Têkiliyen Azad Û Bê Dewlet

0Shares

Esra Bilge

Ji bona civak dîrok; nêrînên dayik û bavê wan, çanda wan, zimanê wan, destan û efsaneyên wan, çîrokên wan, têkiliyên navbera civak, têkiliyên civak û xweza, têkiliyên ferd û civak, kinc û cilxwekirina wan, navê zarokan, saziyên di nav civakê de hatine ava kirin û hwd. dikare pênase bike. Mirov dikare pir tiştê din jî di nava vê pênaseyê de bi cî bike. Belê, ev di heman demê de dibe bîra civakê. Di nav vê bîrê de tiştekî şaş bêfêhm kirin, ferbuyîn, vegotin an ji îdrak kirin; jiyana rojane jî xirab dike. Ji ber ku civak dîroka ji xwe hê zdigire û jiyana xwe ya rojane jiyan dike. Sazî û dezgehên polîtîk, perwerdeyê civakê eger xwe nikaribin biparêzin, xwe pêş bixin û xwe bi hêz bikin wê ev civak bikeve nav lepê desthilatdaran. Hêzên ku bixwaze xwe li ser civakek bike desthilat, di nava saziyên civakê de xwe bi cîh dike û mejiya ji xwe re dike kole. Wek wîrusekî xwe di nav bîra civakê de belav dike, şerekî pir Dijwar di nav civak û desthilatdaran de destpê dike. Eger ku civak ber bi vê xerabûnê bertekekî daneyne, ev xerabûyîn wek jiyanek normal an ji wek çandekî kevnar tenê wê bê naskirin.

Dema ku şaristani xwe ava kir, pişt re pêl bi pêl xwe belav kir. Wê demê bi derew û durûtî re xerakirin dest pê kir. We demê destê desthilatdaran pir bi hêz bu, avabûyina şaristaniyê de rista desthilatdariya zilam pir mezin e. Lutkeya şaristanî ya niha ku gihîştiyê û serê mirovahiyê pir diêşîne netew dewlet e. Şaristanî pergala ku xwe dispêre derew, zilamê desthilatdar jî dixwaze ku netew dewlet bigihine astekî pir jor. Karê ku netew dewlet girtiye ser mile xwe jî ev e; heta niha di bîra civakê de çi hatiye çêkirin ku civak têr dike, mezin dike, dide jiyîn hemû yan xera bike û cihên wan ji tiştên bênasname bi cîh bike.

Di heman demê de dîroka netew dewlet jî ne demeke pir dirêje. Netew dewlet dîrokê xera dike û nêrineke wisa derdixe holê; qey dîroka netew dewlet dîrokêk pir dirêj e. Ev feraset zanyari ye, modernist e û armanca wê jî; wekî ku netew dewlet ewel û ebed e dide nîşandan. Lê belê em dîroka civaka temaşe dikin rastiyekî wisa nîne, him nine him jî dîroka netew dewlet em pir zorê bidin jî, heta dîroka 1789 piştî Şoreşa Fransîve em dikarin bibin. Em dîsa jî bibêjin ku ev dîrok ji bo ava kirina bingehê netew dewlet jî dîrokek pir zû ye. Ji ber ku netew dewlet di nav civakê de bejna xwe di qirnê 18.-19. de avet. Dîroka netew dewlet a Rojhilata Navin tenê ev sedsalên dawi ye, em nikarin pir bi dûr jî bibin.

Dema ku netew dewlet ava bu, piştî wê pir bi zû xwe di nav civakê de belav kir. Civak ji bona xwe rê ve bibe hin sazî û dezgeh jibo xwe ava kiribu. Netew dewlet ev sazî û dezgehên civak dagir kir û wateya wan saziyan guhert. Ev sazî û dezgeh ji ber pergala netew dewlet kêm dima ji ber wê yekê ew sazî hatin zêde kirin. Sazî û dezgehên nû jî hatin ava kirin. Di destpêkê de dîrok an jî bîra civakê hat xira kirin di nav wê de, di heman demê de civak bê perwerde, bê polîtîka, bê parastin, bê aborî, bê hawîrdor, bê tenduristî hat hiştin. Ji xwe perwerdeya xwe ji destê desthiladaran dîtibu. Çalakiya wê ya yekem li ser jinê çêbu. Di encamê vê çalakiyê de jin di pergala netew dewlet de statûyek civakî hatibu dandin; di nav malbata netew dewlet de zarok xwedî kirin. Dema ku bû êvar ji mêrê xwe re xwarin çêkir û xulamtiya mêrê xwe zêdetir ti bandorê wê tine bu. Karkerek bêxeq, amûrê modayê, heta wekî amûrek xistina netewên dîtir, kurt û kurmanci wekî amûrêk desthilatdariyê hati nişandan. Derweyê nasnameya civaka xwazayî hemu tiştên ku ne baş ji bo jin hatibu gotin. Ev jî kêm bu, netew dewlet li ser civakê çi êrîş çêkiriba jin weke çekek dihat bikaranîn. Ji ber ku jin di nava civakê de heri zêde di nava liv û tevgerê de bu. Her tim ji bo civak kar û xebata xwe berdewam dikir.

Desthilatdarî formeke zihniyeta zilamsalarî ye. Di nav dîrokê de li hemberî desthilatdariye tim û dayîm berxwedan çêbûye. Jin him xwe him jî civak parastiye. Pêwiste hemûtêkoşîna mirovahîyê em wek nirxek bibînin û li ser wê jî nirxê zêde bêne kirin.

Em êdî dizanin ku civak li derdora jinê de ava bûye. Lê şaristanî niha gihiştiye astekî pir zehmet. Zehmetî jî ev e pirsgirêkên civakî ê dem direjî an go em dikarin bibêjin ku binyatî ye (yapısal). Em pirsgirêkê wek pergal nenirxînin. Pirsgirêkên binyatî, çareseriyên binyatî ve bê têkoşîn kirin. Eger ku em pirsgirekê wisa nenirxînin û çareserîyê jî wisa negirin dest azadiya me ji du sê daqîqa bê an jî keraxa du sê kêlî de biçe û bê. Wek reng û weznê jiyanî nabe. Ji bo ku azadî demdirêj û wek heqîqatek bêne jiyan kirin, pergala xwe jî çêbike.

Azadiya civakî, demokrasî, ekolojîkî, aborî, pirsgirêkên polîtîk, mafên çandî, dema ku geş bibe, hêz bibe di heman demê de pewîste parastina wan jî bêne kirin. Ji bo wê jî ne bi tenê saziyên revebirina civakî, bingehê rebazê jiyanê de hinek guhartin pewîste. Netew dewlet çavkaniya xwe ji desthilatdariya zilam digire. Netew dewlet li kuderê xwe saz kiribe, pêwîsteli wêderêsaziyêcivakî û exlaqî bêne bi cih kirin. Eger ku em netew dewlet bi demokrasî ve dorpêç nekin netew dewlet jiyana me hemû ya wê bi koletî tijî bike.