Nasnav: Ronahî Elman
Nav û Paşnav: Andrea Wolf
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1965/Mûnîh-Elmanya
Navê Dayikê: Lilo
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1996/Elmanya
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Cotmeha 1998-Beytûşebap
Ronahî Elman (Andrea Wolf) yek ji salên destpêkê ya beşdarbûnên enternasyonalan di nava refên tekoşîna azadiyê bû. Heman demî piştî rêheval Kemal Pîr û Hakî Karer ku herdû hevalên me yên bi eslê xwe Tirk bûn û şehîdên me yên enternasyonalîst jî em dinasin, Ronahî Elman şehîda enternasyonalist ya yekem ya reya gerdûnî bûna tekoşînê vekiriye jî.
Heval Ronahî ruyê rast yê netew-dewletê naskir, jinek jêhatî, xwedî ezmûn û tecrûbeyek siyasî û fikrî bû. Beriya beşdarî refên azadiyê bibe li Elmanya di nav komên çepgir, sosyalîst de cîh girt, tekoşîn meşand û gelek caran hate girtin. Hevala Ronahî bi naskirina Rêber Apo re dixwest bi reya fikir û ramanên Rêbertî û bi saya ezmûn û tecrûbeyên ji nava tekoşîna azadiya jin û doza me Kurda di xwe de vegerîne hêza rêxistinî û pêşengtî kirinê. Li ser wê bingehê sala 1996’an ji welatê xwe derdikeve rê û berê xwe dide qada Rêber Apo, perwerde dibîne û derbasî çiyayên Kurdistanê dibe.
Rêheval Ronahî Elman ku 23’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komek rêhevalên xwe kete dorpêçekî giran ya artêşa faşîst ya dewleta Tirk û bi awayek hovane hate şehîd xistin. Me xwest bi boneya bîranîna Şehîd Ronahî Elman beşek ji rojnivîsa wê parvebikin;
10.5.1997
Min ji zûde nenivîsandiye. Em çûne gel yekîneyek din ya hevalên jin. Meşa me di kelegermê de 3,5 siet kişandibû. Ezê li ser vê rojê hinek zêdetir binivîsim. (…) Min hevalekî xwe dît ku bi Pelda û Sîpan re mabûn. Me gelek dirêj nîqaş kir. Wan hemûyan derbasî pelan kirin wekî kar hêja li benda min e.
Ya ku ez li vir niha rast digrim dest, di derheqê xeyalên min yên ji jiyana berê ye jî. Ez di xwe de guhartinan diafrînim. Ji bo min bi xwe hatin û li vir mayîn pêşketinek mezin e. Ezê bikarim di warê polîtîk de bibim bersiv û derbasî jiyanê bikim yan na hêjan nizanim. Lê belê heger em weke komek heval bi hevre ji bo wê armancê hatibana vêderê yê baştir bûya. Dawetkirina min ji bo her yekî we kirî îro jî derbasdar e. Ne şerte ku her yekî we bibe gerîla jî. Li vir ezmûn û hîsê kî dikare çi bike û wî xebatî de bimîne ji xwe heye. Gelek tiştên ku li gel rêveberî, di nav kar û xebatên polîtîk, civakî de jî hînbibî hene. Wextê di nav de bî dikare mijar bi nermî jî were destgirtin. Lê divê li ser daxwaza kes were nîqaş kirin. Girîng e ku weke mêr/jin jî mirov bizane ka dixwaze çi bike…. Ez nikarim texmîn jî bikim ka hûn çi dikin. Dem ewqas zû derbas dibe, ji min re jî gelek dirêjtir tê.
