Dewletê bi ihtimaleke mezin, di salên 1976-77-78’an de bi riya vê têkîliyê xwastiye me bigre bin kontrolê û ji bo vê xebitiye. Û me jî ev yek hindekî bi hîs û piştî wê bi zanebûn hewl da ku binirxînin. Bi vê re kontrolkirina vê dewletê dihate wateya kontrolkirina beşên hevkar. Prototîp e, lê wateya wê ev e. Me bûyera jina azad bi vê re derxiste holê. Kişkişîna serokatiyê heta ku bûyera serokatiyê jî me bi vê yekê re derxiste holê. Ev yek bi tevahî pêwîstiya meşandina tekoşîneke pisporane derdixe pêş. Û em jî wisa bi nêzîkatiyeke erzan pirsgirêkê tênaperînin.
Di sala 1978’an de biryarbûyîna hevalan a tasfiyê kirinê derdikeve holê. Niha wê demê helwesteke min jî hebû, heta mala ku ez tê de dimam, ez jê reviya bûm. Lê dîsa jî min xwe her weke ku ji vê têkîliyê re neçar hîs dikir. Ev neçariyeke hestyarî bû, yan neçariyeke zayendîtî bû? Zêde bawer nakim. Hîseke wisa heye ku, digot, “tu ji vê têkîliyê re neçarî, niha ev têkîlî ji te re pêwîst e û tu nikarî wê biavêjî.” Niha hîna baştir tê fêmkirin ku, weke tedbîreke siyasî ew tehemul pir bi bandor û ew neçarî pir bi bandor e. Yanî çi ji bo derketina ji Enqerê be, çi ji bo ya Amedê be ev têkîlî ji bo min pêwîst bû. Esas gumanên min jî hene, dîsa her wisa dema dibêjim girêdayî û mecbûrim jî gumanên min û tekoşîna min pir vekirî ye. Aliyê dijber jî wisa vala nasekine. Ji ber ku bi ihtimaleke mezin, ew bixwe jî rewşa dîrokî ji me baştir dizane û di ferqê de ye. Û di ferqa wê de ye ku em dixwazin çi rizgar bikin. Yanî em parî ji devê şêr xelas dikin. Pirsgirêka Kurd berbi rizgariyê ve tê birin û bi ihtimaleke mezin dîsa pirsgirêk di wêneraniya wê de ye. Her wisa ji bo tehrîk bike û zû encam bigre çi pêwîste wê dike. Bi jiniktiya xwe dilêyîze. Rûyên xwe yên serokatiyê yên heyî bi kar tîne. Zanebûna xwe ya siyasî bihêz bi kar tîne û pir bi pîvan û hevseng tevdigere.
Yên bêpîvan û hevseng em in, an jî yên di vê mijarê de bêplan em in. Erê armanca me û xwe sepandina me heye. Lê ya wê cewaz e. Ya girîng dema ku ew jî li gor xwe min kontrol dike dihizire ku dê gelê Kurdistanê kontrol bike. Ew jî naxwaze berde. Lê çawa naxwaze berde. Ez wê demê rojane rê digrim, jiyana min a hefteyane û mehane ji bo rejîmê dibe derbeyeke mirinî. Û hindekî jî ji ber wê û rexmî wê û bi wê re di nava şerekî de, dualî di nava nakokiyekê de dibe. Dewlet dîsa bi ihtimaleke mezin (ku wê demê di nava kar de bûyera Pîlot jî heye û ew jî bi vê ve girêdayî ye) ew ji aliyekî de, ev ji aliyêkê de hewl didin ku me bikin bin kontrolê û ji beriya 1980’î bi dawî bibe me bigihînin encamê. Em bi hev re ketine nava têkîliyeke pir germ an jî bi hev re ketine nava şerekî pir germ.
Tê bîra min, bi rastî jî wê demê çayek jî ji destan nedihate girtin û di germa tîrmehê de hema jiyan hatibû asteke neliberxwedanî. Lê dîsa jî neçariya di bin bandora ev têkîliya dualî de meşandina tekoşînê hebû. Başe ku me kariye em vê tekoşînê bidin. Ji ber ku ez dihizirim, ev nebûya gelo şêwaza bi ser me ve hatina dewleta Tirk dê weke din çawa çêbûya?
Dê dubare bibe. Piştî wê rojnameger Cuneyt Arcayurek nivîsî, “Şelipîna mezin a dewleta me.” Ugur Mumcu di pirtûka bernivîsê de dibêje, “ma MÎT ji Apo re bû alîkar?” Esas alîkariya ku dibêje, ew endamên peywirdarbûn. Her wiha wê demê Pîlot bêeman li min digere, hetanî gund diçe û dibêje li kû ye? Ya din jî di nava malê de her weke ku jiyaneke nayê pejirîn disepîne. Dema ku Kemal Pîr ew dika di mal de dibîne dibêje, “em lêbidin bikujin.” Lê em dijîn. Piştre ev yek derkete holê ku dewlet girêdayî van şopandina me bes dibîne. Di vê navberê de pêwîste mirov bi bîr bîne ku Ecevît jî di serê kar de ye. Hîna zêdetir bi şopandinê xwe têrkirin, ez bawerim pîvanek e. Piştî wê kontr-gerîla hesabê vê giran ji Ecevît girt. Ji ber ku, piştre fêm kirin ku bi vê şêwazê îdarekirina min têr nekiriye û ev yek jî bi rêka Ecevît hatiye kirin ( Ecevît vê yekê nizane, hetanî wê demê hîna navê PKK ê jî nîne ma dê çawa Ecevît bizane!). Şopîna ku ji wan re hatiye diyarkirin wiha bû, kesekî ji rêze ye, weke çepgir an jî Kurdewarên dîtir e. Ya li ser wan dihate pêkanîn bi rêka kovarê eşkerekirina nêrîn û piştre girtina dadgehê ye. Dê ji bo me jî ev yek pêk anîbana. Vaye tiştên ku dixwazin bibêjin, Ecevît bêku zanibe di vê derê de ji me re bûye alîkar.
Pirsgirêk ne ev e jî, li gor hawirdora rojê zêdetirê wê nedihate kirin. Lê dîsa jî gelekî girîng e. Ji ber ku gavavêtina me weke her gavavêtinê nîne, ji aliyê wan ve gelekî xeternak e, (ku, wê demê hindekî pê dihesin jî), lê hindekî jî pir rebenî ye. Ji ber ku rexmî hindek gumanan, dema me di 1’ê Çileya 1977’an de di mala Pîlot de civîn li dar xist, Pîlot jî digot, “kewê di çentede ye.” Ji diduyan yek her ew çîrok vedigotin. Digot, “weke xwêyî ye”, “civîk çawa bi xwêyê tê xwarin?” yanî misoger em di wêneraniya xwe de dihiziriyan. Piştre bi şêwazeke zanistî pêwîstiya xwe xilaskirina ji vê atmosferê hetanî ku em ji Enqerê, heta ji Amedê derketin me nebihîst. Û piştre eşkere bû ku vê yekê dewlet xistiye nava xapandinê û taktîka me rast girtiye.
Taktîkeke gelekî girîng e. Hetanî wê demê me ji vê dewletê mehane digirt. Em bi wî diravî komê bi rê ve dibin. Him jî me dişopînin. Ez bi karanîna wan gelek têkîliyan didim meşandin, ew jî dihizirin ku wan ez weke malekî girtî me. Ramaneke weke, “di destên me de ye, her dem li gel dewletê ye, dibe ku niha bînin” serdest e. Di dawiya zivistana 1978’an de li Enqerê li benda min dimînin. Hemû şopandinên ku ez didim, di wê rengê de ye ku ezê bizivirim Enqereyê. Heta li Amedê mal hatiye girtin, kelûpelên malê hatine standin, em jî ji vê yekê re pesendî raber dikin. Dema rapor wisa diçin, tu planeke cuda pêş nakeve.
Bêguman ji nişka ve bi teşeyeke dizî ji holê wendabûyîna min heye, di serî de ji Pîlot û piştre jî ji wê jinê dema ez bi dizî di wateyekê de dema ku bêxeber çûm ev dibû vala derxistineke mezin a dewletê. Ez vê ewqas bi eşkereyî nakim, dema ku ez niha vê yekê eşkere rave dikim, wê demê ez ewqas ne zanebûm û ne jî di rewşeke şarezayiya diyarkirinê de bûm. Me jî dişopand. Dema ew te bi kar tîne, tuyê jî wê bi kar bînî. Ew çiqas pîvanan dixe zorê, tuyê jî wê ewqas bixî nava zorê. Radestî nîne. Em bibêjin li gor şêwaza Kurdên kevin lawo ev pîrek çima wisa ye û qedandin nîne. Hetanî heval ji vê yekê bi guman bûn. Ew Tekoşîn derketibû, digot, “Pîlot bi guman e, çima nakujin?” Niha ez li Pîlot bixim, a rast emê dewletê şiyar bikin û ev têkîlî jî wisa ye. Û girêdayî vê gelekî hate xwastin ku muxalefet were pêşvexistin.
Dema niha ez van hemuyan dibêjim, esas ez bi têkîliyeke pir rast re dikevim rê. Di destpêkê de wisa, “ajan e ez wê bi kar bînim ne” min digot dibe ku bikare bibe rêheval û ez wisa nêzîk dibûm. Lê ez şiyarbûyînê jî ji dest bernadim. Ên herî nêzîkî min bin jî ez wisa me. Ev yek girîng e.
Aliyên jinê yên balkêş hene, zilaman gelekî bandor dike. Ez dizanim zilamê Kurd jî di mijara jinê de çiqasî lewaz e. Heta ez bi xwe jî yekî lewaz im. Ez komê saz dikim, esas raman û sazkirina hemû komê dibin berpirsyariya min de ye. Lê jin her weke ku destekî dizî komê serûbin dike. Bi taybet jî aliyên xwe yên jinî yên bi bandor bi kar tîne û vê yekê dike. Wê demê hindekî nêzîkatiyên balkêş ên ku min bi pêş dixistin hebûn, niha ez ji her keçê re nabêjim bizewice yan jî nezewice ez vê yekê nasepînim. Ev yek tê zanîn. Têgînên weke “destgirtiyê” jî zêdetir nirx nadimê û bi wate nabînim. Lê wê demê min berovajiyê vê yekê kir. Min got tedbîr tedbîr e û heke di nava koma me de keseke baş ku ez pê re bibin destgirt dê baştir bibe. Bi esasî, gotineke di cihê xwe de ye û yek ji karên baş ên min e. Min got dibe ev yek ez jî bim û hevalekî dîtirê be jî. Aliyê dijber jî, vê helwestê dişopîne. Ez vê gotinê vala nabêjim û li hember gelekî baldar im. Yanî dema ez wan dibêjim, ez di hewayeke taktîkî de me. Hevaleke me yê cewaz hebû. Min got bi wî re tiştekî wisa bike.
Ev jî li gor min çareseriyek bû. Piştre ez dinêrim bi wê têkîliyê dihizire ku însiyatîfa komê bigre destên xwe. Hevalê xort ê ku bi xwe pê re têkîldar bû jî, ji serokên komê yên sereke bû. Yan jî yekî ku ji vê yekê berendam bû. Bi kêmanî namzetê wê bû. Bi ihtimaleke mezin dema ku ew hilbijart bi ferasetekî wisa bû ku “bi vî re ez dikarim kar bi pêş ve bixim”. Her wiha ev feraset piştî wê jî hebû. Bi vê têkîliyê re dê însiyatîfa komê bigre destên xwe û min biavêje aliyeke ku hîna ji wê demê ve encama ku dixwaze dê bigre.
