Me xwast di sala 1975’an de bi jinekê re dest pê bikin. Vaye teşeyekî Kurd: eleqe nîşanî Kurdewariyê dide. Xwe çepgir û sosyalîst dihesibîne. Dîsa di nava dîrokê de xwedî rewşeke watedar a civakî-malbatî ye. Pir vekiriye ku dixwaze hesab bipirse û bide.
Me got, “hevdîneke baş e” û me dest pê kir.
Aliyê hestan wê hîna pêşketir be. Heke bal were kişandin cotbûneke pir qeşeng tê pêkanîn. Her ku diçe ji bo pêngava dema ya îdeolojîk û partiyî guncaw e.
Heke bal bê kişandin dema em dikevin civaka bûrjuvaziyê, hest hatine cemidîn, hest nînin. Di pêvajoya şoreşgerî îdeolojîk, polîtîk û heta leşkerî de jî me dît ku em hestên xwe yên cewherî weke ku em dixwazin nikarin derbasî jiyanê bikin. Civaka bûrjuva qet firsend nade vê yekê. Dîsa pêvajoya îdeolojîk a şoreşger û dema siyasîbûyînê firsend nade.
Esas em dixwazin bijîn, lê ev yek dê siyasî be.
Di vir de me dubare şerek jiyan kir ku, qet naşibe tu şeran.
Teşeyê jiyana bûrjuva, desthilat ê kemalîst ku me xwast em xwe jê biparêzin rêberên wê yên bûrjuva û hevkarên wê yên Kurdistanî hene. Rexmî ku me xwe parast û gelek jî tedbîr girtin dîsa jî em hatin beramberî hev. Hestên me yên derbasbûyî, gelo ma em dixistin rewşeke xirab? An jî pêwîstiya demekê ku êdî em xwe ji şerê hestan re amade dibînin bû? Tenê armanceke siyasî heye di vir de?
Yan jî ev ji bo mezinkirinê hatibû hizirandin?
Yan jî ji ber xwe ve pêş ket?
Ev bandor bi tevahî dikarin rol bilêyîzin, li vir a girîng dema ku me dest bi vî karî kir, me wisa dest pê kir.
Di vê babetê de ji kesê Kurd bi giştî çi aliyên min ên bilind nebûn. Ez ji firîşteyan têm hesibandin. Û hemû balên min û hestên min bilind in. Misoger ev yek ne wisa ye. Gotina van xwe xapandine derew e. Ez ji her kesî zêdetir belengazê hestan im. Lê belê tiştek heye ku di min de di tu kesê dîtir de tûneye. Tenê di min de hindek hebûna xwe berdewam dike. Girêdana bi armanca siyasî ve girêdayîn berdewam kirin û min ev yek tu caran piştçav nekir. Niha hemû hevalên min ji ber wê demê hindekan şerê bi armancê siyasî ve xistin plana dûyemîn û hindekan jî ji bîra kirin. Û ev jî dibin navê hestên ciwanmêriyê de dibûn.
Vaye cewaziya min a ji her kesî, ji vê û bi şûn ve dest pê dike. Di hest de, belê ez dikarim bibêjim ji we hemûyan erzantir bûm. Lê di ew ciwanmêriya xwe de min bi carekê ve armanca xwe ya bingeh bin pê nekir û ez radestî ajoyan nebûm an jî ez bi çavreşî neketim nava sewdaseriyê û min xwe wenda nekir.
Dema ez van dibêjim, misoger ez xwe napesnînim. Esaz ez jî sewdaser bûm.
Tê zanîn ku sewdaser zehmet dijîn.
Lê ez jiyam.
Çawa jiyam, êdî divê ev yek were lêkolîn kirin. Jiyaneke balkêş a sewdaseriyê ye. Ev şerekî mezin e. Dayîna şerê hestan gelekî girîng e. Girêdana wê bi siyasetê re heye. Her ku diçe em partiyê dadimezrînin, em dikevin nava pêngaveke dîrokî. Ev hemû di hundirê xwe de bi rêkûpêk kirin û esas armanca bingeh a gel tekoşîna azadiyê nerawestandin, heta her tişt, her hest kirina qurbana wê… Ez dixwazim vê hêzê raber bikim, bêguman tirsnak giran dibe. Rast di vê xalê de, kesên ku pêwîst li hember min hevaltiya hestan bikin, yên pêwîste ferasetdar bin; em ji şaş têgihiştinê bigrin hetanî qedandina hestên nava wê, bi her teşeyê pêşveçûyînê xwe neyênî raber dikin.
