Şoreşa Kurd Dikare Şoreşa Xwe Ya Zêhniyet, Etîk û Estetîkê Gelekî Kûr Bike

0Shares

Rêber APO

Mirov bi hunerê xwe cîhaneke xwe ya xas bi xwe diafirîne. Civak tenê bi afirîneriyên di qadên bingehîn ên weke deng, resim, mîmarî û wekî din de xwe dewam dike. Ma mirov li civakeke bê muzîk, edebiyat û mîmarî dikare bifikire? Afirîneriyên di van qadan hemûyan de têne maneya metafizîkê. Bi van afirîneriyan civak dewam dike û bêyî wan civak nikare dewam bike. Huner bi têgihiştineke metafizîk hatiye hûnandin û hewcedariya insan a estetîzmê tedarik dike. Mirov çawa dikare bi exlaq qencî û xirabiyê ji hev bike û maneyê bidiyê, bi hukmê xweşik û nexweşik jî maneyê dide tevgera hunerî.

Piştî ku civakek ji aliyê sazîbûnê ve were belavkirin, mirov êdî nikare behsa maneya wê û çanda wê ya teng bike. Di rewşeke wisa de sazî weke taseke avê ya tijî ye. Piştî ku tas şikiya, eşkere ye ku mirov nikare behsa avê bike. Eger mirov behs bike jî ew av êdî ne ji bo xwediyê tasê, ji bo erdên din an jî xwediyên qabên din herikî ye, û bûye hêmaneke jiyanê. Encama jidestdana zêhniyet, estetîk û maneya civakî bêhtir xeternak e. Di rewşeke wisa de mirov dikare behsa rewşa zindiyên serê wan hatine firandin û bi tenê di cihê xwe de diperpitin bike. Civakeke cîhana xwe ya estetîk û zêhniyetê jidestdayî dişibe berateyekê ku ji rizînê re, bi awayekî hovane ji parçebûn û xwarinê re hatiye terikandin. Ango ji bo mirov civakekê weke çand bide naskirin, şert e ku mirov ji sedî sed wê di nava yekparebûna manedan û sazîbûnê de binirxîne.

lewra ji bo civakekê wezîfeya herî heyatî, exlaqî, zanistî û estetîk ew e, xwe bigihîne hêza xwerêvebirinê. Civakek ku di vê wezîfeyê de bi ser nekeve nikare ji aliyê exlaqî, zanistî û estetîk ve pêş bikeve û pêşketina sazîbûna wê ji aliyê ekonomîk û siyasî ve biqede. Ya girîng ew e, erka rêveberiyê rê nede ku ber bi desthilatdariyê ve biçe, li aliyê din jî heta dawiyê li dijî bêrêveberiyê li ber xwe bide. Divê mirov rêveberiyê neke desthilatdarî û ji vê jî girîngtir, divê mirov cihêwaziyên desthilatdariyê yên rêveberiyê ji destê wê bigire. Desthilatdarî çiqasî antî-civakî be, rêveberî jî ewqasî erkeke civakî ye. Civakî bêyî erk nikare bibe xwedî pêşketina exlaqî, estetîk û zanistî.

Tespîteke raste ku tê gotin; asta azadiya civakan, asta azadiya jinê diyar dike. Wexta em ji aliyê estetîkê ve jî li mijarê binerin, em dikarin bibêjin kesê azad nebe wê estetîka wan jî nebe. Ji lewra jiyaneke estetîk nebe, wê tenê di nav sînorên prîmatan de pêk were. Eger mirov wek mijareke hunerî li dabaşa jinê binere wê rastir be û girîng e. Divê mirov wê ne wek mal û mulk, ne jî wek karker-gundiyan bibîne. Pêwîste mirov jinê wek parçeyekî xwezayê herî hişyar û hestyar bibîne; lê hayil bibe hin pîroziyên wê hene, bi zimanê mêrê serwer pê re nepeyive, hewl bide bi zimanê jinê yê bi gelek siran barkirî wê fêm bike. Ev ji bo jiyaneke estetîk pir girîng e. Di jiyanê de pratîka herî xirab, serweriya mêr a li ser jinê hatiye ferzkirin û xweperestiya wî ye. Ti helwest mîna ya mêr a li ser jina neçar hatiye hîştin, bêhurmet û çarenûswarî nîne. Li gorî min civak û mêrekî xurt, têgihîştî, hestyar, wekhevîxwaz û li azadiyê serwext, dikare bi pîvanên me destnîşankirîn û erkên wan, rabin û bizanibin. Civaka di koletiyê de pir çûye xwarê ew civak e, ku jina xwe piçûk xistiye. Civaka ji jiyanê jî fêm nake ew civak e, ku rasterast bi jinê re jiyan qebûl kiriye. Dîsa jiyana herî bê heyecan, xirab, tevizî û ji maneyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.

Di felsefeya Hegel de ji bo pêkhatina eşqê şert e ku tewazuna hêzê pêk bê. Ev şertê hewce lê belê kêm, jina bi hêzbûyî îfade dike. Em behsa tewazuna hêza maddî û çor nakin. Tewazuna hêzê ya behsa wê tê kirin, tewazuna fizîkî, derûnî û civakî ye. Ango tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevin û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez nava vê fikra felsefîk a para rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de pirralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirana û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hay ji xwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm.

Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Ji xwe bawer ez dikarim bibêjim; modenîteya kapîtalîst bi giranî hêza xwe ji avakirina civakên çewt girtiye. Bêguman nabe mirov înkar bike ku li dijî van çewtiyan gelekî têkoşînên mezin hatine meşandin. Sîstemên serketî hatin nîşandan jî ya bi serê wan hatiye li holê ye. Hingî gelo weke ku sîstem îdîa dike ya ku em têde dijîn, dinyaya dawî û ebedî ye? Gelo dinyayeke din mumkîn nîne? Haya min ji min heye ku ez jî pirsên rojane têne pirsîn dubare dikim. Belê, ji çewtiyên rêbazê yên di gelek xalan de tên kirin heta bi şaşiyên di disîplînên zanistê de, ji şîroveyên desthilatdarî û aboriyê heta bi têgihiştina hukim li estetîkê dike û sazîbûyînê, ez dikarim rûyê rastî yê gelek diyardeyan raxînim ber çavan. Divê ev yek piçûk neyê dîtin. Di vê çarçoveyê de ez xwe xwediyê wê hêzê dibînim ku bikevim nava ceribandinekê. Ez vê jî weke wezîfe û deynekî xwe yê li hemberî nirxên azadiyê qebûl dikim.

Mirov rastiya civakî timî têrûtijî pêk bîne, wê bi heyecana pêkhatina kêliya di nava tevahiya rabihuriya kombûyî de pêk tê û bi hêviyên bêserûbinî yên paşerojê pêk bîne, ev rastiya jiyanê ya herî nêzî heqîqetê ye. Gelekî girîng e ku mirov pêkanîna şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê weke pirsgirêkeke bingehîn a teoriya sosyalîst û pratîka wê bibîne. Ev pêkhatin hem weke pêkhatina rast a heqîqeta civakî û hem jî weke îfadeya wê manedar dibe. Li şûna ku mirov sosyalîzmê bi tenê weke projeyek an jî bernameyeke der barê paşerojê de bibîne, divê mirov wê weke şêwazekî jiyanê yê exlaqî û polîtîk ê xwedî nirxekî estetîk ku kêlî bi kêlî azad û wekhev dike û edaletê li ber çavan digire, bibîne û bike heqîqet.

Şoreşa Kurd dikare şoreşa xwe ya zêhniyet, etîk û estetîkê gelekî kûr bike û bike malê ferd û bi vî awayî li nava gelên Rojhilata Navîn belav bike. Dikare bi şoreşa xwe alîkariyeke girîng bi çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn re bike ku her tim xwe bi yekparetî û gerdûnîtî nîşan daye. Ji bo vê mirov dikare jiyanê bi xwe û her qada wê weke dibistanekê binirxîne. Ferd û gelên her tiştê xwe ji dest dane şensekî wan bi awayekî erênî jî ew e, nirxên şoreşî bi awayekî bi azadî, etîk û wekhevî barkirî dibînin, mîna bêhn li wan çikiya be hilmê dikişînin nava xwe û qebûl dikin. Bihêlin bila verşiya modernîteya kapîtalîst bi me nebe. Gelekî baş e ku bi me nebûye, yan jî pirr kêm bi me bûye. Ya herî bi heybet jî ew e, em li gorî xwezaya xwe ya civakî û bandora xwe ya ferdî, nirxên modernîteya demokratîk, neteweya wî ya demokratîk, şêwazê wê yê ekonomiya kominal û jiyana ekolojîk, zanista wê, felsefeya wê û hunerê wê bi awayekî azad, wekhev û demokratîk parve bikin û bikin malê civakê.

Ji bilî sedemên fizîkî yên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, aliyekî jiyana Îmraliyê ku nikaribim xwe lê ragirim, tineye. Li gorî berê moral, bîrewerî û hêza îradeyê paşve neçûne; berevajî  bêhtir xwe parzûn kirine, dawerivandine, bi estetîkê xwe xwedî kirine û bi aliyê xweşikbûnê ve dewlemend bûne. Her ku mirov ravekirina heqîqetên civakî bi zanist, felsefe û estetîkê xurt dike, derfet û îmkanên jiyaneke rast, qenc û xweşik çêdibin. Li şûna ku ez ê bi mirovên modernîteya kapîtalîst ji rê derxistî, ji riya heqîqetê derxistî re bijîm, ez tercîh dikim heta niqrîska dawî bi tena serê xwe di hucreya xwe de bimînim.

Attachment