Şkêrên Şerê Giran

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Ez ji Hekarî, Çelê me. Bê guman gelek bîranînên min ên şer hene, ji ber em di nava şerekî bê eman de bûn. Lê ev bîranîna min a ku ezê vebêjim, bandora xwe liser min hinek cuda ye. Ji ber cara yekê bû, weke jinekê, min dijminê xwe ewqes ji nêzîk ve didît. Ew gava ku çavên me li hev ketin, çavên me li ser çavên hevdu zîq bibû, ez ji nava hezar hestan derbas bûm. Û ev tev jî di nav kêliyekê de qewimî. Hertim dibêjin “Gotin û jiyîn ne mîna hev e”. Ez bi giştî tevlî vê nêrîna bav û kalan dibim. Ji ber ku ez dizanim çiqes em qala serpehatiyên xwe bikin jî, ji niha ve, ji  gelek kesan re weke çîrok tên. Lê di vê alî de jî ez xwe bi şans dibînim. Gelê Kurd ji niha ve şahidê gelek serpêhatiyên gêrîla ye. Em weke gêrîla çawa bûne şahidê berxwedaniya bêhempa, ya gelê xwe. Ez dizanim, yên ku herî zêde di navbera xwe de bawerî çêkiriye; gêrîla û gelê Kurd e. 

 

Sal 1994 bû. Ez wê demê li gor hevalên ku li Zagrosê bûn, hevaleke nûbûm. Nûbûna min li gor mercên wê demê bû. Du sal bibû, ez tevlî hevalan bibûm.

Ez gêrîlayeke heremê bûm. Eşîra me jî bi dijwariya xwe ya li hemberî gêrîla dihate naskirin. Lewma jî hevalan dihiştin ku em her tiştî zû fêr bibin, roj bi roj, bi hêztir bibin. Di nava rastiyeke wisa feodal û girtî de tevlîbûna me wek jin, ji hêla hevalan ve pir bi nirx peşwaz dibû. Ji ber vê jî ez rêkirim qada Herkî-Gerdiya ku diviya em li wan deran hinek vebûnan çebikin. Yekîneya me, yek bi yek ji hevalên bijare hatibû avakirin. Ji ber hem qada ku diçin  nû bû, hem jî mercên qadê giran bû. Her hevalek di karê xwe de bi rastî jî pir xurt bû. Di nav wê yekîneyê de mangayek hevalên keç hebûn.

Di herêma Gerdiya û Herkî de, diviya me gel bi rêxistin kiriba. Lê di herêmê de cerdewanî pir li pêş bû. Em bi giştî sî û pênc heval bûn. Di nav de jî hejmara hevalên jin heft bû. Fermandara hevalên jin hevala Cahîde Qareman bû. Niha ew heval şehîd e. Fermandarê yekîneyê jî Hevalê Sadûn bû ku ew jî şehîd bû. Hevalê Sadûn ji başûrê rojava bû. Rêhevalê Rêzan Kurtalan li ser taximê disekinî, ew jî niha şehîd e. Di wê yekîneyê de, ya ku sax maye ez im. Niha tev şehîd in. Hevalên jin; Hevala Cahîde Mêrdîn, ez, hevala Newroz, Zinarîn Mêrdîn, hevala Êrîvan Mêrdîn û Hevîdar Mêrdîn yên ku navê wan niha tên bîra min ev heval in. Hevalên jin piraniya wan ji Mêrdînê bûn.

Herkî û Gerdiya dikevin qontara Zagrosê. Li van deran, havînê jî berf nahele. Jixwe herkes dizane ku li Colemêrtê tim, çar demsal bi hev re tê jiyîn. Gava em çûbûn wan deran meha Nîsanê bû. Tenê cîhazeke me hebû. Qada ku em ketinê qadeke nû bû. Kesek jî nebû ku rê û ewraz xweş nas bike. Tişta pir balkêş û sosret, hê di rê de em digihîştin ku derê, roja paştirîn cerdewan û leşkerê Tirkan bi hev re operasyon dianîn ser me. Te di got qey ajanek di nava me de heye. Gava ku ev bûyer her carê xwe dubare kir, em bi rastî jî ketin nava guman û fikaran.Gelo, bi rastî jî sîxûr di nava me de heye? Lê piştre me derxist ku, şopên lingên me, dihîşt ku dijmin her li pey me were. Ji ber ku bihar bû û giya şîn bû, şop li serê dima.