Ez şerekî mezin ê navxweyî dijîm. Bêguman feraseta zilamê Kurd ê klasîk heye. Dema bi tiştekî ve hate girêdan, an bi zorê yan jî bi kêrê divê pêwîstiyên hestên xwe bi cih bîne. Hele yekî weke min hindekî jî evîndarê rêbertiyê be, divê di vê mijarê de misoger xwe dahûrîne. Şerekî vekirî, li hember armancên bingeh dide qedandin. Ma dê sebir bê raberkirin? Hun dizanin di ciwanmêriyê de sebir, karekî zehmet e. Serî tewandin jî, di hestan de xeniqîn jî qet nabe.
Niha çetiniya vê pêvajoyê wisa ye.
Ev, di cih û dema min de qada şerekî erjeng e.
Û şerekî wisa ku her egîd li ber xwe bide nîne. Ya esas şarezayiya girêdana bi armanc ve ye. Vaye aliyê ku em jê re artîstîk dibêjin ev e.
Ev huner e.
Huner ji rastiyekê, çalakiya afirandina pêşveçûyîneke cuda ye. Çalakiya afirandêriyê ye.
Ev jî çi ye? Vaye dema rastiya Kurdê klasîk dibe mijara gotinê, ji girêkoriya têkilhev bûye derbasbûyîna dahûrîna şoreşgerî û ji zemînê seretayî derbasbûna zemîneke bilind e.
Çi ye têkîliya hesta vê serdemê?
Esas di hemû civaka me de têkîliya jin-mêr a li ser zilam, jin û keçan serdest têkîliya namusê ya bingeh e. Heke mêr nebe pîrek nikare bijî, heke pîrek nebe mêrik nikare bijî. Ji sedî nod rastiya jiyanê di nava vê têkîliyê de ye. Dema nû dibe, ev yek pê tê hînkirin, dema dimire bi vê yekê dikeve gorê. Bêguman qonaxên vê yekê hene. Mesela mijarên qonaxa keçtiya ciwan û qonaxa ciwanmêriyê qonaxên herî qedînêr in. Jixwe heke aliyekî min ê afirandinê heye, ez bawerim ew jî hindekî di vê derê de derkete holê. Belkî weke mumînekî baş jî min dikarî ez jiyana xwe bi rê ve bibim. Weke sosyalîstekî sofî jî min dikarî derbaskiriba. Lê, min zêde cih neda van teşeyan. Ji bo azadî tam be, ji bo hemû mirovan û jinê jî bigre wergiriya xwe min gelekî hewl nîşan da. Yanî li gor feraseta min a mirovahiyê hemû bindest û bi taybet jin divê biketibana nava vî karî. Ev jî mirov in, çima wisa defê van girtî tê hiştin? Çima ev her dem ji paş ve tên? Çima her dem zilam li pêş e? Vê yekê di min de nakokî çêkir û min got, “divê beşdar bin.”
Meşa min her dem li ser bingehê hevaltiyê ye. Ez ji rêbertî û otorîteyê bawer dikim. Lê dixwaze bila şivanek were, dixwaze bila jin an jî zarokek, dixwaze kesekî heftê salî; çiqas hêza min a otorîteyê hebe jî, ez her dem dixwazim li ser bingehê hevaltiyê wan rabigrim û bi wan re bimeşim. Dema em wisa bûn jî, hindekan digotin, “em êzingên darên hişkbûyî ne”, hindekan digotin, “em nikarin bimeşin.” Mînak jin her dem dikeniyan. Belkî ez gelekî baş ditîtim. Lê dê çawa bimeşin, çawa biaxivin. Bi salan bi xwe bi xwe re dikeniyan. Zarok peroşmend dibûn, digotin, “birayekî me yê mezin heye.” Bêguman dema min jî ji bo wan xwe dikire pêlik, ev yek ji wan re gelekî balkêş dihat. Ji bo pîran jî ev yek wisa bû. Dema me gotinên nû dikirin, dema hindekî cewaziya me didîtin, ew jî gelekî peroşmend dibûn.
Erê me jin jî, bi dest girt û me xwast em di pratîka komekê de bi hev re bin.
Lê erjeng derdikeve.
Çiqas nirxên bûrjuva yên ku min xwe jê diparast hebûn, vê carê hemû ji jor ve hetanî hundirê dilê min dixwastin min bigrin. Û ez jê bandor bûme. Bêguman li ser van hemûyan armanceke min a siyasî heye. Û ew armanca siyasî ya ku ew disepînin dikare min daqultîne. Di mijara bandordariyê de, li beramberî min pêtir xwedî ezmûne, rêxistin û amadekarî ye. Tûyê bi çi bijî? Heke tu bibêjî diravê zêde nîne, lê li aliyê din pir e. Heke tu bibêjî hêz li aliyê dîtir zêdetir e, li gel te nîne. Heke weke heyî tu serê xwe bitewînî, li kesê xwedî îdîaya seroktiyê nayê, heta li mêrekî naye. Li bergerîn jixwe nabe. Heke tu bixwazî di nava wekheviyê de bimeşî, aliyê dîtir li dûv serdestiyê ye. Him jî gundiyekî weke te, dixwaze ji bo dewlet, çîn û xwe bide bikaranîn. Jin e dixwaze di zilamekî lewaz de misoger xwe serdest bike. Belkî dema dixwaze ji jina bindest hilkişe bibe jina serdest, dixwaze yekî weke min erjeng bi kar bîne. Yanî dixwaze tola xwe ya heyamî ji kesekî weke min fiqare, xwedî çanda gundiyetî û nikare jiyanê beralî bike rake. Vaye dibêje, “min zilam dît, ez dikarim bikin amraze daxwazên xwe yên piralî. Dîsa ez vî zilamî ji bo armanca xwe ya jina serdest, ji bo armanca xwe ya siyasî û dewleta xwe dikarim xweş bi kar bînim û bidim xebitandin.” Yanî di min de, li gor armancên xwe gelek aliyên kêrhatî dibîne. Û bi hizra balkêşiyê li ser vê bingehê lêkolîn dike.
Esas tu jin wisa nêz nabe. Ne zilamek dikare bi vê şêwazê nêzî jinekê bibe, ne jî jinek dikare nêzî zilamekî bibe. Balkêş e! Heke zilamekî din be… esas di pêvajoyên paş de ew tişt hate gotin: di navenda me de, li derûdorê çar zilam hebûn, ez pêwîst nakim navê wan bi kar bînim. Ew “weke kewê di çente de” daye pênasekirin. Dibêje, “hemû taybetmendî diyarin, yekî weke ku ez bixwazim bi kar bînim tenê yek hefte bes e.”
Bêguman ji min digot, “bi salaye min tu fêmnekiriye.” Rewş ew e: ez li ber teqînê me, “emê çi ji vê jinê bikin?” niha ez gelek zilamên me fêm dikim. Zilamtiyê, bi teşeyê stur ê pêkanîna zayendîtiyê ve tu nikarî pêk bînî.
Her ciwanmêr û keça me di van mijaran de, ez bibêjim çalakiya yekemîn, evîna yekemîn an jî di nêzîkbûna yekemîn de diqedîne. Maçek serê wî dizivirîne. Zayendîtiyeke bi teşeyekê yan wî dibe gorê, yan jî radike asîmanan û dide jiyandin. Li gor min jî ne ev e, ne jî yê din. Jixwe di ezmûneya me jiyayî de, jin dixwaze xwe milîm bi milîm bifroşe. Yan jî dixwaze me bide bikaranîn, an jî hewl dide ku me bixe. Me lewaziyên xwe yên zayendîtiyê di ev şerê dijwar de hîna zêdetir fêm kir.
Ev tiştekî têkilheve ku, jiyanê bi taybet jî jiyana rêxistinî dikare bi tirsnakî birûxîne. Ez ji bo rêxistinê her weke ku bi serê derziyê bîrê dikolim, ew bi carekê ve ji pişta min ve rêxistinê dirûxîne. Di dîrokê de pêvajoyên siyasî cara yekemîn, bi teşeyeke dijwar didim destpêkirin, ew jî ji pişta min ve bi carekê ve diqedîne. Ez dihizirim, ev beramberiya çi ye? Qaşo vê yekê li beramberî jiniktiya pêşkeş dike digre. Ev jiniktiya çi ye? Em ji binkeyê devê wê bigrin hetanî binkeya zayendîtî tu çavdêriya gelek tiştan dikî ku ev hemû her yek ji bo çekekê ye. Şêwaza xwe rêxistinkirina jinê ye.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike