Amadekar: Nûjiyan Erhan
‘Jiyana li çiya wek helbestekê ye’
Wêje hunera teşadayîna bûyeran e. Di dîrokê de gelek wêjevan derketine. Gelek kes serpêhatiyên mirovan, rastiya jiyanê nivîsandine, kirine klam, helbest û çîrok, di derbarê dema xwe de em agahdar kirine. Lê belê ji ber ku zimanê Kurdî di aliyê nivîskî de derfeta xwe pêşxistinê nedîtî ye piranî bi rêya devkî heya roja îro nirxên xwe parastiye. Em bi rêya lorîna dayîkan dizanin êşa kuştina Şêx Seyîd, Seyîd Riza, komploya li ser Qasimlo, qîrîna geliyê Zîlanê û komkujiya Dersimê. Ji klamên bav û kalan em fêrî berxwedana Agirî, Mihabad û Erdalan dibin. Di çîrokên ku di şevên tarî de têne gotin de em dizanin Besê ji bo ku nekeve destên neyaran xwe ji zinaran avêtiye, Zerîfe çawa li hemberî pergala zilam şer kiriye. Lê belê ti serdest û dîktator nikaribû evîna Mem û Zîn, Xecê û Siyabend bide sekinandin. Nikaribû pênûsa Ehmedê Xanê bêdeng bikirana.
Îro jî li ser vê kevneşopiyê gelek nivîskar û wêjevanên Kurd nîşane li ser dîrokê dihêlin. Kurdistan wê Mehmed Ûzûn û Arjen Ariyan jibîrneke û gelek Mehmed û Arjen îro radibin.
Bêguman wêjeya herî watedar û hestiyar li ser çiyayên Kurdistanê tê pêşxistin û dîroka herî zindî li wir tê nivîsandin. Me jî bi emdama Komîteya Zanist û Ronakbîrî Bêrvîan Şam (Fehîma Deştan) re li ser wêje û wêjeya çiya hevpeyvînek çêkir. Bi her gotineke wê re, em jî di nav jiyana çiya herikîn, bi wê re çûn meşa wêjevaniya çiya. Wêje û çiya…
N.E:Li gor te wêje çiye?
-Li gor min wêje parçeyeke dîrokê ya veşartî ye ku bi zimaneke pir xweş tê vegotin. Ev nayê wê wateyê ku ji rastiyê dûr e. Berovajî, ew û rastî pir di zikhev de û bi hev re girêdayî ne. Em dikarin bêjin ku bi awayeke xweşik vegotina dîrokê ye. Wêje dengê jiyanê yê nivîskî ye. Dengê jiyanê diqulipîne ser nivîsê. Hin bi hestir e di aliyê vegotinê de. Hin jî kûrtir e ji aliyê hestiyarî. Wêje zimanê xwezayê ye. Çawa ku xweza xwe bi rengê xwe îfade dike, wêje jî xwe bi hevokan rave dike. Parçeyeke mirovan di aliyê metafîzîk bi wêjeyê ve girêdayî ye. Ev parçe çendî dewlemend be, mirov ewqas wêjevan e. Ji bo ku mirovek bibe wêjevan divê wêrek be. Wêje îfadeya çanda mirovan e. Civak bê çand nabe. Wêje îfadeya çand û hunerê ye. Wêje di navbera mirovan de rêyekê herî kin e. Bi rêya wêjeyê çanda civakê tê nasîn. Tevî çanda mirovan a esasî, wêje dîrokê jî dide nasîn û diparêze. Wêje ancax dikare li ser bingeheke çandî ya sexlam pêşbikeve. Heke çand bikok nebe, wêjeya wê jî nikare were kirin û nikare xurt bibe. Bêreng û bêheqîqat dimîne. Em dikarin bêjin ku parçeyeke heqîqetê ya ku xwe bi nivîskî îfade dike; wêje ye.
