Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad
Dewleta şerê taybet ê Tirk ku xwe dispêre çanda belvabûn û dagirkerî ya Osmanî, her roja ku derbas dibe tûndiya civakî û pêkûtiyê zêdetir kiriye û bi vê awayê heya roja me ya îrok bisazîbûnek bipergalî pêşxistiye.
Dema ku em dîroka komarê digrin dest, bi rastiyekê şerê taybet re rû bi rû dimînin. Em dibînin ku bi taybetî ji 1924’an û vir ve Tirkiye li Kurdistanê di warê civakî, siyasî de birêxistinbûna xwe pêkaniye, ji serî heya nêynukê bi awayekê bivenêran şêwe girtiye. Wê însan kîjan kûmê bixin serê xwe, wê çi li xwe bikin, wê çawa îbadetê bikin, di hilbijartinan de wê raya xwe çawa bişxûlînin? Ev hemu jî ji derveyî civakê tê diyarkirin û weke taybetmendiyên jiyanê tên pêşxistin. Bi vê awahiya aborî jî li gor van hêmanên şerê taybet tên diyaririn, serdestên ku avakerê şerê taybet in hîn hedefan datîne pêşberî Tirkiyê, di destpêka van hedefan de jî avakirina yek netew û yek bazar, bi kapîtalîstbûna Tirkiye tê. Pêşengê vê dewlet e. Dewlet li meştelên xwe de bûrjuvayan xwedî dike. Ji bo van bûrjuvayên ku mezin dike qadên bazarê vedike û dihêle ew weke bûrjuvayan di nav bazarê de rîsta xwe biliyzin.
Dîsa dewlet bi xwe partiyan ava dike. Hîn di destpêkê de Firkaya Komarê, Firkaaya Gel, Partiya Terakkîperwer ava dike. Bi vê re hewil dide civakê bikşîne jiyana siyasî. Lê partiyên ku ava kiriye jî partiyên ku ew bi xwe sînorên wan diyar kiriye ne. Dema ev sînor tên derbaskirin nikarin xebat bimeşînin, tê gotin ku ‘di nav van sînoran de bi qasî ku ez dixwazim tu dikarî xebat bimeşînî’. Partiyên sexte yên komûnîst, partiyên netewperest, partiyên komarperest tên avakirin. Bi vê awayê hewil didin ku jiyana siyasî ya civakê jî rêve bibin. Ger hêzên dijberî wî hebin, vana bi meşandina terorekî vekirî tastife dike. Ger kesên ku dikare bibe alternatîfa dewletê hebin, ev bi komployên cûr be cûr ên li li pêy hev tên tasfiyekirin. Di derbarê wan de lêkolîn tê vekirin, girtin çêdibe, wan derdixin dadgehê. Wisaye ku êdî ne dikare di nav civakê de çalak be, ne rêzdayîna wî dimîne ne jî bi awayekê vekirî dikare siyasetê bike. Dîsa ger hêzekî bi rêxistinkirî ku dikare bikeve tevgerê hebe, vana jî difetisîne û tune dike. Mînak, di serhildanên Kurdan de wisa kiriye. Ji bo rawakirina pêkûtî û darizandinan, dadgehên derasayî yên wekê Dadgehên Îstîklalê ava kiriye. Ji bo di nav sînorên xwe yên heyî yên dewletê de serweriya xwe pêk bîne Pişkîneriya Heremê ava dile. Herema ‘yekemîn’, ‘dûyemîn’ a Tirkiye û Pişkîneriya Umumî ya ku li gor van hereman hatiye avakirin heye. Yê ku li ser navê dewletê van hereman rêve dibin ev Pişkînerên Umumî ne. Diyardeyek dewletê yê ku bi vê awayê tê avakirin heye. Ev dewletê ku tê avakirin, ji bo bikaribe li ser tevahiya civakê serweriya xwe pêk bîne sixûrtiyek kûr, pêkûtiya cendermê birÊxistin dike, teşkîlata polîsan a kûr pêş dixe.
