Şerê Gel ê Şoreşgerî Wê bi Ruhê Pêngava 15 Tebaxê Bigihîje Serketinê

0Shares

Şerê Gel ê Şoreşgerî Wê bi Ruhê Pêngava 15 Tebaxê Bigihîje Serketinê

Kordînasyona PJAK’ê

Bi salvegra 28’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê di serî de em vê pêngavê li afirînerê jiyana azad Rêber APO, şehîdên qehreman û gelê Kurdistanê yê birûmet, pîroz dikin û di kesayeta rêheval û fermandarê nemir rêheval Egîd de, em bejna xwe li pêşberî tevahî şêhidên azadiyê ditewînin û bi minetdarî wan bibîr tînin.

 

 

Tevî ku 28 sal li ser pêngava 15’ê Tebaxê re borîn, lê hîn jî wekî ku nuh çêbûye di dil û mejiyê gelê me de zindî ye. Û ji bo dijminê me jî heta niha çavkaniya tirsê ye. Ji 15’ê Tebaxa sala 1984’an pêve dîrok êdî bi awayeke nû hate nivîsandin û rê li pêşiya jiyan, xeyal, hêvî û pêşerojeke nû vekir. Çawa ku berî zayînê û piştî zayînê ji bo dîroka mirovatiyê tê gotin, ji bo gelê Kurd jî berî 15’ê Tebaxê û piştî wê, ewqas bi wate û xwedî taybetmendiyên cûda ye. Di Kurdistanê de jiyan hate serûbinîhevkirin, ti tişt mîna berê nema. Tirsê, cihê xwe ji wêrekbûne re berda, mirinê cihê xwe ji jiyanê re, serîtewandinê cihê xwe ji serhildanê re, bêbaweriyê cihê xwe ji xwebaweriyê re, xiyanet û teslîmiyetê cihên xwe ji berxwedan û rûmetê re hişt û bi demê re hertişt bi reng û naveroke nû ve hate honandin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re zimanê heqîqetê careke din di vê axê de mafê axifitinê bi dest xist. Heqîqeta gelên vê xakê, heqîqeta jinê ku bi hezaran sal hatibû bêdeng û wendakirin, rûpelên dîroka azadiyê ku hatibûn veşartin, careke din wateya xwe qezenc kirin û bi tîpên zêrîn ji nû ve hatin nivîsandin. Bi vî rengî careke din axa ku bi tirs, koletî, nexweşikbûn, mirin û xiyanetê hatibû pêçandin û bibû qebristana binkeftinê, bi pênagava 15’ê Tebaxê re bû cihê şanazî, cejin û şahiyan. Bû cihê destan û pîrozbahiyan. Lewma jî 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd nerwozeke nû û zayîneke azadiyê ye.

 

Pêngava 15’ê Tebaxê Rê li Pêşiya Felsefeya Jiyana Azad Vekir

 

Berî ku şerê gel ê şoreşgerî di Kurdistanê de destpê bike, di Kurdistanê de jiyan heya dawî bêwate bibû û ji armancê xwe hatibû dûrxistin. Ev jî tê wateya ku di warê derûnî (psîkoljîk), hişmendî, hestyarî û ramanî de rizandineke mezin dihate jiyandin. Ger civakek ji nirxên xwe dûr bikeve û bigihîje asta ku hemû şanaziyên xwe wenda bike, an jî ji bîr bike û xwebûna xwe wenda bike, ev tê wateya ku ew civak naveroka xwe ya civakbûnê wenda kiriye û di ber sikratê ye. Ji ber civak bi rûmetên xwe ên madî û manewî ve, bi çand û exlaqê xwe ve, bi berhemên xwe ve dibe civak. Lê ger van hemûyan wenda bike û ne ji bo xwe, ji bo hin civakên din bijî, li derveyî jiyan û rastiya civakê mirov dikare her navî lê bike. Gelê Kurd jî di rewşekî wiha de dijiya. Di encama qirkirina çandî û hemû rengên pişaftinê, civak di bin dagirkeriyê de hatibû perçiqandin. Mêtîngeriya mejî û hestan gelek bi êş û xeter e, ji ber mirov bi derewan têne xapandin û hertişt berovajî dibe. Hemû rastî têne înkarkirin û li şûna wan civak bi derewan tê birêvebirin. Dema mirov dibêje “tirs” divê hema di ser re derbas nebe. Di civakê de dema ku tirsê hêlîna xwe di mejî û dilê mirovan de çêkir, ew civak rengê herî giran ê koletiyê dipejirîne û heqîqeta xwe înkar dike. Li şûna heqîqeta civakê heqîqeta tirs û ezezîtiyê dikeve meriyetê. Li vê derê jiyan bi wateya xwe ya exalqî û felsefîk întîhar dike û wateya jiyanê di navbera ajoyan de difetise, ku civaka me jî mînaka vê tiştê bû. Berî ku şerê gel ê şoreşgerî destpê bike, li Kurdistanê jiyan ji xwarin, vexwarin û têkîliyên ajoyî wêdetir nebû. Ger mirovek were asta ku bitirse navê xwe bêje, piştî ku 70 sal di ser komkujiya Dêrsimê de derbas bûye, ev derûniya Kurdan bi awayekî pir baş tîne ziman. Her weha jiyaneke bê ermanc, bê wate û bê heqîqet hatibû ferzkirin. Kesayeta Kurd tenê ji bo ku bibe xulam, leşker û parsekê dewletên dagirker dijiya û ev jî mîna serbilindî dihesiband. Ango heta dawiyê jiyaneke bênasname û ji xwebûna xwe qutbûyî hatibû pêşxistin. Lewma jî guleya 15’ê Tebaxê di serî de di mejî û dilê ku bi tirs û xwe înkarkirinê tejî bû de teqiya û berî leşkerên Tirk, dijminê ku xwe di hemû damarên jiyana me de bi cî kiribû, hate kuştin.   Kurd êdî ji bo xwe difikire, ji bo xwe dixebite û ji bo xwe şer dike. Ne tenê ev, bi hêza xwe ya xweser li hemberî hêza herî mezin serî hildaye û dengê xwe bilind dike. Kesayeta Kurd ku li beramberî hemû aliyên jiyanê bêparastin û çeper bû, êdî pişta xwe daye çiya û ji dagikeriyê re meydan dixwîne. Kurd êdî xwedî hêza parastinê nê.

 

Pêngava 15’ê Tebaxê Ji bo Kurdan Mafê Jiyana Pîroz Afirand

 

Êdî her kes mecbûre hêza Kurdan a parastinê bide ber çavan û wiha tev bigere. Wê ne şaş be ku mirov bêje di dîroka nûjen a Kurdan de, gava herî pîroz ev gav e. Ji ber gelek kire xwedî mafê jiyanê. Bi vî rengî pênaseya jiyanê di Kurdistanê de hate guhertin, êdî jiyan biqasî ku azad e, bi wate û ermanc e. Ji bo jiyana birûmet hemû rengên qehremanî û fedayîtiyê tê diyarkirin. Bi vî awayî bi qasî ku mijara ‘Em çawa bijîn?’, ‘Em çawa û ji bo çi şerbikin?’ jî kete nava navenda lêgera Kurdan. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re rê li pêşiya civakbûna nû hate vekirin. Ger civakek ne azad be û di bin dagirkeriyê de be, wê demê erka herî pîroz têkoşan e. Wiha jî takekes bi erkên xwe tevdigere, bi vî awayî jî azadiya takekes bi azadiya civakê ve tê girêdan. Di kesayeta rêhevalê Egîd de mirov civakbûna nû, pir bi awayeke baş dikare bibîne. Feraseta pêngava 15’ê Tebaxê rê li pêşiya kesayeteke xwedî vîn vekir û ev mîna pêla deryayê di her dera Kurdistanê de belav bû. Ger îro em behsa bi hezaran şehîd û bi hezaran gêrîla dikin,  ev çavkaniya xwe ji hêmanên felsefîk ên jiyana nû ku hatiye pêşxistin, digre. Di heman demê de ger îro tevahiya hêzên navneteweyî û dewleta Tirk nikare hêza me biqedîne, dîsa bingeha xwe ji hîmên exlaqî û felsefîk ên rastiya vê pêngavê digre.

