Xwe Gihandina Malbatekê Demokratik Û Hevjiyana Azad

0Shares

Ger em civak, malbat, rastiya jin û mêr digrin dest divê berî hertiştekê di gerdûnê de rastiya zindewaran û hebûnê em bigrin û binirxînin. Hebûnê rast pênasekirin, rast destgirtin xwe gîhandina heqîqetê ye. Ji ber ku, xweza û civak di roja îro de ji cewherê xwe hatiye dûr xistin. Rêbertî dibêje “rastiyên civakî tênê înşakirin” yanî rastiya civakê bi destê civakê bixwe tên avakrin. Niha dema em li rastiya 5000 sal ku tê jiyîn binêrin di her hêlê de zayendparêz e. Civak yek ali kirin e, yek reng kirin e. Weke hebûn, reng û dengê jin hatiye qutkirin û hatiye tunekirin. Lê li heqîqeta civakê dema em dinêrin em dibînin ku hebûn bi du aliye. Xwezaya civakî, jiyan, gerdûn dualiye, ev bixwe jî dîyalektîk a jiyanê ye. Ev dualibûn; bêguman aliyekê wê jin e, aliyekî wî jî mêr e. Ger ku ev dualîbûn di xwezaya xwe de, di herîkîna xwe de bimeşe kes destwernedê wê tu pirsgirêk dernekeve û rast bimeşe. Ger ku ev herdû alî di xwezaya xwede nemeşe wê bê guman weke ku niha jî tê jiyîn û bi hezaran salane didome, di nav mirovatiyê de meyla hev tunekirinê, li hember hev dijminî û jiyanekê bi krîz derdikeve. Ev kirîz jî zêdetir di milê jin de tê jîyîn. Niha îro li rûyê cîhanê bi milyaran mirov dijîn. Dema behsa nufusa cîhanê tê kirin dibêjin ku 7- 8 milyar mirov li ser ruyê cîhanê dijîn. Başe em behsa heft ango heşt milyar mirov dikin û nîviyê wan jin in, lê tevî vê rastiyê jî bi desthilatdarî û zayendparêziya hatî avakirin ev mirovan jinan îro li ruyê cîhanê di nav kirîzê de ne. Ango têne tunekirin, naxwe li rûyê dinyayê dema jin di nav krizê de be herhal mêr jî ne dinava şahî û aramiyê de nîne. Weke gelek car em dibêjin ku rastiya civakekê dixwazî nasbikî divê tu li wî welatî li rewşa jin binêrî. Rewşa jin çi be rewşa giştî civakê jî wê îfade dike. Ger ku di civakekê de jin kole be hemû civak kole. ji bo vê jî em dibêjin azadiya jin azadiya hemû civakê ye.

Rêbertî malbatê wek komûna yekem, wek yeke ya civakî ya yekemîn digre dest. Ango em dikarin malbatê weke saziyek ku bi şaristaniyê re ji rê hatî derxistin, goheriye hatiye guherandin jî binirxînin. Ji ber ku di dîrokê de, di civaka xwezayîde mirov dikare şikil-formê malbatê weke klan pênase bike. Klan em dizanin ku bi bandora jin meşiya ye, hemû kilan bi rengê jindayik bi navê jin dayik ango Xwedawend hatine naskirin.

Di civaka xwezayî de çanda ku mohra xwe li dîrokê daye çanda “Dayik” û “dayika Xwedawenda ne.” Em çima forma kilana dişibînin malbatê ev divê bê fêmkirin. Ji ber ku destpêk ango heqîqeta civakên destpêkê ger ku bê fêmkirin, em ê di roja xwe ya îro de jî bikaran jiyaneke rast avabikin. Em dibînin ku di klana de bi destê Homo Habilis (Habîlîs; di îngilîzî de tê wateya zana) yanî însanê zana û destê wê/î tiştan digre û amûra çêdike, li gorê jiyana ku avadikin, pêdiviyên jiyana xwe jî bi destê xwe çêdikin. Her ku diçe êdî klan “weke malbatan” li derdorê hev kom dibin û ji li ser esasê îhtiyacên xwe tevdigerin. Bi tarzê ampîrîk (ceribandinê) xwe perwerde dikin. Parastin heta xwe xwedî kirinê li gor pêwîstiyên jiyanê tevdigerin û her ku diçe pêşketin avadibe. Ev jiyan di pêşengîya jindayik de yekpareye, gelemperi ye, temamker e, di tevahî jiyanê de kedkar e, berhemdar e, di nav hevsengî yê de dijîn. Tu car pêwîstîya xwe bi derew û hîleyan nîne li ser jiyanê desthilatî dagirkerî qet nîne. Herkes di nav vê jiyanê de aram e. Ev taybetmendî hemû jî taybetmendiyên demokratîk û komunalbûnê ne hemû jî taybetjmendiyê klanê ne. Yanî em dikarin bijên rastiya klanê û malbat ê ne, ango ên civaka xwezayî ne. Ev jî nîşandide ku pîvanê hev jiyan a azad in.

