Xeta Gerîlayên Fedaî Civakî Bikin, Azadiya Rêbertî Bidest Bixin-3
Di navbera PDK û TC ti cuda bûn nemaye.
Di vê pêvajoyê de rola ku li hemberî têkoşîna me ya azadiyê ji PDK re tê dayîn ji diyar bûye. TC biçe ku PDK jî wê biçe wê derê. Li herêmê aligirê herî mezin ê TC PDK bixwe ye. Lê PDK li ber çavê gelê Kurd êdî teşhîr bûye. Bi taybetî jî di êrîşên herî dawî de piştgiriya wi ya TC û êrîşên li ser qadên gerîla rûyê rast a PDK nîşan daye. Êrîşa dawî ya Xelîfanê jî asta ku îxanet û hevkarî gihîştiye nîşan dide. Bi heval Tolhildan re bi giştî şehadetê deh hevalên me ji ber êrîşên çeteyên PDK çêbûne. Bi mehan e cenazayên hevalên me nade. Çawa TC li Bakur îşkence û şerê taybet dimeşîne ew jî li vir berdewam dike, her diçe dişibe TC û wekî AKP dibe. PDK êdî bi aqilê TC, ji hêla TC ve tê rêvebirin û aşkere nîşan dide ku ne hêzekî netewî ya Kurd e. Ji aliyekî ve êrîşên dijmin ê dagirkarî berdewam dke, ji aliyê din ve jî PDK bi dizî hewil dide xwe li qadên gerîla bi cih bike, wan qadan têxe deste xwe. Li hinek cihan jî, ji pişt ve gerîla dorpêş dike û tevgera gerîla teng dike. Tevgera me aqlê selîm nêz dibe lê ew vê yekê ji nedîtî ve tê û her kêlî xwedî sekneke êrîşkar e. Helbet armanca wî ya din jî pêşmerge û gerîla anîna beramberî hev û dixwaze bixe nav pevçûnekî. Bi vî awayî dikare bêhtir rê li pêşiya dewleta Tirk veke ku Başûr dagir bike û bêhtir rewa bike. Di pêvajoyên wiha dîrokî de yekîtî û têkoşîna hevpar a gelê Kurd dikare dijmin bin bixe. Dijmin vê yekê dizane û ji bo yekitî çênebe û xeta PDK serwer be hemû hêzên xwe xistiye meriyetê. Êdî Başûr bûye eyalet û baregeha mêtingeriya Tirk. Yên li dijî vê li ber xwe dide û şer dike tenê tevgera me ya azadiyê ye. Tenê gerîlayên Kurdistanê rûmeta axên me diparêze û li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide.
Plana PKK ji çiya û bajarên Kurdistanê avêtin di axa Kurdan de di pêşengiya hevkarên Kurdan de çêdibe. Desthilatiya Başûr ê ku xwe û axa Başûr ji hêzên emperyalist û dagirker re pêşkêş dike tenê ji bo hêrsên xwe bi çarenûsa Kurdan dilîze. Piraniyê hêzên pêşmerge yên PDK ku li dijî tevgera me ketine şerekî îdeolojîk, siyasî û leşkerî ji pêşmergeyên Roj û Gulan pêş tê. Piraniya van hêzên çetewarî ji hêla leşkerên Tirk ve li Tirkiye tên perwerdekirin. PDKli herêmê ketiye rola cendermeyê nû yên hêzên kûrewî û di qirkirina Kurdan de fermî cihê xwe digre. Li gel vê, ji bo PKK ji lîsteya terore dernekeve, zeyîf bibe û ew bixwe li herêmê bibe yek hêza Kurd û mûxatab bê girtin pir zêde dîplomasî dike. PDK dixwaze bibe yek mûxatab û bi vî şeklî rewabûna xwe tomar bike. Çawa rejîma faşîst û qirker a AKP hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne, PDK jî di tesfiyebûna têkoşîna me ya azadiyê de dibîne. Ji ber vê yekê di navbera PDK û TC ti ferq nemaye.