N.E:Li gorî we çima pêdivî bi wêjeya çiya heye? Ango çima li çiya xebatên wêjeyî tên kirin?
-Li çiya tişta ku herî hêsan dikare pêş bikeve wêje ye. Em dikarin bêjin ku çiya hêlîna wêjeyê ye. Me got wêje xwe dispêre heqîqatê, jiyana li çiya jiyaneke xas û cewherî ye. Xeyala bi hezar salan a civakê jiyaneke azad, wekhev û demokratîk bûye û li cem me ev jiyan ne xeyal e, ji ber ku li çiya ev tê jiyîn. Em hem ji milekê ve têkoşîna civakeke azad dimeşînin, ji milê din ve jî li çiya vê jiyanê diafirînin. Ji ber vê jî çiya cihê wêjeyê ye. Ji ber ku wêje di qadeke azad de ancax dikare pêş bikeve. Li çiya di hembêza xwezayê de jiyaneke xwezayî tê jiyîn, ev şêwazê jînê jî dihêle ku îfade hin cewherî û kûr be. Ji ber vê jî di hêwana her gêrîlayekê/î de wêjevanî heye. Mirovên çiyayî jiyanê zêdetir hîs dikin û watedar dibînin. Em li vir bêtir nêzî xwe ne. Di nav pergala kapîtalîzmê de mirov ji xwe, ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Kes xwe nas nake. Bi kesayeta xwe re şer nake. Nakokî najî û bi pergala ku hemu jiyana wî/wê diziye, nakeve nav şer. Ev jî dihêle ku mirov nikaribe rastiya jiyanê binivîse. Ji ber ku rastiya jiyanê nas nake. Ji hêla pergalê ve mirov hatine parçekirin. Hestên wî/wê, zihn, ruh û nasnameya wî/wê ji hev bûye. Ger li ruhê mirov dest hatibe werdan, ew kes nikare hevokeke hestyarî jî bîne gel hev. Li çiya hevok bixwe avadibin, ji ber ku kesayet û ruh di nav yekîtiyekê de ne. Li çiya mirov di nav rastiyan de dijî, ji bo ku bikaribe li ser kulîlkekê binivîse, mirov hewce nake di serê xwe de wê xeyal bike, jixwe bi wê kulîlkê re dijî. Li çiya şertûmercên madî yên pêşxistina wêjeyê gelek zêde ne. Mirov ji bo binivîse, di serê xwe de senaryo ava nake, jixwe gelek tişt ku bibin senaryo rasterast dibîne. Mirov li çiya dijwariya şer jî dijî, rastiya dijminê xwe dibîne, her wiha bi kûranî menewîyatê dijî. Bi xweşikbûna rêhevaltiyê re cewhera mirovatiyê ya nehatiye qirêjkirin dibîne. Ango heke li çiya wêje pêşnekeve, wê li kuderê pêşbikeve? Li çiya zêdetir li kuderê evqas xweşikbûn û dewlemendî, paqijî heye? Ev hemû şertûmercên wêjeyê pêş dixin. Çiya ciheke xwerû ye ku dihêle mirov zû bi heqîqetê re bibe yek.
N.E:Wêje ji bo jinê çi îfade dike?
-Li gor min di hundirê her jinekê de potansiyela wêjevaniyê heye. Ji ber ku wêje jiyaneke aram e. Jin bixwe nûnertiya jiyana aram dike. Jiyanek tê de huzûr, mirovhezî, wekhevî, aştî û edalet heye. Ev taybetmendî jî hemû di jinê de hene. Kesek ku vê taybetmendiyê di nav xwe de dihewîne, dikare wêjevaniyê bike. Di nav civakê de yên herî zêde êşa civakê hîs dikin, nûnertiya çanda civakê dikin jin in, bi vê re girêdayî zimanê îfadekirina êşa xwe jî ancax dikare wêje be. Jin nikare xwe ji parvekirinê, ji civakbûnê qut bike. Wêjevanî jî van taybetiyan dixwaze. Hestên wêjevaniyê di her jinekê de heye. Her jinek ku rahêje pênûsê dikare bi hevokekê hestên xwe îfade bike. Em dikarin bêjin ku wêje îfadeya jinê ye.
