Xeta Sor A Kurdan Welat, Rûmet Û Azadî Ye

0Shares

Di demekê de ku dagirkeriya dewleta Tirk a Kurdistanê talan û wêran dike, rû bi rûyê hilewşîneke dîrolî ye û azadbûna Kurdistanê ye, PDK a bi dijminê Kurd re bûna yek, polîtîkaya şer şopandin  çeperên şer amadekirin, tê wateya xiyaneta li gelê Kurd. PDK a bi hicetên vala, hêzên pêşmerge şandina qadên gerîla, tê wateya bi agir lîstinê. Artêşa Tirk a li ber gerîlayên Kurdistanê ketiye çiravê, PDK a weke ji bo wan dibe ruh divê dev ji vê rola xwe ya bê şerm berde. Hêzên me yên YJA Star û HPG ên li Herêma Parastina Medyayê bigire hata her devra Bakurê Kurdistanê û dîsa jin û mêr li berxwe didin, mîna şervanên azadiyê, bi xeta Egîdan, Bêrîtanan, Leyla Qasiman, Li ZAP, METÎNA, AVAŞÎN Û HEFTANÎNÊ li her derê ji bo xwedî li berxwedana destanî ya gerîlayan bê derketin, di serî de divê hemû partiyên siyasî, hemû mirovên Kurd berpirsyarî hilgire, rûmeta berxwedanê parve bike, erka herî mezin e.

Li dijî mêtingerên ku ji derveyî qirkirin, qetilkirin, birîna daran, sirgûnkirin, bê welat hiştin, li zindanan helandin, bi çekên kîmyewî û bombeyan qetilkirin, her cûre pêkanînên derveyî mirovî li ser kirin tiştekî din rewa nabîne, li hemberî vê bûna yek, têkoşîn kirin erka her mirovekî Kurd e. Gel dikare vê rêveçûna xeternak a PDK’ê ku rê li ber topyekûn rabûna gel vedike, gel bi xwe ye. Di serî de erka ewilê dikeve ser milê jinên Kurd. Dayikên laçikspî, hemû dayikên li Başûrê Kurdistanê, Rojava, Bakur û her derê Ewropayê dengê xwe bilind dike silav dikin. Jin wê irsrara azadiya xwe bi bilindkirina têkoşînê her roja biçe li dijî dagirkerî û hişmendiya mêr a serwer zêdetir mezin bike.

Xeta sor a Kurdan welat, rûmet û azadî ye. Nirxên azadiya jinê, nirxên Kurdistanê û nirxên mirovî yên gerdûnî ne. Ji derveyî vê siyaseta navendî ya PDK’ê  ya ‘xeta sor’ bûn parçeyek ji dijmin e, ji xetê derketine. Jinên Kurd wê her cûre pîlana qirêj a ku Kurdan bi Kurdan bide şerkirin, xirabike; siyaseta xwînê, ranta şer, desthilata despotîk, mêtingeran nas neke. Dem dema li dijî dagirkeriyê berxwedan, li her derê Kurdistanê û derveyî welat mezinkirina têkoşînê ye. Rastiya jin û Kurdistanê ku weke pêşengê civakê ne, xwedî kêrhatiyê ku hem dijmin têk bibe û hem jî şerê navxweyî bide rawestandine. Dem dema hê bi bandortir vîna xwe nîşandan, li dijî dagirkerî, hevkarî û mêtingeriyê referandûma azadiyê pêkanîn û vê jî bi çalakiyên bê navber tacîdarkirine. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê enfal dît, lê serî li ber rejîma Seddam nedanî, gelê me yê Bakurê Kurdistanê di qetlîaman re derbas bûn, lê teslîm nebû. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê Çarçira jiya, lê dev ji azadiyê berneda. Gelê me yê Rojava û Şengalê hovîtî û kabûsê cîhanê DAÎŞ têk bir. Gelê me yê Mexmûrê, bûye xwedî seknekî rûmetê. Kurdistaniyên xwestin ji derve bi penaberiyê tine bikin, her demê xwedî li erka xwe ya welatparêziyê derketin. Jinên Kurd di refên herî pêş ên vê têkoşîna bê emsal de tim pêş cihê xwe girtin, berdêl da. Gelê Kurd, ji encamên dersên dîrokî yên herî tirajedî yên qedîm qewimîn girt, gihşte wê ezmûnê ku di sedsala 21’ê de qedera xwe bi xwe pêk bîne, bi zanabûn û li ser xetar Rêber Apo bûye xwedî hêzeke ji pola. Her tiştên li dijî yekîtiya netewî ya çarparçeyên Kurdistanê be, dij be, xizmeta dijmin bike, ji hundir ve Kurdan lewaz bike, wê ji her cûre helwest û nêzîkatiyê hesab bixwaze û vê jî derbas bike.

Li dorî xeta yekîtiya netewî bibin yek, li dijî dagirkeriyê xweparastin, têkoşîna civakî mezin bikin, hebûna xwe biparêzin, şerê azadiyê bi teqez serbixin. Diyar dikin ku di vê têkoşîna azadî ya bi rûmet de, bi taybet hemû jinên di Kongreya Jiên Kurd a Neteweyî de cih girtin, xeteriya heyî dîtin, divê sekna xwe ya dîrokî raber bikin.

Berxwedana bê emsal a hemû hevrêyên xwe yên gerîla pîroz dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêz û minet bibîr tînin.

Koordînasyona PAJK’ê