Me ji çend şagirtên dewreya Şehîd Nûda, xwest ku weke jineke Kurd nêrînên xwe di derbarê rastiya tecrîda li ser Rêber APO îfade bikin. Wan jî bi kurtî ramanên xwe anîn ziman ku em bi we re parve dikin.
Rûken Neqede: Pergala sermayedar ji bo di cîhanê de û bi taybet jî li Rojhilata Navîn, hakimiyeta xwe bide afirandin, her tişt kiriye û di vê rêyê de xwîneke zêde rijandiye. Lê heya îro jî nekariye wek ku dixwaze bigihîje armanca xwe. Ji ber gel qebûl nakin ku civaka wan a mirovahiyê bibe fedayê xwedayên bêrihm. Pergala sermayedar hetim hewl dide ku civakê ji exlaq û siyasetê dûr bixîne û mirovan di cehaleta modernîteya şeklî û derewîn de bixapîne.
Lewma jî bi fêrbazî û derewan civakê perwerde dike. Wan fêrî şîdet û tarîtiyê dike, ezezîtiyê bi wan dide nasîn da ku hemû hebûn û bingeha civakê bike ya xwe û bi şûna nirxên civakê, huqûqa sexte, xweperestî, bêrihmî, desthilatdarî, zilm, kuştin, têkbirin û pere bide rûnişkandin. Jin ji her qadê dûr dixîne da ku civakê wiha bi hêsanî tine bike. Wek dêwan hemû berhemên xwezayê dadiqûrtîne û mirovan di mencelîqê de hûr dike, bi avakirina civakeke qelb dixwaze hemû gerdûnê jî têk bibe. Civak li jêrê nîrê rewşeke wiha de bû ku Rêber APO derket û li dijî van Qralên piştperdeyê û xwedayên bi maske rewestiya. Bi wêrekiyeke mezin got ku ‘êdî ez destûr nadim hûn jiyanê xirab bikin, li jêr lingên xwe bipelçiqînin’. Malên xîzanan ên bêdeng û tarî bi vê çirûskê ronî bûn û hîsa mirovbûyînê careke din di dilan de hêşîn bû. Ew hestên qeşagirtî germ bûn û pêşdariziyên mêjiyê analîtîk ketin jêrpirsê.
Hemû hêzên serdest li beramberî Rêber APO, ketin nava ta û lerzeke mezin. Wiha jî dest bi êrîşan kirin. Biryar girtin bi komployeke navnetewî Rêber APO tine bikin. Dîlketina Rêber APO komployek dij-mirovahî bû ku ne tenê li ser wî, li dijî hemû mirovahiyê pêk hat. Li wê demê li her dera cîhanê li dijî pergala komploger gelê Kurd dengê xwe bilind kir. Hêzên komploger matmayî man û bawer nedikirin ku Rêber APO di dilê hemû gelê Kurd û mirovahiyê de cih girtiye. Bi taybet jî yekem jinan dengê hêrs û kîna xwe li dijî komployê bilind kirin û bi hemû hêza xwe ve li dijî wê sekinîn.
Jina Kurd bi Rêber APO re xwe naskir û hebûna xwe hîs kir. Dît ku ew jî beşeke civaka mirovahiyê ye û xwedî mafê jiyînê ye. Pê hesiya ku jiyan bê wê tine dibe. Wê, bi Rêber APO re cewhera xwe ku wek remzeke veşartî bû nas kir. Fêr bû ku Rêber APO rêhevaleke rast e ku bi heqîqetê nêzîkê pirsgirêka jinê dibe. Jina Kurd hebûna xwe deyndarê Rêber APO ye. Ji ber vê jî bi jinê li dijî dîlketina wî, bedena xwe kirin pêtên ji agir. Bi agirê bedena xwe bersiv dane dijmin ‘destê ku dirêjî Rêber APO bibe, ew ê bişewitînin’. Di vê rêyê de bi hezaran jinên Kurd tevlî nava refên şoreşê bûn.
Li rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd bi raperîna xwe ya bi heybet li dijî komployê, Îran û cîhan hejand. Jina Kurd bi tevlîbûna çalak di nava refên şoreşê, girêdana xwe nîşanî Rêbertî da û bi dijmin jî da fêmkirin ku ew li dora Rêberê xwe helqeyên ji agir in. Ji komployê heya niha li Rojhilatê Kurdistanê li beramberî rejîma dagirker têkoşîneke mezin tê dayîn û di vê rêyê de şehadetên giranbuha jî çêbûn. Heke em baş lê binêrin, li Rojhilatê Kurdistanê ticar jina Kurd li beramberî hêzên dagirker bêdeng nesekiniye û bi her awayî ku bûye bi sekna xwe ya vîndar û azad ticar teslîmiyet nepejirandiye. Vê kesayeta îsyankar nîşanî hêzên derve jî daye ku wê qet serê xwe li ber wan netewîne.
