Rûmet Qoser
Em saleke bi wate û dagirtî li du xwe dihêlin. Nirx û hêjayên ku em gîhandine sala 2014 an, em bi rêzdarî bibîr tînin. Bi taybet di Tekoşîna Azadiya Jina Kurd de nirxên ku em bi wate kirine û bi kesayeta xwe bûne mînakên sedsalê weke Rêheval Sara, Rêheval Leyla, Rêheval Fîdan, Rêheval Rojbîn, Rêheval Rûken (Çewlik) û bi sedan Rêhevalên Tekoşîna Azadiyê bibîr tînin.
Di encama tekoşîna Jina Rêxistinkirî û zane de gavên ku hatine avêtin û destkeftiyên ku hatine destgirtin mîrasa azadiya jinê bilindtir kirine. Her xebata ku bi navê Azadiya Rêber APO hatiye destpêkirin di navbera girava Îmraliyê û jina bi navê azadiyê tevdigere de astengiya heyî kêmtir kiriye û rêya name û ragihandinan daye vekirin. Di encama agahiyên ji Rêbertî hatine girtin de asta tekoşînê hîn zêde hatiye bilind kirin û di her qada jiyanê de bûye hêza çalekiyên mezintir. Bi taybet peyama Rêber APO ji bo newroza 2013 an, pîrozbahiyên 8 ê adarê, di vê salê de bûne gavên sereke. Di heman demê de di destpêka salê de şehadeta fermandar, rêheval û şoreşgera mezin rêheval Sakîne di tekoşîna azadiya jina Kurd de bandoreke pir mezin daye çêkirin. Ji mezinbûna vê reşkujiyê, bi hezaran caran zêdetir xwedî derketina li merasîma van rêhevalan çêbûye. Bi taybet di nava hêzên çepgir, civaknas azadîxwaz û demokrat de bandora van şehadetan pireke mezin di navbera jina Kurd û jinên cîhanê de daye çêkirin.
Di vê salê de di eniya şer de Jina Kurd bi ezmûn û zanînên xwe yên gêrîlatiya hemdem asta şer derbasî çalekiyên serbixwe û şikandina êrîşên dijmin yên pir dijwar kiriye. Di her aliyê Kurdîstanê de tekoşîna çekdarî bi taybet di aliyê mîlîtanên azadiyê yên Jinên Kurd de şerê germ gîhaştiye lûtkeyê. Rexmî agirbesta yek alî ya bi Komara TC. û Hukûmeta AKP ê re di her firsendê de êrîşên dijwar hatine pêşxistin û rû bi rûyî bersivên mîlîtanên azadiyê mayîne.
Bi taybet di Rojava de Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd bi pêşengiya jina Kurd hatiye berdewam kirin. Di tekoşîna Rizgariya Netewî ya Gelê Kurd de beşê herî zêde bi şerê dijwar û tûnd re rû bi rû maye beşê Kurdîstanê yê Rojava ye. Bawerî û îmana ji bo şoreşa Azadiyê ku bi Rojava re hatiye avakirin bûye sedem ku keçên ciwan di nava YPJ de cihên xwe bigirin. Ciwanên Kurd û yên netewên cûr be cûr di nava YPG de cih bigirin. Dayik û mezinên bi temen bi amadekariyên nan û avê şoreşa ciwanên xwe temam kirine. Şer û pevçûnên di navbera hêzên çekdar yên mîlîtanên APOYÎ û hêzên dagirker de hatiye berdewamkirin roj bi roj bi bersivên operasyonên şoreşgerî qad û tax dane rizgarkirin. Ev bi hêz û tekoşîna fermandariya jina Kurd, bi ked û helwestên dayikên Kurd, bi zanebûn û çalekiyên ciwanên Kurd hatiye pêşxistin. Bi vî ruhê hevpar û baweriya azadiyê ya gelê Kurd yê Rojava re girêdayî netewên Ereb jî beşdarî û hevkariya xwe ji tekoşînê re dayîne çêkirin. Ev weke destkeftiyeke berbiçav destnîşan dike ku rizgariya gelê Rojhilata Navîn bi Rizgariya Gelê Kurd re girêdayî ye. Di dema niha de zaroka Kurd ya herî biçûk jî dizane ku ev şer wê bi serkeftin û destkeftiyên mezin yên gelê Kurd bi encam bibe. Bi vê zanebûnê ji heft salî heya heftê salê her kesê di eniya şer de cihê xwe digire li ber deriyê mala xwe tekoşîna xwe ya çekdarî û azadiyê berdewam dike. Ev zanebûna hêja ya gelê Rojava dide diyarkirin.
Di encama şerê dijwar de qismê gel yên neçarî goçberiyê bûyîne û dibin serweriya Hêzên Başûr û TC. de mayîne li benda vekirina deriyên sînor û vegera warê xwe mayîne. Ji ber ku ew bixwe jî têgihiştine ku her nirx li ser koka xwe mezin dibe. Dûrketina ji berxwedan û tekoşînê nabe jiyana hêsan. Dibe reva ji xwebûyîna xwe. Di encama vê goçberiyê de herî zêde jin û ciwan mexdûr bûn û ji mafê xwe yên berxwedanê bêpar hatin hiştin.
