Ji ber vê têkoşîna bê emsal a gerîla mohra xwe li sala 2021 da
Di sala 2021 de dagirkerî û êrîşên leşkerî berdewam kir. Bi giştî konsepteke berfireh a tesfiye hebû. Lê li gel vê berxwedaneke bê emsal hate dayîn. Di nav salê de li hemberî konsepta bi Garê re dest pê kir hemû qadên parastina medya û eyaletên Bakur bi berxwedaneke mezin bersiv da. Di vê berxwedana dijwar a li dijî êrîşên îmha û tesfiyeyê de herî zêde jî em bûn şahîdê hevalên li qadên gerîla çawa berpirsiyariya şer digirin. Me dît xeta fedaî ya Apoyî wekî xeta têkoşîna gerîla jiyanî bû û planên dijmin vala derxist. Gerîla dît çarenûsa gelekî, pêşeroja têkoşînekî di şer û berxwedana wan de ye. Berxwedaniya ku bi bawerî, ezim û biryardariyeke mezin nîşan dan rastiya vê salê derxist holê. Ger em îro li hemberî dijmin bi hêz in, ger me dijmin dibin ber bi hilweşandinê, ger em nahêlin planên wan bigihîje encamê, ger em ji dagirkeran hesap dipirsin ev hemû bi saya rêhevalên me yên bi fedaiyane li ber xwe dane ne. Ev bi têkoşîn û vîna bêhempa ya gerîla çêbû. Gerîla li dijî wan kesên ku teknîk, hêz, serdestî û êrîşên dijmin her tim di rojevê de dihişt û li dijî dijmin vîna şerkirin û serxistinê nikaribûn nîşan bidin, ji zeyîftiyên re xwe hincetan peyda dikirin re bersiva herî xurt da. Di rastiya Rojhilata Navîn de li dijî faşîzmê, dîktatoriyê û zilmê hêza herî bingehîn a têkoşînê gerîlatî ye. Li dijî êrîşên qirkirin û qetlîaman riya xwe, axa xwe û gelê xwe parastin ji xweparastin ango parastina cewherî derbas dibe. Kesê xwe neparêze, xet û rihê vê ya xurt hakîm neke wê şensekî wan ê din jî nebe. Li Kurdistanê serkeftin ji şerê şoreşgerî derbas dibe. Ji vîn û berxwedana mezin derbas dibe. Yên têk naçin, li ser bingeha xeta Apoyî li ber xwe didin û riya rast nîşan didin gerîla ne. Ji ber vê têkoşîna bê emsal a gerîla mohra xwe li sala 2021 da.
Têkoşîna ku em ji bo pêvajoya giran, mezin û bi êş li pey xwe bihêlin, azad bibin, şoreşa jinê pêk bînin û feraseta zilamê serdest bi pergala wî re bin bixin didin, berdelên tên dayîn, xwîn û xwêdana tê rijandin encax û encax wê bi azadiyeke misoger re bersiva xwe bigire. Bandora têkoşîna me ya azadiya jinê li hemû dinyayê belav dibe. Cengaweriya azadiyê ya ku hema bêjin her rojeke wê berdelê esirekî ye dibe nasnameya berxwedaneke destanî ya ku dîrok li çiya, deşt, bajar û bajarokên Kurdistanê nebûye şahîd. Li dijî artêşa zilamê dagirker, faşîst, qirker a ku bi amûrên teknolojîk êrîşî xaka Kurdistanê dike; di pêşengiya jinan de parastina welat tê kirin. Îsal, di pêşengiya YJA STAR de û bi gotina gerîlatiya modernîteya demokratîk bû saleke girîng a têkoşînê. Rejîma TC a faşîst û qirker xwest bi êrîşa Garê re dest bi salê bike. Vala derketina vê êrîşê û negihiştîna armanca xwe bû ser sedema hikûmeta AKP berjêrî bikeve û ji her derê rexne û bertek werin. Piştî salên dirêj cara yekem mûxalefeta Tirkiye wiha wêrekî kir ku aşkere rejîma Erdogan rexne bike. Piştî ku polîtîkayên ji bo desthilatdar, bertek û binkeftina wî hat dîtin û piştgirî paş de hat