Kordînasyona PAJK’ê
Tecrîd, di qada navnetewî de bi taybet ji aliyê mafên mirovan ve wek tewanekê tê bidestgirtin. Însan bixwe perçeyek ji civakê ye, civakbûn bi mirov û ramana wî ve pêşket. Lê însanê ku dixwaze bifikire, bi vîna xwe tevbigere, ji bo civakbûyînê tiştên nû avabike, her bi êrîşên dijwar re rû bi rû maye. Pergala Modernîtaya Sermayedar jî bi têgehên xwe ve dike ku ferdiyetê pêşbixîne, vê jî ji civakbûnê qût digire dest. Civak li milekê ferd li milekê dihêle. Ferd bixwe dikeve nava tecrîdeke herî mezin, li jêr desthilatdariya vê pergalê de. Ji ber ji civakbûnê, nirxên civaka xwezayî, ji nirxên dîrokî û jiyana xweşik tê qutkirin. Ev kiryar bi tevahî tecrîdê îfade dikin. Dibe ku takekes bijî û li gor hin tişan tevbigere jî, lê dema ne bi vîna xwe, ji bo berjewendiya pergala desthilatdar tevbigere, bixwe di nava tecrîdekê de ye.
Pergal naxwaze ferd bi vîna xwe ya azad tevbigere. Tecrîda herî giran jî li ser însanên ku wek xeterî têne dîtin, pêk tê. Nahêlin însan şiyar bibe, bifikire û pêşiya wê/wî astengiyên mezin çêdikin. Di vê wateyê de tecrîd kuştina mirovahiyê ye. Tecrîd tinekirina vîna mirovê azad e. Di huqûqa qada navnetewî de jî tecrîd wek sûçeke herî mezin tê bidestgirtin. Lê belê ruxmî ku bi caran di derbarê tecrîdê de nirxandinan dikin, lê di aliyê din de li Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd tecrîdeke giran didin meşandin. Kurd gelek e, lê nayê hesibandin. Dîroka wî nayê qebûlkirin. Têkoşîna wî ya azadiyê nayê dîtin. Di vê wateyê de huqûqa Ewrûpayê li beramberî gelê Kurd di nava durûtiyeke mezin de ye.
Li Îmarliyê jî pergalek hatiye sazkirin ku mînaka wê li ti derên cîhanê nayê dîtin. Pergala Îmraliyê tecrîda girankirî ya herî kûr e. Pergaleke ku ji însanê azad, ji mirovahiyê tol hiltîne. Ji bo însanekê giravek hatiye valakirin, hemû qanûn û pergal li gor tecrîdê sererast kirine. Çima Îmarlî? Ji ber ev pergal bi taybet bi destê Emerîka û Rojava hatiye avakirin. Gelek kesên rewşenbîr û siyasetmedar ku pergalê ew ji bo xwe wek metirsî dîtine, li wir ragirtine. Lê belê ew bi tenê nemane. Lê Îmarlî bi taybet ji bo Rêber APO hatiye sazkirin. Çima? Ji ber Rêber APO ji bo afirandina însanê/a azad tê dikoşe. Ew nebû kesayetekî ku rojava dixwest û hêvî dikir. Di sîstema rojava de heya takekes wek wî bifikire, weke wî tevbigere, encex wiha weke mirov tê hesibandin. Heke mirov li dijî wê pergalê derbikeve, alternatîfa pergalê çêbike, hewl dibe vîna civakê pêş bixîne, ev ji bo desthilatdaran xeteriya herî mezin e. Lewma jî pêwîste nêzîkatiya tecrîdê ya herî girankirî li dijî wî/wê were pêşxistin. Niha jî ew tola xwe dixwazin bi rêya pergala Îmarliyê hilînin. Li dijî vê pêkanînê Rêbertiya me alternatîfa xwe pêşxist û bi berxwedaniya xwe nîşan kir ku ti tecrîd nikare vîna mirovê azad bikuje.
Êrîşên li ser Rêber APO û tevgera me bi êrîşên li ser herêma Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Di dîrokê de jî mînakê wê hene. Li ser Rêbertiya me êrîş û komployeke navnetewî heye. Pêşengtiya wê DYE, Nato û hêzên ku bi wan ve girêdayî ne, dikin. Sedemên vê jî hene. Kesayet, hewldan û têkoşîna Rêber APO li dijî pergala dagirker di asteke pir radîkal de ye. Ew xwedî li nirxên azadî, wekhevî û civakî dertê. Rêber APO teorî, raman, têkoşîn û rêxistina vê jî da avakirin. Gelê Kurd elimand ku li dijî pergala desthilatdar şer bike, li ber xwe bide. Li dora ramana Rêber APO, ne tenê gelê Kurd civakên li Rojhilata Navîn jî li hev dicivin, jê bandor dibin û elaqeyeke mezin nîşan didin. Ev hêza ku li derdora wî kom dibe, ji bo pergala serdest û komploger dibe tehdît û astengiyeke mezin.
DYE li herêma Rojhilata Navîn plansaziyên berfireh dike. Dixwaze ji bo nirxên civaka wir ji holê rabike û bandora xwe li ser wan biafirîne, astengiyên li pêşiya xwe rake. Heke kelem civakî be, an jî kesayet bin wan hedef digire. Di roja îro de bi derketina raman û helwesta Rêber APO re, DYE tevgerê ji bo xwe wek tehdît dibîne. Lewma jî her guhertina ku dixwaze li Rojhilata Navîn bide çêkirin, di destpêkê de êrîşî Rêbertiya me dike. Komploya sala 1999’an di kesayeta Rêbertiya me li dijî gelên Rojhilata Navîn hate pratîzekirin. Yê ku herî zêde civak û takekesa azad diparêze Rêber APO ye. Lewma jî ji bo vê bidin sekinandin komplo pêk anîn. Rêbertî li beramberî vê êrîşê hertim gel û tevger şiyar kir û têkoşîna xwe di asteke bilind de meşand, êrîş bêwate kir. DYE xwest bi girtina Rêbertî, ew gelên ku ji Rêbertî hêz û bawerî girtine bêbawer bixîne. Hestên wan bêwate bike û wiha jî bi xwe ve bide girêdan. Nexasim mûdaxeleya li Rojhilata Navîn bi dîlgirtina Rêber APO re destpê kir. Rêbertiya me bi têkoşîna xwe li Îmraliyê, ev êrîş deşîfre û vala derxist.
Hêzên desthilatdar li beramberî têkoşîn û helwesta Rêbertî û bizava azadiyê, bêdeng nema. Weke mînak dema di sala 2002’yan beriya ku êrîş bibin bi ser Efxanîstan û Iraqê, êrîş li Rêbertî kirin. Ruxmî ku dîlgirtîbû jî li ser wî tecrîd di asta îşkenceyê de zêde kirin. Ji ber ku Rêber APO, hewldanên wan ên komploger îfşa kir. Mûdaxele li Rêbertî û tevgera me kirin. Bi destên hêzên desthilatdar beşên tesfiyekar di nava rêxistinê de ketin dewrê. Hewl dan tevgerê ji moral û baweriyê dûr bixin, perçe û belav bikin ku bikaribin modela xwe li Rojhilata Navîn bidin rûnişkandin. Ji ber Rêber APO di herêmê de ne tenê di aliyê ramanî de têdikoşe, herwiha saziyên wê jî avadike û hizirandinên xwe jiyanî dike. Rêber APO fikrên xwe li beramberî Modernîteya Sermayedar birêxistin kir. Pergala Modernîteyê ku li ser mirov dejenerasyon û rizandin daye çêkirin, nirxên herî watdar bêmene kirine, lê Rêber APO careke din nirxên mirovahiyê hêşîn kir. Wate da nirxên menewî, nirxên çandî û civakî. Wiha jî modela civaka nû derxiste holê. Şêwaz û felsefeya jiyana hevgirtî û dewlemend wek alternatif li dijî êrîşa duyem, derxist holê.
Di dema niha de dîsa li ser Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd û Rêber APO êrîşeke mezin heye. Bêguman çavkaniya êrîşa pergala desthilatdar ji tirsa mezin a li beramberî ramanên Rêbertî tê. Pêngava nû ya mûdaxeleya li Rojhilata Navîn, ev bi saleke bi tecrîda -ya rast ji tecrîdê jî wêdetîr pêkanîna îşkenceyê- Îmraliyê destpê kiriye. Nefes girtin û mafê jiyanê jî ji Rêbertiya me stendine. Ango tecrîd û îşkenceya Îmarliyê û mûdaxelaya li Rojhilata Navîn bi hev re têkîldar in. Ev bi saleke têkîlî bi Rêbertiya me dane qutkirin. Ev saleke dixwazin formeke nû bidin welatên ku ketine nava hewldanên guhertinê. Dixwazin li gor xwe wan ji nû ve saz bikin. Hêza ku li pêşiya vê plane bibe asteng Rêber APO û tevgera azadiyê ye. Ji ber vê nahêlin ku Rêbertiya me bi parêzer û malbata xwe re ango bi gel û cîhanê re têkîldar be. Em nêzîkatiya ji Rêber APO re tenê wek mijara ku takekesekê digire nava xwe, nagirin dest. Bêguman pir bi plansaziyeke mezin, bi tevlîbûna pir dewletên desthilatdar li dijî ramanên Rêber APO êrîşeke mezin tê kirin û bi vê rêyê dixwazin ku pêşiya helwesta ku têkoşîna me ya azadiyê, bigrin. Wiha jî bikaribin pergala xwe ya desthilatdar li herêma Rojhilata Navîn bidin rûnişkandin. Em, Rêber APO wek takekesekê nagirtin dest, kes jî nikare dîlbûyîn û rewşa heyî ya Rêbertiya me wek ku tenê yek kesê elaqedar dike, binirxîne.
Hêzên desthilatdar hewl didin li van axan hakimiyeta xwe bidin çêkirin û berjewendiyên xwe zêdetir bikin. Wiha jî di nava lêgerînekê de ne. Ew hêzên ne li gor berjewendiya wan bin, divê werin tesfiyekirin. Siyaset li ser vê bingehê dimeşe. Pergal bi taybet li ser vê yekê disekine ku hêzên nêz xwe, bi pergalê re bike yek, ger tevlî nebe jî mafê wî yê tinebûnê heye, mafê wî yê jiyanê nabe.
Rêber APO ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîneke bi 40 salan daye meşandin. Li ser Rêber APO jî polîtîkaya wan her wiha bû, li ser ferz dikirin ku “An tê wek me bifikirî, yan jî mafê te yê jiyanê namîne!” Rêber APO, ne tenê ev 13 sal e, bi qasî 40 sale, heta ji zarokîniyê ve, hertim di helwest, têkoşîn û sekna xwe de nîşan da ku jiyana heyî qebûl nake. Di vê seknê de serdestî û bindestî nepejirand. Rêbertî hertim dijberiya jiyana ku li ser gelê Kurd dihate sepandin, kiriye. Rewşa malbatê, desthilatdariya li ser civak, ferd û jin qebûl nekiriye. Bi awayeke dayîmî di nava berxwedanê de bûye. Têkoşîna xwe jî mezin û bilind kiriye û heya roja îro anîye. Ji însanê mirî û tinebûyî, însanê zindî avakiriye. Ji însanê Kurd ê kor û lal, Kurdê azad afirandiye. Di roja îro de Kurd diaxive, dihizire, ji bo berjewendiya xwe tevdigere. Lêgerînên wî/wê yên azadiyê li pêş e. Ev nirx jî bi keda Rêbertiya me hatin afirandin. Rêbertiya me ev 13 sale jî li Îmraliyê her di nava helwesteke azadîxwaz de ye.
Mirovek encex bikare heya astekê li bermaberî nêzîkatiyên ku bi vîn, heysiyet û rûmeta wî/wê dilîze, sebr û tehemûl bike. Lê di kesayeta Rêber APO de em dibînin ku berxwedanî û têkoşîn pîvana herî sereke ye. Teslîmnebûyîn pîvana herî esas e. Di kesayeta Rêber APO de jiyan, bîrdozî, felsefe û mirovahiyeke nû, vîna gelên Rojhilata Navîn tê temsîlkirin. Gel berjewendî û pêşeroja xwe di wî de dibînin.