Hevala Hêja, ez bi keyfxweşî wextên me bihevre derbas kirî tînim bîra xwe. Carna jî hewildidim ji xwe re xeyal bikim û bizanibim ka gelo ya li vir heyî te bixwe dîtiba û jiyan kiriba te yê çawa girtiba dest? Carekê te bi xwe jî di nîqaşek me de gotibû ku ‚bêgûman ne tenê komeleyek ji rêzê ye‘ (…) Li vir gelek tişt li ser zor û zehmetiyan, bi kar û xebatên mezin dimeşe. Ji xwe her ku diçe jî bi disîplînek (li vir cardin karekterekî ‚Elmanî‘ heye) zêdetir ser de çuyîn heye ku ev yêk pêkanînê ferz dike.
Kesê ku bawer bike ku PKK diyardeyeke xwezayî ya fundamentalîst û fanatîk e, di rastiyê de nizane çiqasî kar û enerjî di vir de tê herikandin. PKK di salên 1968’an ve ketiye rê û ava bûye, di demek wiha de ku li Tirkiyê tevgerbûnên mezin hebûn. Ew derket holê ji ber ku eşkere bû ku şoreşa Tirka beyî şoreşa Kurda ne gengaz bû serbikeve. Armanca wê sosyalîzm e, komunîzm e. Reya wê Rizgariya Netewî ye û xwedî perspektîfa enternasyonalîzmê ye. Ew bi gelek xuliqdarî û teqtikan kar û xebat dimeşîne. Bedelê derketina wê bû canê gelek rêhevalan, her wiha weke rêxistinbûna herî mezin ya niha hêzên emperyalîst girtiye beramberî xwe ye jî. Em, yanî gerîlayên li çiya û Partî, tekane nakokiya zindî û dijber li hemberî wê maşînegiriya kuştina wana ye. Dibêjin, em qasî 11 hezar gerîlane li van çiyayan. Ez bi vê zanebûnê re beşdarî şer dibim. Her çiqasî şert û mercên rojane carna ji min re zehmet xuya bike jî ez gelek keyfxweşim ku li vir cîh digrim.
Weke hun jî dibînin, ez bûme dildarê PKK’ê. Dema hevala Pelda û Sîpan gotin ku ew venagerin, ez hinek xemgîn bûbûm. Dibe ku piştî salekê ez jî wiha nêz bibim? Lê bawerim rêveberiya li vir yê nehêlin ez bimînim. Ji ber ku ew dizanin ku xebatên li navendan têne kirin çiqasî girîng e. Ez jî dizanim ku divê xwe ji hestên xwe yên hestiyarî rizgar bikim. Hem ji hêla helwesta nazîkbuyî, birîndarbuyî ve hem jî ji hêla pirsa evîn û bêrîkirinê de. (…) Ez ji bo vegera xwe keyfxweşim. Li vir heya astekê karekterê berxwedêr heye. Li vir pirsgirêka min ya ziman ji xwe heye. Lê ev jî ji ber ku şert û mercên min yên têkoşînê ya li vir ne li gora wê derê ne derdikeve. Divê ez zêdetir wext bidim xwe. Tenê sê meh û nîve ku ez li vêderê me. Mirov nikare ji şeş meh berê ve vebêje, darizîne. Ji ber vê yekê normale ku dîmenên beriya wê min mijûl dikin. (…)
19.5.1997
Tinê çend roj derbasbûne. Lê belê di vê navberê de gelek tişt qewimîne. Operasyon di asta herî jor de ji milê wan ve tê birêve birin. Dewleta Tirk hima kuder bikeve ber wê dide ber bombebaranê, helîkopter û leşkeran dişîne. Li kêleka wan jî PDK heye. Ew hawan û roketan ji bejayî ve diavêjin me. Hinek rêheval ji nav me şehîd ketine. Lê dema dibêjim ji me, ne di wateya ku ji yekineya me bi xwe ne, ji hêza me ya giştî ne dixwazim bêjim. Di danustandina mijarê re bandorbunek çêdibe lê ya rastî normale jî. Lê carekê tinê bi rastî jî di nav hevalan de bandorbunek pir giran çêbûbû, ew jî ji ber ku hevalekî birîndar ketibû destê dijmin. Şerê li vir mirovan qewîm dike.
