Xeta Gerîlayên Fedaî Civakî Bikin, Azadiya Rêbertî Bidest Bixin-4

0Shares

Têkoşîna sala 2021ê jin mora xwe lê da

Rêber APO anî ziman nakokiya bingehîn a sedsala 21emîn nakokiya zayend e û argumanên têkoşîna serdema nû diyar kir.  Êrîşên zayendperest û desthilatî wekî îdeolojîk tê kûrkirin. Em ji serdemeke wiha de derbas dibin ku pergal şer, qetlîam, koçberî û xîzanî li ser civakan ferz dike û herî zêde di vê serdemê de jin li hemberî qetlîam, tecawûz û êrîşên zilam dûçarî dimîne. Axa Kurdistanê ya ku jin û dostên Kurdistanê diparêzin ne tenê bi tevgera dagirkerî ya leşkerî re rû bi rû ye. Di dagirkirina Kurdistanê ya ku hemû hêz û saziyên zilamê serdest piştevanî dikin de carek din tê dîtin ku ji dîrokê heta niha qirkirina herî mezin a jinan di vê erdnigariyê de çêdibe. Bîrdoziya rizgariya jinê ya Rêber APO di axa dergûşa mirovahiyê Mezopotamya de mîna Ronesansê bandorî çêkiriye. Jin, ciwan û gel serdema ronakbûna mezin dijîn û şerê bi destê hêzên şaristanî yên rojavayî çêdibin jî hemû nirxên me yên demokratîk û azadî dike hedef. Êrîşên çêdibin bi qasî leşkerî heman demî îdeolojîk û pergalî ne jî. Em dizanin li pişt hêzên di meydanê de şer dikin de hêzên kapîtalîst hene. Em wekî pergala modernîteya demokratîk li dijî vê pergalê şer dikin û roleke dîrokî dilîzin. Ji bo vê, navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Kurdistan e û hedefa wî jî jin e. Ji ber ku tê zanîn tevgera me ya azadiyê tevgera azadiya jinê ye. Tê dîtin ev têkoşîn li hemberî pergala desthilatdar û zilamê serdest alternatîfek e. Lewma, wekî talûkeya herî mezin dibînin, hewil didin navpergalî bikin û îmha bikin. Tevî vê yekê di nav salê de jinan pêşengiya hemû çalakî, xebatên leşkerî û civakî kirin. Li qadên berxwedanê di pêşengiya gerîlayên YJA STARê de li dijî dagirkeriyê şer meşiyaye û li qadên din ên Kurdistanê jî pêşengiya kampanyaya ji Rêbertî re azadî û çalakiyên li dijî dagirkerî û qetlîamê jî jinan kiriye. Aşkere derketiye holê ku hêza bingehîn a têkoşîna jiyaneke demokratîk û azad jin in. Ango, gotina sedsala 21.emîn sedsala jinê ye êdî tespîta teorîk derbas kir, şênber bû û gihîşte asta pêşengiyê.

