Nûjiyan Erhan
Hukûmeta AKP’ê Ji bo di Taksîmê de Leşkergeha Topavêj(topçu kişlasi) çêbike, parka gerê ya Taksîmê xira dike. Li cihekî wek Stenbolê ku her der bi bînayên mezin hatiye dorpêçkirin parkek pir tişte. Ew park ji bo gelê Stenbolê bêhnek paqij e.
Ew park ji bo zarokan pêşeroj e, ji bo kesên ku di wir dijîn cihê bêhnvedan û istirehetê ye. Dibe ku ev tiştana ji bo hukûmeta AKP’ê ku tenê li ser esasê qezencê difikire û tevdigere tiştekê îfade neke. Ji ber ku zihniyeta wan ne di asta fêmkirina pergala ekolojîk de ye. Li gor wan tenê çend darin ku tên jêkirin û wiha ji bo gel xizmetekê dikin. Lê nîzanin ev darana ji mêzîna eko çiqas watedar e. Di zihniyeta kapîtalîst de ku îro berdevkiya wê di Tirkiyê de AKP dike, her tişt ji bo zêdetir qezenckirinê ye, ji bo vê jî ti wateya daran nîne. Bi axaftinên “Emê li Taksîmê mizgeftan jî avabikin” dixwazin hestên olî yê gel bipelînin. Lê belê gel ne ew gelê berê ye ku îstîsmara AKP’ê ya li ser ol dike, nebîne. Îro ji herkesê/î zêdetir kesên oldar dizanin ku di zihniyeta AKP’ê de tenê xizmeta kapatalîzm û serdestan heye û ti feydeya gel tine ye.
Di van rojan li Taksîmê kêliyên dîrokî tên jiyîn. Cara yekemîn piştî 12’ Êlûnê, gelê Tirkiyê li hember bûyereke civakî ewqas hişyar e. Ji her beşê mirov daketin qadan û ji bo xwezayê biparêzin dengê xwe bilind kirine. Xwedî derketinek wisa ji bo gelê Tirkiyê gaveke pir mezin e. Ji her olê, çînê, etnîk û birdoziyê mirovên curbecur li Taksîmê hatin cem hev û li hember hukûmetê nerazîbûn nîşandane. Ev berxwedan xala şikandinê ya pergalê ye, heke gel berxwedana xwe berdewam bike û xwedî pêşeroja xwe derkeve û nehêle ku AKP ji vê zêdetir dîroka Tirkiyê tinebike, wê gelê Tirkiyê baweriya xwe ya cewherî ya ku di 12’ê Êlûnê de wendakiribû qezenc bike. Ew tirs û xofa ku polîs û wesayîtên leşkerî li ser gel dabû çêkirin wê bişkê. Dê gel bikeve ferqa hebûna xwe û wê bizanibe ku hêza wê çiqas e û li hember hêza gel tikes nikare li ser piyan bisekîne. Wê bizanibe ku hêza wê têra hertiştî dike. Ji ber ku bi salan e ew dîktatorî û siya kapîtalîzmê wek çarenûsekê li ser gel tê sepandin. Kes nikare li bin vê zordestiyê bêhn bistîne û vê jî wek tiştek ku nayê guhertin dibîne. Ji bo vê jî Taksîm dikare bibe mîladek.
Xwepêşandanên li Taksîmê vegeriya nerazîbênek li hember hukûmetê û li seranserê bajarên Tirkiyê belav bû. Ji bo piştgiriya berxwedana Taksîmê gelek bajarên Tirkiyê û derveyî welat meş û mîtîng tên kirin. Gelek hemwelatiyên Tirkiyê ku li derve dijîn projeya AKP’ê protesto dikin. Ev jî nişaneyeke demokrasiyê ye. Di gelên demokratîk de li hevdu xwedîderketin heye. Demokrasî xwedî li pêşeroja xwe derketin e, demokrasî derbarê xwe de biryar girtin e, sekneke vîndar e û li hember neheqiyê serî netewandin e. Ev tablo îro di Tirkiyê de tê xêz kirin. Ev jî di her kesê de tovên hêviyê dibişkovîne. Ku gelê Tirkiyê ji xewa 30 salan şiyar dibe.
Li hember şiyarbûna gel, bêguman wek her demê polîsên AKP’ê bi cop, avaşid û bombeyên gazê bersiv dide. Gelek kes hatine binçavkirin û birîndar bûne. Lê belê AKP nizane ku ev bombe dawiya wî jî tîne. Ev bûyer wê bibe dawiya desthhilatdariya AKP’ê. Taksîm wek meydana Tahrîrê lê hatiye. Gel pêl bi pêl ber bi Taksîmê ve diherike. Êrîşên hovane hêrs û kîna gel ya li hember hukûmetê zedetir kiriye. Erdoxan her ku dixwaze çêbike zêdetir noq dibe. Polîs ku Muhafizên AKP’ê ne di hovîtiyê de sînor nas nakin, lê nizane ku ev gel di parastina xwe de, nema ti sînoran dinase.
Taksîm di Tirkiyê de nîşaneya demokrasî û azadiyê ye. Taksîm di dîroka Komarê de yek ji bûyerên yekane ye ku evqas beşên cuda li dor yek armancê li dijî pergalê nerazîbûna xwe anîn ziman. Em hêvîdarin ku wê ji vir pêve li beramberî her cure neheqî, zilm, xirabî û qirkirinê ku ji hêla pergala desthilatdar ve tê meşandin, hemû girseya gelê Tirkiyê bi berxwedan û bilindkirina dengê xwe bibe bersiv.