Şoreşa Rojava Modela Avakirina Netwa Demokratîk û Jiyaneke Azade

0Shares

Zaxo Zagros

Weke ku herkesî şopand di van salên dawî de, di rojhilata navîn de gelek guhertin çêbûn, ev guhertinên ku fitîla wê bi bûyerên Tûnisê  re pêket, mîna kevirên domîno bandor li ser hemû welatên Ereb kir. Gelek kesan navê behara Ereban lêkir û baweriyek weha hebû ku wê ev serhildanên gel bi xwere beharê bîne û ji wan sistemên ku zivistan temsîl dikin rizgar bibin . Dem da diyar kirin ku her guhertin nayê wata şoreşê û her rabûna gel jî bi xwere beharê nayine. Rewşa hemû welatên Ereb ên ku tê de rabûnên gel çêbûn vê yeka pir baş  da nîşan dan.

Dev jê berde nuhbûn di jiyana wan gelan de çêbike , êdî gel li rejîmên berê digeriyan, ji ber ku hêzên nû bi sed salan ji yê kevin paşketî tir û diktatortrin. Rewşa Lîbyayê û a Misrê mînakên herî zindîne. Ji ber ku van tevgerên  serkêşî ji gelên Ereb re kirin xwe ji ol perestî, nejat peretsî û zayind persertî rizgar nekirbûn ji bilî berjewendiyên gelan xizmeta hertiştî kirin. Lewma jî ev tevgerana xwe negihandin çawaniya şoreşê û mirov nikare bêje vana şoreş kirin. Li himber vê  rastiyê rewş û pêşketinên  li  rojavayê Kurdistanê  dest girtin û şirove kirin netenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû rojhilata navîn bi gelek dersan tijeye û ezmûnekî bi nirxe.

Piştî buyerên ku li parezgeha  Dera  a ku nêzî Şamêye di destpêka 2011 de çêbûn, hejandineke mezin di rewşa siyasî a Sûrî de avakir. Herî zêde jî bandor li ser Kurdên Rojava kir. Sedem jî ji ber gelê herî ku li Sûrî  bê nasname û hebûna wî hatibû inkarkirin Kurd bûn. Dîsa tekoşîna bisalan ku gelê Kurd  dabû, bixwere binesaziyekî bi hêz di civaka rojava de afirandibû. Her weha bi taybet piştî buyerên 12 adara 2004 ku li Qamişlo çêbibûn ezmûn li cem Kurdan çêkirbû. Mirov kare bêje ku gelê herî amade ji bo pêşwazî kirina guhertinan li Sûrî gelê Kurd  bû. Lewma jî em dinerin di demekî kinde di civaka rojava de guhertinên bê sînor rûdan. Ger şoreş li rojava ewqas di dmeke kin de bi vê zûbûnê pêşket ev bê guman ji keda 20 salan a rêber APO’ serbuxwe nîne . Felsefa ku xwe dispêre berxwedanê, hêza xweser, çalakiya xweser û exalqê azadiyê, hiştiye ku gelê me di demekî kin de xwe bighîne hunera xwe avakirinê  û xwe bi rêvebirinê. Yanî ew axa ku 20 salan hate avdan bi vî rengî berhema xwe da. civak tiştekî  mîna axêye, tu çiqas ked bidê, mijûl bibe, hezbike û cewherê wê bi parêze, ew jî wê bersîva te bi rengê herî baş bide û ew ked tucar vala dernakeve.  Ev bû nêzî sal û nîvekêye ku gelê Kurd di rojava de xwe bi xwe bi rêve dibe û xwe diparêze. Wê ne şaş be ku mirov bêje; di hundirê vê sal û nîvê de gelek şoreş dinava hevde çêbûne û di civakê de guhertinên bingehîn hatin damezrandin. Ev jî da diyarkirin ku civak ji bo werçerxanê vekirîne, tenê ji bo ev yeka çêbibe pêwîstî bi mercên guncav heye û bi hêzeke ku jêre pêşengî bike heye. Dema ku ev herdû derfet çêdibin wê demê huner û hêza civakê a guhertinê bi awayekî berçav derdikeve holê. Ji ber ku civak heta dawiyê xwedan xwezayekî azadîxwazin , lewma jî dema hinek derfetê azadiyê bidest dixe,  di demkî kin de koletiyê û kirêt bûyinê ji ser xwe radike û berê xwe dide bedewbûyînê. Dema mirov bala xwe dide rojava mirov ferqa civaka Kurd berî şoreşê û piştî şoreşê pir bi awayekî eşkere dibîne. Civakên kole, bindest û bênasname çiqas belengaz û şerpezene, di heman demê de civakên azad, serdest û xwedan nasname jî çiqas bi tiwane û bi hunerin jî di rastiya rojava de xwe baş dide diyar kirin. Sekna poltîk û exlaqî ya ku di vê demê de hate dest nîşan dan hem dost hem dijmin matmayî kir. Di erdnîgariyekî weha biçûk û bi hejamrekî ewqas kêm çawa ewqas kare rolekî stratejîk bilîze. Bê guman bi qasî sedemên wê ên  herêmî û navnetewî, polîtîka netewa demokratîk ku xwe bi salaye rêxistin kiriye jî ji sedemên bingehîne. Tevgera civaka deomkratîk ku rewşa siyasî xwend û helwesta polîtîk da nîşandan, ger xwe nesparta felsefa netewa demokratîk û Kurdê azad, dibe ku rewş niha bi awayekî cûda bihata herikandin. Ger îro şoreşa rojava mîna alternatîfekî derdikeve holê, çav kaniya xwe ji paradîgma ku li ser tevdigere û bi stratejiya ku pê dimeşe ve girêdayiye. Tezê TEV-DEM ê xeta siyasî a siyemîn ku ji destpêkê û heta niha ku xwe  spartiyê. Tevî hemû astengiyan û êrîşan her roj rastiya xwe isbat kiriye. Li ser hêza xwe a xweser siyasetkirin û berjewendiyên gelan bingeh girtin rê li pêşiya gelek xeteriyan girt. Ev xeta siyasî a siyemîn ku ji yekîtiya gelan û aşîtiya navxweyî bingeh digre, hişt ku gelek plan vala derkeve. Her weha bi vê ezmûnê hate diyarkirin ku gelên bindest karin di nav xwe de bi awayekî aramî bijîn û ne şerete ku xwe bi spêrin hêzên hegomonîk yan jî hêzên heremî. Ger îro di herêmên Kurdan de hemû pêkahatî bi hevre bi aramî dijîn û heta têkliyên ku ji tirsa partiya baas lawaz bibûn bi awayekî balkêş xurtbûn bi feraseta TEV-DEM ê a netewa demokratîk ve girêdayî ye.  Ji ber ciyê ku lê nejat perestî, şovenîzîm û milîgerî  hebe, mirov nikare behsa biratiya gelan bike. Dema hebûna her nasname, her çand, her ol û her ziman mîna zengîniyê tê dest girtin liwir hincetên şer û isyanê ji holê radibin û herkes dibe xwedanê wê sistemê. Rewşa ku îro rojava jî dijî ewe. Divê ku heta niha ji hêla hin hêzan ve asta demokrasiya rêvebiriya rojava hate rexne kirin û bi zanebûn herdem wekî hedef hate dest nîşandan, lê belê wê neşaş be ku mirov bêje tevî ku cara yekem gelême li vî perçî ezmûnekî weha jiyan dike, dîsa jî di pêkanîna demokrasiya civakî de pratîkekî mînak derxistin holê. Bê guman kêmasî derketin ev jî tiştekî xwezayiye. Gelekî ku heta niha dibin zilm û zora partiya Baas de maye û ji hemû rengê xwe rêvebirinê mehrûm maye. Tu nikare di hundirê salekê de bêje te çima demokrasiyekî bê kêmasî pêkanîniye. Ji bo tu zihniyeta civakê ji feraseta Baas rizgar bike herî kêm bi dehan sal perwerde pêwîste. Bi taybet jî ên ku ev rewşa rojava xistin rojevê de partiya KDP’ û partiyên ku pêve girêdayî ev propogandan bi awayekî sistemî pêşxisitin. Ev jî ne jiber ku birastî dixwestin kêmahiyê heyî sererast bikin, ermanca wan tenê ew bû ku madem em wek xeta siyasî û bîrdozî di vê ezmûnê de bi awayekî aktîf cî nagirin, wê demê ji bo xerakirin û têkbûna wê emê hertiştî bikin. Gotinek heye dibêje ; ger deriyê te ji camê be divê tu keviran navê deriyê xelkê, ev mînak ji bo KDP’ ê derbasdare bi rastî. Partiya herî ku sicila wê divê derbarê de ne paqij, ku di dema hilbjartinên başûrê Kurdistanê ev rastî hîn baştir  rûda, di vê astê de xwe bike hewariyê demokrasiyê tiştekî ku tê fêmkirin. Sedema bingehîn a êrîşên KDP’ ê  li ser rojava ewe ku nikarîbû  poîlîtîkeya xwe ferzbikra û rêxistinên di TEV-DEM’ê de têxist bin kontrola xwe . Lewma jî her gavekî ku li rojava hate avêtin bi awayekî neyênî pêşwazî kir û helwstên siyasî ê pir çewt da nîşan dan . Her çiqas yekîneyên parastina gel YPG’ ê û hêzên asyişê parastina hemû gel û pêkhatiyên rojava kirin. Herdem di ragihandina KDP’ê de wekî ku YPG’û asayiş tenê parastina PYD dikin hatin dest nîşan dan. ketin nav helwestekî weha de, an hûnê bi partiya ku bi KDP’ê ve girêdayî ye  peyman çêbikin û hertiştî wekî ew dibêjin par vekin , an jî emê ji bo tecrîd kirina we hemû rêbazan bi karbînin. Bi girtina deryê Sêmalka re xwestin PYD’ ê û gelê rojava bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm wergire . Dema ev pêknehat vê carê dest bi ambargoya diplomasî û siyasî kir. Ji bo ku desteya bilind aktîf nebe û bêwate bibe, yekîtiya siyasî ji 4 partiyên nêzî xwe avakir û xwest elternatîfekê li himber PYD’ ê ava bike. Dema ev jî bi ser neket wê demê biryar girt ku partiyekê ji van partiyên yekîtiya siyasî  avabike ta ku bikare bi awayekî pêwîst dijberiya  PYD’ ê û destkeftên şoreşa rojava bike. Her weha tevlîbûna encumena niştîmanî a Kurd a Sûrî ku dîrektîfê xwe bi giranî ji KDP’ê digre, ji kwalisiyona Ereb re  ku bi tu awahî hebûna Kurdan wekî gel napejirîne jî berdewamiya vê polîtîkayê bû. Bi vî rengî KDP’e wekî şoreşa dijber li hember şoreşa rojava tev geriya. Diyar dibe ku KDP’e bi hêzên Sunî ku serkêşiya wê Tirkî, Erebistan û Qeter dike peyman çêkiriye, ji bo ku dest nede xeta netewa demokratîk li rojava û Sûrî pêşbikeve. Her weha van dewletana jî insiyatîf dane KDP’ ê da ku bi rola tesfiye kirina şoreşa rojava rabe. Tevî ku encumena niştîmanî a Kurd a Sûrî , tevî proja avakirina rêvebiriya demî bû û îmze jî kir, lê berî îlanê xwe paşde kişandin  ne tiştekî tesadufe. Eşkereye ku ji wan re ferman ji hêla KDP’ ê hat ji bo xwe bikişînin. Dijberiya KDP’ ê li himber îlankirina meclisa ku wê amadekarî bike ji bo rêveberiya demî jî rola KDP’ê di konsepta li ser şoreşa rojava hîn bi awayekî vekirî datîne holê. Yanî êdî nêzîkatiya KDP’ê û partiyên bi wê ve girêdayî mîna (Elpartî û Azadî ) ji asta rexne û reqabeta siyasî derketiye û ketiye asta dijbertiyê. Wer diyare  ku çûndina Berzanî a dawî û hevdûdîtina bi Erdoxan re dîsa di çarçoveya kûrkirin û berdewam kirina vê dijbertiyê deye. Ne tenê veya heta gelek iddia hene ku  peymanekî hevbeş li ser bingeha têkbirina şoreşa rojava hatiye imzakirin. Na xwe wekî ku Tirk dibêjin, ne cejne ne seyrane çima di vê demê de hevdû dîtinekî bi vî rengî hat  plankirin û cara yekê di vê demê de Erdoxan navê Kurdistanê bi karbîne. Pir eşkereye ku li hemberî veya qezencên mezin ên Tirkî hatiye teqezkirin, lewma Erdoxan rîskekî weha di vê demê de da ber çav.