Di deh salê dawî de di serî de Kahîre hemû jinên li Misirê li dijî tûndiya cînsî xwe hîn bêhtir birêxistinî parastin. Hem qûrsên xweparastina şexsî pir zêde bûn hem jî îfşayên tacîz û tecawûz zêde bûn. Tinûs di nav welatên Efrîkaya Bakur de welatê ku piştî Bihara Ereban di mijara mafên jinan de herî zêde pêşketiye ye. Di deh salê dawî de nêzî 300 heb komaleyên nû yên jinan ava bûn, di makeqanûnê de kotaya zayend kete bin temînatê de, di sala 2018’an de di mijara wekheviya cînsan de qanûna herî pêşketî ya dinyayê derket. Tecawûza di nav zewacê de û tûndiya siyasî qekî qanûn sûc tê dîtin. Nîvê lîsteyên partiyên siyasî ji jinan pêk tê û wekî encama vê di hilbijartinên herêmî yên di sala 2018an de jî %47 jin hatin hilbijartin. Lê li hemberî van destkeftiyan di pêşengiya hêzên nerm ên Îslamî de gefên cidî jî hene. Yanî li Tinûsê jî li hemberî aliyên sekûler ên mafên jinê diparêzin tûndiyekî siyasî zêde ye. Li Filîstinê tevî ku jin li dijî dagirkeriyê di refên pêş de li berxwe didin jî, nekarîn rêxistinbûnên xwe yên xweser pêş bixin. Di binyata Rêxistina Rizgariya Filîstinê de di sala 1965’an de Yekîtiya Jinên Filîstînî ava bûbû. Lê ew jî nekarî di qadên siyaset, jiyana civakî, aborî û hwd de beşdarbûn û temsiliyeta jinan pêş bixe. Di îlona 2019 de li hemberî cinayeteke ku di bin navê namûsê de pêk hat li 12 bajarên Filîstinê di bin dirûşmeya ‘Heta jin azad nebe welat azad nabe’ de meşiyan û ev pir bi wate bû. Ev çalakî ji bo tevgera nû ya jinan dikare wekî xala werçerxê bê nirxandin. Pakîstan yek ji wan welatê ku çanda zilamsalarî pir bi hêz e ye. Çarşaf û çar dîwar dihêle ku li pişt çar dîwaran de çi biqewime li wir bimîne. Lê jin di van salên dawî de bi awayekî rêxistinî û bibandor tiştên di bin navê ‘qadê xweser’ de tê jiyîn digihîjine raya giştî, îfşa û teşhîr dike. Li welat dirûşmeya ‘bedena min e, biryara min e’ pir zêde tê şixûlandin. Di encama têkoşîna jinan de dewlet yekîneyên jinan ê parastinê ava kir. Ev ji polîsên jin pêk tê û li hemberî tundiyê dişûxilin. Tevgera herî bibandor Eniya Demokratîk a Jinan (WDF) xwe wekî kolektîfa jin a femînîst, çepgir û polîtîk pênase dike û li dijî kapîtalîzm, zilamsalarî, emperyalizm û mêtingeriyê têdikoşe.

Bi dehan sal in jinên li Efrîka di şer de bi tundiya cinsî ya sistematik re rû bi rû tên. Di herêma Tîgray a girêdayî Etiyopyayê deşer dewam dike û tundiya cinsî ya li dijî jinan mîna çek tê bikaranîn. Di nav vê de tecawûz, tecawûza bi giştî, ji hêla cînsî ve kolekirin, qûtkirina organên cinsî û rêbazên cuda yên îşkenceyê jî hene. Hem artêşa Etiyopya hem jî leşkerên Erître yên piştgirî didin hem jî Eniya Rizgariya Gel a Tîgray, hêzên taybet ên paramîlîter ên li herêma Amhara, hêzên milis ên Fano yên li Amhara tundiya cînsî bi awayekî hovane pêk tînin. Efrikayê Başûr hê jî ji bo jinan yek ji cihên herî bi xeter e. Li welat serê sê saetan carekî jinek tê qetilkirin. Li gelek herêmên Efrîka jin li derdora çandin û ekoloji de xwe rêxistin dikin. Li seranserê Senegal, Gana, Burkina Faso, Gambia, Gine-Bissau, Gine û Malî ji zêdeyî pênsed komaleyên jinan tevgereke eko femînîst a bi navê ‘çareserî em in’ ava kirine. Di nav welatên Emerikaya Latînî de welatek nîne ku têkoşîneke xurt a jinan neye meşandin. Li gelek cihan ev têkoşîn wekî têkoşîna giştî ya demokrasi û azadiyê dimeşe heta jin pêşengî dikin.

Li gel tevger û têkoşîna jin ên li cîhanê bilin dibin, tundî û êrîşên li ser jin, qetlîama jin jî pirsgirêka sereke ye. Lewma, em dibin şahîd ku çalakiyên jinan jî hîn radîkaltir dibin.

Jin îsal ji hemû çalakiyan re pêşengî kirin. Fikrê xweparastin kete rojeva hemû dinyayê. Di sala 2021 de xweparastin hat nîqaşkirin û hat diyarkirin jin nikare bêparastin heûna xwe bidest bixe. Lê di milê jiyanîkirin û derbasî çalakiyê bûyîn de kêm man. Lewma, yek ji erkên herî girîng a vê salê xweparastin e. Di çalakiyên 25ê Mijdarê di roja têkoşîna li dijî tundîtijiya li ser jinê çêbûn de çalakiyên herî bibandor ên Ewrûpa li Îspanya, Îtalya û Fransa pêş ketin. Li Fransa Wezaretê kare hûndirîn ji ber tecawûzê tê lêpirsîn û ji aliyê hikûmetê ve tê parastin. Bi hezaran kesên bi tacîza cînsî re rû bi rû hatine ev pergala ku tecawûzkaran diparêze îfşa kirin û ev jî hişt çalakî bi girseyî derbas be û bertek pêş bikevin. Di çalakiyên li van welatan pêşketin de tundiya cinsî hate ziman û her wiha hat gotin divê femînîzm antîfaşîst û dijî desthilatê be. Dirûşmeyên wekî dewlet berpirsiyarê tundiyê ye jî derketin pêş. Paytexta Îtalyayê li Romayê jî bi deh hezaran jin û zilam beşdarî meşe bûn. Mijara sereke qirkirina jin û têkoşîna li dijî zilamsalarî bû. Di meşa şeve ya li Londrayê de jî diwîzên ku li ser ‘Mexdûran na, pergalê sûcdar bike’, ‘şoreşa femînîst’, ‘tundiya nêr pirsgirêkeke zilam e’ nivîsiyaye hatin bilindkirin û bal li ser zilamsalarî hat kişandin.

Li dinyayê cihê 25êMijdarê herî girseyî derbas bû Emerîkaya Latînî bû. Bi taybetî jî li Kolombiya, Arjantîn, Meksîka û Şîlî çalakiyên mezin û radîkal hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal li ser berpirsiyartiya dewletê hat kişandin. Li Ekvadorê dirûşmeya ‘Ez li ber xwe didim, nexwe ez he me!’ balkêş bû. Li Rojhilata Navîn jî çalakiya herî girseyî li Stenbolê bi meşa şeve çêbû. Dirûşmeya esasî ya Platforma Jinan a 25ê Mijdarê ‘li dijî tundiya zilam-dewlet raperîna me xilas nebû, mezin bû. Ji bo jiyana me ber bi têkoşînê ve’ bû. Tenê polîs êrîşî vê çalakiyê kir. Li Tirkiye qetlîama jinan û ji aliyê dewletê ve parastina zilaman, zagonên li gorî wan dibe sedema berteka jinan. Ji hêla din ve, vekişîna Tirkiyê ji hevpeymana Stenbolê di warê parastina mafên jinan de wekî talûke tê dîtin û ji bo vê jî bi giştî sal çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyên îsal defaîl û berpirsiyarê tundiyê wekî dewlet hat dîtin. Ev pêşketineke girîng e. Ya din jî, gotinên jinan li derdora xweparastinê bû û xweparastinê xistin rojeva xwe. Êdî tê nîqaşkirin divê tevgerên jin li dijî kapîtalîzm, nijadperestî, mêtingerî û faşîzmê têkoşîn bike. Evê çawa bê rêxistinkirin ev tê nîqaşkirin. Ev pêşketin divê wekî li dinyayê zêdebûna tundî û êrîşên li ser jinê, sembola jin a bi şoreşa Rojava re xwe dipareze derxistina pêş û bandora tevgera me re were dest girtin. Piştî Talîban dest danî ser rêveberiya welat, yên herî zêde êrîşan re rû bi rû hatin jin bûn. Divê em bi têkoşîna jinên Efxanîstanê re di nav danûstendinê de bin. Di vê pêvajoyê de jinên Efxanî diyar kirin ku ti hêviyê wan ji hêzên serdest nîn e û tenê banga piştevaniya jinên Kurd kirin. Ji vê bangê re bûyîna bersiv û piştevanî dayîn pir girîng e. Bi têkoşînên jinan ên li giştî dinyayê re têkoşîna xwe xurtkirin û di çarçoveya paradîgmaya me de têkoşîna jinê radîkal û demokratîk meşandin di nav armancên me de ne. Di rewşa heyî de em di nav gelek rêxistinbûn û yekîtiyên jinan de cih digrin. Em bixwe hinek ji wan rêxistin dikin.