Di tevgera azadiyê de jî em bûn şahid ku Zîlan Pepûle, Tara, Rûken, Berfîn, Newal, Nûjîn, Feraşîn, Jîn, Dilar û bi sedan jinên têkoşer ên rojhilatî bi têkoşîna xwe di rêya azadiyê de ji bo rojhilatê Kurdistanê bûne sembola berxwedan û jîneke nû. Bi taybet jî Ronahî Rûken (Şîrîn Elemhûlî) li jêr destên rejîma dîktaror a Îranê berxwedaniyeke mezin nîşan da, radestî dijmin nebû û bi kesayeta xwe ya vîndar karî destê Bêrîtan û Zîlanan bigire, wiha jî di navbera jinên Kurd de yekgirtineke ji pola biafirîne. Ronahî nîşan da ku jinên Kurd çendî girêdayî Rêber APO ne û heqîqeta Apoyî fêm kirine. Hemû şehîdên me yên jin sembola sekna xwedawendên jin li beramberî xweda Enkî ne. Rojhilatê Kurdistanê jî bi van lehengên xwe serbilind û girêdayî Rêbertiya xwe ye. Îro jî jinên Kurd li vê beşê bê rawest tevlî refên têkoşînê dibin û bi israr in ku Rêber APO azad bikin.
Dibe ku îro Rêbertiya me di wateya fîzîkî de di nava îzolasyon û tecrîdeke giran de be, lê rojane li ser zimanê her kesê/î ye û di dilê bi milyonan de azad e. Rêber APO azad e. Wê têkoşîn û berxwedaniya me bibe sedem ku em bi azadî hevdîtinê pê re çê bikin. Ev jî yekane xwesteka şehîdan ji me ye.
Evrîm Baran: Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO, hêzên desthilatdar dixwazin hemû destkeftiyên gelê me tune bikin. Dema Rêbertî di sala 1999’an de ji aliyê hêzan navnetewî radestî dewleta Tirkiyê hate kirin, armanc ew bû ku gel û têkoşînê ji Rêber APO dûr bikin. Her wiha nirxên ku bi salan bi kedeke mezin hatibû avakirin ji holê rabikin. Lê di roja me ya îro de em dibînin ku ev plana qirêj bi ser neket. Bi şûna qutbûyînê, di navbera Rêbertî, gel û têkoşîna azadiyê de yekbûyîneke hîna bi hêztir pêk hat.
Di bingeh de yek ji armancên tecrîdê jî li dijî jinê ye. Ji ber ku bi pêşengtiya jina azad ku berhema keda Rêber APO ye, li dijî pergalên serdest, jin fêrî jiyaneke nû dibe û pergaleke alternatîf diafirîne. Hêzên dagirker bi vê tecrîda girankirî dixwazin di kesayeta rêber APO de jin, ciwan, zarok û her wiha hemû civakê bê îrade û bênirx bihêlin. Ev 13 salin li ser Rêber APO tecrîdê didin meşandin. Lê ya ku herî zêde hevgirtin bi Rêbertiya xwe re da çêkirin û di wateya giştî de tecrîd vala derxist, jina Kurd bû.
Di serî de jin, hemû gelê Kurd bi salane di nava berxwedaniyê de ye. Di van 13 salan de gelek çalakiyên mezin hatin li darxistin. Lê ev hemû jî têrê nekirin ku Rêber APO azad bike. Ji bo wê jî gerek dike em bi rêbazên hîna bi bandortir û bi hemû hebûna xwe ve tê bikoşin. Bi taybet pêwîste jin di vê mijarê de hîna zêdetir xwedî hewldan be. Rêber APO deriyê azadiyê ji bo jinê vekir. Ji bo wê divê ku jin jî têkeve nava hewladaneke hîna xurtir da ku Rêbertiya me ji nava dîwarên Îmraliyê derbixîne.
Rêber APO dibêje “Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.” Em jin jî divê bêjin: heya ku Rêber APO azad nebe, jin û civak jî wê azad nabe. Jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd divê li gorî vê yekê tevbigerin û çalekiyên mezin ku rê li ber azadiya Rêber APO veke, li dar bixin.
Necbîr Efrîn: Li ser gelê kurd, di Kesayeta Rêbertî de plangeriyeke pir gemar û qirêj hate pêşxistin. Lê komplo ne bi dîlketina Rêber APO re destpê kir. Bi damezirandina partiyê re lîstokên dewleta Tirk û herwiha paşê jî ji salên 90 pêve di asta navnetewî de komplo berfireh bû. Sedema pêşxistina vê plangeriyê li ser Rêber APO jî ew bû ku, Rêbertiya me li pêşiya planên wan bi taybet li beramberî pergala sermayedariyê astengiyeke mezin ava dikir. Rêbertî ev têkoşîna xwe jî bi awayeke yekgirtî û demdirej di her milî de domand. Rêber APO li yek keleyên Rojhilata Navîn Sûriyê xebata xwe navendî kir û di nava gelê Kurd şiyariyeke bêhempa pêş ket. Gelê me bi hemû hêza xwe li rojavayê Kurdistanê têkoşîna azadiyê hembêz kir. Jixwe rejîma BAS nedikarî li pêşiya lehiya pêşketina gelê Kurd bibe asteng. Ji ber hin sebebên dîrokî jî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de nakokiyên dîrokî hebûn. Dewleta Tirkiye dema destketiyên gelê Kurd didît, bi her awayî dixwest mûdaxele lê bike. Ji ber nedikarî bi serê xwe operasyonekê pêk bîne û hêza wî têrê nedikir, hewara xwe gihande hêzên navneteweyî.