Di roja me de jî tiştê ku bio-îktîdar dike çi ye? Avakirina civakek bivenerîn e. Tê xwestin civakek ku dikare were venerîn, dikare were rêvebirin, weke ku dixwazin şêwe bidin û bixin tevgerê de were avakirin. Bi avabûna komarê re di warê aborî, siyasî, civakî de mêylekî polîtîk a bi vê awayê dikeve rojevê. Dîroka siyasî ya ku kesên komarê dewr girtine jî, ji vê re bingeh ava dike. Ev paşeroja xwe ya siyasî ji Îttihat Terakkî girtine. Îttihat Terakkî di bingeh de awahiyekê polîtîk ê ku derketina netew-dewletê model digre, ji aliyê komekê ku di nav de Tirk kêm in hatiye avakirin, netewperestiya Tirk ê sexte bisazî kiriye, ji pêdiviyên gelan û azadiyê qût lê ya ku wê manîpule dike ye. Hewil dane ku Tirkbûnê bi hawayekî mîtî were bilindkirin, pênasekirin. Ango teşkîlatekî polîtîk-bi plan ê ku di serdema xwe de avabûna netew-dewletê armanc dike ye. Di rastenhevê armancên xwe de tevgeriyaye, bi berê xwe dayîna avahiya împaratoriya Osmanî rêya avabûna netew-dewletê vekiriye. Di encam de, rêxistinekî ku di sala 1909’an de ji bo pêkhatina darbeya kesrê ya Osmaniyan pêşengtî kiriye û Teşkîlat-i Mahsûsa ava kiriye ye. Di demên şûn de, ji bo avabûna Ergenekon û birdoziyên Turangeriyê bingeh daye avakirin û ji bo çavkanî ava kiriye.
Teşkîlat-i Mahsûsa rêxistina operasyona yekemîn a dîroka siyasî ya modern e. Îttihatperest dema ku dikevin şerê cîhanê çekekî nû û şerê ne bi pergalî bi awayekî belav pêkanîne.
Rêbertî têkiliyê di navbera wan rojan û roja me de wisa tîne ser ziman: “Li Tirkiyê hêzekî kûr a ku her tiştî di bin vênerînê de digre heye. Ez behsa MÎT’ê nakim, hêzekî hîn cûda hîn mezin, MÎT ewqas ne bihêz e. Ev Gladîo ya ku em dizanin nîne, hêzekî hîn cûda ye. Min Gladî ya ku şêst salan serweriya xwe li ser Tirkiyê pêkanî dahûrand, berê jî min behsa vana kir. Di nav vê hêzê de DYE heye, Ewropa heye -li gor nêrîna min Ewropa naxwaze pirsgirêk were çareserkirin-, AKP heye, MHP heye, CHP heye. Ez nikarim tam zelal bikim ku ev hêz hêzekî çawa ye? Ev hêz li Tirkiyê ji bo her kesê/î rîstekî diyar kiriye. Ji MHP’ê re rîsta parastina hîn tiştan hatiye dayîn; jê re hatiye gotin ku tûyê hesasiyetên netewperestiyê biparêzî. Vayê di salên 1970’an de bi avakirina nêvendên pevçûnê, çepgeran wisa xilas kirin. Bi heman awayî ji bo CHP’ê, Denîz Baykal jî rîstekî hatiye dayîn; tê gotin ku tûyê li hemberî hîn mijarên bingehîn bisekinî. Cihê wan diyar e. Ji aKP’ê re hatiye gotin tûye reformek bikî, wê reformê bi vana bidin kirin, ji AKP’ê re ev rîst hatiye dayîn.