Piştî wê nêrî ku şensê wê li hemberî min zêde tuneye, heta qet tune ye. Û piştre jî bi ser pêşniyaza min ve hat. Eleqe nîşan dan, vaye bi wê re dikeve pêşniyaza têkîliyê.
Pir balkêş e. Têkîliyên min ên bi wê malbatê re tê bîra min û ez dibêjim, “min çawa bi ser xist?” pir zor e lê min ceriband. Yanî wisa bi wêrekî min gav avêt. Ez çûm ketim mala wan. Maleke balkêş e. Li gor pîvanên Kurdistanê hetanî qonaxê baş hatiye rêxistin kirin û heta maleke pir klasîk bû. Ez bi xwe jî şaş dimînim, me çawa wêrektî kir û me xwe lê anî. Ew jî gelekî bi guman bû. Dihizirî û digot, “gelo bi rastî jî encama evîneke pir bilind e, yan jî di nava wê helwestê de armanceke siyasî ye?” bêguman nezanîna wê negengaz bû. Lê pêwîstiya wê jî ji vê yekê re heye. Ew bi xwe jî xwedî armanceke siyasî ye. Xwe dispêre çekên xwe yên herî mezin, çeka jiniktiyê û dixwaze encam bigre. Ev ji aliyê wê de jî dibe rastiya guftûgoyeke dirêj. Ji ber ku lebat tevahî vê yekê diyar dikin. Heke ev encama evîneke bilind û eleqederekê be û bi xwe yeka wisa be, wê min radest bigre û rewşa ku gelekî ketiye nav de, divê ez jî bikevim nava rewşeke şipandiyê wê.
Niha ez li wê dinihêrim, ev tam ne wisa ye. Dibêje, “heke ev tam hesabê serokatiyeke siyasî be ezê bikarim baştir vê yekê pêk bînim.” Yek jî dinihêre, ez xwe ji serokatiya siyasî jî nadim paş û di vê rewşê de têkîliyeke asayî jî wê tu caran bi pêş nekeve. Bûyereke kişkişîne wisa didome û diçe.
Domandin û germbûyîna tekoşînê jênerev e. Ji ber ku armanc pir cewaz in. Di vir de zayendîtî tenê ji bo hev bandorkirinê ne. Yan jî ji aliyê min de wateya wê cewaz e û ji aliyê wê ve jî armanca wê cewaz e. Lê dîsa jî gavek e. Bi esas jin dê nêzî têkîliyeke wisa nebe. Lê hetanî dawiyê piştgiriyê dike û piştî wê jî ev domand. Yanî jiniktiya xwe weke çekekê bi kar anîn bi ihtimaleke mezin bi zanebûn bû. Yanî ji ber ku ne jineke wisa ketî bû. Lê vê dike çekek. Lêwaziya di zilamê Kurd de dizane. Jixwe di nirxandinên xwe de jî ev dianî ser ziman û ez ji vê re şahid bûm. Xwediyê hunereke bi şêwaza nêzîkatiyeke herî biçuk zilam xistina bin bandora xwe bû. Piştî wê hetanî sala 1986’an bi tu keçan nefes neda girtin û hemû hevalên xort ên li derûdora me, yan bi ser de çûyîna xwe yan jî bi kar anîna hindek keçan ve xist bin bandorê. Esas ev kar jî hêjayî fêmkirinê ye.
Ji bo baş were fêmkirin ez dibêjim. Li gel min hindek heval hebûn. Ew bi qandî ku qesta canê me bikin xistibûn bin bandorê. Dema beşekê dikşîne gel xwe beşa din jî dibe berbi xeta xwe kuştinê ve. Jineke ku dixwaze hindekî bi pêşbikeve weke ku bênefes dihêle, yan bi xwe ve girê dide yan mirin jî tevlî, wê ceza dike. Zilamekî yan tam diavêje derveyî komê, yan jî misoger bi xwe ve girê dide. Têkîliya jin-zilam jî bi tevahî li ser vê bingehê dide bikaranîn.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike