Zinarîn Amûdê
Em dizanin ku civaka mirovatî, xwe li ser hîmê têkîliya di navbera ferd û civakê de saz dike. Çawa ku mirov nikare hizra ferdê bê civak bike, civak jî bi zanekirina ferdên xwe û perwerdekirina wan pêşeroja xwe dixe ewlehiyê û her wiha digre nava garantiyê. Asta civakê ya çandî û exlaqî ji bo avakirina ferd diyarker e. Çawa ku masî dema ji avê qut dibe nikare bijî, ferdê ku ji civaka xwe were qutkirin jî nikare xwe bide jiyandin. Ger ev yek ji hêla bedenî ve nebe jî ji hêla ruhî ve ew mirov tê qedandin.
Pergala desthilatdar, îro herî zêde li ser têkîliya ferd û civakê êrîş dike. Ji ber ji hêza civakê ya komkirî ditirse, ji bo wê jî tevahiya hewldana wê ji bo perçekirina civakê ye. Vê yekê bi rêbaz û taktîkên cûr be cûr dixîne pratîkê. Çawa ku me gotibû civak xwe li ser hîmê têkîliya di navbera xwe û ferdên xwe de avadike, pergala desthilatdar jî xwe li ser hîmê siyaseta ‘perçebike û bide meşandin’ mezin dike. Ji ber çiqas perçe bike ewqas jî dikare têxe bin kontrola xwe û ewqas dikare li gorî berjewendiya xwe bide bikaranîn.
Di navbera hêzên desthilatdar û hêzên civakî yên ku xwestine hebûna xwe ya civakî biparêzin de, jixwe herdem têkoşînek hebûye. Kesên ku ji civakê re di vê armancê de pêşengtî kirine bûne hedefa pergalê ya sereke. Ji ber pergal wer bawerdike ku bi têkbirina pêşengan wê bikaribe civakê jî bêdeng bike, yan jî têxe bin destên xwe. Di dîrokê de gelek caran ev nêzîkatiye rû daye. Lê bi keda pêşengên ku civak ji her milî ve amade kirine û asta xwe birêvebirin û baweriya serkeftinê avakirine, civaka exlaqî û polîtîk zû bi zû hilnaweşe û ji doza xwe paş ve namîne. Ya ku Rêber APO dixwaze di cavaka Kurd de avabike jî ev aste ye.
Vê pergala ku gelek serok û rêber bi xefik û plansaziyên xwe yên hovane bê terdud ji holê rakir, nikarîbû bi heman rêbazê nêzîkî Rêber APO bibe. Ji ber dizane hêza ku Rêber APO di nava gel de avakiriye wê ji vê re rê nede. Dizane girseya Rêber APO çiqas mezin e. Ne tenê Kurd, heke di nava rastiya tevgera PKK’ê de jî em mêzebikin, diyar dibe ku ji destpêka avakirina tevgera Apocî heya roja me ya îro ji pir netewên cûda jî tevlîbûna nava refên şoreşê heye. Tirk, Ermen, Çerkez, Laz, Tirkmen, Ereb, Ecem, Elman û hwd. ji netewên cuda û gelên cuda yên ku fikir û rêgeza Rêber APO a azadiyê hembêz dikin û di vê rêyê de heya îro jî têkoşîn dikin. Ev yek dide nîşandan ku tevgera Rêber APO ji destpêkê ve bûye tevgera gelan. Ji ber felsefeya Rêber APO ya jiyana azad, felsefeyek e ku rizgariya mirovatiyê bi giştî dihewîne. Felsefeyeke ku li dijî hemû ferasetên paşverû yên ku ji hêla pergala desthilatdar ve têne meznikirin, têdikoşe. Ew feraset bûne sedema dijminatiya di nava gelan û her wiha bêdadiya di nava civakê bi xwe jî. Lewma her ku hêza Rêbertî, ji hêla hêzên desthilatdar û dagirker ve hate naskirin, şêwazê komplo û pêkanîna wê mezin û berfirehtir bûye.
Ji ber vê rêbazê ku dixwazin pê Rêber APO bêbandor bikin, rêbazeke binekol (sînsî) û pir zirav e. Bi tecrîda li ser Rêber APO, armanc ew e ku wî hêdî hêdî ji holê rabikin. Pergal bi vî awayî dixwaze jê tol hilîne. Ev rêbazeke ku bi carekê de nakuje, her rojê hêdî hêdî dikuje. Li cem vê dixwazin her kesê bi Rêber APO û doza azadiyê ve girêdayî, fêrî jiyaneke bêyî Rêbertiyê bikin. Têkîliya Rêbertiyê ji her kesê şopdarê meşa ber bi azadiyê û heqîqeta jiyana ku daye destpêkirin e, qut bikin.