Li ser navê Kurdan PDK dikin mûxatab û bi deste faşîzma AKP-MHP hewil didin Kurdê azad û berxwedêr tesfiye bikin. PDKyî kirin û Kurdbûnekî netewperest û hevkar a ku ji hêza xwe ya cewherî dûr e tê ferzkirin. Di nav salê de ji Fransa heta Emerîka hemû rêvebirên ku hatin ziyareta Iraqê di bin navê bi Kurdan re hevdîtinê de PDK mûxatab girtine. Dibêjin Kurdê bi rûmet û berxwedêr ên li dijî DAÎŞ li ber xwe didin û piştre jî diçin serdana PDK ya ku ji Şengalê, ji qadên Başûr reviya û wan pîroz dikin. Ev rewşeke trajî komik e. gelê Kurd di pêşengiya PKK de li hemberî DAIŞê li ber xwe da, gelan rizgar kir. Kurd bi saya şerkeriya PKK de bû gelekî ku di dinyayê de tê nasîn, bawerî pê tê dayîn û jê re rêz tê girtin. Lewma hat fêmkirin ku Kurdbûna nû, Kûrdbûna azad bi PKK re nasname qezenc kiriye. Ev xet xeteke nû ya şoreşê ye. Ji dinyayê re dibe mînak. Di nav dilê herkesî de hêvî ava kir. Di sedsala 20.emîn de dema dîtin ütopyaya sosyalîst rûxiya, riziya êdî hêviyê mirovahî xilas bû. Piştî sosyalîzma reel êdî însan nikarîbûn angaştekî(têz) nû ya şoreşê, ûtopyayekî nû ya sosyalîst derxin holê. Ji ber vê jî nav pergalîbûyîn û ketina bin serweriya kapîtalîzmê çêbû. Dibe ku yek yek lêgerînên wan ên alternatîf, şoreşger û demokratîk hebû lê têkoşîneke sosyalîst an jî projeyeke nû ya jiyanê nîn bû. Lewma, pergala Rêbertî bi şoreşa Rojava re jiyanî bû û hêviyekî nû ava kir. Ev civaka exlaqî-polîtîk li hemberî DAIŞê li ber xwe da, jiyana azad ava kir. Helbet li hemberî vê civakê tevgera pergalê ne rewşeke eceb e. Ji ber ku Ewrûpa jî bandor kir. Rojhilata Navîn bandor dike û nirxên exlaqî-polîtîk tên nîqaşkirin. Feraseta wê ya civakê ji nû ve dikeve rojevê. Di nav aloziya vê pergalê de alternatîfek nû derdikeve. Lewma Kurdbûn êdî ne meseleyeke ku nasnameya wê tê nîqaşkirin e. Hebûna xwe danî holê lê nîqaşên wekş ev Kurdbûn wê weguhere çi, çi bibe, wê çawa xwe heyî bike, çawa jiyan bike hene. Bi qasî me hêzên pergalê jî van nîqaşan dikin. Dixwazin vê Kurdbûnê bikşînin ber bi xeta PDK. Dixwazin hebûna Kurdê ku bi Rêber APO û PKK re ava bû, berxwedaniya Kurdê ku li cîhanê deng veda bixin malê PDK. Lewma, serokên ku di nav salê de çûn Rojhilata Navîn û Kurdistanê çûn serdana PDK jî. Ji bo PDK li hemberî DAIŞ li ber xwe daye û şer kiriye Macron PDK pîroz kir. Lê ew jî baş dizanin têkiliyên DAIŞ-PDK çawa ye, PDK çawa reviya û li hemberî wan çawa bertek derketin. Hewil didin, kesên birastî li ber xwe dane nebinin, ew mûxatab negirin, dîrokê berevajî bikin û bi vî şiklî dîrokê ji nû ve binivîsin.
Êrîşên faşîst a TC yên li dijî Mexmûr û Şengalê jî dîsa bi alîkariya hêzên navnetewî û PDK ya hevkar û xayîn çêbûne. Bi çendîn çar êrîş li ser Mexmûr û Şengalê çêbûye. Pêşengên gel hatine qetilkirin. Qaşo li dinyayê li hemberî gelê Êzidî hestiyariyek heye û komkûjiya Şengalê tê qebûlkirin lê destur ji van êrîşan re tê dayîn. Di 9ê Cotmeh’ê de ji bo Şengalê hevpeymanek çêbû û îtîfaqa PDK-TC-Iraq hat îlankirin. Li dijî qetilkirina nemerdane ya zarokên herî hêja yên vî gelî gelê Şengalê di nav berxwedaneke mezin de ne û têkoşîna wan heta dawî rewa ye. Şengal wê ji bo dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wî PDK bibe cihê herî mezin ê binkeftinê.
