
Stêrkek Şemitî Dîsa Li Cûdî
Navê Kod: Yildiz Demirdag
Nav û Paşnav: Nûrsel Şîmşîr
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1974-Stenbol
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1992-Stenbol
Cih û Dîroka Şahadetê: 31’ê Adarê 2006 Cûdî
Ya Bedew Nayê Jibîrkirin…
Stêrkekî wisaye ku, ronahî dide her kesê.
Stêk şevan, ezmanan ronî dikin. Her çiqasî ji me dûr bin jî ronahiya ku tu caran nekevin tarîtiyê tînin bîra min.
Her tim behsa dema wateyê dihat kirin,. Gehiştina sirra nepeniya wateyê… Dema digehîjî kûrahiya wateyê jî, xwe gihandina sirra nepeniya jiyanê… Her ku tu digehîjî ew ji te dûr dibin. Wê demê sir çareser dibe û di warê bedewiyan de bi rastiyan re rû bi rû dimînî. Bi kesên mezin re rû bi rû dimînî. Ji vê kêliyê şûnde êdî her tişt ji bo careke din neyê jibîrkirin li ser hişan tê neqşandin. Dibêjin ku yên ‘bedew nayê jibîrkirin’. Bi qasî ku êş û zehmetî di jiyanê de hene, lê yên ku bi jiyanê ve dide girêdan parvekirinên xweş in. Her ku mirov dikeve nav jiyanê û dest bi xwendinê dike, mirov ferq dike ku her însanek pirtûkek e. Ger ev însan mîlîtanê PKK’ê be, xwendina wê hîn xweştir e. Weke deryayek e. Her ku hûn bikevin nav de, dakevin kûrahiya wê de mirovan dibe cihên bê dawî û ya herî bedew jî naskirina însan û xwendina her rûpelek ji însan e.
Av diherike,
Şewqa rojê dide li ser zelalbûna avê
Û
Ez rûyê te dibînim, di zelalbûna avê de
Dibêjin ya ‘navê xwe biguhere ev çîrok behsa me hemuyan dike’.
Navê Wê Yildiz
Yildiz Demirdag di sala 1974’an de li Erzînganê tê dinê. Di sala 1994’an de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Yildiz a ku li metropolên Tirkiyê dimîne û li Tirkiye dibistana weşan-ragihandinê dixwîne piştî demekî ji ber malbata wê li Ewropayê ye diçe Ewropayê. Malbata wê welatparêz e. Li Ewropayê milîtanên tebgera azadiyê nasdike û bêrîkirina wê ya mezin a li hemberî welatê xwe di dilê xwe de mezin dike. Demirdag êriş û zilmên ku li ser gelê wê tê meşandin bi ti awayê qebûl nake, li Ewropayê tevlî xebatên MED TV dibe. Li MED TV demekê dirêk pêşkeşvantiyê dike. Xeyala herî mezin a Demirdag rojekê çûyîna gel Rêber APO û perwerda wî dîtin e.
Diçe Warê Azadiyê…
Di sala 98’an de ji Ewropayê diçe warê azadiyê ango gel Rêber APO. Li hemberî jiyanê sekna wê ya bi hêz a bi îdia, girêdanbûn û baweriya xwe di nav rêhevalên xwe de dibe hevalekê tê hezkirin û jê re rêz tê dayîn. Rojekê li warê azadiya Rêber APO di diyalogekî de ji bo wê dibêje ‘ew jinekê nêzî azadiyê ye’. Ev Demîrdag pir xweş dike. Çavên wê dibiriqe û bersiva diyalogê dide. Di çavên xwe yên reş de her tim hezkirina xwe ya jiyanê dide derdora xwe. Di perwerdê de her tim bi sekna xwe ya bi disiplîn û bi îstiqrar, bi awayekî bi hêz tevlî dibe. Bi destpêkirina komploya navnetewî ve, bi derketina Rêber APO yê ji Surî ew û rêhavlên wê bêyî ku soz bidin Rêber APO ber bi Kurdistanê ve, ber bi xeyalên xwe yên gerîlatî ku bi salan e di dilê xwe de mezin kirine diçin.
Rûxmê ku rêheval Yildiz ji ber şert û mercên wê demê nekaribû soza xwe bide Rêber APO, di kûrahiya dilê xwe de soza layiqbûna Rêbertî dide. Heyanî kêliyê dawiyê ya jiyana xwe xwedî li vê soza xwe derketiye û li her qada ku çûye bi rêhevalên xwe re parvekiriye.
‘Ger Baskên Min Hebûya Ezê Firiyabam’
Dema rêheval Yildiz tê Kurdistanê di dilê xwe de hezkirinekê mezin a welat dijî. Dixwaze bi awayekî têr gerîlatiyê jiyan bike. Daxwaza wê ya herî mezin li çiyayên Kurdistanê bûyîna gerîlayek e û vê daxwazê her tim bilev dike. Dema ku gava xwe ya destpêkê davêje axa welat digot ‘weke ku dilê min ji cih derdiket, ger baskên min hebûya ezê firiyabam’. Rêheval Yildiz her tim hatina xwe ya Kurdistanê û gerîlatiyê weke mucîzeyek didît.
Bi Awayekê Xurt Perwerdeya Xwe Ya Leşkerî Bi Dawî Dike
Li hemberî nêzîkatiyên Rêber APO a li hemberî jinê, weke jinek xwe li ser bingehekê xurt lêpirsîn dike û kûrbûna ku di warê birdozî de digre, hewil dide da ku di warê leşkerî de jî pêş bixe û bi hêz bike. Dixwaze di nav artêşbûna jinê de cihê xwe bigre û di warê leşkerî de tevlîbûnê pêk bîne. Rêheval Yildiz di dibistana Mahsum Korkmaz de dewreyek perwerda leşkerî dibîne û vê dewreyê bi awayekî xurt bi dawî dike. Ji bo rêheval Yildiz a girîng weke jinekê di warê leşkerî de pêşketin avakirin û milên xwe yê kêm bi temamkirinê ve xeyalên xwe yê azadiyê pêkanîn e.
Di perwerdeya ku bi awayekê xurt bidawî dike de çeka ku ji aliyê rêheval Cemal ve jê re tê dayîn maç dike. Rûxmê ku li hemberî vê asta ku xwe gihandiyê ji ber kelecanê lingên wê diricife, hêsirên çavên xwe nikare bigre û van gotinan dibêje: ‘Heyanî xwîna xwe ya dawiyê ezê çeka xwe ji xwe dûr nekim. Ezê wek layiqê vê diyariyê çavên xwe li dinê bigrim û dê çeka min bibe parçeyek ji min, her cihê ku ez biçimê ezê çeka xwe jî bi xwe re bibim’.
Rêheval Yildiz li qadên Gare, Qendîl, Zap, Xakurkê, Xinerê, Heftanîn, Zagros û herî dawiyê jî li qada Cûdî dimîne. Li van qadan weke fermandar erka xwe ya pêşengtiyê pêk tîne û bi laqiyî vê erkê bi cih tîne. Her tim li pêy xeyalên xwe bû. Her tim sadebûn, bedewiya dil û cewherî tevlîbûnê esas girt. Bû dost û rêheval… Tu caran xwe ji hestên xwe û yekbûna ji xwezayê qût nekir.
Rêheval Yildiz di her kêliyê jiyana xwe de bû şopdarê heqîqetê û bû hevala rêhevalên xwe… Di 31’ê Adara 2006’an de
Nursel Şîmşîr ango Yildiz Demîrdag
Me tu caran çavên te yên reş jibîr nekir û emê jibîr nekin…