Nêzîk bîst rojan em ji hevalan qut man. Yanê bi biryargehê re têkîlî çênedibû. Ji ber  ku cîhazê me xeta dirêj nedikêşand. Jixwe gava em bi cîhazê diaxifîn, dijmin yekser bi cihê me dihesiya. Ji bo wê jî me wek yekîne, bi hev re nîqaş kir û me biryar da ku em biçin qada Gerdiya. Bi kinasî, diviya em ji Herkî manevra bikin û xwe bidin aliyê Gerdiya. Li Herkî gundê herî nêz gundê Bayê bû. Em nêzî wî gundî bûn, em ji wir çûn Gerdiya, gundek bi navê Bêzelê li wir hebû. Li wî gundî du tax hebû. Yek jê, ji me re baş bû, lê ya din dijayetî dikir, cerdewan bûn. Çend roj bibû ku me qet tiştek nexwaribû, tenê bi giyame xwe têr kiribû. Jixwe armanca me ji çûnê hem bala dijmin belavkirin, hem jî hinek erzaq peydakirin bû. Ji milekê ve amadekariya çalekiyan jî me dikir. Biryargeha navendî ji me çalekî nedixwest, lê ji bo dema pêş me amadekariya xwe cardî jî dikir. Piştî şevekê sax em meşiyan gihîştin wir.

Gava em gihîştin nêzî wê gundê, hevalê şehîd Zinar Diyadîn, li ser fermandarên mangayan digeriya û dixwest nêrîna wan bigre derbarê ka em li wê derê bimînin an na. Hevalê Zinar, hevalekî pir heja û dilgerm ku ji dil ve bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Em hevalên jin, weke birayê xwe nêzî wî dibûn. Ji min pirsî û min jî got: “Wele em li vir nemînin, wê baştir bibe”

Em çûbûn gund û me ji bo sî û pênc hevalan nîv torbe ard derxistibû. Diviya em hinek dûr çûbûna û demeke dirêj, bi vî ardî diviya me xwe ragirtiba. Min ji Hevalê Zinar re got: “Em hinek din pişt wî sirtê hanê de herin, hinekî din em dûr bibin wê baş bibe”

Nêzî saeteke din em ji wir dûr ketin, pişt sirtê ku em lê bûn, ber bi piştê ve em zivirîn. Dar nû şîn dibûn. Ewrazeke bi dar bû lê şkêr jî gelek bûn. Me got, em li vê derê bimînin. Hevalên ku girê bigrin me derxist, diviya çar saet ji ciyê me dûr û bilind biçûna da ku bikaribin bi hevalan re, bi rêya cîhazê biaxivin. Armanc ew bû ku em bikaribin hem dijminê xwe bişopînin, hem ewlekariya xwe xurt bikin û hem jî bi hevalan re têkîlî çêbikin. Artêşa Tirk fêm kiribû ku têkîliyên me û biryargehê ji hev qut bûye, her li ser cîhazê bang dikir û digot “Me ew kuştin.”Rêbertî jî her pirsa me dikir. Hevalê Muzaffer Şirnex li ser grûba girê çûbû.

Di wan deman de, di nava hêzên taybet ya dijmin de jin jî dihatin şuxilandin. Ji wan re digotin ‘Ayşecîk’. Ji bo xwe, ew jin dianîn û didane şuxilandin. Cihê ku em lê bûn, bi dar bû, lê ciyê ku hevalên çûbûngir şkêr bû. Ber bi jor ve dar nebûn.

Piştî bîst rojan, me xwest em ji xwe re xwarin çêbikin û bixwen. Her mangayekê kulmek ar kete para wê. Her mangeyê sibê zû hevîrê xwe çêkir. Hevîr vekirin û di nava rûn de qelandin.

