixwe ma PKK jî ne kombûyîna tevayî van nirxên berxwedêr in?
Çiya… Weke ku çiya bixwe jî bûye mabeda pîroz a vê berxwedaniyê. Di Kurdan de bi komikên çiyayan re bûye yek, di asta evînê de bûye girêdayînek. Evîn û dildarî endamên ku hev didin temamkirin. Ma jixwe dildarî jî ne di rewşa biryardariya evîndariyê bixwe de ye? Vaye ev dildarî di şehîdan bixwe de jî bûye nirxên şênber ên ji jiyan, xweza û gerdûnê re vedayîne.
Vegotin û nivîsîna hevala Ekin wisa nehêsanî ye. Ev yek ji bo tevayî şehîdên me derbasdar in. Mîna ku gewrî zûwa dibe, pênûs hibir narijîne, rûpel jî dixwazin spî bimînin…
Kengê û çawa tevlî bûye ez nizanim. Ev yek kêmasiyeke, lê belê ya min ji ber rewşekî ya ku çavkaniya xwe ji hafizaya min digire bixwe ye. Dibe ev yek bixwe jî yek alî tenê bidin vegotinkirin. Aliyê wê yên din ên bingehîn jî kêliyên ku me bi hev re dayîne derbaskirin bixwe bûn, sohbetên xweş, wateya kûr û avakirinên dîrokî yên ku me hîs dikirin û jiyan dikirin bixwe bûn. Wê êşa kûr a valakirina gundan û pêvajoyên giran ên feqîrtiyê jiyan kirine, mîna ku bi êşan ve hatibe ezmûnkirin tevayî ev neyîniyên gihayî, bi sebir û karakterekî ya mirov jê hez dike, di kesayetiya xwe de dide afirandin. Bajarê ku koç pir lêbûyî yên li Tirkiyê herî zêdetir bajarê Mersinê bixwe ye. Piranî kesên koçkirine heman aqûbet jiyankirine û heman çarenûsê jiyan dikin. Ew li wir têkiliyê bi hevalan re dide çêkirin, ji ber ku bi wan re kar dike, di girtîgehê de dimîne. Ew di girtîgehê de PKK’ê dixwîne, nas dike û li gel nav xwemalîkirinê ve rastiya dijmin jî di wê astê de derdixîne zanistiyê. Ji bo kîna xwe li ser dijmin bibarîne jî, di raporên xwe yên her meh de pêşniyara çalakiya fedayî dike.
Bêdengî… Bêdengî banî çi dike? Weke din jî tiştên ku mirovek dixwaze bike jî, tiştên nehatine pêkanîn, heyfa xwe pê dianîn? Ez nizanim. Bêdengiya wê berî, an jî piştî bahozê bû? Lê belê şerê navxweyî ya bahozeke bibîrtîne. Çawa ku her piştî bahozeke xweza xwe ji cîhana gerdûnek hêmin û zelal re dihêle, hevala şehîd Ekin jî di vê bahozê de, kîna li dijberî dijmin, biryardarî, zelalbûyîn û werdigere hesta xwe bexşandinê.
Dema ku min ferq kir ku pir zêde tevlî perwerdeyê nabe, min pirs kiribû. Bersiva ku ji pirsa min re dayî wiha bû: “Heta bêgotin ez axivî me, niha jî pêdiviya min bi guhdarîkirin û pêkanînê heye.” Bi rastî jî kirin, xebatkirin, xwe di her kêlî û mekanê jiyanê de bexşandin, xwe gihandina “wateya jiyanê”, bê ku bisekinî tu di her kêliya jiyanê de kar bikî, girêdayîna fedayîtiya PKK’ê ya bi kedê ve pir baş bi naskirina wê ve dihat. Yek taybetmendiya din a hevala Ekin jî hestiyarbûyîna wê ya pir zêde bû. Di bin hestiyarbûyîna wê de êşên jiyankirî û nîşaneyên jiyanekî ya pir bi xemgîn dihat dîtin. Li cihekî û navbeyna demekî hizirîn, li wir hebûn; bi hêza fêmkirin û wê bi tevayî zindîbûna xwe ve jiyanekî aştiyane dida berdewamkirin. Piştre hinek tên bi sedemekî diyar û nediyar tê, dema ku cihên hûn bi wê re dibin yek, we jê qut dike. Dibe ku di bin hestiyariya wê ya pir sift de ev yek hebû. Tîrbûyîna atmosfera hestiyarbûyîna wê, bûyerên di nava demê de dijîn, werdigerin awayê karakterê. Ya wê jî bi gumaneke bilind wiha bixwe bû.
Mirov hevala Şehîd Ekin û bi awayekî giştî dema ku tevayî şehîdên xwe vedibêje mîna misqalekî ji okyanusê tê. Ji ber ku mirov mîna kêlî, cih, hest, hîs û heqîqeta hizrên wan jiyankiriye ku bikaribe gelek tiştên wan hîs bike; bihizire, fêm bike wê kêm bimîne. Ger heqîqet giştiyek be tiştên ku wan ji me re kirine mîrate, nirx, hêza fêmkirinê û bêmirinbûyîna xwan bixwe bû. Hêza manewî ya şehîdan fêmkirin, berpirsiyartiyên wan dayîna pêkanîn jî dikeve ser milên me rêhevalan.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê