Nûjîyan Erhan
Nîkaragua pîştî Hayîtî welatê herî xîzan ê parzemîna Latîn Emerîkayê ye. Di navbera sedsala 15. û 18.emîn de di bin dagirkeriya Îspanya de maye. Di wê pêvajoyê de di welêt de îxraca kereste, kole, kakao û boyaxa xezayî tê kirin. Di cotgehan (çiflik) de kesên çermsor û melez bi darê zorê, heya sedsala 19’an wek kole hatine xebitandin.
Di sala 1847’an de Nîkaragua dikeve bin dagirkeriya DYE yê. Ruxmî destavêtina Îngîlîsan jî DYE di sala 1909’an de welat dagir dike. Gelê Nîkaragua li hember dagirkeran şer dimeşîne. Di sala 1927’an de DYE rêveberiya dewletê teslîmê hevkarên xwe dike. Welatparêzên Nîkaraguayî jî li hember vê hevkariyê liberxwe didin û bi rêbertiya Sandîno, xwe rêxistin dikin. Sandîno bi xwe xebatkarekî medenê ye. Sandîno di nava xebatkarên meden, cotgeh û daristanê de xebatên xwe yên rêxistinkirinê dike. Gêrîlayên Sandîno derbeyên mezin li Emerîkayê dixin. Dest datînin ser erden kesên hevkar û dewlemend. Axên ku xistine bin destên xwe di nav gundiyên bêax de belav dikin. Bi pereyên ku ji dewlemendan digrin ji bo xîzanan tişt dikirin. Ev xeta ku Sandîno avakiriye ji milê gel ve tê pejirandin û Sandîno pir tê hezkirin. Di sala 1932’an de bi piştgiriya DYE’yê Sacasa hilbijartinan qezenç dike û Muhafizên Netewî rêxistin dike. Hukûmet bi navê hevdîtinê Sandino vedixwîne Qesra Serokwezîriyê. Di 21’ê Sibata sala 1932’an de di wê hevdîtinê de Sandîno ji aliyê serokê Muhafizên Netewî Somoza ve tê qetilkirin. Koparatîfên ku ji milê Sandîno ve hatî sazkirin tê belavkirin. Bi piştgiriya DYE, di sala 1936’an de Somoza dibe serokê dewletê. Somoza bi rêka fuhûş, madeyên hişbir û destdayîna ser axa gundiyên xizan, sermayeya xwe roj bi roj zêdetir kir. Jixwe Somoza di 1921’an de bi tewana karên ne di rê û sextekariyê hate darizandin. Bi talankirina malê gel re, Somoza di nava Nîkaragua de dibe hilberînerê qehweyê yê herî mezin. li hember êrîş û zordariyên dewlet û Muhafizên Netewî di sala 1942’an de Partiya Çepgir ya Nikaragua rêxistinbûna xwe çêdike û faliyetên xwe yên jêr-erdê lez dideyê. Di wan salan de têkoşîna çekdarî ya Nîkaraguayê destpê dike. Di sala 1956’an de Somoza Garcia ji hêla hozana gel Perez ve tê kuştin. Li şûna wî kurê wî Luîs Somoza tê ser hukûmê.
Êrîş û mêtîngeriya Muhafizên Netewî û hukumetê li ser gel her roj zêdetir dibe û li hember wê di sala 1962’an de 19 tevgerên bi çek di bin navê FSLN (Eniya Rizgariya Netewî ya Sandînîst) yekîtiya xwe çêdikin. Di sala 1963’an de yekîneyên gêrîla têne avakirin û çalekî pêk tînin. Eniya Sandînîst di xebatên çiyayî û bajarî de rêxistinbûna xwe gurtir dike. Sandînîst di hemû qadên jiyanî û di nav gel de rêxistinbûna xwe çêdikin û di 1974’an de bi çalekiya ‘partiya Noel’ 14 girtî têne rizgarkirin. Ev çalekî di milekî de hêz dide FSLN, di milekî din de hêrs û kîna hukûmetê jî zêdetir dike. Bi boneya vê çalekiyê dewlet zext û zora li ser gel zêdetir dike. Di sala 1975’an de hukûmet ‘rêveberiya awarte’ îlan dike. Di îlona 1978’an de li bajarên Leon, Etselî de gel serhildan dike. Li hember vê Muhafizên Netewî bajarên ku di rewşa serhildanê de bûn, bombebaran dike û bi taybet ciwanên ku di navbera 13-19 salî de bi îşkenceyan dikujin. Di serhildanên meha Êlûnê de nêzî 6000 kes têne kuştin. Gel dest ji berxwedana xwe ber nade. Bi hewldanên FSLN’ê bi 21-22 tevgeran ve eniya welatparêzên netewî tê avakirin. Komên ku ji FSLN qut