Ji Pirtûka Jina Azad Kê ye, Çawa Dijî
Jin wek hêmana avaker a bingehîn a Civaka Xwezeayî ku tine hatiye hesibandin, lê jêneveger e, ji kîjan pêvajoyan derbas bûye û teşeyeke çawa jiyaye. Di wateya biyolojîk de ji ber cihêbûnan, celebê mirov dabeşî du zayendan dibe. Ruxmî hilberîna bi hevre, taybetiya zayokiya (doğurganlik) jinê, di pêvajoya civaka xwezayî de bûye sedema cihêbûnekê, bi demê re ev taybetmendiya civakî bi şikestinan re rû bi rû maye.
Û heman taybetmendiya zayokî, vêcarê jî wek hinceta kêmbûyîn, paşketîbûn, biqusûrbûn û nexweşbûyîna jinê hatiye raberkirin.
Ji bo piçûkxistina jinê wek delîlê dîrokî û neguhêr hatiye bikaranîn. Qonaxên ku jin wek biyolojîk jî dijî, wek teyisîna çarenûsa wê ya xirab, wek guneh hatiye bidestgirtin. Ev cûre bidestgirtin jî wiha bi civakê dane dahurandin ku zimanekî zilam şekl girtiye, dema behsa jinê tê kirin biwêja “Xelkê Jinê” kirine benûştê devan.Ev biwêj jî ne gotineke ji rêzê ye, di cîhana desthilatdariya zilam de, nirxê wê yê bikaranînê heye û ji bo piçûkxistin, bênirxkirin, besîtkirin, siviknîşandayîn, lewazdîtinê têne ziman. Ger bi kûranî lê were mêzandin, dê bêdîtin ku tenê wek zayendeke biyolojîk nayê bidestgirtin, nêzîkatiya li ser wê wek netew an jî çîneke ku wek qada meşandina desthilatiyê tê hesibandin e. Ruxmî ku piraniya ferasetên nîjadperestî hatine derbaskirin, lê belê li beramberî jinê mêtîngeriya ku tê pêşxistin, statûya nîjadeke bindest tîne bîra mirovan. Li her dera cîhanê jin ruxmî cudabûyînên ziman, nîjad û olî wek endamên heman nîjadê tê bidestgirtin. Taybetiyên biyolojîk ên jinîtiyê werguherîne taybetmendiyên ku wê dike nîjad-cîl a bindest. Bi yekemîn şikestina zayendî re şikestina mezin a yekemîn rû da û hemû civak dabeşî çînan hate kirin, wiha jî merûzê tehekumê ma. Li beramberî jinê jî mîsyonekî koletiyê hate diyarkirin û koletiya zayendî li ser wê pêk hat.
Zayokî ku wek taybetmendiya biyolojîk a jinê ya pîroz dihate dîtin, li ser pişta wê wek bareke gunehê hate nirxandin. Rewşa regla jinê wek dubarebûna muntezem a çêbûna gerdûnê di asteke mîkro de ye. Reglbûyîna jinê bi berdewamî dide diyarkirin ku jiyan domdar e, tişta nejî, tevlî zemanê nebe jêbihore, dê bi şûna wê jî tiştekî nû bê. Hêkên mê yên nehatî dolkirin, êdî di malzaroka jinê de nayên pejirandin, cihê xwe jî wê bide pêngavên nû yên jiyanê ku têne avêtin. Jin di her çerxa teqwîma bedenê de, ji vê îmtîhana jiyanê derbas dibe. Ji vê qonaxê re di hinekan de hêrsoyîbûn, di hinekan de mitbûn, an jî hestyarbûyîn tê barkirin; ev jî ji gurahiya (yogunluk) têkoşîna jiyan-mirinê ku di bedena jinê de herdayîm e, çavkaniya xwe digre. Di roja îro de nemumkune ku jin van tiştan her meh bifikirin û bînin zimên, lê ruxmî vê jî beden her tiştî dibêje. Di her qonaxa reglê de ya kevn, ya dema xwe tejîkirî zehmetî û êşa derbaskirin û destjêqerîna wê, bi qasî wê jî rehetiya çûna ber bi ya nû ve, xweşikiya lêgerên nû û huzura bidestxistina giyana demê, tê jiyandin. Rastiya gerdûnê di bedena jinê de bi awayeke peryodîk xwe dubare ava dike. Ev yek hewce dike ji hêla her du zayendan ve jî bi kûrahî were watedarkirin. Lê belê ji hêla mêjiyê zilam ve wek nexweşî, gemarbûn, herambûnê hatiye binavkirin û rewş û lewaziyeke ku jê dûr disekinin, jê direvin. Reva ji vê rastiyê yek ji hêmanên bingehîn a reva ji rastiya mirovbûyîna xwe ye. Ji ber zilamê ku rastiya jinê fêm neke, di aliyê din de ev bûye asteng ku rastiya xwe jî fêm bike, ew seqet hiştiye. Fêmnekirina beden û fîzîka jinê, tirsa ji objeya ku fêmnekiriye, yek ji hingoftiya (saplanti) zilam a bingehîn e. Di cewhera kiryarên zext û şîdeta îro li ser jinê de, acizî, xeşîm û hesûdiya zilam a li beramberî fîzîka jinê dijî heye. Wiha jî ber bi tinekirina hêza çanda jinê ku civak afirandiye ve diçe. Bixwe ne zayok e, bi karaktera ku taybetmendiyên biyolojîk çêkirine çandeke xweliqkar, bergir, temamker, hînker û fêrker çênake; şîdet jî encama aciziya vî zilamî ye. Hesûdiya zilame ku nikare nûbûyîna fîzîka xwe dayîmî bike ye. Şîdet hêrsa zilam li beramberî jina ku ruxmî hemû zoriyên jiyanê di jiyanê de bi rik e, li ber xwe dide, ye.