Gelek rûdanên cuda yên dişibin hev li van çiyayan hene. Ez bi xwe jî di ferqa wê de me ku hatina vê derê zehmetiyên mezin dayîna ber çavên xwe ji te dixwaze. Herî kêm niha di demên ku em di rê de ne heger bikarî rojê herî kêm carekê diranên xwe firçe bikî, rû û destên xwe baş bişû. Hinek rasti pêve têne girêdan. Hinek mirov jî hene ku zanko xwendine. Hêzekî wan ya bilind ya xwe îfadekirina siyasî heye lê bi giranî pratîkê de gelek lewazin. Yên ku herdû aliyan dikarin di nav hevde bihewînin jî kêm jî be hene. Lê rastî jî wiha ye, heger tu polîtîk wate nedî, armancekî xwe bi xwe diyar nekî ji tere tinê dimîne derbaskirina zor û zehmetiyên rojane derdikevin pêşberî te.
Em cardin vegerin gel xwe. Ji destpêka operasyonê heya niha, di nava qasî wan 6 rojan de rewşa em têde ne hinek xirabtir bûye. (Berê min dihizirî ku tevgera operasyonê ji aliyê me ve tê pêkanîn, lê îro baştir hînbûme) Destpêkê li cihekî bê av, dû siet dûrê berf lê hebû em mabûn. Em hilkişiyan lutkeyekê çiya,
- a) da ku em li wir sîper bigrin,
- b) da ku em li hemberî balafirên şer parastî bin.
Heger tu di newalan de bimînî, hedefên mezin yên êrîşî te bikin dixî destê wan. Di roja duyemîn de bombardiman ewqasî mezin bû ku me tevahî roja xwe di navbera şikeran de derbas kir. Herî kêm dema bombe davêjin tu wî demî ji parçeyên wê parastî dimînî. Piştre jî hêzên nêzbûne re şerê bi bersivdana çekan tê. Lê em bi xwe di vî milî de aktîv nebûbûn.
Em piştre ji wî lutkeyê çiya daketin. Yêkeyek me li wir ma, yekeyek ji hevalên xurt jî bi mere daketin jêrê. Min jî pir dixwest bimînim. Lê ez hêjan kêm hînî jiyana rojane ya vêderê bûme, şer bi xwe ji min re gelekî nû ye. Ji wir çuyîn ji min re giran hat. Min makîneyên kujeriyê yên emperyalîstan dît û hêrsekî pir mezin jiyan kir. Çima Tirkiyê dawî li êrîşên xwe yên desthilatdariyê li ser Kurdistanê nayne? Bêgûman dizanim çima, lê cardin jî vê rastiyê min gelek bandor kiriye. Ez niha wiha lê dinêrim; ji bo min ferq nake ez li kuderê şer bikim. Ketin jî heye. Lê belê ez dizanim ji bo giştî kar jî girînge ku ez vegerim.
Em tevahiya şêvê meşiyan. Hêdî bi hêdî dengê lêdanan kêmtir dibû. Me li cihekê navber da ku li wir jî gelek hevalên jin wekî me lê bicîh bûbûn. Wan ji me re behsa pêvçûnan kir, behsa rêhevalên şehîd ketî, ji xwe paşve kişandinên wan kir. Ew ji me gelek zêdetir nêzî wan bûbûn.
Êvarê carekî din em tevahî şêv meşiyan. Em birçîbûbûn, xwarinek pratîkî ya gerîla ku ji rûn, ar û şekir pijandinê re pêktê hate amade kirin. Ji vê pêvîstiya herî kême tê girtin. Çûngên min gelek diêşin. Ez nikarim lingê xwe dirêj jî bikim. Dema em radizin jî, beyî tiştek bavêjin ser xwe em li gel hev, çûngên xwe kişandî radizin da ku em bikarin hevdû germ bigrin. Ji bo min bi xwe ev hemû hinek zêde ye. Weke ku ji hêlînekê ketîbim nava şer li min hatiye. Ji ‚93’an ve tevgerbûnekî wiha mezin nebûbû. Lê ez hêdî jî be hîn dibim, fêr dibim.