ji ber ku her tim jin li pêş e, ew klan bi jin tên nasîn û bandora zilam li ser malbatê nîn e, zilam-mêr nayê nasîn. Tenê xal û zarok tên nasîn. Dema em lêkolîn dikin an jî dixwînin em dibînin ku di dîrokê de demên gelek dirêj modela malbatê an hevjiyanê hebûye. Di vê modela kilan-malbatê de wekhevî, ango hevjiyanî li pêş e. Jin û mêr jî hevjîn in. Bi awayeke zelal mirov dibîne ku desthilatî, zordarî, zext û hwd nîne. Ew têgehên weke zilamê malê”, “reîsê malê”, “ hevser”, pir şûnde derketiye. Ev pênase hemû jî dema ku zilam êdî di nav civakê de bi bandor dibe, hêza xwe avadike, derew, hîle, şer, hiyerarşî pêşdikevin em dibînin ku di rastiya civakê berovajî dibe û civak û xweza ji cewherê xwe tên dûrxistin. Ew dem êdî wekhevî, êdî hev jîn î, êdî hevjiyanî namîne.

Dayika xwedavend an dayika pîroz li ser xwesteka xwe bihevrebûnê pêş dixe

Rêbertî dibêje di vê kêlîya dîrokê de ‘Hevjiyanan derbe xwarine, ji rê derketine’ ji ber ku di jiyana hevbeş-hevpar êdî nemaye. Bi civaka dewletî û çînatî yê re, destpêkê civakîbûn piştre jî malbatan re de gorankarî û cûdabûn pêş dikevin Di jiyana jin û zilam de hevjiyan de, di şêvazên zewac, malbat, bihevre jiyîn êdî rengê xwe diguherîne. Reng û rismê wî yê nûh jî desthilatdarî ye û ji dîrokê heta dîroka nêz ev xwe domandiye. Zewac-malbat-hevser adeta êdî li hemû civakan tê ferzkirin. Yanî wisa anîne astekê ku zewac, ango malbat nebe nabe ye! Yan jî weke saziyekê pîroz tê dîtin wate bi vê rengê lê tê barkirin. Halbûkî di dîrokê de, di cîhanê û di gelek civakan de ku bi pergala jin serwer e, zewac tunebûne. Di civakê de jî bi şêveyên cûda jiyana bi hev re hebûye. Ev herdû zayend ji bo hebûna xwe berdewam bikin, nifşên xwe zêde bikin saziyek weke malbat avadikin. Dayika xwedawend an dayika pîroz li ser xwesteka xwe bihevrebûnê pêş dixwe. Yanî hin lêkolîner dibêjin ku bîçimê niha ya malbatê û zewacê di dîroka mirovahiyê de demekê gelekê kurt e tê jiyîn, hên nebûye ji % 2 jî. Ji ber ku bihevrebûn hebejî weke malbatî û zewacî nebûye. Lê em dibînin ku di dirêjahiya dîrokê de malbat ewqas dem kurt e, lê ewqas hatiye berzkirin û ewqas hatiye pîrozkirin.

