Me weke têgîn ji şerê gel ê şoreşgerî guman nedikir. Pêvajoyeke bi vî rengî pêk nehata, mirov ne karîbû behsa nasnameyê bike, ne jî karîbû behsa azadiyê bike. Bi vê armancê, em hê ji destpêkê ve di civaka dîrokî de li ser rola zorê fikirîn. Jixwe her roj û her saet hêzên zorê yên li ber çavan heta bi nava dilê me xwe nîşan didan. Fetihkirina bi zorê, ne bi tenê weke mafekî serweriyê, lê wekî fermana Ellah jî dihat hesibandin. Çawa ku li dinyayê bi giştî wisa bû, hêzên li ser Kurdistanê serwer bûbûn jî tevî awayên wan ên ji rêûresmê îdeayên wan ên xwe disipartin modernîteyê jî bi vî rengî bûn. Kurdistan parçeyekî erdê yan jî welatek bû ku ji berê ve hatibû fetihkirin. Fermana Xwedê bi cih hatibû anîn. Dema mijar dibû hêmanên modernîteyê, tevî hin rastiyên din mafê serweriyê ti carî ne ya guftûgoyê bû. Pêdiviya bi pîşesaziyê û qanûna kara herî zêde berfirehkirina bazaran û ya erdan ferz dikir. Têgihiştina serwertiya dewleta netewe xwe disipart teoriya hêzê ya ti carî bi kesî re parve nake û ti carî cihêbûnê qebûl nake. Kes nikare bi bihosteke sînoran jî bilîze. Kevirekî piçûk bi tenê jî nadin. Mîna fermana xwedê ye, çawa dibêje ‘bibe’ dibe, ya rastî dewleta netewe bi hêzên di bin fermana xwe de û bi navenda hêzê, bi civaka homojen, bi welatiyê mutleq kole û bi têgihiştina tekperest a di her warî de (‘tek welat’, ‘tek ziman’, ‘tek çand’, ‘tek al’, ‘tek sirûd’ û weke wan) serwertiya xwe ya xwedatiyê ya hezarê caran ji xwedatiyên berê bi hêztir kirî, vebirrî dike û nahêle ku bê guftûgokirin. Guftûgoyeke herî piçûk an tezeke dijber, ji bo ‘yekîtî û yekparetiya welat’ tehlûkeya herî mezin tê hesibandin, sûc tê qebûlkirin û bi cezayê herî giran tê cezakirin. Şert û mercên bi vî rengî xwe bi hemû gotin û çalakiyan nîşan didin û pêk tînin. Ha di rewşeke bi vî rengî de, eger tu bibî xwedî îdeayeke herî piçûk, bi tenê tu dikarî xwe bi rêbazên zorê biparêzî. Ev nedihat guftûgokirin. Mijara dihat guftûgokirin der barê pêdiviyên wê yên stratejîk û taktîk de bû. Jixwe di dema derketina holê ya PKK’ê de amûrên xweparastina rewa bêdudilî hatibûn bikaranîn. PKK bi awayekî neçar mabû xwe weke hêzeke mîlîs bi rêxistin bike. Di rewşeke berevajî de nikarîbû rojekê li ser piyan bimaya. Bimaya jî ti cudahiya wê ji hêzên din nedima û wê tesfiye bibûya.
Me şerên gel ên şoreşgerî yên wê demê lêkolabûn. Nexasim ezmûnên Viyetnam û Efrîkayê ji wan mijaran bûn ku herî zêde em li serê hûrûkûr sekinîbûn. Di dema şerê dijwar ê di navbera hêzên hegemonîk û sosyalîzma pêkhatî de tevgerên rizgariya neteweyî serketineke mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Lewma ji bo Kurdistana bi xwe mêtingeh bû jî, bivênevê modela şerê rizgariya neteweyî ferz bû. Ji qonaxa komê heta bi amadekariyên li Rojhilata Navîn modela mohra xwe li pêvajoyê da, ev modela şerê rizgariya neteweyî bû. Di tevahî civînên perwerdeyê, belgeyên konferans û kongreyan de mijara sereke ya herî zêde hatiye guftûgokirin, lêkolîn û bûye biryar şerê gel ê şoreşgerî ye. Amadekariyên pratîk jî di vê çarçoveyê de dihatin kirin.