kişandin şûnde zafera Garê bû xala werçerxê (dönüm noktası). Ev zafer bi şerê li ser bingeha rêgezên gerîlatî û înîsîyatîfa heval Şoreş û hevalên di bin fermandeya wî de pêş ket. Carek din hat dîtin, di têkoşînê de pêşengî, înîsiyatîfa rast û di berxwedaniyê de israr encamên dîrokî bi xwe tîne. Di şer û têkoşînê de hîn kêlî hene ku helwest û pêşengiya kesekî xetekî ava dike. Pêvajoyekî diyar dike, dijmin vala derdixe. Ji ber vê, divê her hevaleke ku perwerdeya Rêbertî dîtiye, di rêgezên gerîlatî de û di çanda berxwedanê de xwe kûr kiriye bizane ku bi têkoşîna xwe pêvajoyê diyar dike û berê pêvajoyê digûherîne. Rola kes û pêşengan ji her demî zêdetir bûye. Dijmin bi mehan nekarî bikeve tûnelên Werxelê, tevî her rêbazê jî ceriband li hemberî gerîla encam negirt. Şehadeta rêhevalên k udi van tûnelan de li ber xwe dan jî bi fedaiyane bû û di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd ketin. Gelek heval tevî talimata paş de kişandinê jî, dev jî hevalên xwe yên birîndar û sengerên xwe bernedan. Îdîaya bi xwe re dijmin jî îmhakirinê nîşan dan. Heval ji tûnelan ji bo hemû raya giştî peyam şandin. Peyam banga berxwedan û serkeftinê bû. Divê em berpirsiyartiya wan rêhevalên me yên dema diçûn şehadete ji gelê me û ji me re wesiyeta bilindkirina berxwedanê dan teqez pir rast fêm bikin. Divê teqez em berxwedana hat jiyîn û qehremantiya hat nîşandan pir zêde rojevî bikin, jiyanî bikin. Fermande û şervanên me yên YJA STARê di nav sala borî de di serî de li Avaşînê û li hemû eniyên şer erkên xwe yên pêşengî anîn cih. Bîlançoya çalakiyên xweser hat aşkerekirin. Hem çawanî hem jî afirînerî û dewlemendiya taktîkî ya çalakiyên xweser girîng bû. Gerîla bixwe şerê xwe, çalakiyê xwe û berxwedana xwe xiste malê dîrokê. Propaganda xwe jî bixwe kir. Li hemû qadan piştgirî û çalakî çêbûn. Ji derve şande hatin, li dijî çekên kîmyewî bertek pêş ketin, çalakiyên ku xwedî li berxwedana gerîla derdikevin çêbû. Lê ne li gorî feraset û rihê şerê gel ê şoreşgerî bû. Tenê di sînora piştgiriya gerîla de ma. Lê ev şer şerekî topyekûn e û diviyabû di hemû qadan de heman şêwazî bi awayekî xurt beşdarbûn çêbibe. Em ji peyamên berxwedêrên Werxelê û Zendûra vê fêm dikin. Ev têkoşîn û berxwedan têkoşîna kesên ku li hemberî tesfiyeya tevgera azadiyê û imhaya gerîla xwe dikin mertal û bi hemû heza xwe şer dikin e. Di vê mijarê de ser jî ketin. Dijmin piştî demekî şûn de li hemberî gerîlayên ku derbasî êrîşê kirine êdî nekarî li wan deran xwe bi cih bike û neçar man paş de kişiya. Dîtin ku têkoşîna gerîla ewqas hêsan bin nakeve û nikarin me ji vê axê bavêjin û îmha û dagirkerî wekî planên wan ser nakeve. Îmha û tesfiyeya ji bo sala 2021 plan dikirin pêk nehat. Berevajî rejîma faşîst, bi artêşa xwe, hikûmeta xwe û bi hemû saziyên desthilatdariyê bi giştî bû mijara nîqaşê. Ji ber ser neket jevketina(hilweşan) wî dest pê kir. Piştgiriya ji bo xwe winda kir. Dema armanca wî ya Kurdan ji qirkirinê derbaskirin û gerîla tesfiyekirin pêk nehat, ew bixwe dest bi hilweşan û helandinê kir.
Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker bi berxwedanê tê hilweşandin
Sala 2021 bû sala destpêkirina hilweşîn û helandina rejîma AKP-MHP. Ji bo hilweşana xwe bide sekinandin û ji hêzên derve alîkarî bistîne ew polîtîkayên wî yên netewperest û li ser esasa tesfiyekirina PKK hemû têk çûn.
Rejîma faşîst a AKP desthilatiya xwe ya 20 salî dêndarî piştgiriya hêzên navnetewî û hevkar e ku vê piştgiriyê li ser bingeha qirkirina Kurdan û tesfiyekirina PKK dan. Her wiha ji bo azadiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêkê me jî şens da. Siyaseta hêzên navnetewî dimeşînin li ser esasa ku Tevgera me û Dewleta Tirk bidin şerkirin, ji vî şerî her dû hêz jî zeyîf bihêlin û girêdayî xwe bikin e. Rêbertî û Tevgera me li dijî vê siyasete her têkoşîna siyasî- demokratîk dane pêş. Bi vî awayî ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn çareseriya herî îdeal-guncav hat pêşxistin. Lê rejîma Tirk a faşîst ji kaosa şerê cîhanê ya sêyemîn sûdwerdigire û li ser bingeha rola jêre hatiye dayîn her tim polîtîkayên qirker di dewrê de digire û ji bo desthilatiya xwe li ser piya bigre hewil da van pêvajoyan bi kar bîne. Lê ji ber ku di vê pêvajoyê de bîrdoziya me, doza me ya mafdar li dinyayê hat bihîstin, rewabûna me hat nîşandan û hem li Tirkiye hem li dinyayê di raya giştî de piştgiriya ji tevgera me re zêde bû, planên wan jî xira bû. Hêrsa mezin a li hemberî vê bû sedem ku qetlîamên mezin bênavber bikeve meriyetê û êrîşên îmhayê were asteke nû. Hêzên navnetewî ne tenê li Bakur, ji bo êrîşên li dijî Rojava, Li dijî êrîş û qetlîamên li ser gelê me yê li çar perçe dijîn tên kirin bêdengiya navnetewî berdewam dike. Zextên li dijî zîndanan êdî gihîşte asta ku rejîma faşîst a 12ê Îlonê jî derbas dike. Cenazeyên bi dehan hevalan ji zindanan derketin. Herî dawî, Garîbe Gezer bi êrîşeke nemerdane hat qetilkirin û dîsa bi sedan nexweşên girtî û girtiyên ku êdî nikarin li zindanê bimînin tevî ku wextê cezaya wan xilas jî bûye bi cezayên dîtir re li hûndir tên girtin. Êrîş, suikast û zextên li dijî hemû kes û saziyên têkoşîna demokratîk-siyasî dimeşînin dewam dikin. Denîz Poyraz bi êrîşeke nemerdane û organize hat qetilkirin û kujerê wê ji hêla dewlet ve bi aşkere tê parastin. Li dijî êrîşên li ser gelê Kurd û saziyên Kurd ti kes dengê xwe dernaxe û veşartî dipejirîne. Bi giştî sal sûîkastên li dijî kadroyên me yên pêşeng li her perçeyî dewam kir. Sê hevalên ji rêvebirên tevgera me xistin lîsteya kesên herî zêde tên gerîn û îsal jî ev lîste hat nûkirin û bi vî awayî piştgiriya ku li hemberî PKK ji TC re tê dayîn hat tomarkirin. Hêzên hegemon ên navnetewî her tim riya ku TC jî li herêmê bi hêz bibe vekirî hiştine. Demek dirêj AKP li ser piya hiştine. Hikûmeta AKP li dijî gotinên netewperest polîtîkayên înkarê bi gotinên nerm ên Îslamê re hate desthilatê û bi vî awayî piştgirî dît. Ji êrîşên DAIŞê û şertên şerê cîhanê yê sêyemîn sûd wergirt û bandora xwe ya li herêmê zêde kir. Piştre dema dem dem bi polîtîkayên navnetewî re dijberî hev bûn rastî danekirinan (yaptirim) hat. Bi taybetî bi MHP re hevkariya desthilatê kir û dema xwest desthilatiya xwe berdewam bike hîn bêhtir qerekterekî netewperest û faşîst qezenc kir. Êdî li ber çavê hemû dinyayê û gelan teşhir bûye. Ji ber vê yekê tevî ku hemû welat ji sermayeya navnetewî re firotiye jî êdî rewabûna xwe winda kiriye. Îro jî, rejîma faşîst a dixwaze li ser piya bimîne amade ye li gorî rolên ku hêzên navnetewî wekî yek ji destgirê herî mezin Elmanya, Rûsya-Çîn û DYE bidine tevbigere û her tiştî pêşkêş bike. Krîza aborî buhraneke pergalê ye û encama nêzîkatiya li dijî pirsgirêka Kurd e. Her hikûmetê demokratîk nabe û li dijî têkoşîna gelê Kurd qetlîamê ferz dike wê ji heman şikestin û têkçûnê xilas nebe.