Saziyên weke malbatê, li ser çi esasî hatiye avakirin? Aile, malbat, xanevadê, family di hemû neteweyen da bi hemû ziman hatiye pênasekirin, bes nav ji hev cûda ne. Lê em bi çi awayî jî pênase bikin, di her civakî de, li her neteweyê de, naverok û forma wî her yek e. Bi yek ferasetî meşiyaye heta roja me ya îro hatiye. Ger ku mirov li pênaseya di nav civaknasiyê dibîne ji xwe ev şîroveya me rasteqîn dike. Dibêjin, “jin, jina ber malê ye û jin ji bo zarok anînê ye û ya ku li zarokan dinêre ye.” Rol li ser zayendîparêzîyê hatiye diyarkirin. Di dema îlim û felsefeyê de jî, ji bo jin dibêjin “encax ji bo zarok çêkirinê dikarî bi jin re werîn gel hev,ji xwe dibêjin weke erdekê ( zeviyekê) biçinin. Ji ber ku jin zilamekî seqete, an kêm hatiye dinê ye, hevaltî bi jinê re nabe” belê, ev ji nêzîkbûnê serdestîyê tê. Ev nêzîkbîn û mêzekrin ji dîrokê heta niha jî berdewam e. Esas ji bo jin hatiye gotin ku “jin hîmê malê ye” lê pergalê ev rastî jî berovajî kiriye û îro dibêjin “zilam reîsê malê ye, sermaya malê ye, hîmê malê ye û hwd.” Ev hîştiyeku jiyana wekhevî, hevjînî bikuje û tenê çînatî serdestî avabibe. Ev feraset xwe berdewam kiriye, bi rêya malbatî çanda xanedanî hatiye kûr kirin.jin weke cariye di qesra da hatine bi cîhkirin. Bi xwe re êdî pirzewacî bigre heta ji bo kêf û şahiya zilam, jin tên amadekirin. Ev jî di bin navê “mala giştî”û “mala taybat” de tên kirin.Bê guman ev weke pergalekê hate belavkirin. Lê em dikarin bêjin Ji her derê zêdetir jî, li Rojhilata Navîn bi bandor e, ev jî bi rêya ol û baweriyan jî hatiye erê kirin û herî zêde jî teşwîq ji milê dewletê de çêbûye, îro jî çi ji destê wan tê dikin.

Bi Saziya dewletê re, li ser esasê di malbatekê bi desthilatiya zilam û bi pergala zilamsalarî destpêdike. Saziya malbatê şeklê xwe yê destpêkê diguhere û heta roja me îro bi vê rengê tê û dimeşe.. Yekeya destpêkê ya dewletê ye. Ji xwe malbat û şeklê wî ku pêş xistine, weke dewletokên biçûk, weke prototîp em dikarin pênase bikin. Dewlet û pergala birêvebirina wî çibe, zilamê malê jî heman pergal û nêzîkbûn di nav malbatê de dide meşandin. Xadiyê malê zilamê malê ye, xwediyê jinê, zilamê malê ye. Ev jî tê wateya ku jin mal û mulkê wî ye, zarok jî yê wî ne, ew dayika ku 9 mehan zarok di zikê xwe de xwedî dike dahî, biqasê zilam, li ser zarokê xwe xwediyê gotinê nîne. Ya rast em dikarin bijên bi navê malbatê ya ku jin dijî, ketina nav qefesê ye. Jixwe di civaka me de ji zewacê re dibêjin “serê wê/wî girêdan” herhal ev girêdan û ketina nav qefesê jî heman in. Ev pergala ku îro dimeşe xwe dispêre dema zîgûratan û ji wê demê destpêkiriye. Jin di maabetan de ji bo dirav-pere didin şuxulandin. Rahîb ji malbatên dewlemend, jinên herî zana û xweşik tînin perwerde dikin û didin karkirin. Rêbertî dibêje jin bi vê halê xwe” êdî di mabetan da ‘fahîşeya pîroz e.’ Dewletê heta nava malê sizme kiriye û bi hebûna xwe di her qadekê jiyanê de jî pirsgirêkê kûr avadike. Di herkes û hertiştî de feraseta mal û mûlk dide avakirin. Malbata ku bi rêveberiya zilam dimeşe, her ku diçe koletî kûrtir dike. Xanedan-îktîdar-dewlet weke sêgoşe weke dendika esas hatiye bi sazikirin. Ev sazî herî zêde jî li ser jin û zarokan xwe dide meşandin. Armancê esasî jî ewe ku di dema îktîdarî de jin û zarokan li gorî îktîdarî şêwe bidinê û rastiya civakekê nû bi rengê îktîdar û kole bidin avakirin. Ev jî ji heqîqeta civaka xwezayî re ters e. Ji ber vê yekê jî, ji dema ku malbat avabûye heta niha ji pirsgirêkên civakî yên gelek giran re, rê vekiriye. Em hemû jî dizanin ku di malbatan de jin- dayik xwedî îrade nîn e, mafdar nîn e, tevî ewqas keda ku dide bes ew ked qet nayê dîtin û ji ked nayê hesibandin jî. Her tim ya ku tê çewsandin e, her tim ya ku tê pelçiqandin e, ya ku bi xuşunetê re rû bi rû dimîne ye, ji ber ku jin mal e, mulk e. Bi dayikê re zarok jî dipelçiqe û diçewise. Dema nêzîkbûn ev be wê mûlkiyet, bê edaletî û desthilatî jî xwe li her derê bide jîyîn. Niha ewqas me li ser malbat û bingehê ku ji desthilatî, ji şer, îktîdarê digre û xwe didomîne nirxand. Bê guman ez dikarim bêjim ku Rêbertî di hêla malbat û civakê de gelek mijar nirxandin, kêmbûn û şaşîtiyê me yê heyî jî sererast kir. Bi taybet nêzîkbûnê ku em ji binî ve malbat red bikin rexnekir û got ku “rastiyeke civakê ye, elbet wê hebe bes divê forma heyî bê guhertin û weke alternatîf şeklê malbata demokratîk bê pêşxistin.” Ev bixwe jî ji bo me perspektîfekê serekeye ku em di vê çarçovê de kar bikin û xwe bigîhînin rastiya civakekê demokratîk azad, ew jî ji bo malbatekê, ji bo jin û mêr dibe pîvanê hevjiyana azad. Dibe perspektîfa jiyan sosyalîst bi ferdê sosyalîst û demokrat.