 Lê belê tevî van êrîşan û ambargoyên aborî û siyasî, mirov kare bêje ku şoreşeke gelêrî wekî giloka berfê mezin dibe û pêşdikeve. Ez duxwazim bi kinî li ser pêşketinên ku di vê demê de hate damezirandin bisekinim. Berî hertiştî şoreşeke zihnî di rojava de dest pêkiriye. Di hundirê sal û nîvekê de bi dehan akademî hatin vekirin, akademiyên jin,  çand û huner, siyseta demokratîk, asayişê, xwe parastinê û ciwanan.  Di nava civakê de asoyekî jiyanê ê nuh avakiriye. Ev ronesansa zihnî ne tenê bi Kurdan re sînor dare. Jin û ciwanên Suryanî û Ereb jî tevlê dibin. Wekî ku di dema dawî de di ragihandinê de jî derket, 20 jinên Suryanî di akademiya  Yekîtiya Star de perwerde dîtin û bi dehan ciwanê wan jî perwerda xwe parastinê dibînin. Ev xebatên zanist û ronakbîrîyê didemekî kin de gelek fêrbûnên civakê guhertin û bandorekî mezin li ser jiyana mirovan avakiriye. Ev perwerda; bi qasî ku mirovan dighîne heqîqeta dîrok û civakê, ewqase jî rê li pêşiya zihniyetekî demokratîk vedike. Ji ber ku perwerdê van akademiyan bi jiyanê ve girêdayiye , lewma jî bi awayekî şînber guhertinê di têkiliyên kesan de çê dike û di hêle ku dilsozî dinava gelan de çêbibe. Akademî mîna panjehrêya olperestî, zayendperestî, zanistperestî û nejatperestiyê ye.

