Meha Mijdarê cejna vejîna tekoşîn û jiyana nû ye. Salvegera 27’ê Mijdarê vegera li ser dîroka xwezaya mirovahiyê ye. Têkoşîna îdeolojî di serî de li ser van armancan pêşketiye û gihîştiye wê astê ku xwe di serî de ji bo azadiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi rêxistin kiriye û têkoşîneke bê emsal daye meşandin. Bi demê re êdî armancên rêxistin her çûye di paradîgmaya nû de ber bi têkoşîneke cîhanî û gerdûnî ve çûye. Armanc careke din jî dîroka ku hatiye çewtkirin careke din vegere ser rastî û herikîna xwe ya xwezayî. Hedefê azadiya mirovahiyê girtiye dest û ji bo wê jî têkoşîneke eman daye meşandin.
Ji van hemûyan cudatir têkoşîna jinê di serî de bi analîzên bihêz û bi demê re girêdana wê ya bi dîrok, pêşketina mirovahiyê, koletiya kûrbûyî, têkiliya di navbera cinsan de, ekosîstem, civaka exlaqî û polîtîk girtiye dest û jin di van pirsgirêkên civakî yên ku hatine pêşxistin da ku dawî lê bên jin weke hêza pêşenga şoreşê û avakirina sîstema jiyana azad weke hîm û pêşenga tekoşînê hatiye nîşandan. Ev di pêvajoya yekemîn de dema ku armancê xwe dike jiyana azad û li hemberî îxaneta li jiyanê hatiye kirin xwedî sekineke berxwedanê ye û teoriyeke xurt e. Di îdiayê xwe de bê veger berê xwe dide têkoşîneke dîrokî ku emsalên wê di dîroka mirovahiyê û di têkoşînên olî, demokratîk, gelêrî, hemû kesên azadîxwaz û bi taybet jî têkoşîna jinê, PKK’ê xwe weke xelekeke girêdayî hemû kombûna nirxên mirovahiyê û erka parastina wan nirxan girtiye ser milên xwe. Seknên dîrokî ku li heqîqetê geriyane û di oxira wê de canê xwe dane ji bo xwe kiriye şûpîneke bingehîn. Lewre hemû çirûskên azadiyê ji bo xwe kiriye agireke ku pê ronahiyê bide serveşartiyên dîrokî û rojane. Kêlî kiriye dîrok, kes ji civak û di heman demê de analîzên xwe yên ku her roj pêşdixistin ber bi analîzên dîroka çandî ve jî kûr kiriye. Lewre mijara jinê weke mijareke pêveka pirsgirêkên neteweye negirtiye dest û di serî de jî cihê jinê ji bo ku bibe pêşenga şoreşê daye. Ji ber wê yekê jî em di serî de jî sincê (kerekterê) rêhevala Sakîne ku temsîleke dîroka berxwedaniyê dike ketiye pêş de. Di yekemîn kongreya damizrandinê de jî mirov dinêre ku jin cihê xwe bi awayekî têkûz tê de digire û paşê yekemîn têkoşîna di zindanê de rola xwe ya bingehîn dileyîze û dide diyar kirin ku jin dikare bibe temsîlagera civaka xwe. Li hemberî şidetên heyî hemûyê dibe bersiveke gelek giranbiha û weke yekemîn berdewamiya berxwedaniya jinê jî xelekên ji hevketî careke din rêz kiriye.
Roja 27’ê Mijdarê tenê ne ji bo jina Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê bûye roja çêbûna rêxistin û yekîtiya têkoşîna jina azad. Jin vê rojê ji bo xwe jin nû ve zayînê digire dest. Ev jiyana nû di serî de bi kom û ferdên azad pêkaniye û daye pêş. Ji ber ku dîroka civakî timî bi kom û ferdên azad kariye têkoşîna xwe berdewam bike. Lewre BZ 12 hezarî dema neolotîkê jî û xwezaya civakî û bi taybetî jî rol û kesayeta jinê ji bo xwe kiriye hîmê bingehîn. Di hemû waran de her ku PKK’e têkoşîna wê berfireh bûye, rastiya jinê baştir derxistiye pêş û vê hiştiye ku ronahî bikeve ser dîroka mirovahiyê jî. Ji dema çanda dayîkê û lêgerîna li jiyaneke azad û wekhev hatiye tepeserkirin û pê de, xeyal û têkoşîna mirovan ji bo vegera li vê rastiya mirovatiyê ye. Di pêngava yekemîn de jinê jî berê xwe daye refên têkoşînê, jinê kariye bizane ku tevgera PKK’ê temsîla rastiya jinê bi xwe dike. Lewre di refên pêş de cihê xwe girtiye û bê dudilî berê xwe daye hemû erkên şoreşgerî.
Jiyana kom û ferdê azad jî di Kurdistanê de êdî bûbû xeyal meyal. Bi taybet di Kurdistanê de ev êdî weke kabosekî bûbû. Ferdê ku koma wî û rêxistina wî/ê ji bo azadiyê êdî nemabû. Dema ku di cihekî de rêxistin nebe, di wir de mirov nikare civakî jî bibe. Kes û kom bi hevdû re pêşdikevin, dijmin lewre di Kurdistanê de di serî de kom û paşê jî ferdê azad nehiştibû ti carî bêne avakirin. Lewre timî weke gotinekî dibêje; du Kurd nayên gel hevdû, heke hatin jî divê ku şer bikin. Ev ji xwe di serî de sîstema desthilat li ser jinê pêkanîbûye, paşê mirov dibîne ku tiştê ku li ser jinê hatiye pêkanîn di heman demê de li ser mirovahiyê jî hatiye pêkanîn.
