
Xeta Gerîlayên Fedaî Civakî Bikin, Azadiya Rêbertî Bidest Bixin
Têkoşîna me ya ku di pêşengiya Rêber APO de êdî gihîştiye nîv esir, ber bi serkeftinê ve diçe. Vîna me ya jina azad a ku astengan nas nake, artêşa xwe ava kiriye, partiyi bûye û serkeftinê misoger dike bi têkneçûnî û berxwedaniya xeta Sarayan, Zîlanan, Bêrîtanan êdî dibe serwer.
Heval Sara, Rojbîn û Ronahî li Parîsê ji ber êrîşa MIT a nemerdane beriya 9 sala şehîd ketin. Têkoşîn û azweriya azadî ya heval Sara, ew israr û înada wê ji bo me dibe çavkaniya îlhamê û em di vê xetê de têkoşîna xwe pêş dixin. Hê jî ev êrîşa xayînane û nemerdane nehatiye ronîkirin û ev nîşan dide ku tiliyê Fransayê jî di nav vê bûyerê de heye. Qetlîama Parîsê ku emê ti car dev jê bernedin û her hesaba wê bipirsin; wê bîr-hafize û xeta me ya têkoşînê diyar bike. Yek ji damezrîner û pêşenga partiya ya me PKK Heval Sara hemû emrê xwe da vî şerî. Vî şerî gihandina serkeftinê jî erka me ya sereke ye. Wekî partiya azadiya jin pê şanaz in ku em rêhevalên Heval Sara ne û ev rûmet ji her demî zêdetir me bi hêz dike. Em dizanin têkoşîna Heval Sara afirandina azadiya jinê ye û em xwe di vê dîrokê de dibînin û li gorî vê şer dikin û emê her şer bikin.
Konsepta êrîş û sûîkasta li dijî pêşengên partiya me ya ku bi Heval Sara re dest pê kir di salên din de jî berdewam kir. Jinên pêşeng û şoreşger ên ji bo azadiya jinan şer dikin hedef hatin girtin û ev êrîş her zêde bûn. Di van salên dawî de gelek şoreşgerên hêja û bêhempa gihîştin şehadetê. Em dizanin ev hevalên me yên ku li dijî êrîşên dijmin di eniya herî pêş de bersiv dan, ji bo têkoşîn pêş bikeve û jin azad bibe xwe kirin mertal, em parastin û ji bo rêhevalên wan têkoşînê berdewam bikin her tim gavek pêştir de meşiyan. Emê tu carî vê yekê ji bîr nekin. Şehadeta wan em hişyar kirin, em baldar kirin, em zana kirin û bêhtir girêdayî têkoşînê kirin. Sedemên têkoşîna me zêde kirin. Şehadeta wan bû firsenda têkoşîna azadiya jinê bêhtir bê rêxistinkirin û ev bîrdozî û şer gihandin dinyayê. Ji bo têkoşîn bilind bibe, pêş bikeve her tiştî kirin û bi şehadeta xwe re jî ji bo têkoşîn bilind bibe xizmet kirin. Rêheval Sara, Rojbîn, Ronahî û piştre jî rêheval Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ku di berxwedana xweseriyê de bûn sembol wekî jinên berxwedêr û jinên ji bo Azadiyê bûn bedel hê jî dîroka me diafirînin.
Di nav sala 2021’an de jî di têkoşîna ku li dijî êrîşên qirkirinê dimeşînin de me gelek kadroyên fermande, şervan û pêşeng ên hêja şehîd dan. Li hemberî hovîtiya qirkirina dijmin, şehîdên me her tim bi baweriya serkeftinê di têkoşîna şoreşê de cih girtin, di şertên herî zehmet de nebûn dudilî, erkên milîtaniyê bibiryar û bi îdîayekî xurt hembêz kirin. Em jî di bin fermana wan de meşîn û tiştên hewce anîna cih wekî erka sereke dibînin. Di şexsê Fermandarê nemir a serkeftina Gare ku rihê berxwedana sala 2021 diyar kir, Fermandar Şoreş de hemû şehîdên berxwedana Cenga Xabûr, Bazên Zagrosê, hemû şehîdên li qadên Parastina Medya û eyaletên Bakur bi giştî sal li berxwe dan û serkeftina îradeyê nîşan dan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Di şexsê şervanên nebez (yilmaz) ên azadiya jinê, Şîlan Goyî, Nûjîn Amed, Nûjîn Koçer, Hîlal Goran, Canda Kiçî, Diljîn Dêrsim, Hîra Gabar, û fedaiyên berxwedana Mamreşo û Zendûra Heval Serhat Giravî û Hêjar Urfa, ji pêşengên têkoşîna li Şengalê heval Dijwar, Saît, Amargî, li Rojava Sosin Bîrhat û Heval Şûkrû ku li Başûr di êrîşekî nemerdane de hat şehît xistin de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Xwedî li bîranînên wan derketin wê bi têkoşîneke ku serkeftinê diafirînê re çêbibe.
