Jixwe tevlîbûna hemû malbatan a şer ne gengaz e. Ez vê mijarê li ser vê bingehê jî nîqaş nakim. Di asta têgeh de diyar dikim. Her kes nikare vê saziyê derbas bike, hun jî nikarin derbas bikin. Ger hêza we hebûya niha hunê bibana serokekî baş, şervanekî rizgariyê yê baş. Ez jî nikarim derbas bikim ango ez şervanekî dijwar im, lê belê hîn jî ger ez weke rojane bi xwe mijûl nebim, ev dê min jî daqurtîne. Ango pirsgirêkeke ev qasî zehmet e. Weke meseleya kunên reş, bûyereke ku her tiştî dadiqûrtîne. Saziyeke ku ji hezaran salî hetanî niha hatiye.
Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bêguman dema ku ez dixwazim pirsgirêka Kurd çareser bikim, ez bi şervanên me yên ku navên wan nehatine dayîn, ku ji komara tirkiyê û ji hêzê emperyalîst xetertir in ve mijûl dibim. Ez bi xortên me yên egît ên herî navdar ve mijûl dibim. Gelekî şer dikin, dayîk vê tînin ziman, lê belê hêsan şehîd dikevin. Ez dixwazim pêşiyê li vê bigrim, lê belê çareya li hemberî vê rewşê weke ku dayik dikin girîn nîne. Gelo ji bo çi ketine vê rewşê, ev ciwan ji bo çi bi rengekî nayê hêvîkirin diçine şehadetê? Divê ez vê yekê çareser bikim.
Dema ku ez dixwazim vê çareser bikim, mixabin ez neçar dibim ku li ser şêwazê mezinkirina van ciwanan bisekinim. Mezinbûn jî ji heft saliyê pê ve tam felaketek e. Şêwazê mezinbûnê ya di nava malbatê de îro van kesayetan carekê ve dibe tunebûnê. Bêguman ev êşeke mezin e. Dayîkek ji bo kurê xwe yan jî ji bo keça xwe digrî. Di rastiyê de bi hezaran rêhevalên min ên weke çiya hene. Van tenê di dil de dayîna jiyîn têr nake. Divê van di mêjî de çareser bikin û temenên wan dirêjtir bikin. Ev pirsgirêkeke gelekî mezin e. Ji bo vê jî gelo tiştê ku zilam wisa tune dike ev qasî lewaz dike çî ye? Nikare bihizire, xeteriya li pişt were nikare bibîne. Ez vê hindekî bi malbatê ve girê didim. Ez vê ji bo pêdiviya şerekî çareser bikim, pêk tînim. Di vir de hîn gelek hêman hene. Derdê min bêguman rizgarkirina hemû malbatan an jî gotina “hun hemû werin, bi malbata xwe ve tevlî şer bibin” jî nîne. Ev ne gengaz e jî û pêwîst jî nake. Lê belê emê têgeh û rêber pêş bixin, emê jin û zilamê rêber derbixine holê.
Ger em ji pirsa we kiriye re li bersivê bigerin, ev qutbûneke mezin pêwîst dike. Niha gelek nivîskar dibêjin, ev gelekî zehmet e. Xort û keç dema hatine hejdeh saliya xwe dikevine nava sewdaseriyeke tirsnak û neçarin bikevinê. Ez jî wisa bûm, ango gotina vê ne şerm e. Lê belê ev jî dibe ketin. Feraseta sewdaseriyê ya wiha misoger tê wateya xwarina derbeyeke mezin a duyemîn. Sewdaserî bi xwe qutbûna ji hizir û bi rengekî çavreş ji her cureyê koletiyê re derî vekirinê pêwîst dike. Ev tê wateya ketina mezin a hestyariyê, ketina mêjî ya mezin û jihêzketinê. Rewşa ku piştî zewacê derdikeve holê bi taybetî pirsgirêkên aborî û ketina di asta jiyanê de –bêguman divê mirov qet li çand, huner, asta jiyanê û fîzîkî negere- rewşeke tirsnak e. Xortek û keçeke ciwan dema hatin bîstê xwe, asta wan a di nava hilberîneriya civakê de tune dibe û ev arîşeyeke mezin e. Jixwe ev di refên me de weke mirovên ji me re herî zêde pirsgirêkan derdixin derdikevine pêşberî me. Ji bo em şervanekî biafirînin, neçariya perwerdekirina ku nayê xeyalên mirovan ji nû ve afirandina dil û weke piralî pêşxistina mejî û heta fîzîk em bikevine nava xebatekê wiha derdikeve holê. Çareyeke ku me ji bo vê peyda kiriye bûyera qutbûnê ye. Lê belê ev gelekî zehmet e.
Vaye em di vê mijarê de ji xwe re şehîdên mezin ên jin esas digrin. Ez her dem dibêjim, rastiya Zîlan, rastiya Zeyneb Kinaci di rastî de ji bo me wasiyetek e. Min ji Zîlanê nexwest ku çalakiyeke wisa bike, lê belê ew bi biryara xwe ya kesî ve çalakiyeke wiha dike. Sê nameyên xwe yên weke wasiyetê hene. Ji bo me ew her dem neçare were balkişandin. Ev her yek manîfesto ne. Çawa were jiyîn û divê çawa were şerkirin, bi hizirandina xwe, bi bîrdoziya xwe, bi feraseta xwe ya rêxistin heta çalakiyê ve datîne holê. Em nikarin bêrêziyê li vê bikin. Rêheval Zîlan jî zewicî bû, lê belê derbeya ku di şexsê xwe de li saziya malbatê daye heye. Dîsa azweriyeke jiyanê ya mezin ku ew dixwaze heye. Vê jî dizane ku divê li hemberî kîjan dijmînî û bi kîjan şêwazê bike. Vê çalakiyê bi bedena xwe bi xwe pêk tîne. Ji aliyê me ve ev bûyereke pîrozbûnê ya mezin e. Bi ji nedîtî ve hatinê axaftin nabe. Di rojên wiha de di rastî de divê ev kesayet werin bi dest girtin. Em van weke kesayetên herî pîroz dibînin.
Ger bal were kişandin xwediyê çalakiya wiha di dîroka mirovahiyê de jî gelekî bi sînor in. Dibe ku ji hejmara tiliyên destekî derbas nabin. Ji ber wê jî em neçar in cihê wê di nava jinên hemû cîhanê de gelekî baş deynin holê û girêdaniya pêwîst nîşan bidin. Ji ber ku ev nirxên pîroz in. Di dîrokê de ji bo van tê gotin, ezîze û ferîşte. Ev kesayetên ku divê di vê astê de werin destgirtin in. Di vir de qutbûneke mezin heye. Tenê ji zilam ne, ji hemû pergalê ji hemû kirêtiyan, ji hemû zincîran qutbûneke balkêş heye. Li gor min ev bûyereke mezin e. Tiştê ku dikeve ser milên me şîrovekirina vê ye, teorîk kirin e û ew kirina sedema fermanekê ye. Ji ber ku encamên ev bûyera pêk hatiye bide me hene. Dibe ku di wasiyeta xwe de di nameya xwe de ev neanîbe ziman. Emê van nameyan hevok bi hevok, peyv bi peyv şîrove bikin, vê ji diliyê nîşan bidin û di xwe de pêk bînin. Naxwe, ji Zîlanan behskirin dê bibe durûtî ku li gor min hêmaneke herî xeter jî di vê mijarê de durûbûn e.
Rêber APO