N.E: Niha di cîhanê de gelek jin hene ku wek wêjevan tên binavkirin, lê belê berhemên wan di xîzmeta pergala kapîtalîst de ye, li gor zihniyeta zilamsalar dinivîsin. Li gor we, mirov dikare ji vê re jî bêje wêje?
-Hin caran mirov bi seatan biaxafe nikare xwe îfade bike, ancax bi hevokeke nivîskî xwe îfade dike. Jixwe di dîrokê de jî em dibînin pirî caran mirov nediwêriyan hin gotin bigotana, ancax bi pênûsê ya di hundirê xwe de derxistine derve. Em dikarin bêjin ku nivîsandin jî şêwazeke xwe îfadekirinê ya îsyanê ye. Hezkirin, hest, acizbûn û kêyfxweşî, mirov bi pênûsa xwe re parve kiriye. Lê belê di roja îro de pergalê mirov ewqas parçe kirine ku nema dikare heqîqetê binivîse. Mirovek ku di nav pergala kapîtalîst de bijî û ev pergal ketibe nav xwîna wî/wê nikare heqîqata xwe binivîse. Ji ber ku ji heqîqeta xwe hatiye dûrxistin. Kapîtalîzm û heqîqet li gel hev nabin. Tu nikarî herduyan bi hevre bijî. Pergalê jin kiriye meta. Jinekê ku xwe ji pergalê qut nekiribe û bibe meta, nikare cewhera rastiyan bibîne. Me got wêje cewher dixwaze, heke cewher nebe çav kor in, ziman lal û quh ker in. Nikarin rastiya êşa jinan bînin ser ziman, tenê dikarin tiştê ku pergalê tê de avakiriye, vê binivîsin. Ev jî nabe heqîqeta civakê. Di nav pergalekê de ku jinê mehkumê koletiyê kiribin, wêjeya jinê nayê kirin. Wêjeya ku di wir de were kirin ancax têne dibe meşrûkirina zîhniyeta pergala kapîtalîst. Wêjeya herî mezin îsyana ku jin li hember vê pergalê bike ye. Di nav pergalê de wêjeya îsyanê tine ye. Wêjeya nerazîbûnê nîne. Wêjeya tewandina stûyê xwe heye. Em nikarin ew kesên ku di nav pergalê de wêjeya radestbûnê dikin wek jineke azad binav bikin. Ji ber ku ew ji cewhera xwe dûr ketine, nasnameya xwe wenda kirine. Dema kesayet parçe dibe nasname jî wenda dibe. Ti wêje bê nasname, bê cih û bê armanc nabe. Wêje ji bo pêşerojê pêyamek e. Heke ev taybetmendî di nav behredayînê de nebe ew nabe wêje. Em, ancax dikarin bêjin ku çend gotinên li hevhatî ango xemilandî ne. Ew jî bêbingeh dimînin, wêjeya ku em behsa wê dikin xwedî koke, bi dîrok e û xwedî paradîgma ye. Yên din tenê dikarin xîzmeta kapîtalîzmê bikin û jinên ku xîzmeta kapîtalîzmê bike zayenda xwe wenda kiriye.
N.E: Hin kes bi cildan pênaseya bedena jinan dikin, an jî behsa evîna ji bo jinekê dikin. Ji vê re jî dibêjin wêje. Li gorî we ev dibe wêje?
