Her tim min xwestibû ku bi hibra dîrokê û pênûsa xwe li ser rûpelên spî dirêj û bi berfirehî binivîsînim Rêberê min. Zanyariya we ya birûmet û giranbiha hişt ku ez hêstên xwe bikarim bînim ser ziman. Ew hêza we, rênîşandana we ya ji bo azadbûnê vegeriya hêza derbirînkirina hestên min. Herî zêde jî tirsa min ew bû ku hêza ez van hestên xwe tarîf bikim nîşan nedim. Ji ber vê yekê jî tiliyên min li dora pênûsê direcifî, lênusa min li benda nivîsandina peyvan ma.
Min gelek caran ji xwere digot ku ezê nekarim hêza hezkirina xwe nîşan bidim, bînim ser ziman. Ji ber ku tiliyên min de êşekî giran hebû ku nedihişt ez hestên xwe jî bînim li ser ziman.
Niha jî hewil didim parçeyek ji hezkirina dilê xwe ji bona Rêberê xwe bi hibra pênûsa xwe binivîsînim. Bêguman weke rewşenbîr û nivîskarên bi ezmûna salan nikarim we, xeyal, armanc û xebatên we bînim li ser ziman. Lê herî kêm min xwest ku bi pênûsa xwe hest û tiştên ku min jiyan kiriye kêm jî bimîne vebêjim.
Di dîroka me ya windabûyî de ku îro bi motîfên sedan salan hatiye neqişandin, li ser asîman û xaka Mezobotamya her diçe bi saya keda we me nêztirî azadiyê dike. Geşbûna, hêvî û baweriya ku pêre daye ser rûyê me vedigere tekoşîna bêhempa û bi ezmûnên giranbiha ruxmê êş û keseran jî evîna azadiya me ji her demî mezin û geştir dike.
Xwediyê zayîna ezîz û pîroz, bi saya ked û xebatên we Rêberê min, ronahiya xwe li ser xaka zêrîn û ava zelal daye gul û reyhanan. Bêhna wê koletiya li ser rûyê me tê hilweşandin û belav kirin îro belav dibe û hêz dide viyana tevahî gelên cîhanê.
Berê rûye me, hêviyên me çilmisîbû di nava êşên qirêj û gemariya pergala baviksalar de, lê îro bi saya xebatên we yên giranbiha rûyê me geş bûye weke Hîlala Zêrîn. Rûyê me wekî welatekî dubeş bûbû. Di milekê de bûbû viyan, di milê din de jî birînên di encama siyaseta qirker, zilm û zordariyê yên nepêçiyayî hebûn. Rondikên min jî vegeriyabûn xunava li ser pelên daran. Ev rondikên min ji ber kêm hevaltî û nebûna bersivan li beramberî rastiya Rêbertî, erk û berpirsiyartiyên demê dibûn.
Lê belê xewn û xeyalên min tim û tim ew bû ku ezê bibûmû kevokek, di bin asîmanên şîn û li ser behra girava Îmralî bifiriyama heya gel We û li ber pencereya xorfa hûn têde ne daniştibama. Minê wî deriyê qefilkirî ya ku bi komploya navdewletî re li ser we hatiye girtin vekirîba û wê roja reş vegeranda roja ronahiya azadbûna fizîkî ya Rêberê xwe.
Ev êş û keserên ku min birîndar dikin ji ber rastiya ku we ji gel dûr xistin û wiha kirin ku em û gelê Kurd bikarin xwe bigihînin we Rêberê min.
Komploya ku li ser we pêşxistin, li ser cewherê jinên wekî her yekî me jî pêkhatîbû.
Rondikên min tu carî nasekinin ji ber bêbextî û reşiya li ser We hatiye kirin. Lê hêviya xwe qut nakim, hîn bêhtir xurt dikim Rêberê me yê zayînan. Bi hêviya ku carekî din di nava baxçê gulan de û di bin şewqa tava rengîn de, nîşaneya biryardariya dîtina we em hêviya xwe geş, xurttir dikin.
Rêberê me yê giranbiha, ez hertim tînim bîra xwe ku rastî her rastî ye, lewma jî serkeftin ye hertim li gel rastiyê bimîne. Kes nikare rastiyên we yek bi yek vekiriye, berfirehî aniye ser ziman berovajî bike.
Tu hezkirin nagihêje heskirina me ya ji we re Rêberê min. Bi dilê jinekî û bi hezkirina evîna xwe ya azadiyê hedef û armanca me bîstûçar saet bi we re bi ruh, can û fikir jiyan kirine Rêberê min…
Bi hezkirina asîmanên tijî stêrk
Bi hezkirina tirêjên tavê ya ku têhn dide baxçê gulan
Bi hezkirina ava Ferad û Dîcle ku hêz û bereketa xwedavendan di xwe de dihewîne
Bi hezkirina azadiyê
Ez ji We hezdikim Rêberê min
Roja ku cara yekemîn bû
Min we dîtibû li baxçê gulan,
Di Ekademiya azadiyê de
Roja ku min We hembêz kiribû bi kêfxweşiya dilê xwe
Bi dîtina cara duyemin, bi hêviyekî hîn xurttir
Cardin ez We hembêz dikim bi dil û can…
Berîvan Azadî