 Her weha şoreşekî din a balkêş jî şoreşa jinê ye, piştî şoreşa 19 tîrmehê û virve, di jiyana jinan de gelek guhertinên mezin hatin afirandin. Jin di hemû warên jiyanê de bi awayekî herî aktîf rol girtin. Ne tenê veya, wê pêşengtî ji şoreşê re kir. Ji siyasetê bigre heta şer, ji ewlekarî bigre heta pêşxistina ziman, dîsa ji huner bigre heta prsgirêkên civakî, jinên Kurd rolekî sereke lîstin. Ger şoreşa rojava bi vê zexmê li berxweda û lewaz  neket tevî hemû êrîşan, hebûn û tevlêbûna jinan faktorekî jiyaniye.  Tevê ku di van demên kawosê  de intîharê jinan û kuştina jinan pirtir dibin. Lê encama xebatên Yekîtiya- Star ku rêxistina herî mezin a jinên rojava ye, asta kuştina jinan hatiye asta herî kêm. Li gor bîlancoyê dema derbas bûyî mirov kare bêje ji % 80 xwe kuşitin û kuştina jinan ji holê rabûye. Her weha şîdeta li hember jin jî bi awayekî berçav kêm bûye. Bi tevlêbûna jinan ji hemû qadên jiyan û tekoşînê re  hiştiye ku di zihniyeta mêr de jî guhertinên mezin çêbibin. Her weha berxwedan û qehremantiya jinan di nava yekîneyên parastina jin YPJ’ê û asyişê de gelek nêrînin zayendpereset û paşverû ên di derbarê jinê de ji holê rakir û di nêzîkatiyên mêr de guhertin çêkir.  Bi rastî mirov kare guhertineke mezin di têkiliyên malbatê û jin û mêr de bibîne. Yanî bi pêşketina şoreşê re malbata klasîk têkçû û rê li pêşiya şêwazekî jiyanê a nû ve bû.