 

Pênagava 15’ê Tebaxê Bû Banga Azadiyê Ji bo Jinên Kurd

 

Bi qasî ku ev pêngav ji bo me wekî gel bû hêviya rizgariyê, ji bo jinên Kurd jî deriyê jiyana azad û wekhev vekir. Hîmên welatparêzî û demokrasiyê ku vê pêngavê xwe li ser ava kir, hişt ku bi hezaran jin berê xwe bidin çiya û li pey hêviyên xwe bikevin. Bi tevlîbûna her jinekê ji refên gêrîla re, pergala desthilatiya mêr hîna bêtir hilweşiya û rê li pêşiya wekhevî û azadiyê vebû. Êdî jin ne mehkûmê çar dîwaran e û ne mecbûrin ku serê xwe ji koletiyê re bitewînin. Ew êdî di şopa xwedawendan de li heqîqeta xwe digerin û roj bi roj xwebûna xwe dafirînin. Jin jî êdî wekî gelê Kurd ne bêparastin e. Li hember hemû êrîşan xwedî çek e. Artêşbûna jinê ku li ser bingeha vê pêngavê avabû, derbeya herî mezin li sîstema koledar a mêr xist. Jinê bi vî awayî ji hemû rolên ku civaka zayendperest dabûyê, xwe rizgar kir û hevpeymaneke civakî ya nû bi zilam re pêş xist. Ger îro jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de xwedî rol in û diyarker in, bingeha xwe ji qehremantiyên ku jin di şerê gel ê şoreşgertî de daye nîşandan, digre. Şehadeta her jinekê rê li ber şoreşa civakî vekir. Tevlîbûna her jinekê di nava şoreşê de, hîmên pergala zayendperest hejand û bû sedem pêngavên hîna mezintir werin avêtin. Şehadeta rêhevala Rehîme, Ezîme, Besê, Dicle kobanê, Berçem û bi hezaran lehengên din bû sedema ku ronesans di civaka me de pêk bê û zilamtiya klasîk û jina kole îflas bikin. Her wiha saziya malbatê ku weke wargehên dijimin dihate bikaranîn, hate hilweşandin û têkîliyên di navbera jin û mêr de pêşveçûneke nû girte xwe. Jin bi qasî ku welatparêz û têkoşer be, di azdiyê de bi israr û di hemû pîvanên xwe de bedewbûnê bingeh bigre, tê hezkirin. Mêr jî bi qasî ku bi nirxên neteweyî ve girêdayî, wêrek û egîd be, bi qasî xwedî ramaneke azad be, tê hezkirin. Wiha jî eşqa (evîn) Kurdan  ji nû ve hate pênasekirin. Bi qasî tu evîndarê/a rastiyê bî, evîndara/ê nirxên civaka xwe bî, bi qasî evîna te bi pîvanên exlaqî û civakî ve girêdayî be, wê ev ewqas hurmet û rûmetiyê bi xwe re biafrîne. Ji bo ku careke din evîn bigihîje wateya xwe, qirkirina hezkirin û evînê bê bi dawîkirin, şerekî bêhmepa pêwîst e. Ev jî di şexsê rêheval Egîd û Zîlanan de bi awayeke şênber xwe datîne holê. Wê ne şaş be ku mirov bêje mêrê kevneşop û jina kole jî di Kurdistanê de bi guleya pêngava 15’ê Tebaxê hatin kuştin û li hember zihniyet, şêwazê jiyan û têkîliyên zayendperest şoreşek pêş ket. 