Wê ev hêz ji Kurdan çi bike, dîsa rewşa min çi ye, ne diyar e. Rewşa Kurdan, weke xapandina keçekî ciwan a pazdeh salî ye. Ev ewqas hêsan nîne. Vayê hûn dizanin li Fransa Louîs ê XVI’emîn darvekirin. Îngîlîzan wî kûşt. Vayê Saddam darvekirin, weke ku Ereb Ereban kûşt dan nîşandan, lê ne wisa ye. Ev karê Îngîltere û Emerîqa bû. Min anîna vê derê jî karê vê hêzê kûr e. Rewşa min weke şerê di navbera Kurd û Tirk didin nîşandan. Bi me Kurdan re, bi dîlgirtina Tirkan, dixwazin me bînin dijberî hev û bi vê awayê welat birêve bibin. Vayê bûyera Şêx Seîd heye, Îngîlîzan xwestin vêya bişxûlînin. Hûn Seyîd Riza dizanin, Mustafa Kemal heyanî Elezîzê tê, rêya pêkanîna hevpêymanekê nû digere, lê hîn beriya ku Mustafa Kemal were Elezîzê Seyîd Riza darvedikin. Bêyî ku li benda îmzaya Mustafa Kemal bimînin, wî darvedikin. Mestafa Kemal tê astengkirin. Vayê hêza ku Tirkiye ji kûr ve birêve dibe hêzekî wisa ye, bi awayekê lez pêşiya wî digre.
Li Tirkiyê avabûnekê kûr a rastenhevê Siyonîzma Îsraîlê heye, li Anatoliya jî hewildana heman tiştê avakirinê çêbû. Ger mirov ji vê re bêje Siyonîzma Anatoliya wê pir rast nebe. Ji vê re gotina Siyonîzmek tam a Îsraîlê jî rast nabe. Çawa ku bi avakirina Siyonîzmê bi navbeynkariya Îsraîlê hewildana dîlgirtina heremê çêbû, li Tirkiyê jî bi heman awayê hewildanekê weke vê heye. Hêzekî kûr a bi Îttihat û Terakkî destpê dike û berdewam dike heye. Vayê dema ez difikrim, Mustafa Kemal wisa dinirxînim. Hewil da ku gedîkek vebike, lê ev kesên îttihatê bi awayekê lez derdora wî girtin û wî bêbandor kirin. Vayê hevalê zarokatî yê Mustafa Kemal, Ayici Arîf kûştin. … Bê guman Mûstafa Kemal jî ji wana bêhtir zilaman kûşt. Dîsa kabîneya Fethî Okyar heye hûn dizanin, Okyar jî hevalê zarokatî yê Mustafa Kemal e, kabîneya wî ji hikumetê xistin û li şûna wî Îsmet Înonu anîn. Wê demê li hemberî Mûstafa Kemal hewildanê sûîqastê heye, Sûîqasta Îzmîrê. Heta ger xwestiban dikaribûn wî bigrin, lê nakûjin, bêbandor dihêlin, dixwazin bêjin tû di nav destê me de yî, vêya bi Mûstafa Kemal dan hîskirin.”