Kirinên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, di serî de zindana Amedê li zindanên bi mirovan hatibûn tijîkirin êşkenceyên xeternak dihatin kirin û şertên jiyanê bi xwe bi temamî kiribûn mîna kampên komkirinê, van hêmanan hemûyan tavilê destpêkirina pêngava nû ya stratejîk ferz dikir. Wekî din darvekirin di rojevê de bûn. Rojiyên mirinê dest pê kiribûn. Eger me yê tiştek bikira diviyabû me di dema wê de bikira. Dîrokê wê derengmayîna me nebexşandaya. Jixwe çalakiyên bi rengê xweparastinê ti carî nesekinîn; carinan kêm û carinan zêde be jî timî dewam kirin. Ya diviyabû me bikira ew bû, çalakiyên dihatin kirin me derxista asteke jortir. Ji bo vê amadekarî têra xwe hatibûn kirin. Ji bo stratejiya şerê gel ê xwe disipêre hêza xwe, eger em zêde bisekiniyana û me wext derbas bikirana, wê ev bihata maneya oportunîzmê. Bi van sedeman, hê 12’ê Îlonê pêk nehatibû, di Tîrmeha 1980’î de me bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz koma pêşî ji nû ve şand welat. Paşê wê di ser Îran û Iraqê re çûyîna koman a welêt dewam bikirana. Nexasim ji ber êşkence û rojiyên mirinê li zindana Amedê, diviyabû sala krîtîk a 1982’an ji sedî sed bibûya sala pêngava nû. Me navenda pêngava pratîk bir welat, bir Lolanê. Em li bendê bûn pêngav ji wir dest pê bike. Têkiliyên hewce hatibûn danîn û hêzên pêdivî bi wan hebû ji zû ve hatibûn veguhestin. Ji lewra bendewarî mafdar û rast bû. Kesên li wir di statuya pêşengiyê de bûn, bi sedemên ku min hê jî naveroka wê ya rastî fêhm nekiriye, lê li gorî min bûn xwedî helwestekê, mirov dikare weke ketina rêya rastgiriyê bibîne. Pêvajoya amadekariyê ya li Rojhilata Navîn dubare dikirin ango bi kopîkirina wê re mijûl dibûn. Jirêderketina pêşî û ciddî ev bû. Bi vî awayî bandora vê jirêderketinê heta roja me ya îro dewam kir. Fikarên min zêde bûbûn, min dest bi rexneyên pêşî û ciddî kiribûn. Mirov dikare di gelek axaftin û talîmatan de van rexneyan bibîne. Herî dawî di Civîna Navendî ya Çileya 1984’an de bi rexneyên herî berfireh bûyer hatin dadgehkirin.
Me hemû şert û merc bi kar anî
Pêngava 15’ê Tebaxê, heman salê bi derengî, ne pir bi hosteyî û ne bi şêwazekî bersivê bide amadekariyên me, dest pê kir. Ji çalakiyê zêdetir, maneya wê ya dîrokî û aktuel girîng bû. Lewma bivênevê wê mohra xwe li rojevê bidaya. Artêşa Tirk a xwe li gorî tepisandina serî rakirinên klasîk ên Kurd bi rêkûpêk kiribû, bi stratejî û taktîkên heyî di wê hêzê de nebû ku vê pêngavê tavilê bitepisîne. Di şerê gel ê klasîk de taktîkên gerîlla yên ji rêzê bivênevê ev artêş wê neçar bikirana. Bûyerên pêşî qewimîn ev yek piştrast kirin. Lê bihêlin ku taktîkên gerîlla di şerê gel de bêne bikaranîn, bi awayekî ji rêzê jî nedihatin pêkanîn. Firsendeke dîrokî pêkan bû ku têk biçûya. Pêşengiya pratîk a li hundir bi israr bi berpirsiyariyên xwe ranedibû. Li hemberî ferzkirina serokatiyê bi awayekî xweber diketin nava hewaya xebatên komê. Cara pêşî Mahsûm Korkmaz îşaret bi tehlûkeyê kiribû. Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û xisletên wê yên taktîk hînê ji destpêkê ve li aliyekî hatibûn hiştin. Li Rojhilata Navîn bicihbûna min, di dîroka hemdem a Kurdistanê de belkî jî cara pêşî ji bo pêdiviyên stratejiya şerê gel ê şoreşgerî gaveke girîng bû û di cih de bû. Rewşa tewazunê ya min di nav de cih girtibû rê nedida ti hêzê ku xwe li ser min ferz bike; derfet û îmkanan bihêlin ku bi me gav paşve bidin avêtin, berevajî rê li pêşiya me vedikirin û destek didan me. Pozîsyoneke gelekî girîng a stratejîk hatibû bidestxistin. Ji bo bipêşxistina şerê gel hem di warê danîna têkiliyên stratejîk de, hem jî nexasim di warê peydakirina destekên taktîk ji bo lojîstîk û perwerdeyê de şert û merc têra xwe li cih bûn. Me heta dawiyê şert û merc bi kar anîn û ev nêzîkatiyeke rast bû û xwedî maneyeke dîrokî bû. Çi komên li welat çi jî komên nû yên derbasî welat bûbûn wezîfeya wan ne ew bû ku bi heman rolê rabin û li welat biryargehekê çêkin. Hewldanên wan amadekariyên hatibûn kirin pûç û bêmane kirin. Kampên li Lolan, Xakûrkê, Gare, Zap, Metîna û li hin deverên din, nikarîbûn bi rola Bekaayê rabûna; bi tenê karîbûn bi rola desteka taktîk rabûna. Jixwe ne hêza wan ji bo vê hebû û ne jî hewcedarî pê hebû. Wekî din mirov karîbû ji şerê di navbera Îran û Iraqê de sûd werbigirtana. Bi heman awayî, mirov karîbû rast nêzî şerê di navbera PDK û YNK’ê de bibûya, li gorî pêdiviyên stratejîk û taktîk ên şerê şoreşgerî rewşên wan binirxanda û jê sûd werbigirta…
Ya rastî, ev hemû pêkan bûn ku ji bo şerê gel ê şoreşgerî bêne bikaranîn û danîna têkiliyan bi van hêzan re karîbû rê li pêşiya bûyerên mezin veke, lê li ser hêzên me bandoreke berevajî kir û ew ber bi xeta rastgiriyê ve birin. Bi awayekî ez hîç ne li bendê bûm, hêzên me heta bi qirikê di van têkiliyan de çûbûn xwarê û ketibûn nava rewşekê ku berpirsiyariya xwe ji bîr kiribûn. Ji aliyekî ve têkiliyên pê bibin dûvik danîbûn, ji aliyê din ve jî têkiliyên ji berpirsiyariyê dûr û bi serê xwe. Têkiliyên bi vî rengî, li her deverê xwe alandibûn û bêyî ku serê xwe rakin û pêşiya xwe bibînin dimeşiyan. Biryargeha ewqasî bûbû heyranê xwe, xebatên dîrokî yên li Bekaayê ne tiştek dihesibandin û mîna dîrok bi wê dest pê dike tevdigeriya, komên ji bo Bakurê Kurdistanê hatibûn şandin jî ji têkiliyên ehbabçawişiyê wêdetir şêweyekî din ê danîna têkiliyan nedihat bîra wan û nedifikirîn. Gelek mîlîtan bi destê hêmanên kevin ên kontrgerîllayên PDK’ê hatin kuştin, lê dîsa nedifikirîn ku pêşiyê li vê bigirin. Bi tenê karîbûn têkiliyên pê debara xwe bikin deynin. Pirraniya wan jî dihatin xapandin û dibûn nêçîr. Lê karîbûn însiyatîfeke şoreşgerî pêk bînin û ji şerê di navbera PDK û YNK’ê de sûdê werbigirin û gavê bi avêjin, gel ji kontrola van hêzan derxin, berê wan bidin şerê azadiyê û bi vî awayî pêşiyê li komkujiyên muhtemel bigirin, lê wan bi navê danîna têkiliyan bivir li lingê xwe dida û çawa ku me di şehadeta Mehmet Karasungur de dît, derbên stratejîk dixwarin. Heta bi salên 1990’î danîna têkiliyên bi vî rengî, ne bi tenê dibû sedem ku firsendên dîrokî ji dest biçin, ji vê jî bi tehlûketir ber bi rastgiriyê ve diçûn. Pêngava 15’ê Tebaxê pêkan bû ku bi dehan qat zêdetir bi tesîr bê kirin, lê hem bi derengî hat kirin û hem jî ji bo xelk bibîne, bi awayekî paşguh bikin, pêk anîn.
