Tekoşîn Bi Biryardariya Sara’yan Dimeşe

0Shares

Em, jina tekoşer, damezrînera partiya me PKK’ê, pêşenga berxwedana destanî rê heval Sakine Cansiz û milîtanên tevgera jin Fidan Doğan û Leyla Şaylemez di 9’emîn salvegera şahadetê de bi hesret û rêzdarî bibîrtînin.  Wekî Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê li hemberî bîranîna şoreşgera mezin, heval Sara ku her kêliya jiyana xwe li dijî faşîzmê bi şerekî mezin derbas kir, soz didin em ê ji hemû hêzên di vê komkujiyê de rol lîstine hesabekî dîrokî bipirsin û di şexsê hersê jinên şoreşger de tola hemû jinan hilînin. Em ê di sala 2022’an de tekoşîna bi biryardariya Sara’yan dimeşînin faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.

Rê heval Sakîne, Fîdan û Leyla, di 9’ê Çile ya sala 2013’an de li navenda modernîteya kapîtalîst, li Parîsê ku bi demokrasî û hiquqa xwe pesnê xwe dide, li ber çavê mirovahiyê hatin qetil kirin. Di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn û rayedarên Tirkiyê li xwe mukir hatin ku bi plangeriyek ev qetlîam pêk anîne. Rûxmî vê îtîrafê, bêdengiya dewlata Fransa eşkere dike ku ev qetlîam jî wekî berdewamiya komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO, bi hevkariyeke pir alî pêk hatiye. Ger ne wiha ye, tevî ku rayedarên Tirk qetilkirina hersê jinên Kurd qebûl kirin, ev bêdengî ji bo çiye? Heta dewleta Fransa û daraza wê li hemberî komkujiya li dijî her sê jinên şoreşger pêk hatiye helwest negire, ne pêkane xwe ji şirîkatiya qetlîama bi destê dewleta Tirk pêk hatiye rizgar bike. Wekî jinên Kurd, em careke din banga xwe dubare dikin, divê dewleta Fransa li hemberî qetlîama kujerê wê diyare di zûtirîn dem de helwesta xwe bi zelalî diyar bike. Bila baş bê zanîn em ne vê komkujiyê, ne dema pêkanîna wê, ne jî hedefgirtina damezrînera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurd rê heval Sakîne û her du hewrêyên xwe, ji rêzê nabînin.

Komkujiya di 9’ê Çile de li hemberî pêşengên şoreşa jinê li Parîsê pêk hat, nîşaneya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd û gelê Kurd e. Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst û hevkarên wî hêzên desthilatdar ve bi armanca tasfiyekirina tevgera azadiyê pêş ket. Di demekî ku Rêber APO ji bo çareseriya demokratîk îradeyek mezin diyar kir de qetilkirina rê heval Sara, peyamên pir alî dida. Ji ber wê Rêber Apo komkujiya li Parîsê, wekî qetlîma duyemîn ya Dêrsimê û helwestekî li hemberî xwe pênase kir. Bi vê qetlîama re diyar bû ku dewleta Tirk ne pêvajoya çareseriyê, pêvajoya qirkirina gelê Kurd û plana çong danînê bi hevkariya hêzên navnetewî xistiye meriyetê.

Komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO pêk hat, bi qetilkirina heval Sara re hat nûkirin. Hedef ew bû ku pêşengên di destpêka şoreşê de bi Rêber APO re di damezrandina Tevgera Azadiyê de cih girtine tine bikin. Her wiha hêzên faşîst baş dizanin ku mezinahî û cûdahiya tevgera me bingehê xwe ji azadiya jinê digre. Tirsa wan ya mezin jî ji vê ye. Çawa ku heval Sara, di zîndanê de li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê, weke jineke Kurd bi wêrekî û vîneke mezin tif li rûyê faşîstan kir, serî netewand û helwestekî dîrokî raber kir, îro jî bi hezaran şopdarên Sara li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li çiyayên Kurdistanê, li zîndanan û hemû qadên jiyanê bi biryardarî hesap ji dagirkeran dipirsin û şerekî mezin dimeşînin.  Ji ber wê li hemberî jinên Kurd ên ku cewherê xwe ji helwesta keça dêrsimê ya berxwedêr Sara digrin li tevahiya Kurdîstanê rastî êrîşan tên. Di kesayeta şoreşgera mezin heval Sakîne Cansız de, xwestin paradîgmaya azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd gerdûnî dibe têk bibin. Piştî komkujiya li dijî hersê jinên şoreşger, li çiyayên Kurdîstan pêşen û mîlîtanên tevgera me, li Bakur pêşengên rêveberiya xweser, li Rojava pêşengên şoreşê, di nav siyaset û zindanan de siyasetmedarên jin, jinên welatparêz ên xwedî helwest di encama vê konsepta de rastî qirkirin û tundiyê hatin.

Wekî Partiya Azadiya Jinên Kurdîstanê, em carek din dibêjin, tu komkujî û êrîş nikarin pêşî li meşa me ya azadiyê bigirin. Tirsa dewleta Tirk û hêzên komploger ya ji hêza jinan ne vala ye. Hêza jina azad wê teqez dawî li faşîzmê û desthilatdariya mêr-dewletê bîne. Wê meşa azadiyê ya jinan ku her diçe mezin dibe, bi çalakî û rêxistinî dibe, wê zihniyeta qirker têk bibe. Ji ber şehadeta hersê jinên şoreşger û hemû qetlîamên li dijî jinan êşa me mezin e. Lê bi qasî mezinahiya êşa me, hêrsa me ya li dijî zihniyeta qirker û îdîaya me ji bo azadiyê jî ew çend mezin e. Bila dost, dijmin û tevahî gelê Kurd bizanibe, wekî jinên Kurd heya yek ji me jî hebe, em ê bê westan û bê dudilî têkoşîna li dijî faşîzmê bimeşînin û bi hesap pirsîneke dîrokî komplogeran têk bibin û jiyana azad misoger bikin.

Em, careke din pêşenga nemir rê heval Sakîne, Rojbîn, Ronahî û di kesayeta wan de, sê têkoşerên tevgera jin Sêvê, Pakîze û Fatma ku bi heman şêwayê ji aliyê  dewleta Tirk ya faşîst ve di 4’ê Çile ya 2016’an de li Silopê hatin qetilkirin û hemû şehîdên meha Çile birêzdarî bibîr tînin. Em bi boneya salvegera 9’emîn ya komkujiya li Parîsê, bang li tevahî jinan û dostên gelê Kurd dikin li gel tekoşîna jinên Kurd cih bigrin, ji bo dewleta Tirk ya ku sucên dermirovî dike û bêdengiya dewleta Fransa ya li hemberî vê komkujiyê dakevin kolanan, hesap bipirsin, tekoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.

Koordînasyona PAJK

    

 

 

Attachment