Tevgera PKK’ê li hemberî hemû qedexe û şerê taybet yê ku hatiye meşandin timî derketiye. Lewre bi komê destpêkiriye. Koma ku hetanî dema avabûnê di sala 1978’an de roja ku weke PKK’ê îlan kir, timî li heqîqeteke ku mirov vegere ser xwezaya xwe digeriya. Ji wê roja îlan kirina vê rêxistinê û pê de êdî weke kesên ku ber bi rizgariya kesayeta xwe ve pêngavên bingehîn diavêtin.
Beriya PKK’ê jî di gelek deman de jinan dest bi têkoşînên cur bi cur kiribûn. Ji ber ku jin di qadên jiyanê de herî zêde ji wan qadên ku divê tê de bin dûr ketiye û dûr hatiye hiştin û berde dûr hatiye hiştin di her warî de hatiye dagirkirin û jiyana wê hatiye mêtin û jina Kurd jî di wê dema ku pêngava vejînê hatiye avêtin êdî ber bi têkoşînê ve bi biryardariyeke mezin ve çûye. Xwestiye di her warî de xwestiye pêngavan ber bi jiyana sosyalîst ve biavêje û di her warê zanistî, hunerî û felsefî de hebe. Di danûstandina xwe de jinê dest bi lêgerîna li jiyaneke bi vîn û raman û cewherî be. Pêşketina tevgerê di serî de hêza mirovan a manedanê weke hevdû girtiye dest û bihêz kiriye. Tevgereke weke tevgera PKK’ê hem civakî ye, hem jî dîrokê bi kesayetên wiha dikare xwe bigihîne serkeftinê. Di serî de dest avêtiye vê bedewiyê û manedayînê.
Da ku pirsgirêkê ji bingeh ve bigire dest herî zêde pêdiviya bi asta ku jiyaneke bi jinê re û azad bêjiyîn digire dest. Di serî de destdiavêje mijara ku jê re digotin girika kûr yanî pirsgirêka azadiyê, mijara jin û jiyanê. Lewre mijara jinê ya ku ji pêvajoya navberê ya dîrokî heta niha ser hatiye girtin, digire dest. Ya din jî ku beriya rêxistinê her çiqasî jinê cihê xwe di nav têkoşînan de girtibe jî, lê ne weke hevaltiyeke ku bi hevrebûneke azad armanc bike. Ev jî yekemîn têkoşîna li hemberî feraseta serdest têkoşîneke ku bê wê nabe daye diyarkirin. Lewre di wê civîna yekemîn de jî ti serweriya ku li ser jinê bê kirin û jin biçûk bê dîtin nehatiye nîşandan. Biçûkxistinê qet mirov di wan şertan de nabîne. Mijara herî zêde jî li hemberî wê mirov dibîne ku rêxistin weke ti rêxistinan jinê di warê milkiyet û weke hêza tenê destek dide nagire dest.
Ev roja vejînê tenê ne li qada Kurdistanê li hemû cihên ku jin li azadiya xwe digere dikare cihê xwe tê de bibîne û mirov nikare bêje ku PKK’ê rêxistineke ji bo gelê Kurd azad bike derketiye û pêşketiye. Di heman demê de xwediyê wê pêngava ku kes nikare pêşbixe û pêkbîne. Lewre ev roja ji bo jinê roja jiyaneke nû ye ku bi hezarê salan e jin jê dûrketiye û rastî hemû cureyên newekheviyê hatiye. Ev roj ji bo jiyana mirovahiyê jî xwediyê wê yekê ye ku dikare bibe bersiva dîrokekê wenda û li ser hatiye girtin. Di hemû qadên têkoşînê de dema ku dest bi rêxistinê bû û pê de jinê bi awayekî çalak li hemberî hemû hovîtiya dijmin têkoşîn daye meşandin. Dîroka berxwedana PKK ê dîroka berxwedana jinê ya bi hezarê salan daye ser hevdû û kiriye bin ewlekariyê de. Lewre weke Rêberê me gotî PKK’ê partiya jinê ye, di rastiyê de lêgerîna xwe ya li heqîqeta mirovahiyê û dîroka civakî, îfadeya xwe di serî de bi dawîkirina koletiya li ser jinê hatiye danîn û dest bi dîroka ku navbereke dirêj ji rêderketinê dawî lê aniye. Lewre ji bo jinê PKK’ê ne tenê rêxistineke, jiyaneke ku bi rengê jinê yê cewherî dijî û têdikoşe da ku jiyan vegere ser rastî û cewherê xwe. Ji ber vê yekê roja 27’ê Mijdarê vegera li ser cewherê xwe û dîroka xwe ye. Li cihê ku deng, reng û qêrînên azadiyê lê bi dawî bûne, wê careke din agirê azadiyê geş bike. Ev roj ji bo jinê bi taybet û ji bo hemû mirovahiyê cejna vejîna jiyana azad e.
Fehîma DEŞTAN