 

Bi Ruhê Hevalê Egîd û Zîlanan Em Dikarin Qirkirinê Bi Dawî Bînin

 

Rojên wiha pîroz û bûyerên bi vî rengî, çiqas mirov binirxîne wê di cî de be. Ger em dixwazin bersivên rast bidin pêvejoya heyî jî, em bawerin ku rêya wê di nirxandineke rast a vê pêngavê re derbas dibe. Têkoşîna 28 salan dide diyarkirin ku em berî hertiştî hêzekin ku dikare li berxwe bide û şer bike. Ger em bi taybet rewşa dijimin û gefên ku li me dixwe binirxin, çiqas ev gef bêbingeh û mehkumî binkeftinê ne, wê hîn bi awayekî baş derkeve holê. Çiqas dijimin her sal bêje “an wê biqedin an wê biqedin” di rastiyê de eşkere dike ku Hêza Şerê Gel ê Şoreşgerî li berxwe daye û hêzên dagirker binkeftine. Di demeke ku kesî bawer nedikir wê ev pêngav 24 setan li berxwe bide, têkoşîna 28 salan gelek tişt bi xwe re afirandin. 28 sal e em wekî tevger planên tesfiyeyê vala derdixin û berovajî dikin. Her ku dijimin gotiye “Wê biqedin!”  di serî de bi keda Rêber APO, keda bi hezaran gêrîla û bi milyonan gel re, em bi hêzeke hîna xurtir salê pêşwazî dikin. Di roja îro de jî AKP çawa ku di salên 90 de hukûmetên Tirk dixwestin bi komkujî û hemû rengên tewîzên polîtîk ve tevgera me têk bibin, heman siyasetê birêve dibe. Îşkenceya Îmraliyê, komkujiya Roboskiyê, qirkirina siyasî û îtîfaqên qirêj ku pêşdixe, vê yekê baş datîne holê. Bi rêya teknîk, îstixbarat û şerê psîkolojîk dixwazin baweriya me bi serketinê lewaz bikin û me teslîm werbigrin. Hemû pêşketin didin diyarkirin ku hukûmeta AKP’ê jî mîna Hukûmetên din di qirkirinê de bi israr e û ji bilî zimanê şer tiştekî fêm nake. Li hember vê rastiya dijimin, tenê yek erka me heye, ew jî li gor esasên Şerê Gel ê Şoreşgerî bilindkirina têkoşînê ye. Îro mirovatî di kesayeta Rêber APO de şahidiya berxwedaneke dîrokî dike. Bi rastî şerê ku li hemberî Rêbertiya me tê meşandin bi ti rengî û li dijî ti kesan nehatiye meşandin. Îro hukûmeta AKP’ê û hêzên navneteweyî bi rêberiya NATO û GLADYO re, li dijî Rêbertî, tevger û gelê me şerekî giştî birêve dibin. Çawa ku Rêber APO berxwedaneke dîrokî dimeşîne, ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re jî pêşengtiyê dike. Bi vê re jî gelek erk derdikevin pêşberî me. Bi 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê re careke din bidestgirtina şêwazê şerê xwe, tesbîtkirina lewaziyên xwe, çareserkirin û li gor esasên Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bidest girtin, erkeke jiyanî ye. Pir eşkereye ku êdî berxwedanî têrê nakê û hertişt fermana serketinê dide me. Bêguman heta niha xwe xapandineke mezin hebû û tu dibêjî qey tenê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî qada gerîla berpirsyar e. Lê di pratîka 2011’an de jî derket holê ku biqasî baskê gêrîla, ewqas jî baskê wê yê gel û serhildanê jî jiyanî ye. Di heman demê de aliyê wê yê lojîstîkî û mizinkirina hêzên parastinê jî xebatên bingehîn ên pêvajoyê ne. Ji bo ku em di kaosa heyî de karibin mafê gelê xwe misoger bikin û dawî li esareta rêber APO bînin, divê bi taybet kadro û hemû kesên ku bi rûmeta xwe ve girêdayî ne, li ser vê bingehê tevlî bibin. Ji ber birastî em ji demeke gelek hesas re derbas dibin. Ji bo Kurd bêstatû bihêlin, rêbertî û tevgera me tesfiye bikin, hemû hêz di nava hevkariyeke mezin de ne. Ne tenê dijmin û hêzên navnetewî, hêzên paşverû ên Kurd jî xistine dewrê û careke din dixwazin Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bifiroşin. Sistema Îmraliyê û îşkenca ku ev saleke li ser Rêber APO tê meşandin, bi ve planê ve girêdayî ne. Ji bo rê li pêşiya serokên sexte vekin û bandora tevgera me ku roj bi roj hîn bi hêz û geş dibe, bişkênin, Rêber APO derveyî pêvajoyê dihêlin. Lewma jî îro navenda şer Îmralî ye û ger wekî tevger em dixwazin vî şerî vala derxin, divê em kêliyekê beriya kêliyekê dawî li vê îşkenceyê bînin û azadiya Rêber APO misoger bikin. PKK heta niha karê herî zor bi ser xist, bi hezaran car di asta mûcîzeyan de pêşketin çêkir û hemû teoriyên ku digotin “Nabe!” vala derxist. Bi yek kesî dest pêkir, lê niha hêzeke bi hezaran hatiye avakirin, li cihekê destpê kir, lê niha li seranserê çiyeyên Kurdistanê belav bûye. Hemû partî û dewletên herêmê îflas kirin û hilweşiyan, lê PKK hîna jî bi hemû hêza xwe ve li ser lingan e û li hemberî hemû komployan hîna jî li berxwe dide. Di kaosa ku herêm jê derbas dibe, gelek fersendên dîrokî hene, li kêleka şoreşa bakur, derfetên şoreşa rojavayê welat, îmkana serketinê hîna bi awayekî mezin vedike. Ger em bi erkên xwe yên demê tevbigerin û li gorî esasên Şerê Gel ê Şoreşgerî nêz bibin, encamên ku me bi dehan salan nekarî bidest bixin, em dikarin di salekê de bi dest bixin. Lewma jî ji her carê bêtir seknekî pêşengtî pêwîst e, şoreş bi şoreşgeran tê damezirandin. Şerê Gel ê Şoreşgerî jî encex bi şoreşgerên ku xwe di serketinê de kilîd kirine, dikare bigihîje armanca xwe. Lewma jî ji fêmkirina stratejiyê bigre, heta têgihîştina taktîkê, ji siyasetê bigre heta avakirina pergala netewa demokratîk, ji mezinkirina hêza parstinê bigre heta xebatên parastina cewherî, ji her carê bêtir divê bi berpirsyarî bê bidestgirtin û li gor ruhê pêvejoyê, em tev bigerin. Bi rastî dem dema kesên ku xwe mîna heval û fermandar Egîd bi dîsîplîn, wêrek, rêxistinkirî, rêheval, zane, fikir, zikir û çalekiya xwe dike yek, heye. Bi kesayetên dîrokî rûpelên nû di dîrokê de tê nivîsandin. Ji ber rêhevalê Egîd bi têgihiştina dîrokî tev digeriya, lewma jî çalekiyek dîrokî mîna çalekiya 15’ê Tebaxê karî pêş bixîne. Baweriya wî ya bi azadî û serketinê hişt ku bê dudilî, guleya yekê li hemberî dewleta Tirkan biteqîne. Em wekî şervanên azadiyê îro li ser mîrasê 28 sal qehremantî, fedakarî û kedê têkoşînê bi rêve dibin. Ji bo wê jî em gelek bextewerin birastî. Tenê em vê mîrasê di cih de bikar bînin, emê bikaribin deh şoreşan lidar bixin.

