Xewn û Rastî

0Shares

Medya DOZ

Ger jiyan şanoyek dilşad bûya

Û li sêr wê dikê

Tenê kenê rûgeş hebûya

Sond li canêmin bikeve min qet dengê xwe nedikir

Lê rastî ne wiha ye

Lîstokek xapînok li ser pêsîra jiyanê civiya ye

Kirasê wêlatê kî qetiyaye

Dê bêjin

Xewna me çima tazî maye

Ev pirsa dilê  gerilla ye

Ev kûl û xema çiya ye

Hûn çima  nabêjin

Ma lalbûyîn di riya koçberan de ye

Ma korbûyin di bahra kijan derewan de heliya ye

Ma kerrbûyîn li ber pêla zerya ye

Bila kes bi me re çavveşartokê nelîze

Rastî wek rojê li ber çavan e

Ger di destê min de çêk

Li pişta min rext

Li bedena min şal û şapik

Û li ser milê min cemedaniyek rêşîkkirî heye

Min ji canê xwe nedaye situ

Lê ji bo hezar bikenin, yek bigrî ez heme

Ji bo hezar bijîn yek bimre ez heme

Ger em çapulcîne

Çima çoka generalê artêşa Tirk

Wek şiva nava avê dilerize

Hûn nizanin ne?

Ez bêjim

Ji ber ku xewna me

Ji rastiya wan mezintire…