Di qada fermandarî û rêxistiniyê de mînakên bi vî rengî têra xwe derketin holê. Kengî têgihiştina ber bi rastgiriyê ve çû xwe di şêwazê şer de da xuyakirin bêhtir zirar û ziyan da. Nûnerên vê têgihiştinê li şûna ku şerê gel mezin bikin, hewl dan şûn û statuya xwe biparêzin û wexta ku ev kirin, bi heyranê awayên herî kirêt ên parastina statuya xwe bûn, ew awayên kirêt ji ajantiyê jî xirabtir bûn. Di vê çarçoveyê de namzetên gerîlla yên herî hêja di çalakiyên bêmane de têkbirin û ewqasî rezîl bûn namzetên durist ên fermandariyê ku karîbûn gerîlla mezin bikin, ji piştê ve xencer li wan dan. Nexasim Çeteya Çaran (Şemdîn Sakik, Şahîn Balîç, Halîl Kaya –Kor Cemal û Cemîl Işik- Hogir) di vî warî de bûbû pispor. Serekên çeteyê di jêpirsînên bi êşkence de ku bi bahaneya “Em ajanan tespît dikin” bi îhtîmaleke mezin bi sedan heval û hevriyên durist kuştine. Ez yeqîn dikim ku pratîka çetewarî ya pirraniya wan ji ber sedemên psîko-çandî ye, ber bi rastgiriyê ve çûna wan jî ji ber kêmşoreşgertiyê û encama têgihiştina berpirsiyariya wê ya bicih nehatî ye. Mirov ji hêmanên dijber dipê ku çav berdin serokatiya kolektîf a kesên ber bi rastgiriyê ve diçûn nikarîbûn bikirana û dîsa mirov li bendê bû ku ew şêwazê şer û jiyana hevrêtiyê bêhnçikandî bikin. Ya pêk dihat jî ev bû. Çawa ku dîroka şoreşan timî piştrast kiriye, eger di dema xwe de valatiyên di qadên rêxistinî û polîtîk de bi hosteyî û rast neyên tijîkirin, wê ew valatî ji aliyê dijberên şoreşê ve, hem jî di nava refên şoreşê de bi helwestên sergirtî û bi lafazaniya herî dijwar bê tijîkirin. Ev pîvana şoreşan pêk dihat. Kom û hêmanên dijşoreşê yên li Kurdistanê tesfiye dibûn, kesayet û meylên çînî yên hevkar ên li pişta wan di nava refên PKK’ê de ji nû ve vedijiyan û ji Kurdîtiya azad heyfa xwe hildianîn. Di nasnameya Kurd de hêmanên bi vî cureyî dîrokî ne, di kûrahiya tebeqeya jor de bi cihbûne, firsendperest in, xayîn in. Di hin atmosferan de ku mirov hîç li bendê nîne, di hin şert û mercên zeman û mekan de ku nayê payîn, derdikevin holê û bêperwa hunerê xwe nîşan didin. Hema bi tenê ew kêlî ji bo berjewendiyên wan di cih de be, û mekan ji bo vê firsendê bide. Ez ji bo maskeyên van hêmanan bînim xwarê, hê ji serê sala 1980’î ve min analîzên berfireh ên kesayet, nasname û çînî kirin, lê serketina van analîzan bi sînor bû. Ji bo ku ev analîz di pratîkê de pêk neyên, heman hêmanan jî li gorî xwe her cure tedbîr girtin. Ji bo vê jî hin rêbazên wan ên sereke hebûn ku timî pêk dianîn, mînak analîzên ku min kiribûn di perwerdeyan de baş bi kar nedianîn, li cem xwe digirtin, vedişartin û wenda dikirin.
Kirin ku şerê gel ê şoreşgerî ne şerê gel be, kirin ku bibe şerê hêzê yê li dijî gel û bibe hewldana serdestiyê li ser gel. Ji bo şerekî serketî yê gel desteka gel a dûrî aqilan bi rêbazên provakatîf berevajî kirin û gelek derdoran çare di xwe sipartina hêzên kontra de dît. Mirov pir bi hêsanî li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî karîbû van mirovan bike bîrbir û bi rêxistin bike û ji wan artêşeke gerîlla pêk bîne, lê mirovên em behsa wan dikin ne tenê rast nehatine perwerdekirin û rêxistinkirin, bi tenê weke çavkaniya erzaqan hatine dîtin. Endamên kontrgerîlla yên ev weke firsend dîtine, hinek bûyerên kuştinê yên xeternak jî xistine dewreyê û kirine ku gel neçar bi lez xwe biavêje wan û penahî wan bibe. Bi hezaran gundên li ber xwe dan û bi mîlyonan gundiyên ku her tiştên wan hatin desteserkirin, birçî û perîşan ketin ser riyan, neçar kirin ku koçî metrepolan bibin. Yek ji tevgera herî mezin a tesfiyekirinê ya di dîrokê de pêk anîn. Ji deh hezarî zêdetir mirov kuştin. Dest danîn ser malê gel û çav ber namûsa wan dan.