 

Gelê Kurd Xwedî Hêze ku Hemû Rengên Qirkirinê Vala Derxîne

 

Tenê ne li ser Rêbertî û gêrîla, li ser gelê Kurd jî îro şerekî herî hovane tê meşandin. Ji bo bêbawerî û bêhêvîtiyê pêşbixe, dijimn hemû imkanên xwe seferber kiriye. Bi girtinê, bi kuştin û bi şerê derûnî re êrîş li ser gelê me pêk tîne. Ji bo yekîtiya gel xirab bike û rêyê li pêşiya Kurdên kole û xwefiroş veke, bi rêya birçîhiştin û ola siyasî û bê exlaqtiyê re dixwaze ruhê berxwedanê bikuje û vîna gelê me teslîm bigre. Lê belê gelê me di 28 salên derbas bûyî de gihîştiye asta ku bizanibe bêwelatî, bêrûmetî û koletî tê çi wateyê. Gelê me êdî dizane ku tenê şer û berxwedan dikare pêşiya vê yekê bigre. Mirov dikare bêje ku yek ji encamên girîng ên pêngava 15’ê Tebaxê afirandina gelekî şerker e. Gelê karibe li berxwe bide; ew gel ticar nayê kolekirin û îro gelê me ev teybetmendî bidest xistiye. Ji ber ku îro lingekî şer li dijî gel pêş dikeve, lewma jî pêşxistina rêxistinên parastina cewherî, ji bo me beriya av û nan tê. Ji bo em bikarin civaka xwe biparêzin, divê em xwe di her alî de birêxistin bikin, ji qada ramyarî bigre heta aborî, ji parastinê bigre heta çandê, ji ramanê bigre heta civakî. Divê em xwe di her alî de bighînin hêza şer. Îro dijminê me bêçaretiyekî mezin dijî. Ji ber vîna gelê me hemû polîtîkayên wan vala derxistiye. Lê belê divê em bizanin ku êdî pêwîste em pergala xwe avabikin û ti bendewariyên me ji dewletê nebin. Ji bo wê jî bersiva me ji 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê re, divê avakirina meclîs û saziyên xwe yên xweser bin. Bi qasî ku em xwe bixwe birêve bibin, em ê ewqas dijminê xwe lewaz bikin. Wekî gel me pir êş kişandiye û dîroka me di wateyekê de dîroka qirkirin û komkujiyan e. Lewma jî ger em naxwazin heman tişt dubare bibe, pêwîste em xwe bigihînin asata gelekî şerker. Şer tê wateya asta herî bilind a hizirandinê, a rêxistinê û perwerdeyê. Dema ku em hemû qadên jiyanê, mizgeft, malên cem, dergah, gund, bajêr, bexçe, derveyî welat, hundirê welat, li çiya û herderê bikin qadên Şerê Gel ê Şoreşgerî, wê demê em ê dijmin bêzar bikin û em ê serketinê misoger bikin. Kes nikare bêje “ez nikarim tiştekî bikim”, ji kevir bigre, heta dar, ji çek bigre heta şûr, ji dua bigre heta propaganda… Her wekî din herkes li gorî derfetên xwe dikare di Şerê Gel ê Şoregerî de cih bigre. Ger ku îro jin, zarok, pîr û kal dibin hedefa jop, girtin û kuştina dijmin, ger her roj dijminê me fermana mirina me îmze dike, wê demê yek erkeke pîroz heye; ew jî şerkirin û xweprastin e. Li hember polîtîkayên AKP’ê yên qirkirinê, encex wekî gel em bi îsyan û serhildanan bibin bersiv. Encex em îşkenceya li Îmraliyê û qirkirinê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî re bi dawî bikin. Em di demeke wisa de ne, ku çiqas çalekî çêbibin ewqas azadî, çiqas serhildan pêş bikevin, em ê ewqas nêzîkê serketinê bibin.

 

Her wiha bi 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê re, em wekî gel gihîştine astekê ku hêza parastina xwe ya cewherî bidest bixin û ev asta herî pîroz e. Lewma ji bo em ked û êşa bi salan bi encam bikin û azadiya rêber APO û Kurdan misoger bikin, herwiha bi armanca ku em 29’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi Rêber APO re pêşwazî bikin, di heman demê de ji bo em layîqê hemû rêhevalên qehreman ku şehîd bûne bin, ji her carê bêtir kar, ked, bawerî, zanistî, menewiyat û wîjdan pêwîst e.

 

Careke din bi durûşmeya “Em sala 2012’an bikin sala azadiya Rêber APO!” di serî de em salvegera cejna vejînê li Rêber APO, gelê Kurd, hemû hevalên di girtîgehan de liberxwe didin, hemû şervanên azadiyê û mirovahiya demokrat pîroz û silav dikin.