Serpêhatiya Du Lehengên Ku Bi Hîviya Welatê Azad Mirin Hemêz Kirin

0Shares

Bi destpêkirina  têkoşînê re di salên  1988-89-90’an de gelê  Botanê  bi bayê şoreşê re  şiyarbu  û bi kelecana  rojên azad  ref bi ref  berê  xwe  dan çiyayan, bi teybet  Cizîra  warê  Bedirxaniyan  bi pêşengiya  Bêrîvan keça  Şengalî  û bi serkêşiya  lehenga  Birca  Belek  Bêrîvan Cizîr.  Gelê Cizîra Botan bi hêrsa tolhildana  salan ji dijminê bab û kalan  singa xwe li himber dijmin  kir mertal. Ango bi serhildana salên 90-92’an de bi ruhê  berpirsyartî  xwedî li  rabihuriya  xwe a dîrokî  derket û bi vê helwesta  xwe carekedin  navê xwe bi tîpên  zêrîn  li ser rupelên  dîrokê  da nivîsandin.  Yek ji van lehengan jî  pekrewan Mehmed Tunç  û Asya Yüksele ku bi durişmeya em tu caran  li hember dijmin çuk danaynin erdê, bi vê helwasta xwe buye sembola rumet û ser berziya têkoşîna  azadiyê. Pekrewan Mehmed Tunç xwedî kesayetake bi hêz bu, xwe li ser mîrasê  çanda Ehmedê  Xanî, Melayê  Cizîrî û Feqyê Teyran perwerde kiri bu û bi eşqa Mem û Zîn parastina  destkeftiyên, nirxên civak xwe dikir. Bi vê hêz û qabîlyetê  ji bo tevahiya gelê Kurd buye çavkaniya berxwedan û cesaretê. Lawê Cizîra Botan bi têkoşîn û  helwesta xwe navê xwe di hiş û ramanên civaka mirovahiyê de bi tîpên  zêrîn xêzkiriye û mizgîniya rojên azad li ser dîmenê nivşê nû şewq vedaye. Bi durişme û henaseya xwe  a  dawî ku di  got em ji dijmin re çuk danaynin erdê di hiş û ramanên zarokên mezepotamya de ruh û hestên  tolhildanê  daye efirandin. Yek ji melayek ku dibêjin dema yek di mire enerjiya wî di   zindiyekî  din de jiyan dike, bi vê mînakê emê serpêhatiya du leheng û pekrewanan bi bîra xwe bînin. Du lehengên ku bi helwesta xwe a dîrokî  di pergala zeman û mekan de kêliyên serkeftinê dan qezenc kirin, bi çalakiya xwe di kesayeta xwe de ruhê  pêşengtî û xeta  fedaîtiyê mîsoger kirin. Ewin pekrewanên demê ku bi qabîlyet û hunera gerdunê  di kesayeta xwe de sentez kirine. Ev çîroka balkêş jî wiha di qewime, cihê ku  pekrewan Zîlan  lê çalekî dike û mîna bombeya atomê bi durişmeya “BİJΠ RÊBER  APO” xwe di dilê faşist û dagîrkerên Kurdistanê de di teqîne.

Wê demê pekrewan Mehmet Tunç esker bu û berpirsyarê taxima  bandoyê bu. Bi kêliya teqînê re qêrîn û durişmeya “Bijî Rêber Apo” di mejiyê pekrewan Mehmet Tunç de deng vedide, di wê kiliyê de kî şahidiya vê lehengî û heqîqetê dike bi hestê nepenî fêrî raza vê helewstê dibe û di dilê xwe de bi şêweyekî serberz vê hêz û wêrekiya bêdawî, pêşewazî dike. Ango bi teqîna bombeyê re ew enerjiya ku bi parçeyê ji bedena  pekrewan zîlan bi parçeyên narincokan li hewa  bilind dibe xwe di nava ruh û  bedena Mehmet Tunç dike yek û vê hêz û enerjiyê eşqa têkoşîn û azadiyê di nava ruh û hestên pekrewan Mehmet Tunç de mîna pêlên ava dîjle û firat  diherikîne nava demarên dîrokê. Yek jî pêşenga jina azad Asya Yüksel dayika du zarokan bi sekna xwe a mîna Kêla Memê serbilind bi helwesta xwe a lehengî zincîra koletiyê parçe kir, li himberî wê hişmendiya digot dayik tenê ya zarok xwedîkirinê ye bi aşqa xwe a azadiyê vê hişmendiyê puç û bê wete kir, hêvî û baweriya rojên azad di dilê hemu jinan de geşkiriye. Dîsa di kesayeta Cizîrê de dîrok  bi tirajediyên çîroka Mem, Zîn û Bekoyê Awan xwe dubare dikir, bi çembera agir hatibu durpêç kirin. Li hemberî vê felaketê fedayiyên hemdem û şagirtên Ehmedê Xanê di nava pêtên agir de henase henase li berxwedan û heta hestiyên  wan di nava wî agirê bê rehim de heliyan, dîsan jî xwe radestî wî dijminê hov û dirinde nekirin ku para xwe ji exlaq û wijdanê mirovahiyê ne girtine. Van ciwanên ku nû nû fêrî  rastiya jiyanê dibun bi helandina bedena xwe ya nazik û nazdar ji bo zarokên li ber singa dayika xwe bi dengên tang û topan çavên xwe li jiyanê  vekirin bun sembola hêz û wêrekiyê û bi destana lehengiyê navê xwe li ser nexşeya dîrokê dane nivîsandin. Bi hêz û heybeta şerkirin û berxwedan xwe taya mirinê xistiye dilê dagîrkerên  Kurdistan ê. Hinek buyer û serpêhatî hene ku çi caran li ser rupelê dîrokê winda nabin û bi herikîna jiyanê re her tim xwe di hişmendî  û bîra civakê de zîndî û nû dikin ew jî şer û berxwedana rêveberiyên xweser ên li Cizîr, Silopî, Şirnex, Nisêybînê, Hezex û qelaya berxwedanê Sûrê ye. Pênç  sal li ser vê berxwedana ku mixabin hê ji devê birînên xwîn jê diherike û ne hatine derman kirin, hê jî bi dehan dayikên kezeb şewitî di jêrzemînên hilweşayi de li parçeyên zarokên xwe digerin, derbaz dibe. Ew lehengên bê navnîşan bi xeyalên ku di welatekî azad de bi hebun û vîna xwe jiyan bikin berê xwe dabun cenga giran. Ev pêvajoyek wisa bu ku bajarê Cizîrê bi heycan û heybeta azadiyê di keliya hevserokên meclisa xweseriya demokratik Asya Yüksel û Mehmed Tunç bi têgihiştin û wetedayina zanista dîrokî xwedî li piroje û felsefeya Rêber APO derketin û bi ruhê fedayitî pêşengtî ji gelê xwe re kirin. Bawerî û hêza serkeftinê di kesayeta xwe de mîsoger kirin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî  gav şunde neavêtin, evin leheng û pekrewanên li ser şopa heqîqetê di ruhê xwe de  xeta fedayitî di kesayeta xwe de dane afirandin.

Medya Xinisî

Attachment