Gava hevalên ku diçûn girê, dengê kobra bihîstin, lê ji  me re pir dûr dihat. Me nedizanî ku leşkerên xwe datanîn. Hevalên ku çûbûn ser girê bilind, nedikarîn me agahdar bikin. Çar saet ji me dûr ketibûn. Cîhaz jî nebû. Nedikarîn gule biteqînin, dê dijmin pê bihesiya, neçar man xwe li wan deran veşartin. Me gava ku dengê kobra baş bihîst, me tevdîrên xwe girt. Me xwe di nava giya de veşart. Me dît ku cerdewan hatin. Bi hatina wan, em ewle bûn ku cihê ku em lê ne deşîfre bûye. Dizanîbûn ku em li wan deran in, lê nedizanîn em rasterast li ku derê ne. Her ciyê ku bi guman bûn, gule diberdan serê û derbas dikirin. Saetek derbas bû, me dengê fîşekan bihîst. Me fêm kir ku hevalên çûne girê, ketine nava şer. Hevalê Muzafer li wir şehîd bû. Cîhaza yekîneyê jî bi wî re dikeve destê dijmin. Hevalên dîtir xwe xilas kirin. Tu derfetên me yê ku em bikaribin biçin alîkariya wan nebû. Jixwe her der tejî leşker bibû. Ne gengaz bû ku em wan hemûyan derbas bikin û bigihîjin hevalan. Em di nava çembera wan de mabûn. Lê hê jî em nedîtibûn. Hêdî hêdî nêzî me dibûn. Me dizanî li wê dolê, em nikarin bi dijmin re şer bikin, a rast ew bû ku em bêdeng bin, heta ji me were em nehêlin ku bi me bihese. Me nedixwest em têkevin nava şer. Sedema yekem; yekîneya yekem ku hatibû vê heremê em bûn û diviya wisa yekser hemû bi hev re şehîd nebûna.A diduyan jî gava em ketibûna nava şer, kes ji me xilas nedibû. Rewşa ma ya veşartî û lêgera wan, heya piştî nîvro, ber bi êvarî berdewam kir. Me dixwest zûtir şev xwe berde ser me ku, em bikaribin manevra bikin. Di rewşên wisa de dostê herî baş ji bo me şev e. Hevalên ku ji gir xilas bibûn, dixwestin ber bi Avaşînê ve biçin û xwe hildin ewlehiyê. Dijmin jî hêdî hêdî ber bi cihê ku em lê bûn ne dihat. Me fêm kir ku êdî cihê me dîtin. Ji xwe li her derê geriyan û tu cih nema ku lê nemêzînin, ji xeynî cihê me. Me biryara xwe dabû ku heta pir nêzî me nebin em nakevin şer. Li wir jî gelek gule li ser me reşandin, çeka bi agir ku jê re digotin “lav sîlahi” avêtin cihê me.

Gava me dengê xwe nekir û şev jî hat, mecbûr man ku xwe vekşin.

Heta wê gavê ez pê nehesiyabûm ku ji lingê xwe birîndar bûme. Parçeyek ji çeka lav, li lingê min ketibû. Tam li ser çoka min ketibû. Lingê rastê bû. Lê ji ber ku ez nû bûm, gava min xwîn dît ez pir pê bandor bûm. Birîneke giran nebû, li çoka rastê zêde kûr jî neçûbû, lê gava ku Hevalê Zinar ji min re got: “Tu birîndar bûyî” û piştre min xwîn dît, ez tirsiyam. Ji bo paşvekişînê, em çûn ser pira Herkî û Gerdiya. Pir li ser ava Hecîbegê bû. Grûba me giran bû. Heval ji ber ku siviktir bimeşin, di nava xwe de biryar girtin ku min li wê derê veşêrin. Hatin ji min re gotin: “Emê biçin, lê tu bi me re nikarî bimeşî, emê narincokekê bidin te. Gava dijmin nêzik bû, tu dikarî biteqînî. Ger nêzî te nebin neteqîne, emê piştî çend rojan  werin te bigrin.”Di nava giya de ez veşartim û çûn.

Dijmin bi qasî nîv saet li biniya min bûn. Dengê wan xweş dihate min. Xwe komî ser hev dikirin, da ku paş ve bikşin. Ew jî pir westiya û ji hal ketibûn. Lê car di jî giran tevdigeriyan. Ji ber ku cihê ku hevalê Muzafer şehîd bibû, du heval jî birîndar bibûn. Dewsa xwîn dîtibûn. Qederek geriyabûn, lê tiştek nedîtibûn. Her li pişt xwe û li derdora xwe dimêzandin.

Heval gava di rê de qederek meşîn, Hevalê Zinar û Hevalê Rêzan nîqaş dikin, tiştê di dilê xwe de ji hev re vedibêjin. Dibêjin: “Heval giran birîndar nîne, me şaş kir, diviya me nehiştibûya. Em hê dûr neçûne, ya baş ew e ku em biçin wê bînin”

Yekîne li cihdkê disekine û car din, ew her du heval bixwe tên ku min bibin. Lê beriya biçin ji min re gotibûn: “Heta dijmin neyê mesafeya bombe, neteqîne”.

Rewşa ku ez têde bûm, min nedikarî di mêjiyê xwe de wateyek bidimê. Ez tenê bûm, heval wê bihatana an na, nediyar bû. Dê dijmin ez bidîtama an na, ezê sibê bibînim an na, ger ez şehîd bikevim dê diya min çi bike, malbata min dê çawa pêşwaz bikin û bi pirsên bi vî rengî re ez çend deqe mam tenê.  Ji bo min, ji bo hestên min ya 18 salî, ez bawerim zêde giran bû. Li hemberî vê giranbûnê, ez pir zû westiyam, tenê xewa min dihat. Ez bin kefiya xwe de, bi xew re çûm, lê bombe di destê min de amade bû. Ez bi dengê xişîniya dengê giya re hişyar bûm. Min bombe rast kir. Min di dilê xwe de got “Dijmin ez şopandim û ez dîtim.” Ez li bendê bûm ku hineke din nêz bibin, da ku ez bombeyê biteqînim. Min dixwest ji wan jî hinek bi min re bimirin. Her ku diçû, deng hêdî hêdî nêzî min dibû. Nikarim bêjim “Tu kî ye?”. Min dît ku dengê fîtikê hat, lê deng ne yê dijmin bû, wek yê hevalan bû. Bi dengekî pir nizm, min bihîst ku navê min tê gazî kirin.  Digot: “Hevala Zelal!, tiştek neke, em heval in!”.

Ew gava ku min bombe rast kiribû, ji bo bi dawîkirina jiyana xwe ya 18 salî, dengeke wisa bihîstin, ez nikarim salox bidim. Bi rastî jî hestên mirinê, şehîdbûnê gihiştibû lûtkeya herî jor, yekcar bi wî dengî ve, ez pir tûj zivirîm jiyanê. Hestên wisa di asta bilind, bi dijberê xwe ve gava ciyê xwe diguhêrîne, dilê mirov ne gengaze ku normal lêbide.

Ez du saet tenê mabûm, lê du saeteke ku bedêla salan bû. Heval hatin cem min, destpêkê rexnedayîna xwe dan, pişt re jî gotin “Emê bi hev re biçin, xwe giran neke, birîna te pir giran nîne”. Wele, min qet rexnedayîna wan guhdar nekir, ez hinde kêfxweş bibûm ku tiştek ne xema min bû.

Bi alîkariya wan hevalan, em gihîştin heta ciyê noqteyaşkêran. Em piştî çar saetan gihîştin wê derê. Lê belê tişteke din hebû, gava paşve vekişandinê dijmin jî diçû wir, em jî diçûn wir. Yekîne xwe xilas kiribû û çûbû. Me jî xwe berda wê derê.

Hevalên derveyî yekîneya me, ji radyoyê guhdar kiribûn ku dijmin gotiye “Me sî û pênc PKK’yî kuştine.” Hevalan jî grûbek heval rêkiribûn qada ku em lê bûn, ger ev nûçe rast be, dê bihatana ku cenazeyên me veşêrin. Bêr û tevirên xwe jî anîbûn.

Qederek jêra me, pirek hebû. Li ser ava mezin a Basya hatibû çêkirin. Diviya, em ji wê pirê re derbas bibûna, nexwe ne gengazbû ku em bikaribin xwe xilas bikin. Pireke wisa bû ku, cerdewan dihatin kemîn davêtin, leşkerê Tirkan jî kemînan davêtin û em tê re derbas dibûn. Herkes mecbûr bû ku wê pirê bikar bîne. Havînan dema ku av hinek kêm dibe, mirov dikarî ji avê derbas bibe, lê di vê wextê biharê de, ne gengaz bû. Av pir boş bû.