Dema em vê mijarê binirxînin em hemû jî dizanin ku rola jin di nav malbatekê de sereke ye. Me li jor jî nirxand “jin hîmê malê ye.” Çawa ku hîmê (stûnê) avahiyekê nebe wê ew avahî birûxe, dema ku di malbatekê de jin-dayik nebe ew malbat jî dirûxe. Em dersa xwe ya jiyanê zanista destpêkê ji jin-dayikên xwe digrin. Piştre em hemû jî diçin dibistana û perwerde yê pergalê dibînin. Lê perwerde ya sereke û esas, ya ku me bi me kesayet, exlaq, pîvan û ruh dide avakirin perwerdeya dayikê ye. Jindayik pîvan datîne cîvakîbûn, parastin û exlaq dide avakirin. Rola jinê ya di navbera ferdê malbatê de yekîtî û yekparetî avakirinê, rola wê ya jiyana komunal pêşxistinê, rola ku bi zekaya xweya hestî hezkirin û hurmeta ku dide rûniştandin, rola nîzam û perwerdekirina zarok û hemû ferdên malbatê, rola jin ku bi edalet tevdigere û rola wê, rola wê û rola wê… Bê guman niha em bi dehan taybetmendiyên sereke yên dîtir jî bihêjmêrin jî wê têrê neke. Ger ku em dibêjin divê rola jin, xweza û taybetmendiya jin rast pênase bibe, lazime ku civak ne zayendîparêz be û hêlê xwe yê demokratî û azadiyê pêş bixîne, bi pîvanê wekhevî û azadiyî nêzê jin bibe. Ji ber ku di civaka zayendparêz de rola jin hatiye berovajî kirin. Wîna wê nayê qebûlkirin, rola ku ji bo jin jî pênase dikin hemû bi aklê zilamê serdest û bi feraseta zayendparêziyê ye. ji ber vê yekê ne rastiya civaka feodal, ne jî ya modernîteya kapîtalîzmê nikare jinê biparêze û nikare vê rastiya ku hatiye avakirin bide derbaskirin. Em bihêlin derbazkirinê, ji bo pergala zilamsalarî xwe bide jiyîn û mayînde bike, li ser civakê zêdetir desthilatî û zayendî kûr dike. Bi tekoşîna azadiya jinê re, jin-dayik ji nû ve hate pênasekerin. Ji bo vê jî jin carekê din hebûna xwe êdî bi reng û nasnameya xwe bi cewherê xwe pêşdixe.

