Lı Hemberî Metodên Matine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad
Şerê taybet, jinan û civakê ku têkoşîna azadiyê wan digihîne feraseta jiyanek nû bî her awayê dike hedef. Ji aliyekî ve zor lêdana leşkerî bê îradekirina siyasî, di her qadê de perçiqandin, mudaxaleya ji mafê rêxistinbûnê re, destûr nedaîna têkoşîna demokratîk, wekê ku bi her awayê di bin dorpêçê de ye têgih dayîna avakirin û ber bi neçariê ve xirikandin polîtqayên bingehîn in, ji alîyekî din ve jî polîtîqayên ku avahiya wê ya siyasî ji nû ve kevneşop dike ye. Tê xwestin rastiyekî civakî ya ku nafikre, lêpirsîn nake, darezandin nake, tiştê diqewime bê agahdar, tenê ji bername û rêzefîlmên TV agahdar e, weke wan difikre , xwedê lêgerînê jiyanek weke wan e were avakirin. Him rêzefîlmên Tirkan, him jî rêzefîilmên Hint ên ku di salên dawiyê de bûye moda, bi naverokên ku însana ji jiyanê dûr dixe, hîn bêhtr jinê ehmeq dike, nexweşik dike û bi giştî wê ji cewhera wê dûr dixe tijî ye. Nexwe rêzefîlm sektorekî ku di bingeh de jin hedef tê girtin bi vê awayê tê avakirin û pêşxistin e. Kesayetên jin ên ku di van rêzefîlman de tên lîstin, rîsta kesayetên herî nexweş, entrîka, komploger, derewkar, qurnaz diliyzin. Bi vê awayê di bingeh de, di têgiha civakê de hîn bêhtir dixin bin erdê, bi pêvajoyên şarsitaniyê re hemu taybetmediyên ku aîdê zilam e dikin malê jinê. Di tevahiya van rêzefîlman de jin weke kesayetên ku ji bo zilaman dikevin pêşbirkê, bîrê hev dikolin, ji bo bidestxistina zilamek an jî milkek bi rêbazên herî kîret bi hev re şer dikin, ji hev hesûd û aciz in, bi ti awayê ne xwedî nirxên exlaqî ne tê dayîn. Ev rêzefîlmên ku sepanen taybet ê şerê taybet in, heman demê de şerekî ku li hemberî jinê tê pêşxistin e. Ya herî girîng rêzefîlm û bernameyên bi vê rengê, bi taybetî di pêvajoyekî bi vê rengê yê ku Têkoşîna Azadiya Jinê astekî girîng bidestxist, çi li qadên gerîla çi li qadên din ên têkoşînê de tevlîbûnek pir mezin heye û pêşengtiya jinê heye, di gel û civakên cûda de jinan bandor dike de ewqas di lûtkeyê de be, wê demê pêwiste mirov birûne û hîn kûrtir bifikre. Bi taybetî jî dema li ber çavan tê girtin ku yek ji lingên paradîgmaya me azadiya jinê ye, perspektîfa modernîteya demokratîk azadiya jinê û civakek li derdora jinê ye; dê hîn baştir were fêmkirin ku sepanên bi vê rengê di bingehîn de birdozî û armancên Tevgera me ya Azadiyê armanc dike. Zanista jinê, têkoşîna jinê, vejîna jinê û berxwedana jinê her ku mezin dibe û bilind dibe, her ku di nav refên azadiyê de pêşengtiya jinê roj bi roj bihêztir dibe û pêş de diçe, asta sepanên bi vê rengê jî hîn kûrtir dibe. Şerê taybet dibêje ‘tuyê vê stranê guhdar bikî, dema ku min vê gotinê got tuyê bikenî’. Di televîzyonan de heye, yek tiştek dibêje hema di kêliyê de fona kenê dikeve weşanê. Ferman dide, dibêje ‘hûn jî bikenin’.