Me berpirsiyariyak mezin girt ser xwe
Mirov bi xalên sereke dikare lîsteyê dirêjtir bike. Ya min xwest nîşan bidim ew e, li ser navê şerê gel çi hatiye kirin. Ez dema ku vê demê dinirxînim û di îdeolojiya partiyê de şîlobûna di warê dewletdariya netewe de nîşan didim, ez hînê jî ji rastbûn û encamgiriya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikim. Şerê gel ê şoreşgerî stratejiya bi tenê ya rast a wê demê bû. Rêbazên din, ji bilî xizmetkirina ji qirkirinê re nikarîbûn bi roleke din rabin. Gavên sereke yên taktîkî jî bi giştî rast bûn. Li Rojhilata Navîn bicihbûn, pêkanîna perwerdeyê û lojîstîkê, gavavêtina welat, li baregehên demî amadekarî û bi vê armancê têkilîdanînên taktîkî rast bûn û qîm dikirin. Lê ya tinebû û nedihat kirin; niyeta pêşengiya pratîkî û bicihanîna taktîkên ji rêzê yên gerîlla bûn. Bala xwe bidinê, ez behsa hostetiya bicihanînê nakim, ji ber ku eşqiyayek be jî bi hêza heyî dikare di asteke gelekî li jor de bibe xwediyê serketinê. Ez bi salan li ser vê rewşê sekinîm û min li ser sedemên wê mitale kirin. Ji bo pêşiyê li encamên wê û bandorên wê yên tesfiyeker bigirim bi heman awayî min gelekî hewl da û me hewl da. Kêmasî ne ji têkiliyên bi gel re bû; desteka gel ji bo şerekî serketî qîm dikir. Kadro û şervan jî ne kêm bûn. Ev jî têra xwe hebûn. Qadên derve û hundir ên bicihbûnê, lojîstîk û amûrên mirov xwe pê gurçûpêç bikin bi zêdeyî û têra xwe hebûn. Bi tenê ji sala 1980’î heta bi dawiya sala 1998’an her sal, veguheztina kadro û şervanan a min dikir, salê bi giştî ne di bin panzdeh hezaran re bû. Hemû jî bi zêdeyî bi amûr û pêdiviyên maddî hatin gurçûpêçkirin. Me berpirsiyariya herî mezin girt ser xwe, beşekî mezin ji wan bi gelek zor û zehmetiyan gihandin baregehên wan. Pirsgirêk, sabitfikrî û xiyanet paşê hatin ferzkirin. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin eger nebûna heyranê xwe, ji rê derneketana û xiyanet nekirana, serxwebûna neteweyî bi temamî pêk nehata jî wê bi hêsanî çareseriyeke di cih de pêk bihata. Xebatên me meşandî bi zêdeyî ev heq kiribûn.
Di vê mijarê de ez hînê jî li ser xwe difikirim; ez diponijim, gelo kêmasî û şaşiyên min çi bûn. Yek ji pirsên ku ez timî ji xwe dipirsim ew e, “Gelo diviyabû Rêbertiya pratîkî ango Rêbertiya nava welat jî min bi xwe berpirsiyariya wê hilda ser milên xwe?” Ez hê jî bi hêsanî nikarim bersiva vê pirsê bidim. Heta ez carnan difikirim, gelo pêşengiya hundir bi tiştên dûrî aqilan ên ferz dikir, hewl dida min bikişîne nava welat û bi vî awayî, bi zanebûn an jî bi nezanîn şert û mercên berbiçav ên tesfiyekirina min amade dikir. Ji ber ku hebûna min a li derve hesabên kariyer û tesfiyeyê yên gelekan xira dikir. Lewma ez xwe nagirim û difikirim ku ji ber vê xwe kêm tevlî xebatan kirin. Li Rojhilata Navîn şêwazê min ê mayînê, hem di nava rêxistinê de, hem jî li derveyî rêxistinê hesabên gelek kes, hêz û heta dewletan xira dikir. Hêzên di nava rêxistinê de nerazîbûna xwe bi kêm tevlîbûna xebatan nîşan didan. Bêguman ez bi tevahî kadro û pêşengan gunehbar nakim. Ji duristbûna pirraniya wan hîç guman nayê kirin. Bêguman wêrekî û fedekariya mezin a pir aniya kadro û şervanan dîrokî ye, nayê guftûgokirin û kes nikare zimanê xwe jî dirêjî wan bike. Jixwe li ser navê bidestxistinê çi hebe encama van hewldanên hêja ye. Li vir pirsgirêk ew e, li hemberî evqasî xiyanet û kêmasiyan, hêmanên behsa wan tê kirin, çima ji vê meş û rêveçûnê re negotine êdî bisekine. Kêmasî û şaşiyên îdeolojîk û polîtîk ku di vê de rol girtine, gelekî hatin rexnekirin. Em dipirsin, gelo çima ewqas salan kêmasiyên xwe nedîtin û ji holê ranekirin. Eger ez li ser zemînê welat bûma, di vê mijarê de tiştekî min bikirana tineye. Jixwe min ji derve gelekî destek dida. Materyalên nivîskî û devkî (axaftinên bêtêlan) yên pêdivî bi wan hebû her tim di xizmeta wan de bûn. Naxwe pirsgirêk ne ew bû ku ez li derveyî welat bûm. Ez ê rola hêman û tesîrên derve bi xalên sereke diyar bikim, lê hêman û tesîrên hundir diyarker in. Eger di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareserî çênebe, ez hê bawer dikim ku divê ji bo bidestxistina azadî û nasnameyê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî neçar weke amûrê sereke yê têkoşînê bê ceribandin. Ez bawer dikim ku çareseriya demokratîk wê bi siyasetê bibe. Şertê vê yê bi tenê ew e, hukûmetên Tirkî, Sûrî û Îranê (hêzên diyarker ên desthilatdariyê) ji aliyê siyasî ve îradeya siyasî nîşan bidin. Naxwe ya bikeve rojevê û dewrê, şerê gel ê şoreşgerî ye ku şêweyekî berê yê çalakiya gel a şoreşgerî ye, lê hê jî hukmê xwe yê nûbûnê diparêze. Di demên rabihurî de bi taktîkên herî ji rêzê hat ceribandin û serketina xwe piştrast kir, lewma şerê gel ê şoreşgerî ku piştî evqasî tecrûbe û ezmûnan nabe ku encamgîr nebe. Qirkirinê jî bixin dewrê dîsa jî encam naguhere. Piştî evqasî teşhîr û tecrîdê, nabe ku rêbazên qirkirina çandî yên heyî dewam bikin. Hêzên di van rêbazan de ji ya xwe neyên xwarê wê hebin, lê wisa be jî encam ê bêhtir bi awayekî neyênî li dijî wan vegere û jê ne wêdetir. Li vir pirsgirêka bingehîn ew e, divê şerê gel ê ku berê bi ser nexistin, pêdiviyên wê bi awayekî rast û temam pêk bînin.