Bateriyên gel min vala bûne. Ez hew dikarim nuçeyên Elmanî jî guhdarî bikim. Me sê kobre xistiye erdê. Ev mizginiyekî gelek mezin e – juhuuu! Gelo agahiya we hemûyan yê ji van hemûyan çêbibe? Hûn çawa nêzî şer dibin? Emerîqî wiha pênase dikin: Şerê çeteyan di navbera Barzanî û PKK. Dema şer giran jî dibe xwe dixin navê, lê belê bêgûman ev hemû tiştên ne rastin, tiştên vala ne.
- Li hemberî PDK şerek aliyekê nayê jiyîn, PDK ji aliyê Tirkiyê ve tê bikaranîn.
- Ji xwe DYE piştgirî dide Tirkiye
Lê carna alozî jî derdikevin, wek mînak bi Iraqê re. Gelek gelên Ereb vî şerî weke şerê Rojava li hemberî Rojhilat fam dikin….
24.7.1997
Ez li benda Pelda û Sîpan’im. Heman demî nasekinim jî. Ji ber ku YAJK dewreyek perwerdeyê ya mehek û nîv ji bo hevalên jin vekiriye. Ez ne tinê sporê didim, melevanî, xwe parastinê jî didim. Programek tijî heye. Axaftinên weke çawa YAJK di nava şer de perwerdeyek vedike dibihîsî, lê ez wiha teng lê nanêrim. Em divê heman demî ji bo tişta li piştî ‚şer‘ tê, ji bo jiyanekê avabikin destpêbikin. Mijar ne tinê hilweşandin e, heman demî avakirinê jî hînbûyîne.
PDK piştî xwe paşdekişandina dewleta Tirk agirbestek îlan kir, lê Rêber Apo got ku vêcarê agirbest tinê têrê nake. Gelek caran agirbest hatibûn îlankirin lê da ku cardin bê xirakirin. Mijar pêdiviya çareseriyekî giştî ye. Ev bixwe yê bûba gavekî pir mezin û yê reyan vekiriba, hem ji bo yên nû tên û hem jî ji bo lojîstîkê yê pir baş bûya. Evê di encamê de bûba gavek jî da ku Kurd hîn bibin yê welatekî xwe bi xwe çawa avabikin, heger yekî biçûk jî be.
Partî gelek hewildide lê heman demî astek bikare rihet bîne ser ziman jî hêjan çênebûye. Gerîla her tim di nava tevgerê de ye. Her tişt demkî ye û ew nikarin pêwistiyên xwe yên civakî jî pêkbînin, gavên pêwîst jêre bavêjin. Bi rastî jî heya ziraviya herî hûr ya jiyanê de jî tû hîs dikî ku çanda wan ji wan hatiye dizîn û li şûna wan giyayek din ku ne koka wana ye re hatine bicîh kirin. Ji her derî tiştekê girtine û bi piranî jî tiştên nebaş.
Ez hêdî bi hêdî dest pê dikim ku li paş perdeya mêvanperweriyê û hin şêweyên sazkirî yên dixuye binêrim. Ger mirov bi xwe vê nedîtibe fêmkirina vê yekê jî zehmet dibe. Ez bi vê boneyê ebatan baştir fam dikim, Rêber Apo çi avakiriye û çi wek armanc diyar kiriye? Li Elmanya jî şoreşê pêkanîn wê bi rastî jî ‚hêsantir‘ bibe.
Çavkanî: Ji pirtûka li ser jiyan û tekoşîna Ronahî Elman-Andrea Wolf ya bi navê; „Im Dschungel der Städte, in den Bergen Kurdistans“ (Di gengeşeya Bajaran de, li Çiyayên Kurdistanê) hatiye girtin.