Yekemîn komplo di sala 1996’an bi teqandina erebeyeke bombebarkirî li paytexta Sûriyê Şamê pêşket. Xwestin bi vê teqînê re derbeyê li Rêbertî bidin û di kesayeta wî de jî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê têk bibin. Piştî ku dîtin ev teqîn biser neket, Tirkiyê dest bi tehdîtkirina Sûriyê kir. Ev tehdît bi peymana hêzên navnetewî re ji aliyê DYE ve hate dubarekirin. Di bingeh de DYE dixwest li ser herêma Rojhilata Navîn operasyon bike, li hincetekê digeriya. Ev yek bi peymana Washingtonê hatibû diyarkirin.
Li bermaberî vê rewşê Sûriye ne xwedî wê hêzê bû ku bi tena serê xwe li hemberî hêzên navnetewî bisekine, xeteriya êrîşê neda ber çavan. Ji milekê ve nedixwest Rêbertî ji wir derkeve, lê belê dema metirsiya êrîşekê li pêşberî xwe dît, biryar da ku Rêbertî ji welatê xwe derxîne. Ji ber vê yekê di 9’ê Cotmeha 1998’an Rêber APO Sûriye terikand.
Bi vê yekê re Rêbertî berê xwe da welatên Rojava. Bi derketina Rêbertî re gel nerazibûna xwe li beramberî pergalê di hemû dera cîhanê li welatên Rojhilata Navîn jî nîşan da. Rêber APO plan kiribû ku pirsgirêka Kurd li welatên Rojavayî fermî bike û bi vê re jî deriyê çareseriyê veke. Li hemberî vê helwesta aştiyane û huqûqî, her çû plangerî berfireh bû. Xwestin bi derxistina Rêbertî ji Rojhilata Navîn wî bixin bin kontrola xwe. Jixwe karta Kurd ku bi salan di destên rojava de li beramberî dewletên dagirker hatibû bikaranîn, niha jî karta Ocalan bibû mijara bazarê. Hinek dewletan ew li axa xwe nepejirandin. Hinekan xwestin bazarê germ bikin û bi vî rengî jî xiyaneteke pir mezin li ser Rêbertî û di kesayeta wî de li dijî gelê Kurd û tekoşîna azadiyê hate kirin. Lê gelê me li her çar aliyên cihanê, bi taybet jî li rojavayê welat helwesteke tund nîşanî hêzên komploger da.
Wek Rêber APO jî dide diyarkirin pergala Îmraliyê ne bi Tirkiye vê giredayî ye. Pergala Îmraliyê, pergaleke taybet e ku ji aliyê DYE û NATO’yê ve tê birêvebirin. Ev plangerî bi girtinê re dawî lê nehat, her demekê bi şidandina tecrîdê hate rojanekirin.
Bi taybet jî, ev zêdetirê salek e tecrîdeke girankirî tê meşandin. Ew dixwazin gelê Kurd fêrî bêrêbertî bikin. Rêbertiya me jî ji hemû pêşketinan dûr û bi tenê bihêlin. Da ku Rêbertî ne wek rêberê gelê Kurd, wek takekes bê hesibandin. Vê jî pir bi israr dimeşînin. Dixwazin gelê Kurd bibe civakeke lewaz da ku pergala sermayedar li heremê bi hêsanî desthilatdariya xwe bidomîne.
Lê li hemberî hercure tund û tûjî û êrîşên li ser gelê Kurd û Rêbertî têne meşandin, di serî de Rêbertiya me di nava berxwedaneke mezin de ye û gelê me ber bi azadiyê ve gavên serkeftî diavêje. Tevgera şoreşê li başûrê rojavayê Kurdistan hatiye destpêkirin. Di milê parastinî, siyasî û bîrdozî ev xebat tê berfirehkirin. Hemû beşên civakê li jêr sîwaneke netewî de têne birêxistinkirin. Gelê Kurd rastiya xwe di rastiya tevgera azadiyê, bi pêşengiya Rêber APO de dibîne. Jixwe ji berê ve birêxistinbûneke berfireh di nava gelê me li vê beşê hebû, niha jî ev dibe pergal. Gelê heremê van xebatan ji dil ve pêşwazî dike. Herwiha di qada çand û hunerê de jî gelek xebatên mezin têne kirin.
Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber APO de dibîne. Ji bo tecrîd ji holê rabe û Rêber APO azad bibe, çalekiyên xwe bilindtir dike. Ev serkeftin jî, di xebatên avakirina xweseriya demokratîk a li başûrê rojavayê Kurdistanê de baştir tê dîtin. Careke din hêza ku Rêber APO daye gel û xebata ku hatiye meşandin, encama xwe di xebatên sazûmankirina jiyana azad da dide nîşandan. Lewma jî em dibêjin tecrîd mehkûmê binkeftinê ye.