Niha dema em li rastiya Kurdistanê û gelê Kurd dinêrin bê ku em di parçeyan de ji hev cûda bigrin dest, li hemû parçeyan jî em dibînin ku civak bi zayendî nêzê jin dibin. Me li jor pênaseya rolê jin di nav malbatê de kir. Di Kurdistanê de jin her tim, otorîter û serwer bûye. Her tim di nav hemû şer û berxwedaniya de li pêş bûye, gelek kes û şexsên navdar û ji bo malbat û civaka xwe her tim pêşeng bûne. Îro jî di rastiya şer û berxwedana tê jiyîn de em vê rastiyê cardin dibînin. Lê di rûpelê dîrokê de em rastê vê tiştê nayên ji ber ku bi navê Kurd û Kurdistanê her tişt hatiye qetilkirin û hatiye qirkirin. Polîtîqaya sereke jî li ser jin malbat hatiye meşandin. Saziya malbatê ji her alive li gorê desthilatiya zilam hatiye vesazikirin.

Em dibînin di Rojhilat û Îranê de jî bi navê şerîatê, bi navê dîn ê îslamê, bi navê pîvanê ehlaqî her tim jin hatiye çewsandin, hatiye pelçiqandin. Halbûkî ev gel bi çanda Zerduştî, Mîtraîzmê jiya ye, ku ev jî xwe dispêre wekhevî ya jin û mêr. Em binêrin li civaka Îranê û Rojhilat weke mozaîka gelan e, bi çand û nasnameyên xwe her rengîn û dewlemend e. Lê bi destê netewe dewletê her tişt yek dest û yek reng e. Zext e, zor e, kuştin û tecawizkirin e. Cîhê ku herî zêde îradeya jin û hebûna jin qebûl nake û li gor sîyaseta xwe nêzîkbûn diyar dikin. Zagona derdixin û didin meşandin.

Bi têkoşînê tiştekî ku neyê guhertin nîne

Niha bi zagona şerîatî ji bo jin hîcaba îcbarî, serê xwe girtin li jin tê ferzkirin. Ji ber ku porê jin endama (ceste) jin, zilam “tehrîk dike, xerîze avadike û zilam ji dikşîne nav gunehê.” Ji ber vê jî “ya gunehbar jin e”, “ jin namûs e”, Rêbertî dibêje; “bi navê namûsê ya ku tê jîyîn bê namûsiye” ji ger ku welatekê hatiye dagirkirin, û di welatê dagirkirî de her roj jin zarok tên qetilkirin, tên tecavuzkirin tu dikarî behsa kîja namûs bikî? Ev herî zêde ji milê netewe dewletê ve bi qanûn û zagonên xwe ji bo van tiştan pêş bikevin teşvîq dikin û rê li van nêzîkbûna vedike. Ew feraseta ku namûsê di jin de dibîne ferasetekê şaş e. Ji ber ku divê em destpêkê ax û welatê xwe namûs bibînin ji ber ku li ber çavê me her roj welatê mê tê tecawuzkirin. Lewra berî her tiştekê em ax û welatê xwe biparêzin. Dîsa di îranê û Rojhilat de mijarekê din ku mirov binirxîne, zewaca bi temenê biçûke. Niha di gelek welatên Rojhilata navînde dewletan bi zagonî hiştiye ku bi temenê biçûk zewac çêbibe. Hên tu mêze dikî 9 salî, an 10 salî ye, an 13 de, 14 de. Belkî jî hevalbendên wan hên bi pêlîstokan dilîzin malbat-dewlet bi rastiya ku daye avakirin tu dibînî di hemêza ew zarok de zarokekê din heye. Ne zêde berî çend mehan jî bebika pêlîstok lastîk ya hebû. Gelo em ji vê re dikarin bêjin ku jiyan e we kes dijîn? ji hêvî û hemû pêşeroja wê qutkirin, bi zaroktî xistina goristanê ye. Berî niha hemleyekê hatibû destpêkirin digot em jinê nikujin. Ev ji bo qetilkirina jin digot, lê ma ev jî ne şêwazekê kuştin, qetilkirinê ye. Niha jî KJAR ê bi navê “ Em li dijî tûnditujî yekbigrin têbikoşin û azad bibin.” Hate destpêkirin. Di vê çarçovêde niha heman helmet “ li dijî zewaca biçûk yekbigre û têbikoşe” tê meşandin. Bê guman di nav jin û bi giştî di civakê de eleqe û bandore kê da avakirin. Em hêvî dikin ku ev eleqe vegohere çalakiyan û zêdetir gavên şênber bên avêtin. Ji ber ku bi kar û çalakiyên bi vê rengê em dikarin di malbatê de jî bi taybet jî bi dewletê gav bidin avêtin. Ji ber ku bi taybet qanûnê dewleta îranê ji bo giştî jî, ji bo jin jî tenê û tenê sêdare ye. ji ber ku yasa û qanûnê ku li tu derî nîne wan bi navê şerîat, bi navê îslamê didin pêkanîn. Bi vê rengê navê îslamiyetê jî, baweriyan jî qirêj dikin. Bi taybet niha îzdîwaca îcbarî, sîxe û hwd. hemû jî jin pêşkeşkirin e, firotin e. Ev jî bi qanûnî bi destê dê û bav, bi malbatî qanûnê dewletê tê pêkanîn. Ev tiştekê zehf tirsnak û felaket e ji bo jin, ji bo civakê. Êdî jin jî divê bi vê rengê jiyanê ji bo xwe qebûl neke û serê xwe hilde. Bi tekoşînê, tiştekê ku neyê gohertin nîn e. Em weke jin vê rastiyê jiyana xwe dizanin.

