• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE

May 15, 2025
in Nirxandin
A A
SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

 

Di serî de ez Rêbertî silav dikim û dilsoziya xwe dubare nîşan didim. Di şexsê heval Fuat, Riza û Sara de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim.

Nîqaş û biryarên ku em di Kongreya 12’emîn de bikin, stratejîk in. Em biryara guhertina stratejîk a têkoşînê dinirxînin. Ev kongre ji bo wê yekê kom bûye.

Ev 14 sal in me kongreya PKK’ê lidar nexistibû. Rêber Apo jî pênase kir, pêvajoya ji vir û şûnde pêvajoyeke pir kûr a rexne û rexnedayînê ye. Ev kongre li gorî perspektîf û biryara stratejîk a Serokatî wek hêza kadro, wek milîtanên Serok Apo di mekanîzmaya fermiyeta Partiyê de em ê biryara wê bigirin. Ev kongre li ser esasê pratîzekirina biryara Serokatî kom bûye. Em vê nîqaş dikin. Kongre dîrokî ye. Naverok û biryara ku bigire, dîrokî ye, helwesta ku em raber dikin dîrokî ye.

Serokatî pêvajoyek da destpêkirin, stratejiya têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî ya demdirêj dide guhertin. Stratejiya têkoşîna me dike stratejiya têkoşîna demokratîk, siyaseta demokratîk. Lê têkoşîna siyaseta demokratîk bê parastina cewherî nîne. Têkoşîna stratejiya demokratîk, siyaseta demokratîk, parastina cewherî pir berfireh e. Yanî yekalî nîne. Em tenê şerê çekdarî wek parastina cewherî sînordar bikin, ew jî rast nîne. Di paradigmaya me ya nû de jî Serokatî parastina cewherî pir berfireh dinirxîne. Lingê wê yê tifaq, lingê wê yê dîplomasî, lingê wê yê têkoşîna demokrasî, lingê wê yê rêxistinkirina civakî, civak tevahî xistina nav parastinê wek hêza parastina sereke pênasekirin. Berfireh e, milê felsefefî, milê ruhî, milê çandî û zimanî bi her awayî.

Wek hêza parastinê, heya peymana mayînde beramber pêk neyê divê çek berdan, çek teslîmkirin çênebe. Yanî heta garantiya zemînê qanûnî, hiqûqî çênebe, ev divê pêk neyê.

Jixwe wek şêwazê stratejîk em şerê çekdarî didin sekinandin. Lê rêxistinbûna hêza parastinê divê xwe dubare bike. Ev wek şertekî esasî ye. Jixwe tenê li ser vî esasî parastin, teng e. Eger me gel xistiba nav parastinê, dibe me evqas zorî nedikişand.

Tecrîda li ser Serokatî jî ewqasî wê dewam nekiribûya. Wê hîn zûtir, di şert û mercên hîn guncawtir de me ê dewleta Tirk kişandiba xeta çareseriyê. Serokatî alternatîfeke nû datîne; aliyê bîrdozî, aliyê felsefî, aliyê rêbaza têkoşînê, pêşengtiya jin û ciwanan.

Endama Koordînasyona PAJK Evîndar Ararat 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
Rêber Apo

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

June 19, 2025

Read moreDetails
EGER DEWLET VENEGUHERE, NEPÊKANE KU BIRYAR BIKEVIN MERIYETÊ
Nirxandin

EGER DEWLET VENEGUHERE, NEPÊKANE KU BIRYAR BIKEVIN MERIYETÊ

June 11, 2025

Read moreDetails
RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND
Rêber Apo

RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND

June 9, 2025

Read moreDetails
PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk