
Tecawiz ne çand e, bêçandî ye
Zinarîn Amûdê
Gotina çand, herdem ji guhê mirovanre xweş tê. Ji ber ew jî weke gelek gotinan di mirov de hîsa pîvanên xweşik û baş avadike. Bi vê hîsê ger ku em çandê pênase bikin, çand kombûna nirxên hebûna mirov ên wekî ziman, exlaq, irf û adet û asta teyisandina van li ser hizir û tevgera takakes û civakê ye. Li gor vê pênaseyê ger ku em derbikevin rê, çima jibo tecawizê tê gotin çand? Yanî çanda tecawizê. Çima tecawiz bûye çand yan kengî bû çand? Zimanê xwe, exlaqê xwe, irf û adetê xwe çiye? Xwe dispêre kîjan mêzandina jiyanê, yan bi kîjan armancan xwe saz dike?
Bê guman mirov ji van pirsanre tenê weke hin taybetmendiyên rêzkirî nikare bersiv bide, yanî taybetmendiyên wê pir in mîna;talan, hêrsa tehekumê, ezezîtî, ez-navendî, tinekirin, îşkalkirin, bi zorê xistina dest, perçiqandin, biçûkxistin û hwd. Lê ev taybetmendiyana xwe di jiyana mirova rojane de çawa meşrû dikin?Di têkiliya mirovan de xwe çawa didin der, cihên ku ev taybetmedî lê hebin jiyan û têkiliyên mirovan bi çi awayî dibin? Ji ber ev taybetmendî êrîşkerin, Her dem bi awayeke çors û tenê bi awayeke fîzîkî xwe nadin der. Çanda tecawizê bi van hemû taybetiyan re xwe berdaye hucreya mirovan, çi jin çi zilam, takakes an jî civak.
Çanda tecawizê, çandeke wihaye ku tevayî dualîteyên jiyanê li hemberî hev dike dijberên bi nakok, wan li hember hev dike dijmin. Cudahiyan mîna ku pêwîste hev tinebikin, yanî yek rengiyê, yek aliyê, yek hebûnê derdixe pêş. Ji hucreyên mezin heya hucreyên herî biçûk, cudahiya ziman, cudahiya netew, irq, heya jin û mêr dike dijber û zidên hev. Jixwe mirov dibîne yê ku ferasetên nîjadperestiyê, şovenîzmê jî xwedî dike ev çanda tecawizê ye ku bêçandiyê ferz dike.
Ruxmî ku di pêdiviya hebûnê bixwe de dualîte heye,ev dualîte nabe sedema dijberiyê, dibe hîmê cudahiyan, cudahî jî dewlemendî, xweşikbûna jiyanê ya pir-rengî ye. Her civak dema ku taybetmendiyên wê yên civakîbûnê xurt be, ew civak dikare hîn zêdetir xwedî çandeke pir-reng bibe. Jiber civakbûn dibe sedema ku her ferdek bi nirxên komî dijî, bibe xwedî mêzandineke fireh a jînê. Ev nêrîn jî bi xwere hizrên dewlemend û têgihîştinên bi lez di kesayeta mirov de dide avakirin. Lê çanda tecawizê her ku xwe kire îqtîdar, di jiyana mirovan de bê aramî, neheqî, newekhevî, bêexlaqî û pir rastiyên neyînî yên ku di zikhev de pêşket derkete pêşberî jiyana civak û gelan. Ev çand jixwe li dijî jin û gelan pêş ketiye.
Kujerê jiyana rengareng a civakan, ev çanda tecawiz-desthilatdariyê ye. Hişmendiya desthilatdar jiber ku xwedî taybetmendiyên hişk û talankere, her wiha jiber di xwezaya wê de pêşxistina zextan heye, dema ku xwe berdide nav jiyana civakê, nahêle ku ew civak bibe xwedî hêza hizra rast a pir-alî. Jiber ji bo jiyaneke têgihîştî, mêjiyên nerm ku bikaribin nazik bihizire û xweşik tevger bibe pêdivî pê heye. Dema ku rêveberên rast ên civakan nebe, rastiyek weke rastiya desthilatdarî ku li ser hişê mirovan tehekûm dike xwe dide ferzkirin, ew jî dibe qedandina civaka ku xwe dispêre nirxên exlaqî û wê civakê bi pirsgirêkên wek parçebûn, belavbûn û pevçûnê rûbirû dihêle. Jixwe îro jî li her derê cîhanê bi şeran re ev rewş derdikevin holê.
Ji wexta ku birêvebirina civakan kete bin hukmê pergala zilamsalar heya roja me ya îro bindestiya jin, civak û gelan mîna helqeyên zincîrê bi du hev ve hat. Jiber çanda ku li hember civaka li derdora jinê bi awayê komînal dijiya pêşket, xwe sparte hişmendiya serdest. Hişmendiya ku dibêje yek-netew, yek-al, yek-milet, bi vê ferasetê ve jî çawa êrîşî netewên din dike û hewl dide wan ji holê rabike, hişmendiya ku dibêje ez pergala dawî me di cîhanê de wek a sermayadaran. Ji bilî xwe ti pergalên bi formên cuda qebûl nake, heman hişmendiya ku dibêje “yê herî xurt ezim di nava malbatê de, sermiyanê malê ezim, mafê min ku ez jinê li gor xwestaka xwe bikar bînim heye”, ev jî di pergala zilamsalarde weke feraseta zilam di hundirê civakê de xwe dide jiyandin. Jixwe ev ferast e ku her diçe xwe kiriye pergal û qadên xwe yên desthilatdariyê fireh dike.
Jixwe jin netewa herî bindest e. Netewên bindest mîna jinên ku tên tecawizkirin in. Lewma Rêber APO jibo azadiya civakê pirsgirêka jinê wek pirsgirêka sereke rave dike. Jibo ku ji tevahî pirsgirêkên civakanre rast nêzîkatî were çêkirin, pêdivî bi analîzkirina çanda tecawizê ya ku êdî mirov ji çand zêdetir, encax bêçandî bi nav bike heye.
Pergalên desthilatdar bi giştî û pergala sermayedar bi taybetî wek ku pir têgîn di mêjiyê mirovatiyê de bi çewtî daye pênase kirin, rastiya çandê jî li gorî berjewendiyên xwe yên sermayeyê rave kiriye. Jiyana çandî û hemdem wek jiyana modernîteyê dide qebûlkirin. Jiyaneke bêpîvan, bêexlaq, bêhizir, bêhest, bi gurkirina ajoyên mirovan feraseta modernîteya sermayedar herî zêde di kesayetan de sextebûna têgihîştina ji xwe û rastiyan re pêş dixîne. Ev yek berovajiya rastiya çandî ye ku cewhera mirov bi jiyanê re dike yek.
Çand pêdiviya hebûna civaka mirovatiyê ye, encamê taybetmendiya afirîner û xweliqkar a mirove, wetaya jiyanê jî dema ku mirov bi hîsa azadiyê barkirî dijî, dikare ava bike û mezin bike. Jiyana ku li derdora jinê hatiye hunandin çalekiya herî pîroz bûye di jiyana civakan de. Jin di warê biyolojîde û di warê nasnameya civakî de jî li pêşberî jiyanê hembêzker e. Yanî di azadkirin û xweşikirina jiyanê de ya ku herî zêde nirxan pêşdixe jine. Çanda demokratîk jî di eksena jinê de pêşdikeve. Ji demên civaka xwezayî heya roja îro, ya ku herdem herî zêde di ber xweşikirina jiyanê û avakirina civakê de ked daye jin bûye.
Mirov dema ku di ferqa jiyanê de bin, ji xwere têgihiştî bin, dê bikaribin bi nêzîkatiyeke baldar li gor feraseta edaletê bi hawîrdora xwe re di nava têkîliyeke dualî de bin. Ma jixwe çanda demokratîk bixwe jî xweşikbûna li hundirê mirov a ku xwe dertîne derve nîne? Yan jî yekirina giyana ku xwe ji hemû çewtiyan dawerivandiye û hemû mirovên civaka xwe dide teyîsandin nebe, ma çiye çanda demokratîk? Encax bi vê çandê meşrûyeta çanda tecawizê ji holê dê were rakirin.
Di roja îro de, çawa ku gelê Kurd di dîroka mirovatiyê de bûye xwedî roleke girîng ku ev ji hêla nivîskarên derewker yên dîrokê ve hatiye înkarkirin, lê dîrok bi nivîskarên rast re careke din vê rastiya han dinivîse, gelê Kurd di bin rêbertiya Rêber APO de xwedî li vê rola xwe ya dîrokî careke din derdikeve û îro vê hîna bi rêxistinî û zanistî weke pêşengtiya gelan a tekoşîna azadiyê, bi pêşxistina çanda demokrasiyê li hemberî çanda tecawizê têkoşîna xwe bilind dike. Jibo jiyaneke bi bedewî were jiyîn, jibo jiyaneke li derdora azadiya jin were jiyîn xwe dike mînak ji bo gelên herêmê.