Rêbertî, rewşa li Îmraliyê bi vegotina “Ez xistime nava çaleke mirinê!” wek tabûtekê girte dest. Pergal di navbera jiyan û mirinê de sînorek hiştiye. Wiha jî dixwazin Rêbertiya me bixin jêr kontrolê, jê tewîzan bigrin, wî teslîm bigrin. Bi dîlgirtina Rêber APO re wer hesibandin ku vîna gelê Kurd li jêr destên wan de ye û gelê Kurd di nava tecrîdê de ye, êdî em çi bixwazin dikarin li ser Kurdan bimeşînin. Ji ber Kurd di dîrokê de her wek koz û kart hatine bikaranîn. Her hêzekê ji bo berjewendiya xwe li ser Kurdan polîtîka kirine. Lê belê di kesayeta Rêber APO de ev rewş guherî. Rêbertî êdî nehişt ku Kurd werin şuxulandin. Rêberiya me pêvajoya bi 13 salan a li Îmraliyê bi “Zayîna Sêyem” binav kir. Zayîna Sêyem tê wateya pêvajoya çareseriyê. Rêbertiya me li Îmarliyê dîroka mirovahiyê ji nû ve nivîsî. Serdest hertim îdea dikin ku dîrok bi wan destpêkiriye û wê bi wan re bi dawî bibe, lê belê Rêbertiya me da diyarkirin ku dîrok bi civakbûna însan pêşketiye, bi nirxên gel û jinê avabûye ku di wê demê de qet serdest li naverastê jî tinebûn. Heya civakbûyîn hebe, wê dîrok jî dewam bike. Rêbertî ew zihniyeta ku dîrokê diyardeyeke demkin û nemayînde dihesibîne, vala derxist û pûç kir.
Herwiha Rêbertiya me civakbûyîn, dewlet û mînaka civaka exlaqî û polîtîk tehlîl kir. Rastiya civak û takekes ji nû ve danî hole. Mentiqa ku dibêje “hertişt bi dewletê re heye, dewlet nebe wê civak tinebe, wê dîrok û pêşeroj tine be, wê raman û pêşketin tine be!” berovajî kir. Diyardeya ku heya îro bûye sedem nirxên gelan têk biçin û werin tinekirin, rastiya dewletê ye. Bi rêya avakirina dewletê vîna mirov ketiye jêr koletiyê. Bi vê mentiqê re hertişt ji bo desthilatdar û dewletê tê dîtin. Ji bo vîna civakê tiştek nayê hiştin. Rêbertiya me, ev têgihîştina xelet deşîfre kir. Dîrok ji nû ve nivîsand. Ev jî helwesteke dîrokî ye. Pergala serdest wer nîşan dide ku hertişt ji bo takekes e. Lê Rêbertiya me ev jî qebûl nekir û nîşan da ku civak ji ferd pêk tê, lê bi tenê takekes jî nikare bijî, wê bêarmanc be.
Huqûqên navnetewî herdem behsa azadî û mafê mirovan dikin. Îdea dikin ku temsîliyeta wekhevîtî û biratiya gelan dikin. Lê belê Rêber APO ev derewa wan jî danî holê. Ji bo Rêbertiya me teslîm bigrin di pergala Îmraliyê de hertişt mûbah dîtin. Jê re hate gotin “Ku tu tewîzan nadî, em ê jehrê bidin te, ku tu teslîm nabî, em ê li te îşkence bikin, em ê te bixin nava tabûtê de!” Her tişta li Rêbertî hatiye ferzkirin, Rêber APO red kiriye. Ev jî sekneke dîrokî, berxwedaneke bêhempa ye. Rêbertiya me heysiyet û rûmeta mirovahiyê di nava şertên dij-mîrovahî yên Îmarliyê bi vîneke mezin diparêze.
Rêber APO di nava pêvajoya Îmraliyê de, ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan paradîgmayeke nû li ser bingeha azadiya gelan, azadiya zayendan, azadiya civakê pêşxist. Ev jî bersiv û helwesta li beramberî tecrîd û komployên hêzên dagirker e. Parêznameyên Rêbertiya me ji bo birînên gelan bû dermana herî baş.