-Zilam nikare bi wêjeyê jinê îfade bike. Ji ber ku zilam nikare jinê hîs bike, li gor mêzekirina jinê nikare li cîhanê mêze bike. Jixwe ya ku pirsgirêka jinê ewqas kûr kiriye zilam e. Di pirtûkên wisa an jî nivîsên wiha de jin çiye; jin heyber e, jin mehsûm e, reben e, nikare derheqa xwe biryar bide, xwe teslîmê zilamekî kiriye. Ev ne wêje ye.Em mêzedikin behsa evînê dikin ancax di wê evînê de zilam qehreman e, ji bo evîna xwe şer dike têkoşîn dike, ti hebûneke jinê nîne. Bi ihtimaleke mezin malbata jinê pirsgirêk derdixe, ji ber ku jin milkê bavê xwe ye, kes ji wê bixwe napirse, fikrê wê çiye, ne di xema kesî de ye. Zilam jî ji bo jinê bike milkê xwe ji zîndana bavê wê digre û têxe zîndana xwe, gelek zorî û zehmetî dibîne û jinê dixe jêr xîzmeta xwe ango bi gotineke giştî wê dike pîreka mala xwe. Evîna wan ev e. Bi şêwazeke din qaşo xweşikbûna jinê dixwazin bidin nasîn, behsa bedena jinê dikin. Ew beden jî li gor pîvanên kapîtalîzmê ango wek dibêjin 90-60-90 e. Divê lêva wê wiha be, çavên wê, singa wê û qalçeyên wê wiha be… Tenê ji aliyê ajoyên xwe ve li jinê mêze dikin. Jin tenê dikare ajoya wan tetmîn bike. Di wan pirûkan de behsa zekaya jinê nakin, di nav de hestên jinê, êş û pirsgirêkên jinê derbas nabin. Li gor wan jin tenê heyber e. Xweda tenê ji bo ku ajoyê zilam tetmin bike, jin afirandiye. Me li jorê jî got: ew tenê dibe wêjeya koletiyê, wêjeya meşrûkirina pergala kapîtalîst. Ev jî nabe wêjeya rastiyê. Di wêjeya wan de jin tê bikaranîn.
N.E: Hûn wêjeya Kurdî çawa dinirxin. Heya têkoşîna azadiyê destpê bike, wêjeya Kurd di rewşeke çawa de bû?
-Beriya destpêkirina Têkoşîna Azadiyê jî gelek berhemên Kurdewarî hebûn. Wêjeya Kurdî jî dihate kirin ancax pir komîserhev nebû. Bi taybet ji aliyê jinan ve. Ji ber ku di Kurdistanê de berhemên jinan dernediketin pêş. Ne di aliyê wêjeyî de, ne di aliyê kesayet de û ne jî di aliyê bîrdozî de. Neku jinên xurt nebûne, hebûne lê nehiştine ku werin naskirin. Ji ber ku têkoşîneke pir xurt a ku berhemên jinan kom bike nînbûye. Ji bo ku jinek di nav pergalê de ku encama zihniyeta zilamsalar a pir kûr e, hebûn û rastiya xwe bide nasîn divê birêxistinkirî be û xwedî rêxistinekê be. Herçend zêde nekomkirî jî be, wêjeyeke devkî li Kurdistanê heye. Dîroka me bi klam, lorîn û çîrokan heya roj îro hatiye. Em dîroka xwe ji kal û pîrên xwe dikarin fêr bibin. Di her çîrokekê de rastiya civak, çand û nasnameya me heye. Bitaybet bala xwe bidinê, herî zêde dayîk dilorînin, klam û çîrokan dibêjin. Jin hafizeya civaka Kurd e. Her biwêjeke dayîkên me rastiya hezaran rûpelî vedibêje. Her şîreteke wan di encama bi hezaran ezmûnan hatiye hunandin. Lê ev berhem bi hemû civakê re nehatine parvekirin û nehatine danasîn.