Enerjiya ku wê sedsala nû biguherîne enerjiya jinê ye

Wekî tevgera herî berxwedêr a Rojhilata Navîn bi hêza jin û gerîlayên bizana û çalak re hê jî hêza herî dînamîk a têkoşînê ye. Tevger û pêkhateya me ya milîtan ji berxwedana Rêber APO ya li Îmraliyê hêz û enerjiya xwe digre û di her şertî de şer dike. Nahêle hêzên kûrewî û hegemonîk polîtîkayên xwe pêk bînin. Li dijî qirkirina jinê û ji bo parastina civakê têkoşîn bilind dibe û ev jî riya jiyana birûmet vedike. Ji bo vê jî êdî em tevgereke wiha ne ku li her derê dostên me zêde dibin, piştevaniya ji bo me zêde dibin û her diçe xurttir dibin. Êrîşên hêzên serdest û desthilatdar zêde dibin lê li gel vê piştevaniya dostên me, hêzên şoreşger û demokratîk û tevgerê jinan jî her diçe zêdetir dibe. Di gelek zemînan de têkoşînên hevpar û yekîtî derketiye holê. TJYŞ (KBDH) îsal gelek çalakî lidarxistin. Lê divê ev çalakî li derdora rojeva jin û êrîşên li ser jinan xurttir bibe. Nîqaşên di derheqê projeya me ya konfederalîzma demokratîk a jinan ku ji tevgerên jinan re pêşengî dike û pergala alternatîf e jî pêşketineke pir girîng e. Her wiha, di vê pêvajoyê de hevpeymana civakî wê teqez bikeve rojevê û bê nîqaşkirin. Divê em bi têkoşînê nîşan bidin ku jin ne mehkûmî hevpeymanên jinan ên hêzên dewletperest amade dikin in û alternatîfa xwe rêxistin bikin. Ji ber ku, çiqas têkoşîna jinan bilind dibe li hemberî vê zext û polîtîkayên zilamê serdest jî dikeve meriyetê û ji bo destkeftî tine bibin êrîş dikin. Yanî ji aliyekî ve dengê jinê, têkoşîna jinê bilind dibe, ji aliyê din ve jî qetlîam û êrîş di asta herî jor de tê jiyîn. Pêvajoyeke di nav hev de dimeşe heye.

Ji bo dîktator bê darizandin kampanyaya îmzayê hatibû despêkirin û bibandor bû. Gelek piştevanî dît. Li gel vê, bi pêngava ‘Em xwe diparêzin’ a ku navenda wê Bakur bû û bi hemleya ku di pêşengiya KJK-KCK de bi dirûşmeya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de hatibû despêkirin jî li hemû perçeyên Kurdistanê di pêşengiya jin û ciwanan de eleqeyeke mezin dît.

Konferansa 2. A Jinên Rojhilata Navîn a ku li Libnanê hat lidarxistin jî gaveke dîrokî bû. Nîqaş û biryarên girîng derketin. Têkoşîna hevpar a jinên Rojhilata Navîn pêşxistin xebateke pir girîng e.