Em niha rastiya malbatê nikarin înkar bikin. Bes em dikarin rastiya malbata heyî qebûl nekin û pêre bikevin nav tekoşînekê. Ji ber ku saziya malbatê ji her alî ve li gorî zilam û desthilatiya wî hatiye avakirin Ger ku li ser esasê vê zayendîparêziya heyî, guhrenkarî çêbibe, ev rastiya heyî bê derbaskirin, wê demê em dikarin rastiya malbatekê demokratîk jî bidin avakirin. Ev çend saleku bi tekoşîna azadiyê bi awayekê bêhempa tê meşandin, pergala civak û malbatekê nû alternatîf daye avakirin. Berî hertiştê zilam jî zilamtiya xwe, desthilatî û paşverûtiya xwe birûxîne, jin jî xwe ji milê kolle û paşverûtiyê xilas bike. Ew dem em ê bikarin modela malbatekê demokratîk û sosyalîst avabikin.

Eger em li vir behsê ji nû ve avakirina civakê dikin, wê demê divê ev sazî jî were veguherandin. Başe ger ku em vê rastiya malbata heyî rexne dikin û qebûl nakin divê em çibikin? Divê têkilî û parwekirin çawa be? Em jî dixwînin û dizanin ku Rêber APO, pîvan û rêgezên vê yekê destnîşan kirine! Ev jî jiyaneke demokratîk û azad e. Li gorî vê rastiyê jî divê ev pîvan ji nû ve bêne sererastkirin û têkiliyên wê jî bêne rêxistinkirin. Mînak di qada civakî de zanabûneke netewa demoratîk dana qezenckirin girîng e. Disa malbat ku hucreya civakê ya esasî tê qebûlkirin, wî guherandin, demokratîk kirin, li ser esasê hevjiyana azad li hemberê hemû cûre ferasetên ku zayendîparêz tekoşîn dana meşandin erkê bingehîn e. Ji bo guherîn û vegohertinê di serî de jî weke jin em guhertina zilam di şexsê zilam de civak guhertin û pêre tekoşîn meşandin erkên me yê bingehîn in bibînin û wisa tevbigerin. Ji bo ew xirabiyên ku dewletê avakirine, em bi tekoşîna xwe dikarin bi vî awayî ji holê rabikin. Bes bi rastî jî em bi saziya malbatê dixwazin dendikê civakê, civakîbûnê bixwe derbixin holê. Em dixwazin civaka komunal û wekhev cardin zindî bikin. Ji bo vê pêwîst e zilam hişmendiya xwe ji nû avabike. Li ser esasê jiyana azad û wekhevî yê, li ser esasê hev jiyana azad û xwezaya xwe a rast bi jiyana xwe re di nav hevsengiyekê de bijî.

Rojin Hêja

Attachment