Berhemên wek Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanê pir dewlemend in. Lê belê çend kesan beriya Têkoşîna Azadiyê ev berhem xwendibûn? Bi Têkoşîna Azadiyê re meraqa me ya nasîna rastiya xwe û vegera cewhera xwe pêşket. Têkoşîna me xwedî derketina nirxên gel e. Ev wêje jî nirxê gelê Kurd e. Têkoşîna Azadiyê van hemû berheman komî serhev kir, xwedî lê derket û temam kir. Li ser van nirxan wêjeya Kurdînî pêşvetir bir.
Berê dijmin wisa li me kiribû ku kes nikarîbû peyveke bi Kurdî bêje, berdin wêjeya Kurdî. Mirovên Kurd ji rastiya Kurdîniyê dûr xistibûn. Têkoşîna me ev rewş têk bir.
N.E: Yekemîn berhema we ya wêjeyî kengî derket?
-Yekemîn pirtûka min a helbestan bû. Di sala 2007’an de li Qada Parastina Medya hat çapkirin. Ez nikarim bêjim ku helbest jî bû. Hestên min, tiştên ku min dixwast parve bikim, min jiyana me nivîsand. Wê demê ez di pratîkê de bûm ango ez di qada leşkerî de bûm. Hin hevalên ku bi xebata wêjeyê re mijûl dibûn, bi serê xwe lênûsa min girtibûn û çap kiribûn. Dibe ku helbestên pir kûr nebin jî, lê belê bi hestên pir sade, zelal û jidil hatibûn nivîsandin. Dema mirov di nav pratîkê de be, zêdetir hestên kûr dij.
N.E:Bêguman di hembêza xwezayê de jiyîn, hestên mirov kûrtir dike, lê belê di qadeke leşkerî de nivîsandina pirtûkekê û çapkirina wê dibe hin zehmetiyên wê jî hebe, tu bi zehmetiyên çawa re rûbirû mayî?
– Pêşiya ku pirtûka min çap bibûya, pir nivîsên ku min ên jidil û tejî hest hebûn, di qadên şer de wenda bûn. Hin ji wan di êrîşên hewayî de şewitîn, hin ji wan di nav çalan de şil bûn û hwd. di qada şer de mirov rewşên curbecur dijî. Gelek nivîsên min jî wisa çûn. Ev pirtûk jî nivîsên min ên herî dawî bûn. Ew jî min da hevalan ji bo ku wenda nebe. Min gelek caran difikirî gelo ez çawa dikarim nivîsên xwe biparêzim. Ji ber her nivîs dibû hewara hundirê min. Dibû parçeyeke ji laşê mirov. Ji ber êş, azar, kêyfxweşî, heval û jiyana me bû nivîsên me. Me di nav wan de vegotina temenên xwe dikir. Nivîs dibin şahidê imrê me. Ji bo vê jî her carî dema tiştek bi ser nivîsên min de dihat, ez gelek xemgîn dibûm.
Zehmetiyên gelek mezin hebûn. Bi taybet jî di mijara parastin, gihandina hevalan, şert û mercên şer gelek giran bûn. Wek mînak me nedikarîbû lênûsên mezin li cem xwe rabikira. Tenê lênûsek hebû ew jî piçûk bû ku me dikaribû rabikira. Ew jî gelek caran zû tejî dibû û di demeke kin de dîtina lênûseke din zehmet bû. Ji bo vê jî me pir bi tîpên hûr dinivîsand. Carna jî operasyon pir berfireh dibûn, me derfet nedidît ku binivîsin. Lê belê dema me derfeteke piçûk jî didît, me radihişt lênûs û pênûsa xwe û em diçûn li ser zinareke bilind, me dest bi nivîsandinê dikir. Ji ber ji bo gêrîla nivîsandin li hember zemanê sekinandin e, nivîsandin neqişandina dem û mekan di rûpelan de ye. Nivîsandin îsbata jiyanê ye, nivîsandin mafê bindestan radestî wan kirin e. Nivîsandin di nav dîrokê de cihê xwe girtin e. Nivîsandin li hember yê ku dixwaze te bêdeng bike û wek ku ti nînî dijîn; îsbatkirina hebûna xwe ye. Nivîsandin nîşandayîna çawaniya jiyana azad bi zarokên pêşerojê re ye.