Li dijî rejîma faşîst têkoşîneke hevpar û girseyî pêwîst e
Bi taybetî çavkaniya krîza aborî ya li Tirkiye nêzîkatiya hikûmetê ya li bermaberî pirsgirêka Kurd û rastiya şer e. Ger civakên Tirkiye îro di nav birçîbûn û xîzanbûnekî ewqas giran de be, di qadên civakî, hiqûqî, mafên mirovan û demokrasi de ewqas di bin tade be sedema vê ya bingehîn şerê li Kurdistanê dimeşe ye. Divê em vê yekê hîn zelaltir û şênber bi civakan bidin fêmkirin ku li dijî vê rewşê biçin helwestê. Desthilata AKP- MHP ya li ser gelê Kurd qetlîamê ferz dike û ji ber vê her diçe hîn faşisttir dibe, li dijî her aliyên civakê zext û tade dike ne tenê dijminê Kurdan, heman demî dijminê hemû civakên Tirkiye û Rojhilata Navîn e jî. Lê hêza ku vê rejîma faşîst zeyîf dike û li hemberî wî têdikoşe tenê partiya me ye, gelê Kurd e û jin in. Ger li Tirkiye mûxalefet tê kirin, daxwaz û gotinên demokratîk tên ziman, ev encama berxwedana jinan û helwesta gelê Kurd a li dijî vê rejîma faşîst e. Hêzên demokrasiyê û rêxistinên çep-sosyalîst civakê teslîmî partiyên pergalê kirine û ev rewş zeyîftiyeke pir cidî ye. Divê siyaset û çalakvaniyeke ku aliyên çep-demokratîk tîne gel hev, nîşan dide ku partiyên pergalê ne hêvî û çare ne çêbibin. Bi taybetî, bi krîza dawî ya aborî re li Tirkiye çalakiyên pir cidî yên civakî heta derfetên şoreşê çêbûn lê tevî vê di bin navê bila provokasyon çênebe de an jî tirsa wê darbe çêbibe li ser civakê serwer kirin û tenê hewayeke ku xwe bi hilbijartinê ve kîlît kiriye çêbû. Li şûna ku hêzên şoreşger-demokratîk vê civakê dawetî derve, dawetî kolanan bike ji partiyên dîtir ên dewletê cuda tiştek nekir.
Di ti dîroka Tirkiye de di vê astê de çilmisandin û nav pergalîbûyîn çênebûye. Ji ber ku civak bê rêxistin hatiye hiştin. Ji ber rêxistinbûnên heyî jî perçeyî û biçûk in nahêle bibandor bin. Em behsa desthilateke ku heta dawî zeyîf bûye dikin. Bi têkoşîneke girseyî, yekbûyî û xurt re çûyîna vê desthilatdariyê dikare were lezandin. Lê di welatekî ku xwe kîlîtî hilbijartinan kiriye û bendewariyên xwe taloqî hilbijartinan kiriye de gel neçarî partiyên pergalê dibe û ev jî şerma herî mezin a çepgiran e.