Niha di cîhanê de lêgerên bizavên mûxalîf pir li pêş in. Xwe birêxstin dikin. Ji ber di nava mirovahiyê de aciziyeke pir cidî heye, nema civak dixwaze rewşa heya niha serdest dubare bijî. Mijarên wek ‘azadî, sosyalîzm, kesayeta azad û avakirina civaka azad’ bi berfirehî têne nîqaşkirin. Di vê çerçoveyê de lêgerên berfireh hene. Lê belê di aliyê bersivdîtinê de pirsgirêk heye. Bi taybet mirov dibîne ku Rojhilata Navîn di nava hewldan û lêgereke nû de ye. Pergal jî hewl dide xwe nû bike, lê nikare. Ji ber ji rastiya civakî ya herêmê re nabe bersiv. Dîrok û mantelîteya civakê nizanin. Yekane çavkaniya ku mirovahî ji bo pirsgirêk û lêgerên xwe bersiv dibîne; parêznameyên Rêber APO ne. Niha di qada civakî ya cîhanê de mirovahî bi liv û lebateke nû rû bi rû tê. Li Rojhilata Navîn, bandoreke erênî ya têkoşîna gelê Kurd xuya dike. Di vê wateyê de paradîgmeya Rêbertiya me xeta herî bingehîn a civakbûyîna azad e. Ji ber ji pirsgirêkên heyî re şêwazên çareseriyê digire nava xwe.
Rêbertiya me, di kêleka mijarên ku me da xuyakirin, ji bo aştiyê jî têkoşîneke mezin daye. Di pêvajoya beriya wê de têkoşîn û çareserî li ser bingeha pêşxistina şer bû. Lê Rêber APO ji bo aştiyeke mayînde li Kurdistan, herêm û cîhanê de çêbibe, heya îro têkoşîneke bilind meşandiye.
Parêznameyên Rêbertiya me ku manîfestoya şaristaniya demokratîk e, bandoreke pir li pêş li ser gelê Kurd jî kiriye. Gel dît ku xwedî çandeke dewlemend, xwedî dîrokeke kevnar û nirxên mezin e. herwiha Kurd pêhesiyan ku di kîjan mijaran de wenda kirine, çima ji aliyê hêzên serdest ve hatine bikaranîn, pêwîste li ser kîjan bingehê bijîn. Ango gelê Kurd hebûna xwe û bingeha çareseriya pirsgirêkên xwe di vê manîfestoyê de dîtiye. Lewma jî gelê me bi 13 sale ku bêrawest li ser piyan e, di nava berxwedaniyeke mezin de ne. Di roja îro de têkoşîna gelê Kurd gihiştiye wê astê ku nema dikare paşve bizivire, berê xwe daye azadî û pêşeroja ronî. Bi taybet jî li dora Rêber APO kom dibe, ji ber hebûna xwe di kesayeta Rêbertiyê de dibîne. Ji ber wê ye ku gelê Kurd ji bo azadiya Rêber APO bi 24 seatan li ser lingan e. Xeta Rêber APO xeta azadî, wekhevî, biratiya gelan û sosyalîzmê ye.
Êrîşên li ser Rêber APO têne kirin yekser li ser gelê Kurd, jina Kurd û mirovahiyê têne kirin. Têkîliya Rêber APO û gelê Kurd pir kûr e. Di cîhanê de ti gel li dora rêbertiya xwe evçend kom nebûye. Elbet sedemên vê jî hene. Kurd di rewşekê de bûn ku nasname, çand, ziman û dîroka xwe nedizanî. Xwe yê hinekan didît. Rêber APO Kurd ji vê cendereyê derxist. Ew kire yê wî bixwe. Ev jî di encama têkoşîna bi 40 salan derkete holê.