Tecrîd û rastiya wê rêbazeke herî zalimane û hov e ku mirov li ser mirovan bi kar bîne. Ev hukmeke ku di rastiya mirovatiyê de gerek tinebe. Ji ber mirov zindiyeke ku difikire, dipeyîve, lêhûrbûn çêdike. Lewre jî pêdiviya parvekirinê dibîne, pêdiviya ku bi mirovan re bipeyîve, bikene, li wan guhdar bike, ev mafê her mirovekê yê xwezayî ye. Lê mirov ji vê mehrûmkirin, feraseteke çawa ye? Di dil xwe de cîhan ji xwe re dibêje “Em di serdemeke pêşketî ya modernîta Kapîtalîzmê de dijîn!” Di dema koletiyê de jî pergala ku li ser koleyan hatibû avakirin evqas bêrihm nebû, çawa be jî ji kole re dîsa hin maf dihatine naskirin, qe nebe bê têkîlî nedima. Ya rast ew serdem li gel serdema me ya niha gelek masûmane bû.
Birastî ewqas kîn û nefreta hêzên desthilatdar li hemberî Rêber APO ji çi tê?… Ji bo ku mirov vê hîna baştir fêmbike, pêdiviya me bi naskirina Rêber APO û her wiha bi naskirina ferasetên desthilatdaran hîna bi awayeke berfirehtir heye. Di dema berê de ku komplo dihate şîrovekirin, me digot ji ber em dewletek serbixwe û azad dixwazin (yanî paradigma me li gor vê bû) lewma dijberên me ewqas bi ser me de tên, ji ber vê jî Rêbertî hate hedefkirin. An jî me digot ji ber ku Rêber APO ji bo azadiya gelê Kurd dest bi tevgereke rêxistinî kiriye, lewma dijmin me wek terorist bi nav dikin. Lê şîroveyên bi vî awayî jî dida nîşandan ku naskirina hêza Rêber APO û her wiha ferasetên desthilatdar, ji hêla me ve çendî teng û ji hin rastiyên pir zirav dûr bû. Herçiqas paradigmeya me ya berê li ser esasê Kurdistaneke serbixwe û serxwebûnê jî bû, lê hatina pergalê ewqes bi ser Rêber APO, ne tenê ji ber vê sedemê bû. Vaye gelek kes, ên ku wekî rêber jî xwe bi nav dikin daxwaziya dewletê dikin. Heta ji bo Kurdan jî li hin cihan dixwazin dewletekê ava bikin, lê ti pirsgirêka hêzên desthilatdar bi van kesan re tine ye. Heta dibe destek jî. Lê mijar dema dibe Rêber APO, pirsgirêk hinek cuda dibe. Ji ber felsefeya Rêber APO û rêgezên ku pê tevdigere, bi ya pergalê re nabe yek. Her wiha ji bo pêkanîna plan û projeyên xwe yên li ser mirovatiyê, ramanên rêber APO asteng dibînin.
Rêber APO, di hevdîtineke xwe de carekê wiha dida xuyakirin: “Ne hûn ji nêzîkatiyên min tê digihîjin, ne jî dewlet.” Em pir caran dibêjin “Em serokatî fêm nakin, an jî me fêm nekir.” Bêgumam sedemên vê jî hne ji ber em di xweguhertinê de pir giran in, an jî tenê ji kesên derveyî xwe guhertina hêvî dikin. Lê Rêber APO li hemberî pergala desthilatdar di serî de xwe kire alternative. Modêla pergala Demokratîk a xweser di kesayeta xwe de avakir. Negot ka bila pergal xwe biguherîne, ez ê piştre xwe biguherînim. Cewaziya Rêber APO ji gelek rêberan jî yek jî ev e.
Rêbertî, diyardeya desthilatdariyê di hemû ziraviyên jiyanê de şîrove kir. Lewma jî di mijara pirsa “Jiyana Çawa” gelek rawestiya. Jixwe ev pirs hîna di zarokatiya xwe de bi şêwazeke cuda dipirsî. Ew giyana zarokatiyê ya paqij ku nikare neheqiyê daqurtîne, di xwe de parast. Ji ber vê jî dibêje “Azadî di zaroktiyê de destpê dike.” Pir caran gotiye “Ez zarokekî pêncî salî me.” Ji ber ew xwezaya zarokan ku herdem bi pirs û mereqê li jiyanê temaşe dike, her di kesayeta xwe de parast. Wiha bû ku Rêbertî, ticar xwe nexiste nava qaliban, negot ez heta cihekê hatime ji hêla zanebûnê û avakirina xwe de, ev jî bes e. Lêgera Rêbertî ya xwe gihandina weteya rast, herdem li pêş bûye. Dema ku tevgera Apocî da destpêkirin jî herçendî bi armanca avakirina dewleteke azad ji bo Kurdan dest bi tekoşînê kiribe jî, lê gumanên Rêber APO ya li hemberî rastiya dewletê, ew ber bi pênaseyên hîna rastir ji bo azadiyê ve bir.