“Xeta rast a Mûstafa Kemal, ne weke xeta kesên ku bi Ataturkcîtî derbas dibin e. Di 10’ê Sibata 1992’an de balkişandin û fikrê xwesertiyê yê Mûstafa Kemal heye. Weke ku hîn kes dibêjin, Mûstafa Kemal ne dijminê Kurd e, ne zilamê Îngîlîzan e. Ew hîn bêhtir ji Lenîn re pêyaman dişand, bi xwe spartina Lenînê dixwest bimîne. Hîn bêhtir bi xwe spartina Sovyetan dixwest vê têkoşînê bimeşîne. Xwe xwe spartiba Îngîlîzan, dizanîbû ku dê ewqas serkeftî nînbe. Fevzî Çakmak, Îsmet Înonu vana bi navê Îngîlîzan tevdigeriyan û zilamên Îngîlîzan bûn. Vana bi polîtîqayên Îngîlîzan Mûstafa Kemal girtin çemberê. Mûstafa Kemal ji qewet xistin û pasîf kirin. Li derdora Mûstafa Kemal hîn hevalên wî yên nêz ên weke Alî Fûat Cebesoy, Fethî Okyar hebû. Fevzî Çakmak, Îsmet Înonu bi îttihatçiyan Mûstafa Kemal pasîf kirin. Sûîqesta Îzmîr’ê danpêkanîn. Provakasyona Şêx Seîd’ê şixulandin, piştî vê provakasyonê Mûsil’ê girtin. Ev polîtîqa bi giştî polîtîqayên Îngîlîzan e. Bi vê awayê Îngîlîz polîtîqayên xwe pêkanîn. Bi rêya Fevzî Çakmak, Îsmet Înonu û îttîhatçiyan Tirkiyê girt bin venerîna xwe. Û heya roja me ya îro hat. Di nav artêşê de bi rastî jî weke Cemal Madanoglu hîn sûbayên demokrat, ên demokrasiyê dizanin, dipêjirînin hebûn, hinek meylên vana yên çepgeriyê hebû. Li holê ye ku ji wan çi bû. Ev xet ta ji 1920’an heya niha derdora Mûstafa Kemal dorpêç kiriye, derdora wî teng kiriye, wî bê bandor kiriye. Vayê sûîqesta ku li hemberî Mûstafa Kemal hatiye pêkanîn ji ber vê yekê ye.
Heman polîtîqayên Îngîlîzan piştre jî berdewam kir. Tansu Çîller heyanî 1992’an qet li piyasê nînbû, nedihat zanîn. Di carekê de wê anîn ser DYP’ê. Demîrel, zilamê Emerîqa bû. Tansu Çîller ê ji ser Demîrel sixûrê CIA bû, kirin serokezîr. Ango sixûrekê CIA’yê kirin Serokwezîra Tirkiyê û bi pêxistina çira kesk teslîmî wê kirin, bi wê re girêdan. Tê zanîn ku Çîller ji salên 1960’an ve sixûra CIA ye. Îngîlîzan ji Çîller û Dogan Gureş re gotin ‘me ji we re çira kesk pêxist hûn dikarin ser Kurdan de biçin’. Çîller û Dogan Gureş di salên 1990’an de zilmê ku di dîrokê de nehatiye dîtin li ser Kurdan pêkanîn. Bihezaran kûjernediyar, bi hezaran însanên bedew kûştin. Ergenekon mînakê vê yê herî hêwilnak e. Di naveba Kurdan û Tirkan de dijminahiyê dan avakirin. Di serî de ji bo karmendên Kurd destûr dan gelek kujernediyaran. Ji Çîller re gotin ‘em bê sînor piştgirî didin we, çi dixwazibin hûn dikarin ji Kurdan bikin’. Çîller jî Emerîqa, Îngîltere û hêza dewletê girt pişt xwe û her cûre sêpandinê li hemberî Kurdan pêkanî. Wê hîn çi çêbibe? Sîxûrbûna Serokwezîrekê wê hîn çiqas xirab be? Rojnameyên wê demê jî dinivîsandin ku ew sîxur e. Generalên artêşê di ferqa vê de bûn.”
Rêbertî dibêje; “komarê dagirker, qirêj û sûcdar e”. Rêbertî ji bo vegotina rejîma şerê taybet ê li Tirkiyê û ji bo derxistina holê ya rastiya ku Tirkiye ji destpêkê heya niha rejîmekê ku taybetmendiyê şerê taybet hildigre ye pênaseyekê bi vê rengê kir. Derketiye holê ku welatekî xwedî vê rastiyê ye, ji welatekê ku di hîn deman de şerê taybet pêk tîne zêdetir, weke şêwegirtina dewlet û pergalê gehiştiye rewşa rejîmê şerê taybet.
Weşanên Akademiya Jina Azad a Şehît Zîlan-Zeynep Kinaci
Dê Berdewam Bike