Fîzîka jinê bi taybetiya kromozomên xwe ve zilam jî digre nava xwe û tê zanîn nifûsa zilam her ku diçe kêm dibe. Ji ber di jinê de mêjiyê hestyar bi hêz e, paresenga (dengelemek) hişmendiya analîtîk di eksena jinê de wê hîna bêtir avakerî, lihevhatî (uyumlu), xweliqkarî û nûjeniyê bi xwe re bîne. Bi pêşketina pergala civakî ya li ser bingeha çînayetiyê, tevna di navbera hişê hestyar û analîtîk jihev qetandiye. Ji wir pêve ji jinê re hestyariyeke paşverû, ji zilam re jî mentiqeke zuha û hişk hatiye hiştin û zayend li ser van bingehan dirûv girtine.
Heya ji jina ku damezera sereke, nûner û hêza bingehîn a dînamîka civaka xwezayî ye, neyê bihurîn, wê pergalek nû ya civakî jî pêş neketa. Lewre yekemîn pêngava avakirina pergala nû, bi armanca fêmkirina jin û jinîtiyê, tehlîl û derbaskirina wê li ser jinê otorîte hate avakirin. Ev rewş jî bi pêşketina zekayê analîtîk ê bi plan û program re gengaz dibe. Ji ber vê sedemê vegotina dîrokê bi tesadufan ne raste, ne jî têrê dike. Derbaskirina jinê ku wek avakera civaka xwezayî ye, berovajîkirina taybetmendiya jinîtiyê û kolekirina zayenda jinê bingeha ku pergala nû ava dike, ye. Bi avakirina vê bingehê re ji têkoşîna ku tê meşandin, pergala zilamsalar bi ser dikeve, ev jî bi şertê wendakirina jin û jinîtiyê ve girêdayî ye.
Kolekirina jinê bi demê re, rê li ber têgihîştina jinê wek kole, ji bikaranînê re vekirî, lewaz, bêhêz vekiriye. Vê rewşê di jinê de berbendiya fîzîkî û zihnî çêkir, wek wê jî di şêwazê hest û hizirînê, di stîlê lixwekirin û axaftinê de, di dirûvê sekn û tevgerînê de çand û berbendiyek da avakirin. Vê jî di wê de nêzîkatiya ku li gorî derve be -ku ev zilam e-, xwe perespandin (yamanmak) û ayîdê wî (zilam) bûn, bi xwe re anî ye. Jinbûn di têgihîştina civakî de îro ketiye reşwa dezavantajê de. Ji hêla civakê ve jinîtî kêm, biqusûr û paşketî tê hesibandin, bi rewşa heyî re qet nabe ku were xwestin û bêrî kirin. Encex ev bi guhertina têgeha jinê di civakê de mumkun dibe. Jinîtî binkeftineke ku bi zayînê re destpê dike. Di her pêngava jiyanê de bêyî ku destpêbike, wendakirin e. Çavkaniya şermê ye. Ji holê rakirina van têgehên ku bi jinê ve zeliqandine, avakirina pênaseyek nû ji jinê, wê bingeha şoreşa çandî ya civakî pêk bîne. Nûkirina pênaseyan ji avakirina wan zehmetir e û di wateya zihnî de pêngavên şoreşgerî hewce dike.
Jin piştî şikestinan di wateya bîrdozî de hatiye tinekirin, nasnameya wê hatiye ji holê rakirin, wiha jî ew xistine çala nebûnê. Milkbûyîn (malbûyîn) di cewhera xwe de dizîna hemû nirxên di destên wê de, xespkirin û valakirina hundirê têgeha jinîtiyê ku hêmana avaker a civakî ye, ketiye fonksyona objeyê. Aciziya ku zilam li beramberî nirxên di eksena jinê de dijî, dema bû hêrsa li dijî jinê û ev bi avaniya dûz û teng a zilam re, bi hesûdî û aliyên wî yên xeşîm re bû yek, bû karaketerê serdest ê zilam. Ev karakter nasnameya zilamê pergala nû pêk tîne û avakirina xwe bi şertê tinekirina jinê ve dide girêdan. Nikare di aliyê beden û ruhî de bi tevahî jinê tine bike, lewma jî zextên bedenî û ruhî zêde dike. Bi civaka çînayetî re bisînorkirina jinê, tengkirina sînorên jinê, egoya zilamê serdest ê tehekumkar tetmîn dike. Ev rewş koletiya jinê her kûr dike, nakokiyên ku jin bi cewhera xwe re dijî, di wê de digihîje asta nexweşiyê. Qirîzên tûreyan (sînîr krîzî) li jiyanê de belav dibe û her diçe cewher nayê dîtin. Cewher, di avzêma (bataklik) rastiya ku wek jiyan û cîhana heyî didin nasandin, difetise. Wiha jî bênasname û bêkesayetî pêş dikeve. Li beramberî vê jî xwe ragirtin wek takekes jî destpê bike, bi rêya jinê di serî de di zarokan de diteyise û her diçe civakî dibe. Hin caran tengbûyînên aciziyê ku di hundir de dijî û xwesteka tolhildanê, herî zêde bi şixulandina zayendîtiya xwe ve dixwaze bigihîje encamê ku dîsa jin wenda dike. Bikaranîna zayendîtiyê û rizandina ajo û hestên her du zayendan, ji cewher dûrxistina wan di encam de koletiya civakî kûrtir dike. Di dualîteya bireser û kirde de ya ku wek obje tê hizirîn e. Encama ku derketî holê wiha ye; bi her awayî muhtackirina jinê bi zilam, di wateya fikrî de gurî û kodî hatiye kirin, xistine rewşa cahileke siyasî, di wateya aborî de xîzan kirine, heta ketiye asta xwazokekê ku li destên zilam dimêzîne. Di vê cendereyê de ruxmî ku jin bênavber dişuxule, ticar heqdestê keda xwe nastîne, heta ji çîneke bindest jî wêdetir nîjadeke piçûkxistî ye. Di Rojhilata Navîn de ev rewş herçend di roja îro de bi globalbûyînê re hin guhertin girtiye nava xwe, lê bi zêdehiya xwe jin newêrin bêyî zilam bijîn. Ji ber qutbûn ji bav, hevser, bira, ap an jî zilameke din, di pergala civakî ya heyî de tê wateya ku bikeve destên hemû zilamên di pergalê de, bi pergala desthilatiya zilam re rû bi rû bimîne, lewma jî ditirse. Heke jinek bi tena serê xwe bijî, sînyalên xeteriyê dide, lê heke bibe ya zilamekî, bi wî re jiyîna wê, wek temînata civakî tê hizirîn. Civak jî di vê rewşê de rehetbûneke wîjdanî dijî. Hevberdana jina zewicî, cudabûn ji zilamê ku pêve girêdayî bû, biryara jiyana bi tena serê xwe zehmetiyên mezin bixwe re tîne, ev jî ji statûya ku bi vê jinê ve dileziqînin girêdayî ye. Jin bi çavên milk tê dîtin, dema dizewice dibe milkê zilamekî. Lê dema ku telaq digre wek milkekê ku ji aliyê zilamekî ve hatiye bikaranîn û deforme bûye, tê dîtin û di çerçoveya normên heyî de ji civakê tê îzolekirin. Ev yek herçiqasî heya astekê hatiye derbaskirin jî zoiyên ku jinên di vê rewşê de dijîn, tehdîtên sîstemî ku pêre rû bi rû tê, di cewhera xwe de ji terzê jiyana zilamê desthilat çavkaniya xwe digrin. Bi hemû jinan jî vê didin hesandin, ku ev amûreke ji bo domdarkirina pergalê. Ji ber dema jinek vê encamê dibîne, jiyaneke teslîmbûyî tercîh dike, newêre bêyî zilam bijî û tişta li ser ferz dibe jî wek çarenûs dipejirîne.
Heke di roja îro de mudaxele li jiyana kavil ku jin dijî neyê kirin, di nava xwe de xeteriya ku rê li ber teqînan di mêjiyê civakî de veke, hildigire. Mudaxeleya herî rast jî wek ku Rêbertiya me jî dide diyarkirin bi şikandina şîfreya desthilatdariyê re mumkun dibe. Ji bo biserxistina vê yekê jî hewce dike têkîliyên ku li wir binkeftina civakî destpêkirine, li nîvê din ê cûreyê însan ango zilam û li diyardeya zilamtiyê ku heya îro hatiye û ji aliyê pegalê ve hatî daxistin, werin ronîkirin.