Ew grûba ku hatibûpey yekîneya me, gava gihîştibû ser pirê, li wan bibû roj. Xwe avêtibûn bin pirê û ji sibê heta êvarê, di nava avê de manbûn. Di bin pirê de hinek hesin hebûn ku karibin xwe pê ve bigrin. Di berbanga sibê de, ew hevalan dibînin ku hinek kes xwe berdidin noqteyê şkêran. Ew di dilê xwe de dibêjin “Ew heval in”. Rast bû, ew em bûn. Lê piştî saetekê, dijmin jîhate wê derê. Ji ber ku weke min gotibû, dijmin jî vedikişiya wir.  Ciheke wisa bû ku tê de her der şkêr bû. Tehtik bû. Tu dikarî xwe tê de veşêrî. Lê bê guman di nava dijmin de, wisa xwe veşartina te, pê bihesin derfetên xwe xilaskirinê zêde nebû. Di wir de şaşitiya me ya herî mezin ew bû ku, em hinek tî bibûn, em raste rast çûn ser kaniyê û me xwe li wir, pişt şkêrekê veşart. Yanê em li ciheke bi xeter man.

Me dît, leşker jî ketin wir. Gava me leşker dît, me her sê hevalan xwe kire weke yek kes. Ewqes me xwe qurmiçand ku kes me nebîne. Ji sibê, heta êvarê em di nava hev de wisa man. Cihê ku em lê bûn, dar jî lê zehf bûn. Em hinek jorê ciyê ku leşker lê bûn disekiniyan. Me hemû liv û tevgera wan didît.

Me di nava xwe de ji bo çaydanên mezin digot “doçka”. Yê leşkeran jî wisa mezin bû. Manga manga rûniştibûn. Tekmîla xwe didane jora xwe. Zîrevanê wan hebû. Zêde kes bi serê xwe nediçû û nedihat, lê ji halê wan pir diyar bû ku gelek westiyane. Di nava xwe de, carê bi dengê bilind diaxivîn. Zirtê xwe didan. Her carê yekî digot “Min ewqes PKK’yî kuştiye, ewqes birîndar bûye”, nizanim çi kiriye û nekiriye, her ji hevdu re digotin. Di rastiya xwe de, wan bixwe gelek kuştî dabûn. Jixwe navê vê operasyonê jî min li wir, ji devê wan bihîst. Digotin “Tavşani kaldirma operasyonu”, yanê operasyona rakirina kêvroşkê bû. Ji tekmîlê wan me fêm kir ku, ev tugay ji Qersê hatibûn. Saet yekê, çend seyare wê bihatana ser pirê, bi ewlekariyê xwe ve, dê xwe bigihandana cihê xwe. Ji parastina vekêşana paş ve, gelek tank, kobra û hwd xwestin. Heta nîvro bêhna xwe vedan û piştî nîvro seyare hat. Hemû rabûn ser xwe, xwe amade kirin, ketin rêza xwe ya leşkerî ya meşê.

Di wê navberê de xwarin xwaribûn, ku em bi xwe jî demeke dirêj birçî bûn. Çend roj bibû nizanim, lê me xwarin nexwaribû. Firaqên xwe komî ser hev kirin. Hemû tiştên ku nexwaribûn, xistin nava agir û şewitandin. Her der paqij kirin, wisa kirin ku, gava tu lê binêrî, tu nikarî fêm bikî ku hinek hatine van deran. Gava ew bi rê ketin, min jî carê serê xwe hêdîka radikir û li wan temaşe dikir. Cara yekem bû ku, ewqes ji nêz ve min dijmin didît. Min serê xwe ditewand û piştre careke din derdixist. Lê gava min cara dawî serê xwe rakir, ku ez binêrim ka gihîştine kuderê, min dît ku ez û leşkerekî Tirk hatin beramberî hev.Wî jî, ez bawerim tiştekî xwe li ser avê ji bîra kiribû. Wisa qederek çavên me li ser hev du ma. Ne min deng derxist, ne jî wî. Em her du jî mabûn hişk di cihê xwe de. Em şoq bibûn. Lê ji paş ve dengê leşkeran dihat, gazî wî dikirin. Bi dengê sêyemîn re, weke ku ji xewê hîşyar bibe, serê xwe li me hejand û çû. Her du gavê carek, li pişt xwe dizivirî û li me dimêzand. Me jî li wî dimêzand. Bi çûnna wî re, em ketin nava fikaran, me di dilê xwe de got “vayê, heta vê derê, çû ji me, dê niha bên ser me”. Em li bendê bûn ku leşker têkevin alarmê û li gor rewşa şer xwe bi cih bikin. Jixwe li gel me tenê yek qileş hebû. Ji bo ku bikaribin alîkarî bidin min, tenê yek bi xwe re anîbûn. Her yek du bombe anîbûn û yek jî li cem min hebû. Me, yekser bombeyên xwe amade kir û me got “kengî werin, emê jî bavêjin wan û şer bikin.” Me, hêdîka serê xwe, careke din ji pişt kevir derxist û li dijmin temaşe kir. Leşker diçûn û paşbirê wan jî rêpaqij dikir. Kesek ber bi me ve nedihat. Ew leşkerê ku min dîtibû, hê jî carê, bêyî ku bi derdora xwe bihesîne, li pişt xwe dizivirî û li me dimêzand.