Dema ku em behsa bi şêwazê rejîmbûnê her ku diçe bisazîbûna şerê taybet dikin, heman demê de behsa şerekî ku li hemberî evahiya civakê hatiye îlankirin dikin. Em bi qasî ku dixwazin têkoşîna gerîla bimeşînin, bi qasî ku dixwazin darbe li dijmin bidin; heta dijmin ji Kurdistanê biqewitînin. Ger di çarçoveya ku me daye diyarkirin de li hemberî şerê taybet ê tê meşandin têkoşînekê bi hêz nemeşînin, weke gelê Kurd em nikarin serkeftineke teqz jî bidest bixin. Divê weke gelê Kurd û bi taybetî jî weke jinên Kurd em li hemberî sepanên bi vê rengê di nav têkoşîn û berxwedaniyekî de bin, heman demê hestên xwe bi polîtîk bikin. Bi qasî ku me vêya biser xist, em dikarin serkeftinekê mayînde bidest bixin û bigihin serkeftinê. Li vê derê divê bandora şerê taybet û pergalê tenê bi cil û berg, xwarin û vexwarin, bi pîvanên ecibandinê ve sînordar neyê girtin. Şerê taybet bi esasî hewil dide ku tarzê jiyana xwe, şêweyê têkiliyên xwe bide pêjirandin. Dixwaze di serî de jin û ciwan bi tevahiya civakê hebûna xwe, daxwazên xwe bide pêjirandin. Lewra divê di serî de jin û ciwan, weke gelê azadîxwaz li hemberî van polîtqayên şerê taybet ên li navenda şerê taybet tên amadekirin û li ser civakê tên ferzkirin berxwedanî û têkoşînek topyekun were meşandin.
Bakûrê Kurdistanê her tim ji bo dîroka me ya têkoşînê bûye hestuyê bingehîn. Ji ber vê yekê polîtîqayên şerê taybet ê ku ji bo Kurd bê statu were hiştin xistine meriyetê, di vê parçeyê de hîn bêhtr hatiye kûrkirin û pêşxistin. Bişaftina civakê encax bi pîrejinkirina civakê gengaz bû, ji ber vê yekê di texta hedefê de jinên Kurd cihê xwe girtin. Bi êrişên pergalî hat xwedtin ku jin dîl were girtin. Berxwedêriya jin a ku ji Besêyan heyanî Zerîfeyan, ji Rindêxanan heyanî Bêrîtanan, ji Zîlanan heyanî Saran dirêj dibe, li ber çavê dewleta Tirk xeteria herî bingehîn bû. Dewleta Tirk a faşîst, bi perspektîfa ‘destpêkê li jinan bidin’ ê ku bûye dirûşmeya bingehîn ê polîtîqayên şer heya roja me rê hatiye. Dema ku li jinan dide têkiliyên xwedî kesayeta destdirêjî û tûndiyê, feraseta ku mal milk dibîne, pêvajoya ku bi bişaftinê destpêdike û berê xwe dide oto-bişaftinê î di nav de her rê rawa hatiye dîtin. Jin di asrî jor de bi tundiya derûnî, aborî,fîzikî, zayendî, çandî, siyasî û sosyal re rû bi rû hatiye hiştin.
Ji bo hîn baştir fêmkirina mijarê em hewl bidin ku mînakên hîn şênbertir bidin;
Jinên ku bi girtina sarayên Osmaniyan ji çand û nasnameya xwe ya cewherî hatine dûrxistin, bi Plana Şark Islahat a ku bi berxwedaniya Dêrsîm’ê re hatiye derxistin bi heman polîtîqayên bişaftinê re rû bi rû ne. Lingê bingehîn ê planê tedîp e. Di vê nêvengê de zarokên jin ên ji Dersîmê girtine dibinstanên dewletê, ji malbatên sûbayan re hatine dayîn, li dibistanên ku şev lê tê mayîn de hatine terbiyekirin. Ji xwe pêwistiya veşartina vê jî nedîtine. Ev her dû gavên vê planê feraseta bişaftinê jî dide dest.
1-Li qadên ku bi eslê xwe Tirk in lê ber bi Kurdbûnê diçin ango bi Erebî diaxifin de vekirina ocaxên Tirkan, bi taybetî vekirina dibistanên jinan û ji bo jin biçin dibistanan zêdekirina teşwîqê. Di vê çarçovê de bi taybetî li Dersîmê bi lez û bez vekirina dibistanên bi şevborî û li van deran ji Kurdbûnê rizgarkirin,
2-Li bajarên ku dikeve rojavayê Feratê qedexekirina zimanê Kurdî û li van qadan girîngî dayîna dibistanên jin, ji bo teqezbûna Tirkî axiftina jinan ceribandina her cûre rê. (Ev sepan her ku çû li heremên Kurd ên ku weke rojhilatê Ferastê tê binavkirin jî belav bûye. Hîn jî polîtîqayek derbasdar e.)
Aqubeta gelek zarokên keç ên Dersîmê ku di çarçoveya vê polîtîqayê de hatiye dîlgirtin hîn jî nayê zanîn.
Weşanên Akademiya Jina Azad a Şehît Zîlan-Zeynep Kinaci
Dê Berdewam Bike