Pêşxistina hişmendiya parastina cewherî di civaka rojava de yek ji deskeftên herî girîng ên şoreşê ne. Civakek ger ji tiwaneya xwe parastinê mehrûm  be, ew civak nikare bibe xwazgîn yê azadiya xwe û wê herdem kole be. Bê guman li gelek welatan artêş hene. Lê ezmûna rojava pir cûdaye. Berxwedana ku di van şeş mehên dawî de li rojava qewimî mirov kare bi sedan romana li ser binivîse. Herkeskî welatparêz  bi rengekî beşdarî vê berxwedaniya bi rûmet  bû. Ji dayikan bigre heta bavên 60 salî bûn mertal li hemeber êrîşên hovane ên hêzên çete. Qet ji bîra minaçe dema ku li eniyan şer destpêdikir çawa herkes diket nava seferberiyê. Herkes bi çeka xwe diçû navendên YPG’ ê ta ku bi rengekî bibin alîkar. Dema ji bo birîndar xwîn di hat xwestin bi sedan kes ber bi nexweşxana ve diherikîn, dayikan  geh xwarin çêdikirin û dişandin eniyan geh çek digirtin û di çûn ser çeperên Asayişê da ku tu der vala nemîne. Şehîd di civakê de cesaret, biryar û israr bilindtir dikir. Gelê Kurd ji ber ku tirsa li hember mirinê kuşt lewma jî tu hêz nikare wê têk bibe. Ger îro YPG û YPJ li hember dijminekî mîna cebhet Elnusra  bê exlaq û bêpirensîb bi serket, bê guman ji ber ku xwe dispêre rastiyekî weha. Hêjaye gotinê ye ku ev hişmendiya xwe parastinê ne tenê di warê leşkerî deye. Her weha di hemû warên jiyanê de ev hişmendî hatiye avakirin. Êdî gelême li hember hemû rengên êrîşan xwedan hêza xwe parastinê ye.  

Yek ji alanên civakê ên balkêş jî exlaqe. Di warê exlaqî de jî piştî şoreşê gelek guhertin çêbûn. Berî şoreşê dinava ciwanên Kurd de heta dawiyê bê exlaqî, madeyên hişbirî bikaranîn, heta dawiyê çanda kapîtalîzmê serwerbibû û nifşekî lumpen û serserî dihate amadekirin bi riya partiya Bass û MÎT ê Tirkan ve. Lê belê piştî şoreşê di nava ciwanan de jî li nirxê xwe ên civakî veger çêbû û di demekî kin de ciwana rola pêşengî dan ser milê xwe. Her weha şoreş bi qasî jinê jibo ciwana jî mîna maçîkirina jiyanê,  ji nûve ruh da ciwana û asoyekî nuh li pêşiya wan  vekir. Wekî berê êdî jiyan ne bê ermanc û bê wateye. Hemû ciwan bi ermancên civakê re hevpeymaneke nu avakirin. Tevlêbûna ciwanan ji refê YPG-YPJ’ê û asayişê re asta veguhertinê bi rengê herî baş dide nîşan dan. Ciwanên Kurd bi erka parastina civaka xwe radibin û di avakirina civakê de bûn xwedan seknekî bi rûmet.  

Di warê hunerê  de  jî guhertinên balkêş rûdan. Qehremantiya ku Şervanên YPG’ û YPJ’ê  dan nîşan dan, dîsa berxwedaniya gelê rojava hişt ku ne tenê di hunera rojava de her weha li ser  hemû hunera Kurdî  bandor çêbibe. Hem di warê helbestê de hem di warê huner, şanû û mûzîkê de berhemên binirx derketin holê. Bi dehan helbest û sitran li ser YPG’ê û YPJ’ ê vê rastiyê baş dide diyarkirin. Di vê demê de bi dehan komên hunerî hatin avakirin. Her weha zimanê hunerê hate guhertin. Ew zimanê êş, girî ,şîn û belengazî ciyê xwe ji destnên qehremantî re hişt. Dîsa di civaka Kurd de astekî moralê ê bilind hate afirandin. Bi vî rangî şoreş huner afirand, huner jî agirê şoreşê her roj gurtir û bilindtir dike.

Dîsa yek ji şoreşên sereke ; şoreşa ziman bû . Zimanê Kurdî di demeke kin de pêşketineke ne ji rêzê da diyarkirin. Yanî mirov kare bêje ku xebata ku diviyabû di 5 salan de pêk were di hundirê salekê de biserket. Bi sedan  mamoste amade kirin û bi hezaran şagirt  dana xwendin herkesî mat mayî hişt. Bi salaye zimanê ku hatibû qedexe kirin, cara yekê ye ji zincîran hatibû rizgarkirin. Lewma jî xebatên ziman wekî lehiyekê ku pêşiya wê hatiye girtin bi lez û di demeke kin de mesafeyekî mezin derbaskir. Tevî hemû astengiyan îro di hemû refan de zimanê Kurdî fêrkirin yek ji deskeftên herî pîroz ên şoreşê ne.