Ji ber vê yekê, di hilbijartinên dawî de jî Iraq hewil da desthilatiya xwe qayim bike û xwe serwer bike. Lê ti kes neçû ser sindoqan û partiyên heyî yên siyasî boykot kirin. Tevî ku li Şengal û Başûr dengê PDK kêm jî bû hêjmara parlamentere xwe zêde kir û hewil da bi vî rengî xwe rewa bike. Diyar e ev bi piştgiriya Emerîka çêdibe. Lê herkes dizane li cihekî wekî Şengalê ne mimkûn e ku PDK hilbijartinê qezenc bike. Bi wan gelê Êzidî yên li qampan rehîn girtiye poltîkayek li ser Êzidiyan dimeşîne. Her wiha, civaka Iraqê jî hilbijartinê boykot kir û piştgirî neda desthilata heyî. Deng neda ew desthilatiya ku hê nikare sînorê xwe biparêze, nikare li dijî êrîşên dagirker ên Tirkiye helwest nîşan bide. Lê bi pejirandina encama hilbijartinên Iraqê re ya rastî encameke ne rewa hat pejirandin. Aşkere bû ku di bin navê vîna gel de hilbijartin derew û komploya herî mezin a pergalê ye. Hêzên ku rewabûna civakî winda dikin di bin navê hilbijartinan de vîna gel talan dikin û bi her cure dekûdolab re xwe wekî hêzekî demokratîk a hatine hilbijartin nîşan didin. Ev jî nîşan dide ku heta piştgirî û hêza gel nebe nikarin li ser piya bimînin. Wê demê divê em wisa bixebitin ku gel xwedî helwesteke rêxistinî û zana be, li hemberî van bisekine. Bi vî awayî ev hêzên desthilatdar û aliyên ku li ser gel zext û tade dikin wê bikaribin biçin û rêveberiyên xwe dispêrin vîna gel wê pêş bikevin.
Hêzên kapîtalîst wê bi berxwedana gelan têk biçe
Hêzên kapîtalîst û hegemon di nav sala borî de pir zêde hevdîtinan çêkirin. Civîna asta bilind a G-7, civîna serokan a NATOyê, hevdîtina Erdogan-Biden, hevdîtina Biden-Putin, hevdîtina TC-Îran, hevdîtinên veşartî yên TC û Iraqê nîşan dide ku hêzên modernîteya kapîtalîst di mijara rêvebirin û venerîna qeyran û aloziya li herêmê de di nav lêgerîneke cidî de ne. Vekişîna Emerîka ji Efxanîstanê bêguman yek ji geşedanên herî mezin ê salê bû. Nîşan da ku dagirkeriya li ser Efxanîstanê ya bi 11ê Îlonê re destpêkiribû, ji hêla Emerîkayê ve wekî binkeftinek bû û ev vekişîn helbet rewşeke nû ye. Qerekterê wê çi dibe bila bibe, li cihekî ku li hemberî wî berxwedanî çêdibe li wê derê hêzên hegemon mehkûmî binkeftinê dibin. Ji aliyê din ve nîşan dide ku hêzekî wekî Emerîka ku temsîla pergal û modernîtyea kapîtalîst dike dikare bi Talîbanê re jî Peyman çêbike. Qaşo Talîban xwe dijber nîşan dide. Ev helbet girêdayî bertekê civakê ya li dijî hêzên modernîst û kapîtalîst û neqebûlkirina wê ye. Naxwe, tenê wekî serkeftina Talîban dîtin şaş e. Talîban ji bo berjewendiyê xwe dijberiya kapîtalîzmê wiha bi kar tîne û wiha dibe hêz. Ji aliyê din ve divê em ji bîr nekin Talîban hêza ku hêzên wekî DAIŞ û hwd ava dike û mamostetiya fikrê wan dike ye. DYE wê qaşo demokrasi biriba Efxanîstanê lê bi hêzekî wiha re Peyman çêkir û ji Efxanîstanê derket û ji bo kom û pêkhateyên ku çanda demokratîk- komûnal temsîl dikin bipirçiqînin desthilatê teslîmî Talîbanê kir. Bi wesîleya vê buyerê jî divê em baş fêm bikin ku berxwedan encamên girîng bi xwe re tîne lê li gel ve ji hêzên derve bawerkirin û ji hêza xwe ya cewherî bawernekirin jî encamên girîng derdixe.