Her wiha em hemû rêhevalên xwe yên ku di şopa şehîdan de li eyaletên Metîna, Zap, Avaşîn û Bakur berxwedaneke bêemsal bilind kirin, bi vîneke mezin şer kirin, derbên mezin li dijî planên dijmin ên dagirkirina axa Kurdistanê dan, neçar hişt ku dijmin paş de bikişe û sernekeve carek din hemû hevalên xwe pîroz dikin û berxwedan û têkoşîna wan a serkeftî silav dikin.
Îdeolojiya Rêberti tecrîd derbas kiriye û bûye gerdûnî
Em bi berxwedaneke mezin û li dijî êrîşên dagirkerî û îmhayê têkoşîneke fedaiyane dikevin saleke nû ya têkoşînê. Mîmarê berxwedanê Rêber APOdi bin şertên tecrîda girankirî de xeta me ya berxwedanê diyar dike. Piştî hevdîtina telefonê ya herî dawî ev çend meh in em ti agahî ji Rêbertiyê xwe nagirin. Ew hevdîtina pir kurt de jî Rêbertî got, “tenê yek heftî bidin min, ezê vê pirsgirêkê çareser bikim”. Bi vî awayî rola xwe ya bingehîn a di çareseriya vê pirsgirêkê de jî anî ziman. Lê ji sepanên li ser Rêber APO carek din hat fêmkirin ku ti derfet ji têkoşîna Azadî û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd re naye dayîn, teslîmkarî û îmha tê ferzkirin. Tecrîda li ser Rêber APO tê kûrkirin û bi vî awayî polîtîkayek li hemberî têkoşîna me ya azadiyê û gelê me tê îlankirin. Rêbertî di salên borî de jî anîbû ziman ku sepanên li Îmraliyê, nêzîkatiyên li hemberî wî heman demî nêzîkatiyên li hemberî gelê Kurd e. Em pir baş dizanin ku tecrîd û zextên li ser Rêber APO li ser gelê Kurd û jinan e jî. Ji bo yek gotinekî Rêbertî negihîje gel û rêxistinê di nav hewildaneke pir mezin de ne. Her gotineke Rêbertiyê medi civakê de zindîbûnek, hêviyek ava dike û nîqaşan dide destpêkirin. Ji ber vê jî naxwazin înîsiyatîf bigihîje deste Rêbertî. Rêbertî got, “Îmrali pergala îşkenceyê ye. Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd divê bizane ku rewşa min, her tiştên li ser min tên kirin û yên bên kirin rasterast li dijî hebûna wan jî tên kirin. Li gel vê, divê wekî gel û Tevger heta dawî bi her awayî amade bin.”
Tê fêmkirin ku li Îmraliyê li ser Rêbertî zextekî mezin heye. Di nav salê de hîn bêhtir girankirina tecrîda li ser Rêber APO û cezayên pey hev ji me re nîşan dide ku Rêbertî li dijî van ferzkirin û zextan li ber xwe dide. Tişta li ser Rêbertî, Tevger û gel tê ferzkirin teslîmkarî ye. Dixwazin ku Tevgera me ji Rêbertiyê me were qûtkirin, Kurdbûnek, Tevgerek ji xeta Rêbertî qût bûye û teslîm bûye tê ferzkirin. Lê, Rêbertiyê me tevî hemû sepanên zext, tecrîd û îşkenceyan jî fikrê xwe belavî hemû dinyayê kir. Tê dîtin, fikrê Rêbertî sînorên Îmrali nas nake, di giştî cîhanê de tê nîqaşkirin û xwedî li fikrê wî derdikevin. Ji ber vê ramanên Rêbertiyê me naye tecrîdkirin. Tişta hêzên modernîteya kapîtalîst bi hêrs dike, har û dîn dike jî ev e. Rêbertî bi sekna xwe ya berxwedêr pêşengî ji gel û tevgera me re dike. Ji ber vê, nikarin gerîlayên Kurdistanê, jinan û tevgera me ya azadiyê ji felsefeya Rêbertî qût bikin. ev rewş jî faşîzma TC har dike. Rejima Erdogan hewil dide rewşa rehînebûna Rêbertî ji bo xwe kar bîne. Ji ber encama dixwaze nagire dest, berevajiya vê ji ber her gotin û helwesta Rêbertî têkoşîna me mezin dike, tecrîd ji her demî zêdetir tê girankirin. Tecrît û îşkence bi siyaseteke êrîşê ya siyasî û îdeolojîk tê meşandin ku ti bingeha xwe ya hiqûqî û yasayî nîne. Li gel ve, rastiyeke Rêbertî ya belavî dinyayê bûye û gerdûnî bûye heye. Êdî tenê ne Rêberê gelê Kurd e. Em behsa Rêbertiyekî gerdûnî dikin yê ku dinya xwedî lê derdikeve, paradîgmaya wî qebûl dike û fikrên wî esas digirin. Ji ber ku paradîgmaya Rêbertî li dijî hegemonyaya pergala kapîtalîst, li dijî qeyrana Rojhilata Navîn çareserî pêşkeş dike. Parêznameyên Rêbertî ne tenê ji bo Kurdan ji bo rizgariya Rojhilata Navîn û dinyayê alternatîfek e. Bi qasî me paradîgmaya Rêbertî jiyanî kir, fikrên wî pêk anî tecrîda li ser Rêbertiyê me jî wê bişke. Ji ber vê, em berpirs in ku fikrên Rêbertî hîn bêhtir belav bikin, bidin nîqaşkirin, pêk bînin û bi dinyayê bidin naskirin. Xebatên me yên kêm jî bandora şoreşê nîşan daye û li hemû dinyayê ji bo Rêbertî, azadî û fikrê Rêbertî têkoşînek daye destpêkirin.
