Tu jî bibî Jandarka me
Ew berfa heval Nûjîn ji bo hevalan anîbû, piştre ji hevalan re bir. Zîvirî û şûnde albûma heval ya ku danîbû ser çantê xwe min gelek mereq kir. Lê heval nîşa min da. Dema şanî min kir min dît ku di serî de wêneyên Rêbertî rêz kiriye. Di nav de wêneyek yê heval Nujîn û Rêbertî bi hevre kêşayî jî hebû. Di wêne de serokatî li heval Nûjîn meyze dike û dikene. Di heman demê de heval Nûjîn jî bi heman awayî ji dil û can wusa dikene. Dema ku min li wî wêneyî meyze kir, min gelek mereq kir ku wê keliyê Rêbertî çi gotiye. Lewma min yekser ji heval Nûjîn pirs kir. Heval Nûjîn weha bersiva min da; di wê kêliya ku me wêne kişand de, Rêber Apo li min meyze kir û got ‘TU JÎ BIBÎ JANDARKA ME’. Gelek diyar bû, Rêbertî ev gotin hema ji rêzê ve ji bo heval Nûjîn ne gotibû. Ji ber heval Nûjîn, di aliye fîzîkî de gelek zîrek û xwedî tecrübe bû. Her weha di kesayetiya xwe de jî sekneke leşkeri û fermandartiya jin dabû ava kirin. Heval Nûjîn ev sekna xwe bi tevlîbûna xwe ve dida diyar kirin. Rêbertî jî ev didît û hîs dikir. Bi rastî jî heval Nûjîn fermandarek temam a pêşeng bû.
Piştî ku me li wêneyên heval Nûjîn meyzekir û şûnde, qet ji bîra min naçe. Wê demê min jî û heval Nûjîn jî me cixare digşand. Kîsikê meyî bi çûk yên tûtinê hebû. Me tûtina xwe dixist wan kîsikan de. Heval Nûjîn, kîsikê tûtina xwe ji bêrîka yelekê xwe derxist, xwest ku ji bo min û xwe cixare bipêçe. Lê dema kîsikê tûtinê derxist dit ku tûtin têde kême. Lê ruxmê vê dîsa jî got; “têra me her dû ka heye”. Heval Nûjîn ew tûtin kir 2 cixareyên zirav û ji bo me her dukan jî pêça. Gelo çima heval Nûjîn cixare derxist? Ji ber keserekê nava dilê heval Nûjîn girtibû. Ji ber bi teybet dema behsa bîranînên xwe û Rêbertî dikir gelek hestiyar dibû. Bi hemû hebûna xwe ve xemgîniyek jiyan dikir. Bê gûman sedemên xemgînîya Heval Nûjîn gelek û watedar bû. Heval Nûjîn xwedî ruhekî berpirsiyartî a gelek mezin bû. Di nava wê rewşa ku em têdebûn de, bendewarî û baweriya ku Rêbertî pê anîbû di wan kêliyan de hînbêhtir zindî dibûn. Yanî heval çendî weke fedaîyeke APOCÎ xwedî sekneke pir xurt bû jî li himber keda Rêbertî, ji bo şehîdan, pêvajo, gel û hevalan herdem xwe deyndar hîs dikir.
Piştî cixare pêça, me hem sohpet dikir û hem cixara xwe dikişand, heval Nûjîn bîranînên xwe û Rêbertî jî dewam kir. Rêbertî çawa bawriyek mezin dide jin, hevaltiya jin, çawa pêşiya hevalên jin vedike, çawa berbirsiyartî dide jin, çawa xurt dike û wê jin vê di şer de, di pêşengtiyê de çawa bikarbîne, hemû bi berfirehiyek gelek îdeolojîk bi mere parve dikir. Di van parve kirinan de mirov gelek ber bi çav didît ku Rêbertî baweriyek mezin bi heval Nûjîn aniye. Heval Nûjîn van rastiyana hem bi kêlî kêlî hîs dikir û hem jî bi me dida hîskirin. Her weha bi hêz girtina vê hîskirinê ve, li himber êrîşên dijmin yên ku pêş diketin jî roleke aktif dileyist.
Tîştek esasî ku mirov diyar bike, heval Nûjîn fermandarek me bû. Hem pêşentiya hevalên jin hem jî ya hevalên xort dikir û bi rastî jî di her alide bi bandor bû. Hem şer kordîne dikir, hem moral dida hevalan û hem seknek xwe jî hebû. Çendî bi vî awayî sekneke xurt dida raber kirin, ev hîn zêdetir bawerî dida we. Dixwest ew baweriya ku Rêbertî pê aniya her roja diçe hîn behtir zedê, xurt bike û lê xwedî derbikeve. Her weha hewildana wê ya herî zede jî ew bû, bi dijmin vê bide hîskirin ku ew şerê ku jin di nav debe, pêşengtî bike û şer bike tu carî ne mumkune bi binakeve . Ji bo wê jî heval Nûjîn çi ji destê wê dihat dikir. Kêlî bi kêlî ew şer hîs dikir. Gelek baş di giranî û zanebûna dijmin debû.
Demek ji wan kêliyên di operasyonên ku dijmin meşandin de bûm şahidê vê sekna heval Nûjîn. Li Kato dijmin operasyonek ne normal dabû despêkirin. Heval Nûjîn ji bo ku dijmin vala derbixîne hertişt dikir. Roja destpêkê bi vî awayî derbas bû, heta êvarê jî dijmin dixwest bikeve Kato. Car caran pevçûn çêdibûn, carnan jî dijmin êrîşên hewayî dikir. Ji xwe li ser Kato hertim êrîşên hewayî hebûn. Êrîşên hewayî ne dida rawestan. Kuderê tespît kiriba û cihên texmîn dikir ku heval li wirin êrîş dikir. Heta êvarê ew şer berdewam kir. Lê belê êvarê dema ku tarî dibû, dijmin xwe paşde vedikişand cihê xwe. Ji ber şev dijmin zû bi zû ne dikarî bikeve qada me. Ji ber vê cihên ku di kontrola wan debûn li wêderê diman.
Niştîman Sorxwîn
Dê Berdewam Bike