Civakên di dema şer û pevçûnan de mafên xwe yên berxwedanê bikar naynin rû bi rûyî gelek êrîşên dijmirovahiyê tên. Di vê demê de ev maf hebûn û tinebûna gelan destnîşan dike. Di vê salê de di encama şer û pevçûnan de herî zêde jinên ne rêxistinkirî û ne di zanebûna mafê parastina xwe de hatin lêdan, kuştin, destavêtin û reşkirin. Ev jî pêwîstiya berfirehkirina Tekoşîna Azadiya Jina Kurd destnîşan dike. Di eniya şer û jiyanê de xwe gîhandina her jinan û zanebûna rêxistinê parvekirin weke erka sereke dikeve pêşiya me.
Di hemû şer û pevçûnan de armanca hêzên statukoperest û îktîdarperest di nava gelan de parçebûnan ava bike û bi awayên komikên biçûk di bin serweriya xwe de bide meşandin. Ev armanc bi rêbazên şerê germ, şerê sar, şerê derûnî tê berdewamkirin. Lê belê di sedsala 21. ku mirovahî êdî dendike jêr atomê lêkolîn dike de rêbazên şerê serdema navîn tên meşandin. Xwe ranegirtina hêzên dagirker li hember tekoşîna azadiya gelê Kurd û şerê gel yê şoreşgerî xwestine bi dîwaran asteng bikin. Bilind kirina dîwarên şermê di rastiya xwe de, xwe veşartina dijmin di pişt dîwaran de ye. Cihê xwe parastinê bi vê şêweyê ava dike. Lê belê ev dîwar di nava Kurdan de ji parçebûnê zêdetir hevsengiyê ava dike. Ev hevsengî heya niha têrê nekiriye. Bi çalekiya berxwedêner Ayşê re bisînor maye. Ev berxwedaniya hêja bi pêşengiya jinê her çiqasî gihaştibe armanca xwe jî, ev dîwar divê bi çalekiyên cûr be cûr were herifandin û kevir li ser kevir nemîne. Çalekiyên şermezarî û rexnekirinê dîwaran ji holê ranake. Diviyabû tu kesî nikaribûna li ser xaka me ya pîroz ev dîwar ava bikirana. Ji ber van sedeman tenê bi çalekiyên şermezarî û alîgiriyê dîwarên şermê ji holê nayên rakirin. Ev şermezarkirin û alîgiriya çalekiyên şermezariyê bi xwe hinekî şermin. Di zanîna xwebûyîna xwe de cihê alîgiriyê tine ye. An hebûn an jî tinebûn mijara gotinê ye. Di vê wateyê de li hember dîwarên di mejî û di navbera gelan de çalekiyên hebûn û tinebûnê dibe parçeyek şerê gel yê şoreşgerî.
Ji aliyê tevgera azadiya jina Kurd de, ev zanebûn û ezmûnên mezin bi komcivîn, konferans û civatan heya astekê hatine parvekirin. Bi taybet dikare were gotin sala 2013 di vê wateyê de bûye sala kongre-konferans û civatan. Di her parçeyê Kurdîstanê û bi taybet di herêmên parastina medya de asta xebatên rêxistinî bi kongre û konferansan hatine destgirtin û sala 2014 an bi bernameyên bi hêz û dagirtî tê pêşwazîkirin. Beramberî xebatên rêxistinî yên herêmên parastina medya di eniya gel de platformên giştî yên hatine lidarxistin bûne çavkaniyên bingehîn ji bo gîhandina jinan û hevpariya jiyana azad. Di vê wateyê de 1. Konferansa Amedê ya ku hatiye lidarxistin bûye bingeha têgihiştin, hevparî û xwe bernamekirina pêşeroja jinan. Encamên niqaşên konferansê û bi taybet bi peyama Rêber APO ya Newrozê re girêdayî pêşwazîkirina pêvajoya nû, di raya giştî ya cihanê de bûye hevgirtina hest û hizrên jinan.
Di van platformên azad de rewşa jinan bi ziravî hatiye destgirtin û nîqaşkirin. Asta tekoşîna azadiyê her çiqasî ji hemû deman zêdetir berbi serkeftinê de çûbe jî bi armanca aliyên kêm û lewaz werin derbaskirin rewşa heyî hatiye nirxandin û bi perspektîfên Mirovê Azad Rêber APO re girêdayî asta berfirehkirina xebatê hatiye armanckirin. Bi taybet di 6. Civata KJB ê de rewşa xebatên têkiliyên bi netew û rêxistinên din re hatiye destgirtin. Asta şoreşa Jinên Kurd ji bo xwe bigihîne hemû jinên cîhanê û yek dil û yek mejî gav werin avêtin rêyên nîqaşê hatine vekirin. Ev bûye çavkaniya berhevkirina hemû berhemên azadiyê ku di aliyê xwe de cardin werin bijiyankirin. Her reng, her ziman, her netew di binya xwe de bi parvekirina hestên jiyanê cardin xwe nûkirine. Carna jinan bi wêneyekî mîlîtaniya xwe ev hestên xwe parvekirine, carna bi aligîriya tekoşîna rizgariya jinan bi çalekiyên xwe yên cûr be cûr li xwe xwedî derketine. Rexmî hemû dûrbûn û parçebûnan di rastiya xwe de jin tu carî ji hevdû dûrneketibûn. Di sala 2013 an de hevpariya jinên cîhanê di van kongre û konferansan de cardin xwe rû daye û soza tekoşîna dewlemend hatiye dayîn. Encax ev soz li doza Sara’yan û bi hezaran şehîdan were. Bi taybet 1. Konferansa jin ya rojhilata navîn bi soza xwedî derketina doza Rêheval Sara hat li darxistin.