Pergala desthilatdar, bi taybet jî rejîma faşîst a Tirk ku nûnertiya wê hukûmeta AKP’ê dike hindî ji destên wan tê dikin ku gelê Kurd ji nirxê wî bidin dûrxistin. Ev jî siyaseteke taybet e ku dîroka wê heya 80 salan diçe. Gelê Kurd beriya tevgera azadiyê, ti tişt derveyî mala wî tine bû. Ew mal jî ne ya wî bû. Ji bo vê malê jî şer dikir, seba bihusteke axê, seba mirîşkekê şer dikir. Siyaseta dagirker li ser civaka Kurd ev hişmendî serwer kiribû. Cîhana Kurdan bi mal, malbat û zarokê wan bisînor bibû. Nêrîn, aso û hişmendiya wan encex evqas bû. Rêber APO, ev zihniyet şikand. Di dîrokê de mînaka vê jî tineye. Hewldanên Hz.Mûsa, Hz.Îsa û Hz.Muhemed çêbûne, wan jî di demên xwe de pir tişt şikandin, lê belê ne bi qasî ku Rêbertiya me di asta zihniyetê de guhertinên bingehîn dane çêkirin. Piştî ku zihniyeta kevneperest ji hêla Rêbertiya me ve hate şikandin, gelê Kurd bi fikir, hest û hemû hebûna xwe ve bi wî ve hate girêdan. Kûrbûyîna pêwendiya Rêbertiya me û gelê Kurd ji vê rastiyê çavkaniya xwe digre. Em dibînin ku Kurdan ji bo doza azadiyê dev ji mal, ax û gundê xwe berdane. Her roj bedel didin, li kolanan têkoşîn dikin. Zarokên xwe dişînin şoreşê. Ji ber baweriya xwe bi vê ramanê anîne û pêhesiyane ku azadî, hebûn û watedarbûyîna wan bi Rêbertiyê re pêk hatiye. Vê jî tevneke qahîm ku nayê qetandin di navbera gel û Rêber APO de raçandiye. Kes jî nikare dest bide vê sînorê. Jixwe êrîşa herî mezin ji hêla dijmin ve ji bo hilweşandina vê têkîliyê tê birêvebirin. Bi qasî saleke dixwazin Rêber APO ji gel û rêxistinê qut bikin. Ji bo gel ji Rêbertî dûr bihêlin, gel bêyî rêber û pêşeng bikin wiha bi tundî êrîş dikin. Lê gelê Kurd bi vê siyaseta ku civakê dike kole hesiya ye. Lewma jî bi 13 sale ku ji qadên têkoşînê danakeve xwarê. Ji vir pêve jî çendî êrîş û taktîkên gemar pêk bînin jî wê nikaribin gel û Rêber APO ji hev qut bikin. Şiyarbûneke mezin di nava gel de heye. Jixwe siyaseta beriya 15 salan dihate meşandin ne wek ya îro ye. Ji ber Rêber APO bi wan û hemû cîhanê da qebûlkirin ku gelê Kurd heye û xwedî çand e. Dijmin êdî nabêje ku “Kurd tine ne.” vêcarê jî dixwazin nirxên ku Rêbertiya me daye çêkirin û Rêbertiyê ji hev cuda bikin. Bi vê armancê jî şêwazên cûrbecûr bikar tînin. Ol, bawerî, çand û ziman dikin amûr. Tenê ji bo gel ji vê ramanê dûr bixin. Di bingeha êrîşa li ser Rêber APO de ev rastî veşartiye. Lê belê di encama berxwedaniya gelê me, ya Rêber APO û tevgera azadiyê polîtîkayên heyî hemû vala derdikevin. Wek mînak pêşketinên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê vê îsbat dikin. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî girêdana bi Rêbertî re her xurt dibe. Komplo bi pêşengtiya DYE û Tirkiyê wer dike ku yekîtiya di navbera gelê Kurd ku mîrateyeke têkoşîna Rêbertiya me ye, xirab bikin. Her hêz li pey wê ye ku Kurdê xwe biafirîne. Dibêjin “Kurd heye, lê yê min e!” Ev siyaset bi taybet li başûrê Kurdistanê tê meşandin. Pevçûna li Rojava jî li ser vê bingehê ye. Di bingeha êrîşên AKP’ê li ser Sûriyê jî mijara Kurd veşartiye. Ji ber naxwazin Kurd di herêmê de statûyê bidest bixin. Lê belê gelê Kurd bi her rêbazê didin diyarkirin wê bi çanda xwe ve ayîdê xwe bijîn. Divê gelê me vê pêvajoyê bi şiyarî û zanebûn baş binirxîne. Em wek gel ji qonaxeke hesas derbas dibin.
Tevgera Azadiya Jinê hema bêje saleke hemleyeke berfireh bi armanca ‘azadiya Rêber APO û dawîkirina girkirinê!’ daye destpêkirin. Vê hewldanê bandoreke erênî jî çêkir. Jina Kurd bi çalekî tevlî têkoşînê dibe. Di eniya pêşer de jî li ser jinê êrîş zêde bûne. Di nava têkoşîna bi 40 salan de her ku jina Kurd xwedî li nirx û hebûna xwe derket, li ser vîn û rûmeta wê êrîş hatin pêkanîn. Lê belê di salên dawî de her ku tecrîd di asta îşkenceyê de giran dibe, parelelê vê bi ser têkoşîna azadiya jinê ve jî tên. Ji bo jin tevlî nava refên şoreşê nebin, dijmin bangewazî dike. Ji bo jin nekevin nava lêgera azadiyê ji wan tê xwestin ku zarokan bînin cîhanê. Hercarê ji bo pêşiya jina azad bigrin, ji hêla hukûmeta AKP’ê ve konsepteke taybet pêk tê. Ji ber ya herî zêde li dora Rêber APO û nirxên şoreşê xwe kiriye çember, xwe kiriye agir û bedelên mezin dide jina Kurd e. Yê ku ji jina kole û belengaz giyana azadiyê afirand jî ramana Rêber APO ye. Îro em encam û destketiyên vê têkoşîna bi salan, dibînin. Hemleya me gihîştiye astekê. Bi xwe re şiyarbûn û baldariyek di nava raya giştî de çêkir. Lê ruxmî vê jî em nabêjin ku têrê dike. Raman û bîrdoziya me ya azadiyê heye, rêxistin û têkoşîna me heye, lê hîna jî êrîşên dijwar li beramberî Rêber APO, tevger, gel û Bizava Azadiya Jinê berdewam dikin. Ev şer bi dawî nebûye, lewre wê têkoşîn jî bidome.
Bihara gelan sala par li herêmê hêşîn bû, bandora ramanê Rêbertiya me li ser pêşketina vê rewşê heye. Îsal jî bihara gelê Kurd destpê kiriye. Kurd ji bo mafê xwe û avakirina pergala xwe di nava liv û tevgerê ne. Lê ya girîng ewe ku gelê Kurd bi pergala desthilatdar re nebûye yek û li dijî wê disekine. Pergal jî dike ku civaka Kurd di nava xwe de bihelîne. Mirov dikare bêje di Rojhilata Navîn de du xet di nava têkoşînê de ne. Ya yekem li ser bingeha desthilatdariyê ye, berjewendiya gelan nagire nava xwe, azadî û demokrasiyeke sexte îfade dike. Ya li beramberî wê jî xeta Rêber APO ye. Li derdora vê xetê ji bo serketina wê gelê Kurd û jin di nava berxwedanê de ne.
Hêzên serdest bi ti awayî naxwazin ku qezencên gelê Kurd çêbibe. Li bermaberî jinê jî konsepta taybet heye. Bi çêkirina valatiyê, dikin ku Kurdê hevkar û xayîn bidin pêş. Jinê jî bi rêya vê polîtîkayê dike hevkara xwe. Daxuyaniyên Leyla Zana û hevdîtinên wê bi Erdogan re vê îfade dike. Wer dike li gor xeta xwe tîp û rastiyeke jinê çêbike. Lewma em jinên Kurd divê bi zanebûn tevbigerin. Biqasî 5 hezar sale ku vê pergalê tiştek nedaye jinê. Wê ji îro pêve mafê jinê bide, hebûna wê qebûl bike? Nemumkun e. Ji bo sîstema xwe saxlem bike, hertim jinê dike amûr. Di rastiya modernîteya sermayedar de em vê nêzîkatiyê bi awayeke şênber dibînin. Ji bo pere û qezencê hertiştekê bikar tînin. Di Kurdistanê de jî pergala desthilatdar dixwaze jina li gor xwe avabike. Pêwîste qutbûneke bingehîn ji vê pergala desthilatdar di aliyê madî, menewî û bîrdozî de were çêkirin.
Gelê me biryar daye ku ji pergalê qut bibe. Gelê me ji herdemê bêtir bihêz û şiyar e. Divê em wek gel bi seferberî di nava berxwedana mezin de bin. Hêzên me yên gêrîla jî li hemû qadan di nava çalekî û berxwedanê de ne. Em bikarin bi raman û perspektîfên Rêber APO pergala xwe ya demokratîk, azad, ekolojîk û azadiya zayendî avabikin. Pêwîste ji bo azadiya Rêber APO, çi ji destên me bê, em hemû hêza xwe bixin pratîkê. Ji bo em îsal bikarin hevdîtineke rast bi Rêbertiyê re çêbikin. Divê qet ji bîr neçe ku azadiya Rêberê me azadiya welatê me, azadiya jin û zilamê Kurd û azadiya mirovahiyê ye.