Heman demî, Emerîka piştî Efxanîstanê heman nîqaşê ji bo Sûrî û Iraqê jî dike. Hêza di bin hedefa Emerîkayê de Îran e. Ev hemû nîşan dide ku ragêşa di navbera Îran û DYE de wê zêde bibe û zemîna mûdaxeleyê tê amadekirin. Li Iraqê çalakiyên mîsîleme yên di navbera Îran û DYE de jî berdewam e. Di nîqaşên hilbijartinan de jî hat dîtin ku pergal dibîne gelên Îranî ji îdeolojiya fermî ya dewletê dûr dikeve û baweriya wan a saziyan zeyîf dibe. Lewma, vebijarka dewleta sekûler jî di nav de raperîna jinan Îranê ditirsîne. Li hemberî hem zexta DYE-NY (netewên yekbûyî) hem jî geşedanên demokratîk ên li hûndir çêbibin pir bi baldar in. Yek riya ku Îran ji çember û dorpêça tê de ye xilas bibe naskirina mafên demokratîk ên gelên din û demokratîkkirina pergala xwe ye.
Li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê jin û gelê me di nav şer û berxwedaneke dijwar de pergala xwe dihûnîne. Pergala konfederalîzma demokratîk alternatîfa netew dewlet û pergala zilamê serdest e û ütopyaya jinan, kesên bindest, ciwanan, ekolojîstan û kesên dijberî kapîtalîzmê ne şênber kiriye. Di dîroka mirovahiyê de ji bo jiyaneke sosyalîst komûnal bi sedan sal têkoşîn hatiye dayîn. Li dijî desthilatê civakê xurtkirin û xwe spartina cudabûnan, hêz û vîna cewherî li hemberî netewperestiya netewe dewletê mîna jehrkuj e (panzehir). Ev model ji kesên ku piştî hilweşîna sosyalîzma reel û hilweşîna paradîgmaya Marksîst bêhêvî mane re bûye hêviyek. Lewma, tê dîtin ku pergala kapîtalîst di pêşengiya tevgera azadiyê de bi têkoşîn û angaştan tê lewazkirin. Rast e şoreşa Rojava li dinyayê deng veda lê ev ne tenê ji ber têkoşîna li dijî DAIŞê bû. Heman demî ji ber pergala demokratîk a ku dixwaze şênber bike ye. Lewma, şerekî pergalan, şerekî îdeolojîk tê jiyîn.
Mêtingeriya kapîtalîst têr nabe û bi êrîşên xwe gihîştiye asta herî hovane. Derfetên zanist-teknîkî jî bi kar tîne û dinyaya me ber bi tinebûnê ve dibe. Herî dawî di bûyerên Korona û xirabûna avhewa de hat dîtin ku kapîtalîzm xweza û derdor çawa wêran û talan kiriye. Xwezaya me, avên me û çiyayên me tên jehrkirin. Hilweşîna siyasî, civakî, çandî, ekolojîk û aborî bi hev re tê meşandin. Rêbertiyê me hem di parêznameyên xwe de hem jî di notên hevdîtinan de bi çendîn car talankirina xweza û axê nîşan da û diyar kir ku em encax dikarin bi parastina axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe azadiya xwe jî bi dest bixin. Lewma, divê em îsal wekî lingekî paradîgmaya me têkoşîna ekolojîk hîn rêxistinî bikin û derxin pêş.
Koordînasyona PAJK’ê
Dê berdewam bike