dibin bi vê wesîleyê cardin beşdarî têkoşîna gel dibin. Ev yekîtî hêz dide têkoşîna li hemberî hukûmetê. Di sala 1979’an de fermandariya yekbûyê tê avakirin. Di heman salê de çalekî li hember hukûmetê têne zêdekirin. Herêmên rizgarkirî têne berfirehkirin. Biryargeha Muhafizên Netewî bi roketan tê bombebarankirin. Gêrîlayên Sandînîst qesra netewî dagir dikin û 500 kesan rehîn digrin. Di berdêla girtiyan de 5 mîlyon dolar tê girtin. Di TV û radyoyan de daxuyanî têne xwendin û Tomas Borge û 82 rêhevalên wî ji zîndanan têne berdan. Di mehên Gulan û Hezîranê de li hember Muhafizên Netewî 3 enî bidest dikevin. Li Her çar aliyên Latîn Emerîkayê şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe didin Nîkaraguayê û di van eniyan de şer dikin. Di 29’ê Gulana 1979’an de FSLN di tevahiya welat de bangawaziya serhildanê dike û di 4’ê Hezîranê de karberdana giştî îlan dike. Hemû bajar û navçe beşdarî serhildanê dibin, Muhafizên Netewî li ser gel êrîş dikin. Di encama qirkirin û kuştinan de nêzî ji %2 kes ango 50 hezar kes têne kuştin. Serhildan li tevahiya welat belav dibe û di dawiyê de Hukûmeta Vejîna Netewî ya Nîkaragua di 17’ê Hezîranê di bajarê Sen Jose ya Kosta Rîka yê tê îlankirin. Di 12’ê Tîrmehê de hukûmeta demî bernameya xwe eşkere dike. Di 17’ê Tîrmehê de Anastasîo Somoza welat terk dike. Saziya Muhafizên Netewî tê belavkirin û 7000 kesên endamê wê têne girtin. Di 19’ê Tîrmehê de yekîneyên Sandînîst bi serkeftineke mezin dikevin paytext Managuayê.
Pîştî Şoreşê
Li pey şoreşê di Nîkaraguayê de hukûmeta nû tê avakirin. Di 30’yê Tîrmehê de reforma çandinî tê îlan kirin û di serî de Somoza milkên hemû kesên kapîtalîst têne desteserkirin. Di 7’ê Mijdarê de maden têne netewîkirin. Di 30’yê Adara 1980’an de seferberiya xwendin û nivîsandinê tê destpêkirin. Di 17’ê Tîrmeha 1981’an de ji bo gundiyên bêax, erd tê dayîn. Di meha Kanûnê de Emerîka dest bi faliyetên xwe yên qirêj dike. Bi rêka kontrayan dixwaze welat aloz bike.
Şoreşa Nîkaragua di pêvajoya ku Emerîka bi pirsgirêka Îranê re mijûl dibû de pêş ket. Emerîka amborgoya aborî li ser Nîkaraguayê dabû destpêkirin. Bi qasî ku tê zanîn di navbera salên 1981-1984’an de DYE 80 milyon dolar alîkarî diye kontrayan. Ev rastî bi îtîrafên albay Olîver North derdikeve holê. Di êrîşên kontrayan de 11 hezar Nîkaraguayî jiyana xwe ji dest dan. Aboriya welat a lewaz, bi êrîşên kontrayan xirabtir dibe. Di sala 1983’an de dema Emerîka Granadayî dagir kir, gotin ku dora Nîkaraguayê hatiye. Li ser vê yekê konseya Dewletê ji bo ku Emerîkayê bide sekinandin bi hilbijartinekê re meclîsa netewî avakir. Bi vê re komîteyên Sandînîst, komîteyên sendîka û rêxistinbûna gel hatin rakirin. Bi belavkirina komîteyan re, rêxistinên di şoreşê de hatibûn avakirin ji holê hatin rakirin.
Di sala 1985’an de fermandarekî Sandînîst bi navê Daniel Ortega di hilbijartinan de bû serokwezîr. Di heman salê de Emerîka li ser Nîkaraguayê ambargoyeke tîcarî pêk dianî. Di sala 1988’an de hukûmet paketên aboriyê pêş dixîne. Di vê paketê de gelek zorî û zehmetiyê datînin pêşiya gel. Gelê Nîkaraguayî ku jixwe xîzan bû, bi birçîbûnê re rûbirû dimîne. Ev jî bertekên mezin ên gel çêdike. Di meha Kanunê de enflasyon dibe ji %33‘ê. Di sala 1990’an de Sandînîst di hilbijartinan de wenda dikin. Di hilbijartinên sala 2006’an de Danîel Ortega cardin dibe serokwezîr û hîn jî serokwezîrê welat e.
Îro li hember Ortega gelek kes nerazîbûnên xwe nîşan didin. Di Nîkaraguayê de li kêleka mafên xwezayî, mafê jinan jî nayê dayîn. Femînîstên Nîkaraguayî li hemberî Ortega serî hildidin. Di heman demê de piştî şoreşa ku bi xwîna hezaran kesan hatî avakirin, di rewşa gel de ti guhertin çênebû. Ortega bi xwe sermayedarê herî mezîn ê Nîkaraguayê ye. Piştî şoreşê endamekî muhafizên Netewî bû berpirsyarê wezareta parastinê. Tenê milkên Somoza hatin netewîkirin. Sermayedarên kapîtalîst hîna jî bi mêtîngeriya kedên gel, sermayeya xwe zêde dikin. Li hember Ortega rêhevalê wî Dora Marîa Tellez Tevgera Sandînîst ya Nûkirinê (Movimiento de Renovación Sandinista) ava kir. Armanca vê tevgerê xwedîderketîna nirxên şoreşê û li hember pêkanînên hukûmeta kapîtalîst sekinandine. Ku di sala 2008’an de Tellez li hember pêkanînên Ortega 13 roj kete greva birçîbûnê.
Çima Şoreşa Nîkaragua Wisa Lê Hat?
Di şoreşa Nîkaraguayê de sosyalîst, ciwan, xwendevan, Xirîstiyan, jin, kal, pîr û zarok di nav de hemû beşên civakî tevlî bûn û gel bi berdêlên gelekî giran dîktatortî bin xist. Lê belê şoreşa ku bi xwîna gel hate avakirin di encam de ji bo gel guhertinek çênekir. Ji ber di serî de hukûmetê bi şêwaza rêveberiya burjûvazî naveroka xwe girt. Rêxistinbûna gel nehate çêkirin. Jinên Nîkaraguayî ku ji şoreşê re pêşengtî kirin, piştî şoreşê çûn mala xwe an jî hatin şandin. Mafdayînek nehate çêkirin. Ji bo jin xwedî maf û azadî bin ti hewldan nehatin kirin. Ango wek şoreşa Rûsyayê azadiya jinê li pey şoreşê hate hiştin û li ser wê ticar rawestandin çênebû. Wek ku qey têkoşîn tene li hemberî Somoza bû, ew çû pirsgirêk jî xilas bû. Lê bele serokwezîrê ku hate ser hukmê, ruxmî ku şoreşger bû jî, ji bo mafên jinan ti hewldaneke wî çênebû. Îro hemû jin li hemberî rejîmê li ser piyanin. Ortega Somozayekî di bin qilifa Sandînîst de karê xwe dimeşîne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe yên tekekesî welat xistiye bin siya kapîtalîzmê. Em di mînaka şoreşa Nîkaraguayê de cardin pêwîstiya rêxistinbûna xweser ya jin û avakirina hêzên dînamîk a gel dibinin.
Bedel çiqas giran dibe jî dema jin bi zanebûneke cinsî û rêxistinbûnekî xweser tevnegere, ti encam bi dest naxîne. Di ceribandina Nîkaraguayê de cardin em dibînin ku heke azadiya jinê nebe di rewşa gel de guhertin çênabe. Pergala desthilatdar bi rengê şoreşger be jî, li jêr siya zilam de xwe berdewam dike. Di şoreşa Nîkaraguayê de jin hem di xebatên rêxiskirinê de hem jî di qadên gêrîla de têkoşîneke pir mezîn dide meşandin. Lê di aliyê avakirina pergalekê ji bo xwe lewaz heta kêm ma.
Di heman demê de pergala Liberalîzmê ewqas bi ziravî dikeve nava şoreşan ku di demekî kurt de rehên xwe berdide nava hemû qadên jiyanê. Di şoreşa Nîkaraguayê de jî pergaleke antî kapîtalîst nehate avakirin. Di gotin de her çiqas hatibû bilêvkirin jî ji ber ku rêbertiyekî rast nehate kirin, hukûmeta nû kete bin bandora pergala kapîtalîst. Ji bo şoreşên gelan tişta herî girîng rêxistinbûnekî xweser ya jin, hêzên dînamîk a civakê avakirin û herî esasî jî Serokatiyeke sosyalîst û antî kapîtalîst e. Ji bo azadiya gel û azadiya jinan, divê têkoşîneke bi bîrdozî jî bi têkoşîna çekdarî re hevseng were kirin. Têkoşîna bîrdozî li hember pergala desthilatdar ya zilam û kapîtalîst temînata azadiyê ye.