Şerê Gel ê Şoreşgerî û Îttîfaq
Her şoreş hevgirtin û îttîfaqek e. Di şoreşan de ne bi tenê du hêzên safî, lê du dinya têne beramberî hevdu. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civaka gerdûnî xulase hatiye destnîşankirin. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman pîvan heye; bi xulaseya ezmûna gerdûnî ya hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de hevgirtin û îttîfaq bêhtir berbiçav in. Aktualîteya polîtîkayê îttîfaqan bêhtir berbiçav dike. Ya îdeolojiya PKK’ê mumkîn dike, ezmûna sosyalîzma pêkhatî ye. Sosyalîzma pêkhatî jî rastiyeke welê ye ku karekterê xwe yê enternasyonal bi awayekî berbiçav raber kiriye. Peyva enternasyonlîzmê bi xwe jî di nava xwe de maneya hevgirtin û piştgiriya navneteweyî dihewîne. PKK’ê ji aliyê polîtîk ve di şertên sosyalîzma pêkhatî de hewl daye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîhkirina bloka sosyalîzma pêkhatî, mîna ku ji berê ve ji roja derketina wê ve hatibe destnîşankirin. Pirsgirêk ji têgihiştina hevgirtina wê ya teorîk nîne, hevgirtin ê di pratîkê de çawa bi gewde bibe, pirsgirêk ev e. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû. Di derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê ji nedîtî ve bê. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikira, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tevbigerin.
Ji aliyê teorîk ve, piştgiriya Tirk, Kurd, komên çandî û çînên din bivênevê ye. Lê mijara tê guftûgokirin ne ev e, di pratîkbûnê de asta ji hev qutbûnê tê guftûgokirin. Di vê de rola hewldanên hêzên xayîn û tesfiyekar ên ketine nava tevgera şoreşgerî û berjewendiyên wan zirar dîtî heye. Tevgera PKK’ê di nava Tevgera Şoreşgerî ya Tirkiyê de weke parçeyekî pêk hat. Yên nikarin xwe li vê ragirin û hewl didin xwe ji vê bişon, ji sedî sed bi bûyîna wan a sîxurên îdeolojiya neteweya serdest ku bi zanebûn an jî bi awayekî xweber ketine nava refên şoreşgerî, mumkîn e. Dibe ku mirov ji milliyet û çînên cuda bin, ev li pêşiya hevgirtin û îttîfaqan asteng nîne. Berevajî hevgirtin bi saya van cudahiyan bêhtir girîng dibin. Armancên şoreşgerî hevgirtina yekîtiyên di asta herî jêr de ferz dikin. Hevgirtin çawa ku di nava heman rêxistinê de dibin, di nava rêxistinên cuda de jî pêkan in. Di tevgerên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyê de hevgirtinên mayînde û têkûz pêk nehatin, ev ji nêz ve têkiliya xwe bi hewldanên hêzên antî-demokratîk û antî-sosyalîst re heye. Îdeolojiya şoven a civakî, kengî nabe hêza polîtîk xwe diyar û eşkere dike. Di pirsgirêka Kurd de û di çareseriya vê pirsgirêkê de hewldanên Kurdan bikin yên din û hewldanên tecrîdkirinê, bi polîtîkayên parçe bike-bi rêve bibe û bandorên dijşoreşê re têkildar in. Ev rastî hemû ku di derketina holê ya PKK’ê de pêk hatin, mîna kaxiza tûrnûsolê bi kêr hatin; nasnameya hêmanên ketibûn nava têkoşînê bi tevahî eşkere kir. Komên şoven ên civakî di dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê de hema bêje tevahiya xebatên xwe rawestandin û nabe ku mirov vê bi tenê bi polîtîkayên zordestî û tepisandinê yên faşîzmê rave bike. Hêzên em qala wan dikin, ji bo gotin û gavên wan hevdu bigirin, ji bo bi pêş bikevin, divê li cem şerê azadî û nasnameya Kurd cih bigirin ango divê curret bikin ku bi PKK’ê re hevkariyê bikin.
Hêzên muxalif tenên tecrîtkirin
Îdeolojiya Tirkîtiya modern tevî hêmanên xwe yên rastgir, çepgir û navendê hemûyan şêweyên bîreweriyê yên dîrok û civakê yên bi heman rengî parve dikin. Bîreweriyeke civak, dîrok û Tirkîtiyê ya homojen weke fikreke naguhere û pîroz e, parve dikin. Têgihiştina ummetê ya ji rêûresmê hinekî bi milliyetgiriya laîk hinekî jî bi sentezkariya Tirk-Îslamê veguherandin, bi cih kirin, bi vî awayî îdeolojiyeke bêhtir sexte û înkarker ava kirin. Di îdeolojiya Tirk a modern de Tirkîtî ji serî ve neteweyeke homojen û cîhangîr e. Hertim serbixwe û azad bûye. Ti carî pişta xwe nedaye ti hevgirtinan, bi tena serê xwe li pey hukimkirina cîhanê çûye û demên dirêj her hukim kiriye. Avahiya wê ya civakî yekpare ye, parçebûn û dabeşbûnê qebûl nake. Artêş millet e. Civakeke wisa ye ku eskertiyê weke nirxeke di ser her tiştî re qebûl dike. Ji nijadeke xwerû pêk hatiye. Ya rastî, ev îdeolojî ji aliyê biyaniyan ve, nexasim ji aliyê îdeologên Cihû yên Siyonîst ve di bin navê Jon Tirkan de hatiye çêkirin û ti têkiliya wê bi rastiya civakî-dîrokî ya çanda civaka Tirk re nîne yan jî wexta ew çêkirine çanda civaka Tirk weke bingeh li ber çavan negirtine. Şêwazekî îfadeyê yê mîtolojîk e. Dîktatoriya hişk a çînî ya li pişt maskeya Tirkîtiyê hatiye avakirin, ya rastî hêmana yekdestdar a modernîst e. Weke Proto-Îsraîl tesewir û ava kirine. Ango li ser entîteyên civakî û çandên din ên di nava şert û mercên modern de pêk hatine û ew kirine yên din, bi rola hegemonîk rabûne. Li vir yekparebûna pêkhatinekê heye ku hem di bin bandora îdeolojîk de hem jî di bin bandora hegemonya eskerî de bi awayekî çeloxwarî, înkarker û asîmîlebûyî çêbûye. Bi tevahî fikrên rastgir, çepgir û yên navendê, li şûna bîreweriya dîrok û civakê ya li ser şopa heqîqetê, para xwe ji vê îdeolojiya lihevçêkirî, înkarker, asîmîlasyonîst û înkarker girtine, lewma hemû bi rola şoven a yên li derveyî xwe wekî yên din dibîne, tekparêz û gewî radibin û heman rolê parve dikin. Ya ji vê jî xirabtir û xeternaktir ew e, ji ber ku vê îdeolojiya derxistina payeya îdeolojiya fermî, ji dibistana dayikê heta bi asta akademîk bi zorê empozeyî her kesî dikin, gelekî zehmet e ku kesek li derveyî wê bimîne. De îcar li vê hinek tiştên din zêde dibin, mînak, mirov pê dibe karmendekî dewletê, pê kar peyda dike, pê dikare krediyê bistîne, bi kurtî li cem dewletê û çîna serdest ji bo ji bereketê sûdê werbigire weke şertê sereke tê qebûlkirin, lewma neçar her kes vê îdeolojiyê parve dike. Hêzên muxalifên sîstemê bi tenê û tecrîdkirî dimînin, nikarin dostanî û hevgirtinan pêk bînin, di bin vê de jî ev rastiya em îşaret pê dikin heye.
Ne bi tenê di navbera Kurd û Tirkan, hêzên sosyalîst û demokratîk de, ji bo di navbera tevahiya hêzên gel ên civakî de dostaniyên manedar bi pêş bikevin û hevgirtin pêk bên, beriya her tiştî pêdivî bi bîreweriyeke rast a dîrokî û civakî heye. Eger mirov tevahiya dîrokê danûstendina çandan rast nede naskirin, roja me ya îro nikare hevgirtin û têkiliyên adil, azad û wekhev bi pêş bixe; weke îfadeya berbiçav a van têkilî û hevgirtinan destûreke demokratîk pêk bîne. Lewma modernîteya Tirk divê zêhniyeta xwe ya tekperest a faşîst ku dîroka Tirk û nirxên wê yên çandî jî tine dihesibîne, biterikîne, û li şûna wê avahiya civakan a pirrçandî û dîroka wan a dewlemend qebûl bike. Bi kêmanî hêzên civakî yên di nava heman sînorên siyasî de ku alîgirê bihevrebûneke dostane û birayane ne, divê ji rastiyên hev ên dîrokî û civakî re rêzê bigirin û bi hurmet bin, hevdu bi awayekî azad û wekhev qebûl bikin û ev yek çawa ku ji wan re ji bo li ser bingehê hevgirtin û dostaniyên mayînde û demeke dirêj bimînin pêwîst e, herweha bingehê yekîtiya wan a hêz û çalakiyên rojane ye jî; ji bo bi hev re rejîmeke destûrî ya demokratîk ava bikin cewherê meseleyê ye.