Zehmetî tenê ne şert û mercan ve girêdayî ye. Dema tu dinivîsî jî tu dibêjî gelo min karibû mafê hestên xwe bida. An jî dema tu vegotina jiyana şehîdekî/ê dikî, tu dibêjî nivîsa min têr kir an na. Nivîsa min layiqê hevalên min bû an na? ji ber nivîsandin mijareke wîjdanî ye. Kesên ku wîjdana wan nebe, nikarin rast binivîsin. Tu dibêjî tiştên ku min dixwest bidim min karibû bida? Her tim tu dibêjî qey kêm e. Ji te re wisa tê qey kêm dimîne. Tiştên ku gêrîla dijî ewqas pîroz û mezin in, dema tu dinivîsî, mêze dikî ancax di nav deryayê de dilopek hate ser ziman. Lê belê heke di nav deryayê de em bikaribin dilopekê pênase bikin ev jî pir watedar e. Ew dilop komî ser hev bibin wê bibin derya.
N.E: Di jiyana we de ciheke çawa ya helbestan heye?
-Li çiya dema mirov dest diavêje pênûsê yekemîn rêzên ku li ser rûpelên spî dans dikin helbest in. Ji ber li çiya jiyîn wek helbestê ye. Derdora te ewqas zelal, sade û lihevhatî ye ku mirov dixwaze bi hevokekê be jî îfade bike. Çawa ku çiya ewqas xweşikbûnan di nav xwe de digre, hevokeke helbestê jî wek çiyayekê hemû tişt divê nav xwe de bihewîne. Divê cewherî be, kurt lê belê dagirtî be.
Li gorî min di wêjeyê de herî zêde helbest nêzî rastî û ramana jinan e. Çawa ku rastiya jinê dîrokek e, hafizeya civakê ye, helbest jî bi gotinekê pir tiştan vedibêje. Helbest dikare cewhera romaneke deh cildî, bi qiteyekê raxe ber çavan. Helbest li gor min xulaseya giştî ya xweşikbûna jiyanê ye.
N.E: Herî zêde di kijan kêliyan de tu dikarî binivîsî?
-Nivîsandin girêdayî tevgera me ya têkoşînê ye. Dema têkoşîna me di nav livûtevgereke zêde de be, ez dikarim xweştir wê hest, girêdan û evînê binivîsim. Xwesteka min a nivîsandinê zêdetir dibe. Dema ez di çavên hevalekî/ê de baweriya serketinê dibînim, hema dixwazim binivîsim. An jî dema ez dibînim ku dijmin êrîşî gelê me kiriye, zarokeke piçûk pir bêwijdan xistiye nav lepên xwe û îşkence lê dike, hêrs û kîna min dikare li ser rûpelan birije û bibe îsyan. Ne ku ez dinivîsim, hevok bixwe rêz dibin. Dema hest digihîjin lûtkeyê li ser te zext ava dikin, heke tu wan dernexînî, wek ku deriyan bişkênin êrîş dikin. Te dixeniqînin. Tu mecbûrî wan azad bikî û li ser lênûsê rabixî.
N.E: Dema tu dinivîsî çi hîs dikî?
-Dema ez dinivîsînim, ez dizanim ku dijîm. Çawa ku jiyan di kêliya xwe de veşartiye, bi nivîsê re watedar dibe. Bi nivîsê re hestên min û yên hevalên min mayînde dibin.
N.E:Nivîskara/ê ku tu herî zêde jê hêz dikî kî/kê ye?