Di wê kêliyê de min xwest rûyê wî bînim bîra xwe. Lê mixabin, tenê rengê porên wî yê kej û çavên wî yê şîn di bîra min de mabû. Yeke bejin bilind bû. Lê di wê gavê ku em hatibûn beramberî hev tiştên ku em fikirîn çi bûn?

Ez: Gelo tu çi dikî li vir?

Leşker: Min meqesê xwe li ser avê ji bîr kiriye.

Ez: Tu dê niha çi bikî?

Leşker: Nizanim, ez jî nizanim çi bikim.

Ez: Tu dê fermandarê xwe ji me agahdar bikî?

Leşker: Nizanim.

Ez: Zû biryara xwe bide, wext nîne

Leşker: Bê deng be, ezê tiştek nebêjim.

Ez: Çima, ma tu jî Kurdî?

Leşker: Ez vê pirsê nabersivînim.

Ez: Tuyê çi bikî?

Leşker: Ez naxwazim bimrim, em pir westiyane, emê bela xwe ji hev vekin. Bêdeng rawestin, heta em diçin.

Min dê gelek pirsên dîtir jî jê bikira, lê nesekinî û çû.

Tirsiya, nedixwest bimire, nedixwest kesê bikuje, gelo Kurd bû û ji ber vê deng nekir, mabû behetî lewma nedikarî biaxive? Nizanim.  Bi rastî jî nizanim. Lê tişta min dizanîbû, nehişt ku şer çêbibe. Ger şer çêbibûya, emê misoger şehîd bibûna, lê dê ji wan jî çendek bimirna.

Ez nizanim rast bû an na, lê gava ku tu şer neqewimî, her rûwê wî leşkerî gava min dianî ber çavên xwe, di xeyala min de ew leşker bi rûkenî ji cem me çûbû. Dibe ku ew jî xeyala min be, lê wisa min xiste hundirê dîroka mêjiyê xwe.

Jinbûna min ji wî re çiqes sosret hatibû, keçeke Kurd wisa di nava ewqes leşkeran dîtin, ji bo wî hesteke çawa diafirand?

Çawa ku me şer nedixwest, di nava wan de jî yên ku nedixwestin ev şerê qirêj û di aliyê hêz de ne hevseng, rûbide. Lê di kêliyên destpêkê de min qet jinbûna xwe neanîbû bîra xwe. Piştre hevalan di nîqaşên xwe de digotin “Wî leşkerî bawer nekiriye ku di nava van çiyan de jinek di nava wan de xwe veşartibe”. Lê niha ez bawerim bîranîna wî ya ku di navbera me de derbas bûye, ji bo wî zêdetir balkêş û sosret e. Ji dûr ve hevdu kuştin birastî jî ewqes zor nîne, lê mirov hundirê çavên hev binêre û hevdu bikuje, ev kareke pir zor e. Yên ku armanca wan di nava şer de nebe, ew kes sînor û pîvanên şer derbas dikin û şer dikin wareke qirkirinê.

Lê ger ew çavên şîn êrîş kiriba, em jî ji bo parastina xwe bi biryar bûn.