Rejîm û modernîteya faşîst bi sosyolojiya civakê re pir cidî dilîze. Bi şer û hişmendiyên taybet lîstin û civakê ji îrade û hêzê dûr hiştin polîtîkaya bingehîn a ve pergalê ye. Ji ber vê hîn kûrtir tehlîlkirina analîzên civakî û rewşa heyî pêwsît dike. Li ser bingeha tezên Marksîst ên şoreşê ji ber krîza aborî di nav bendewariya şoreşê de bûyîn şaşîtiyeke giştî ye. Heke wisa ba heta niha wê li Tirkiye bingeh û şertên objektif ên deh şoreşa jî çêbûya. Lê şertên subjektîf ango pirsgirêka pêşengî û rêxistinbûn pir cidî ye. Carek din hat fêmkirin ku şoreş û pirsgirêkên civakî ne tenê di pêvajoyên wisa awarte de, her tim xwe ferz dike. Ji ber ku civak di vê rastiya desthilatdar û dewletê de her tim di nav qeyranê de ye. Ya girîng civakê bizanakirin, birêxistinîkirin û pêşengî avakirin e. Wekî Rêbertî jî diyar dike gel bi qasî em rêxistin dikin hene. Rêxistinkirin û ji gel re pêşengî kirin jî erka tevgerên şoreşger û demokratîk in. Bêrêxistinbûna li Tirkiye tê jiyîn em jî di nav de dibe sedem ku derfetên derdikevin nenirxînin û rola xwe nelizîn. Tişta pêwîst e di serî de bê çareserkirin ev e. civak li hemberî hemû partiyên siyasî û çareseriyên nav pergalî bêbawer û biguman e. Ya rastî, di pêvajoyeke pergal êdî hatiye ber şikestine de nebûyîna alternatîf, neafirandin lewaztiya herî mezin a hêzên çepgir û demokrasiyê ye. Civaka me bi saya berxwedana partiya me, gerilayên me hebûna xwe diparêze. Hêvî û bawerî ji vir tê. Lê, ger em li dijî polîtîkayên dijmin ên xîzankirin, bi birçîbûnê terbiyekirin, koçkirin, fihûş, madeyên hişbir, ajankirin bigrin her cure zext û êrîşê, civaka xwe neparêzin ev jî wê bi xwe xirabûn, rizîbûn û helandina civakî kûrtir bike. Lewma, divê sala pêşiya me xweparastin û rêxistinbûn ji her demî zêdetir derkeve pêş û were pêşxistin.
Piştgiriya ku ji bo qirkirina Kurdan ji hikûmeta AKP re dihat dayîn êdî bi dawî bûye. Ji ber ku rejîma AKP-MHP ya ku li dijî têkoşîna azadiya Kurd veguheriye rejîmekî çetewarî û mafya di encama têkoşîna me de bin ketiye û êdî ber bi rûxandinê ve ye. Rejîma faşîst xwest bi zext û qetlîaman re encam bigre lê carek din dît ku têkoşîna me ya azadiyê çarenûsa hemû hikûmetên Tirkiye diyar dike. Temenê rejîma faşîst a ku li beramberî têkoşîna gerîla û têkoşîna rewa ya gelê me bin ketiye êdî xilas dibe. Lê, li gel vê yekê, talûkeyên xwe jî hene. Ji bo desthilatiya Erdogan neçe dikare her tiştî bike. Jixwe, êrîş û sûîkastên li dijî kadroyên pêşeng ên partiya me qet nesekinî. Ji bol i ser piya bisekine dikare van êrîşên xwe hîn zêdetir bike. Her wiha, dibe ku êrîşî wadên me yên navendî jî bike. Giranî rojeveke wî ya Rojava heye û îhtîmala êrîşê heye. Lê dibe em ji bîr nekin ku dikare êrîşî qadên cuda jî bike. Divê em ji van hemûyan re amade bin û polîtîka û plansaziyên bibandor û hemlekar ên ji pêvajoyê re bibin bersiv pêş bixin.
Koordînasyona PAJK’ê
Dê berdewam bike