-Li gorî min nivîskarê herî mezin Rêbertiya me ye. Her nivîsên Rêbertî wêjeya mirovatiyê ye. Wek mînak pirtûka Evîna Kurd rastiya civakê bi zimaneke wêjeyî pir zelal datîne holê. Di nav nivîsên berê de jî ez klasîkên Kurdî pir hez dikim. Ez nikarim bêjim nivîsên me ji helbestvan Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran û Seydayê Cigerxwîn, Mamoste Hêmin bandor nebûne. Elbet ji wan bandor bûne ku em îro dikarin li ser rêya wan bimeşin. Heke ew nebûna, me nedikarî hestên Kurdînî û çandî ewqas bijiyana.
Nivîsên hevalên me jî ji bo min gelek girîng in. Ji ber ku her yek ji nav jiyanê parzûn bûne û bi hestên pir kûr xemilî ne. Li gor min kesên di nav têkoşînê de bi çalakî cih digrin dikarin wêjeya herî giranbuha pêş bixin. Heke armanc jiyaneke azad be, ya girîng di roja îro li ser mirasên kevn hunandin û gihîştandina pêşerojê ye.
N.E: Herî dawî tu dixwazî ji bo kesên ku bi nivîsê re, bi wêje yê re mijûl dibin çi bêjî?
-Bi nêrîna min, kesên dinivîsin keseyatên ku divê herî zêde nêzî nirxên mirovatiyê bin. Em ji pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin. Di cîhanê de û bi taybet di Rojhilata Navîn de gelek guhertinên mezin rû didin. Em kêliyên pir dîrokî dijîn. Îro li Kurdistanê şerê azadiyê tê meşandin. Şerê man û nemanê ye. Li hemberî pergala kapîtalîst, têkoşîna Modernîteya Demokratîk tê pêşxistin. Wêje û nivîs ji her demê bêtir di demên wisa de rola xwe dilîzin û watedar in. Divê nivîskarên ku dilê wan li beramberî rondikên zarokên piçûk diêşe, divê êşa wan zarokan binivîsin û li hemberî pergalê bertek nîşan bidin. Bila nîşan bidin ku ew zarok ne tenê ne û li pey wan bi milyonan mirov hene. Bi nivîsekê dikarin êşa wê/wî zarokê bi mîlyonan bidin hîskirin. Ev pir girîng e.
Dîrok her tim ji hêla desthilatdaran ve hatiye nivîsandin. Ji bo vê jî divê em vê rastiyê serûbin bikin. Kesên ku têdikoşin dîrokê dinexşînin û divê yên ku têdikoşin werin nivîsandin. Dayîkên me yên ku kevneşopiya civaka xwezayî dijîn jî li hemberî pergala şaristaniya kapîtalîst di nav berxwedanê de ne. Ev jî têkoşîn e. Rastiya her dayîkeke Kurd bi serê xwe dîroka berxwedana civaka xwezayî ye. Divê ev werin nivîsandin. Ez hêvîdarim ku ciwanên Kurd ku ji nivîsandinê hez dikin û bi nivîskariyê re elaqedar in, zêdetir li ser dîroka me ya nehatiye nivîsandin baldarbin. Wê Kurdistan gelek Ehmedê Xanê û Cigerxwînên din mezin bike.
N.E: Herî dawî em bi helbesteke we hevpeyvîna xwe ya îro bidawî dikin. Em spasiya we jî dikin.
Gul û Qeşmer
Qeşmer dihejîne pelê gulê
Ma wê çawa gul berde nazê
Qeşmer vedixwe ava dilê wê
Gul dizane sebe eşqa wê
Gulê diavêje bîra filbaziyê
Gul jî li pey lutkan dide rê
Qeşmer neyar e, gelo yar e?
Pir dereng gul dikeve ferqê
Tolazê zemanê bêar û dê
Gul jî çelmisî li ber bê
Qeşmer li bajar digere wenda
Gul jî razane li benda axa
Heta gulên me fêr bibin rê
Bihar diçin û zivistan tên
Şevên dirêj dibin girî û nalîn
Lê kes ranabe avdana baxê
Qeşmer bû tîrê kuştina gulê
Gul li benda eşqa kêlî û demê