Hêzên kapîtalîst û faşîzma TC dixwaze me her tim di pençeya qirkirinê de bihêle. Dixwaze me bi têkoşîneke tenê xwe diparêze û li ser piya dihêle re sînordar bike. Her wiha dixwaze me bikşîne ber bi xeteke netewperest û dewletperest. Ji ber vê yekê divê em bizanin riya bingehîn a hebûna xwe parastin û azadiyê bidestxistin jiyan û têkoşîneke bi gelên din re hûnandin e. Dîsa divê em bizanin pêwîst e em ji şerê parastinê ya ku dixwazin me mehkûmî wê bikin derkevin. Em dibînin paradîgmaya Rêbertî gihiştiye ku derê çawa bandor dike û çawa xwedî lê derdikevin. Bi taybetî, divê em bizanin çarenûsa gelê Kurd û Rojhilata Navîn pir bi hev ve girêdayî ye. Wekî navenda êrîşên pergala kapîtalîst li dijî vê pergalê jî têkoşîna me bi her alî û bi taybetî jî li ser bingeha îdeolojîk dimeşe. Jixwe, dostên me yên ji bo Rêbertiyê me ketine tevgerê jî ji ber ku ji bîrdoziya Rêbertî bandor bûne û şerê Kurdan ên li dijî kapîtalîzmê, pergala serwer, netewperestî û faşîzmê dibînin, têkoşîna rast a sosyalîzmê û demokrasiyê li vir dibînin bi me re ne. Ji ber ku ferqa bîrdoziya Rêbertî çêkiriye dibînin ji bo Rêbertî têdikoşin. Paradîgmaya Rêbertî mîna Marksîzma sedsala 19’emîn wê bandor çêbike. Dîsa tê wateya Şoreşên Nû yên Cotmehê. Dixwazin xeta Rêbertî tecrîd bikin. Dixwazin belavbûna vî fikrî asteng bikin, sînordar bikin. Bi dûrxistina ji fikrê Rêbertî dixwazin me bibin teslimiyete, dixwazin me têxin nav pergala xwe û lîberalîze bikin, heke ev jî nebe bi giştî îmha bikin. Divê em jî vê bizanin û hêza xwe ya herî mezin têkoşîna îdeolojîk a APOcî bilind bikin. Bi vê zanabûnê jin û gelê Kurd bi dostên xwe re li her derê dinyayê azadiya Rêbertî kirin navend û têkoşîna xwe di sala 2021’an de hîn bêhtir pêş xist. Kampanyaya ji Rêbertî re azadî li Kurdistan û hemû dinyayê her çû belav bû. Xwedîderketin zêde bû. Ango, tişta mohra xwe sala borî da têkoşîna me ya li ser bingeha azadiya Rêbertî bû. Em berpirsiyar in, di sala pêşiya me de jî têkoşîna azadiya Rêbertî hş-în bêhtir pêş bixin, têxin navenda hemû têkoşîna xwe.
Şerê me yê gel ê şoreşgerî her diçe dijwartir dibe. Em dizanin heke hemû hevalên me xwe bi serkeftinê re bikin yek, têkoşîna didin di serî de wê azadiya Rêber APO, azadiya jinan û gelê me jî bîne. Hevalên me yên bi giştî sal bê navber kar kir, bi fedakariyên mezin bêwestan têkoşîn kir, her roj canê xwe da ber çav û di sengeran de, tûnelan de li dijî dagirkeran şer kir, ev hemû nîşan da ku şerê me yê mezin ê heqîqetê bigihîje serkeftinê.
Koordînasyona PAJK’ê
Dê berdewam bike