Diyalektîka sedsala 20.emîn hilweşiya. Hemû îdeolojiyên şaş ên ku berhemên sosyalîzma netewe dewlet û feraseta zilam e bi erde re bû yek. Lewma, ev ortama qeyran û aloz hişt ku enerjiyeke nû serbest bimîne. Ev enerjiya derket holê enerjî û guhertina ku têkoşîna jinan afirandî ye. Çawa şoreşên çînî yên sedsala 20.emîn û çîna karker xwe rêxistin kir, têkoşîn kir û mohra xwe li sedsalê da;  ev sedsal jî bêhtirîn bi çalakî û pêşengiya jinan de pêş dikeve. Sala borî jî rabûneke pir girîng çêbû. Her çiqas di bin navê korona û şewbê de xwestibin asteng bikin jî jin di nav çalakî û têkoşînê de bûn.

Rêbertiyê me hêviyê jin û mirovahiyê ku sosyalîzmê dixwazin carek din şîn kir, nehişt serdemeke din re. Her wiha ji bo sedsala 21.mîn di pêşengiya jina Kurd de bibe sedsala hemû jinan di asta têrker de perspektîf da. Ji sedsala 19.emîn heta niha qeyrana ji ber kapîtalîzmê pêk tê civakan bi taybetî jî Rojhilata Navîn bandor dike. Di navenda şerê cîhanê yê sêyemîn de jî em nikarin nakokiyên îdeolojîk ji polîtîkayê qût bigrin dest. Lewma, divê em bizanin ku jin ji navendeke îdeolojîk û polîtîk tê hedefkirin û qadên wan ê azadiyê tê tengkirin. Her wiha, rastiyek e ku hêza ronakbûnê ya di têkoşîna jinê de ji aliyê fikrî ve derketiye holê bi her cure êrîşê re tê tepisandin. Dixwazin bi linge îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst ango lîberalîzm re li tevgera jinan bidin. Bi gotinên nakokiya cinsî re dixwazin krîza nasnameya jin jiyan dike şêlo bikin û neyê fêmkirin. Yanî li dijî xeta me ya azadiya jinê jî şerekî îdeolojîk heye. Me bi Jineolojî derketinek çêkir. Dixwazin bi vî şerî re sîh çêbikin. Lewma, divê em mêzekirina jineolojîk hîn pêş bixin.

Yên ku berê pêvajoyê biguherînin, rotayê diyar bikin û pêşengî bikin milîtanên tevgera jin in. Divê her jine ki şoreşger di pêşiya pêvajoyê de pêvajo pêşwazî bikin, li qadên lê ne ji hemû pêşketinan re bibin bersiv û pêşengî bikin. Di sala 2022 de jî divê navenda têkoşîna me bibe azadiya Rêbertiyê me. Girêdayî azadiya Rêbertiyê me jiyanîkirina şoreşa jin, îdeolojiya rizgariya jinê û nirxên jinan parastin hedefa me ya sereke ye. Her wiha bi hişmendiya ku têkoşîna cînsî cewhera têkoşîna îdeolojîk e xebat meşandin pir girîng e. Erkên xwe yên esasî anîna cih, Rêbertî pêkanîn û xeta şehîdan hakîm kirin e. Ger li gorî vê rast beşdar bibin û rast nêz bibin azadî wê bibe ya me. Heman demî têkoşîna em pêşengiya wê dikin wê bigihije serkeftinê, faşîzm wê birûxe, hêzên xayîn û hevkar wê bin bikevin.

Li ser vê esasê em diyar dikin ku wê di sala nû ya têkoşînê de serkeftin û azadî teqez bibe ya me. Em Rêbertiyê xwe ku hişmendî, derfet û hêza têkoşînê daye me silav dikin. Di şexsê Heval Sara de şehîdên me yên bûne sembola bawerî, berxwedan û dildariya jiyana azad bi mînetdarî û bi rêzdarî bibîr tînin.

Koordînasyona PAJK ê

Dawî bû

 

 

Attachment