Di aliyê polîtîk de jî mirov kare guhertinên mezin bibîne. Ji zarokekî 7 salî bigre heta dayikek 70 salî, bi rengê herî baş rewşa siyasî şîrove dike û helwest datîne. Planê ku pêşdikevin, helwesta hêzên dijber çiye û çima tê kirin, bi awayekî pispor dibînin û di nirxînin. Her weha di demekî kin de gel karîbû pêşengê xwe derxin. Ev jî asta polîtîk dide nîşan dan.  Xwe birêvebirin jî hunerekî siyasetê ê herî girîng û zehmete. Bê ku hêzê ji tu derê bigre, xwe bixwe birêvebirin û biryarê pêwîst girtin, meclisê xwe avakirin,saziyên xwe damezrandin, bê pere di saziyan de xebat kirin, asta siyasî a vî gelî dide nîşan dan.  Di cîhanekî ku hertişt li ser pera û berjewendiyan tê birêvebirin, di vê astê de fedekarî , hişmendî û berpirsyariya civakî asta azadiyê jî dide nîşandan. Di malbatekî de ji bav û dayik bigre heta her ferdekî din di saziyan de cî girtin û xwedî derketin, girêdana gelê me bi azadiyê re dide diyarkirin. Yanî mirov kare bêje ku jiyana gelê me ê rojava berî şoreşê û piştî şoreşê guhertineke bê sînor jiyaye . Ev guhertin hiştiye ku gelek aliyên ku heta niha nehatibûn keşif kirin derkeve holê. Careke din diyar bû ku dema raman û zihnê mirov ji çewisandinê azad dibe gelek tiştên afirîner derdikeve. Mînak di demekî kin de  ciwanên Kurd çekên giran ên şer çêkirin. Dîsa di warê teknîkê de bi derfetên herî kêm amûrên ku dikevin xizmeta civakê  de hate damezirandin. Her weha gelek aliyên ku ko û pasîf mabûn bi awayekî balkêş mirov dibîne ku çalak bûye. Ev jî diyar dike ku birastî şoreşa rojava beharek di mejî û dilê mirovê Kurd de avakir. Her weha di gelek aliyan de kare bibe modeleke serkeftî ji bo civakên rojhilata navîn. Ev model elternatîfa herî bi hêze li hember pergala kapîtal û emperyalîst ku dijbertiya civakan , gelan, jinan û azadiyê dike. Ger ew qas êrîş ji hêla Tirkî û KDP’ ê û hêzên Çete li hemeberî şoreşa rojava çêdibe, çav kaniya xwe ji vê rastiyê digre. Êdî ji bo gelan û ji bo jinan xetekî jiyanê a dervî lîberalîzma nû û dervî milgerî û olperestiyê heye. Ji ber ku paradîgma  ku xwe li ser netewa demokratîk ava dike, azadiya jin pêşdixe û civakekî bi exlaq û polîtîk êdî ji xeyal  derdikve û dibe  xwedan ruh û beden. Lewma ewqas bê tehemule li hember wê. Ew dibînin ku ger ev bibe pergal û biserkeve wê bibe sedema tinebûna wan. Ji bo wê jî bi her rengî hewldidin ku vê ezmûnê  bi fetisînin û destek dana hêza herî paşverû mîna Cephet Elnusr ta ku ev ezmûn mezin nebe û têkbiçe. Lewma ev êrîşên Tirkî û ên Berzanî û hêzên ku piştgiriyê didin wan, netenê li hemeber pêşketina statoyek jibo Kurdaye li Sûrî, tevî veya ew serkeftina felsefe û paradîgma rêber APO’ ku êdî dibe sazî û pergal wekî mirina xwe û xeteriya herî mezin dibînin. Ew zanin ku ger nasnama Kurdê azad pêşbikeve proja wan a Kurdê kolê û sîxur ku li Hewlêr pêşdikeve wê têk here. Wê demê êdî nikarin Kurdan li gor berjewendiyên xwe bikarbînin û nikarin bikin xulamê xwe. Ji bo ku ew cin ji şûşê dernekeve serî li hemû fen û fûtan didin. Ev hevdîtina KDP’ê û Erdoxan û piştî 22 salan Berzanî wekî serok Eşîr na bi navê serokê hukumeta herêma Kurdistanê xîtab kirin, çavkaniya xwe ji veya digre. Ji Kurdan re dixwazin veya bêjin; Kurdê ku em dipejirînin ev Kurd de. Kurdê mîna Berzanî û Şivan bi kêrî me tên. Lê Kurdên BDP’ ê û PYD’ ê Kurdên ku pêwîste bêne tesfiyekirin û bêne perçiqandin. Her weha û encama binkeftina wan di rojava de hişt ku mecbûr bimînin hevkariya xwe a veşartî vê carê bi awayekî vekirî bidin diyarkirin.  Pir aşkereye ku ev hatina Berzanî a Amedê tu têkiliya wê bi proja aştiyê re ne bû. Ev destpêka imzakirina peymanekî nû li hember şoreşa rojava û proja Kurdê azad ku tevgera azadiyê jêre serkêşî dike. Çiqas xwestin vê rastiyê veşêrin lê Kurd û raya giştî a demokratîk vê rastiyê pir baş xwend û wateya pêwîst dayê.

 Dema mirov vana hemiyan digre dest û şîrove dike,  baş diyardibe ku wê hîn çiqas bandor û dengvedana  şoreşa rojava li ser herêmê û Kurdan bi giştî bike. Lewma jî parastin û mayinde bûna vê ezmûnê ne tenê ji Kurdê rojava, ji tevahî Kurdan û ji hêzên ku xwe demokrat dibînin tê xwestin. Ji ber têkçûna vê ezmûnê wê bandoreke mîna têk çûna komîna Parisê çêbike. Ev jî wê bê wateya ku hem Kurd hem jî demokrasîya rojhilata navîn derbeyekî mezin bixwe. Bi vê ferasetê şoreşa rojava dest girtin, şîrove kirin û encam derxistin wê bihêle ku em nehêlin dîrok xwe dubare bike û wê  pêşî li hemebr komkujiyan bigre. Di heman demê de wê bive rûpelekî nû di dîroka vê serdêmê de û wê bibe mizgînîya pergalekî nû ku xwe dispêre azadiya gelan û a jinan.