Dema ku em dibêjin Rêbertî mîna gerdûnê ye, an mîna rojê ye, ev jî van taybetmendiyên wî yên herikbar tê. Ji ber gerdûn bixwe jî bêsînor e, yan jî hîna sînorê wê yê dawî nayê zanîn. Rêbertî bixwe jî di herikîna fikir û raman de bêsînor e, xwedî feraseta jiyanê ya bi gelek rengan e. Lewma em di têgihîştina wî de gelek caran kêm dimînin. Me deriyê dîtina xwe ji gelek rengan re girtiye û em bi hinek rengan re sînordar mane. Em ji bîr nekin ji rewşa ku Rêber APO tê de ye, bi qasî rola desthilatdarî û dostên sexte, hevaltiya me ya kêm jî jê re bûye zemîn.
Cidiyeta Rêber APO, ji hêla dost û dijmin ve tê zanîn. Ji ber di Rêbertiyê de yekbûna di navbera fikir, zikir û çalakî heye. Hêza yekirina gotin û sekn derxistiye holê. Taybetmendiyên Rêber APO ku hêzên dijber bitirsîne pir in. Rêbertî hemû veşartiyên pergalê derxistiye holê. Dîrok, civak û jin her sê rastiyên ku pergal pê leyîstibû û berovajiya rastiyên wan, bi xwe dabû nîşandan, ji nû ve bidestgirt. Bi derketina van rastiyan û bi hêzkirina wan re, derbeyeke herî mezin li pergalê hate xistin.
Hêzên dijberî azadiyê bixwe jî ev hêza guhertin û werguhertina ku Rêber APO di kesayeta xwe de ava dike û paşê jî li hawîrdora xwe dide avakirinê, dît. Pergal ji bo ku civakê mehkûmê neguhertinê bike, bi navê zanistê mentiqa qederê pêşdixîn. Her wiha di mejiyê mirovan de rewa dike, ku ev jî ji feraseta ol û dogmatîzmê jî hîna bi xetertir e. Îro di bin navê nexşeya gen, di bin navê hin teoriyên sosyolojîk civakê dixapîne. Lê Rêber APO ev tezna hemû pûç kir, hêza mirov a hundirîn derxiste holê. Da nîşandan ku em şaş hatine mezinkirin. Hêza mirov a mûdaxelekirina ji xwe re avakir. Rêber APO da nîşandan ku azadiya mirov ji fikir ve destpê dike. Zanebûna ku li ser esasê naskirina heqîqeta jiyanê di mirovan de dema pêşdikeve, tehemûla wî ji derewên xapînok re namîne. Ev jî mirov têkoşer dike û dike xwedî helwest. Ew taybetiya ku pergala desthilatdar hewldide di mirovan de bide cemidandin.
Şert û mercên ku îro Rêber APO tê de dijî ne normal in. Birastî dema ku mirov li ser dihizire, ev pirs pêşdikeve ka Rêber APO çawa tehemûl dike? Lê jixwe Rêber APO bersiva vê pirsa me pir berfireh daye. Rêbertî ev sêzde sal e li hemberî sîstema Îmraliyê (ev ji bilî rastiya wê ya hewayî) di nava berxwedaneke ewçend bi vîn de ye ku têgihîştina mirov têrê nake û mirov matmayî dihêle.
Tecrîda ku îro li ser Rêber APO tê meşandin, tecrîdkirina mirovatiyê ye, ji ber ku dixwazin mirovatî ji fikir û ramana azad qut bikin. Ev yek di xwezaya wan a desthilatdar de heye. Desthilatdarî ticar naxwaze mirovatî azad bijî. Ji ber li cihê ku azadî hebe, desthilatdarî nikare xwe bide axaftin, nikare xwe bi hêz bike.
Me gotibû Rêber APO, roja gelê Kurd e û her wiha roja mirovatiyê ye. Ji ber ku Rêber APO bi fikir û ramanên xwe gelan ronak dike. Gelê Kurd ê ku berê newêrîbû bi zimanê xwe yê Kurdî du peyvan bi dengekî bilind biaxive, îro li her derê li hemberî tirsa mirinê, meydan dixwîne û bi zimanê xwe dewa mafê xwe dike, mafê xwe yê sereke jî îro azadiya Rêber APO dibîne. Ji ber vê jî durûşmeya ku îro pê serî radike û têdikoşe wiha ye “Bê Rêbetî Jiyan Nabe!”
“Kes Nikare Roja Me Tarî Bike!”
Jixwe Rêbertî mirovekî azad e, lê ji bo mirovên azad cihên azad layîq e. Lewma gelê Kurd û Tevgera Azadiyê heya ku Rêber APO, ji wê şertê rizgar nebe, wê ticarî ji vê durûşmeya xwe paşve nekişe. Serkeftinên îro gelê Kurd bi perspektîfên Rêbertiyê qezenc kiriye, hezkirina têkoşînê, baweriya serkeftinê û eşqa azadiyê ya ku careke din Rêber APO di her miroveke Kurd de ji nû ve da şînkirin, hêviyên pêşeroj û jiyaneke azad bi Rêbertî re hîn û hîn mezintir dike.