PKK sosyalîzma pêkhatî ye
Bi qasî aliyê îdeolojîk, ji aliyê polîtîk ve jî ev sîstem ji xwe re kiriye bingeh. Herçiqasî ji serî ve li dijî berbiçûna rastgiriya revîzyonîst a xwe berdaye binyeya wê bûbe xwedî helwest jî zanîbû bi rêz û hurmet nêzî sîstema sosyalîst bibe. Di serî de Yekîtiya Sovyetê bi awayekî rexnegîr û dostane nêzî welatên sosyalîst bû. Li hemberî tevgerên sosyalîst ên welatên din jî bi helwesta xwe ya bi pîvan rabû. Hewl da pirsgirêka Kurd ji meseleyeke hegemonya dinya kapîtalîst derxe û bike parçeyekî sîstema dinya sosyalîst. Ev helwesta xwe ya îdeolojîk piştî salên 1980’î bi derketina derveyî welat li qada navneteweyî belav kir. Di wê demê de bi nûnerê sîstema sosyalîst Yekîtiya Sovyetê re têkilî danîn. Bi partiyên sosyalîst ên Ewrûpayê re jî têkiliyên bi heman rengî danîn. Lê ji ber revîzyonîzma ku li gelemperiya dinyayê mohra xwe li sîstemê dabû, têkilî negihiştin wê asta ku hêvî ji wan dihatin kirin, ji ber ku ji armancên taktîk û sûdwergirtinê wêdetir neçûn. Ji me nehat ku em ji helwestên sûdwergirtinê yên dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin. Sîstema sosyalîst, polîtîkayên îstîsmarker û berjewendîperest ên dewleta netewe ya kapîtalîst ji xwe re kirin bingeh. Ev têgihiştina ku ji destpêkê ve li ser sîstemê serdest bû, hem destketiyên sosyalîzmê tesfiye kirin, hem jî pêşketina alternatîf a têkiliyên enternasyonalîst asteng kir. Ev têkilî kirin destikê berjewendiyên hegemonîk.
Dîsa jî gelekî girîng e ku PKK’ê ev zemîn bi kar anî, ango weke partiyeke rastî ya enternasyonalîst tevgeriya. PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girêda, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê Tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir. Ev hemû encamên dilsoziya PKK’ê bi enternasyonalîzmê re ne. Dema sîstema sosyalîst ji hev de ket PKK tîk li ser piyan ma û ev jî ji dilsoziya wê ya bi sosyalîzma zanistî re nîşan dide. PKK mîna tevgerên din ên rizgariya neteweyî ber bi milliyetgiriya teng ve neçû. Ji destpêkê ve jê hat ku ji şîlobûna îdeolojîk bibihure. Li dijî hêmanên dewletdariya netewe û îndustriyel ên modernîteya kapîtalîst ku mohra xwe li sosyalîzma zanistî û pêkhatî dan, têkoşîneke serketî meşand. PKK’ê xwe veguherand û bi vî awayî li dijî modernîteya kapîtalîst weke alternatîf paradîgma modernîteya demokratîk pêşde bir û di warê xetdanîna navbera wê û modernîteyên din de bi roleke girîng rabû. PKK li Rojhilata Navîn a piştî salên 1980’î, piştî Îsraîl û Rêxistina Rizgariya Filistînê weke sêyemîn hêza dînamîk cih girt.
PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e. PKK’ê piştî salên 1980’î herêma herî germ û dijwar a Rojhilata Navîn ji xwe re weke baregeh hilbijart û ev bi xisletên wê yên şoreşger re têkildar in. Ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe rola vê qadê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rola ji bo Ewrûpayê timî di asta taktîk de hat hiştin. Ev helwesteke rast bû û di heman demê de cewherê hevgirtina tevgerên rizgariya neteweyî yên dînamekeke girîng a serdemê bûn, pêk dianî. Di çarçoveya Sûrî, Libnan, Filistîn û Îsraîlê de pêşxistina têkiliyên rizgarîxwaziyê yên neteweyî tê wê maneyê ku têkilî bi rastiya herî germ, zindî û berfireh a dinyayê re tê danîn. Li derdora bîst salan di çarçoveya van têkiliyan bi xwe de bûyerên pêk hatin, ne bi tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê li nava herêmê da naskirin; li nava dinyayê jî da naskirin û ew gihand statuyeke stratejîk. Jixwe têkiliyên behsa wan tê kirin îro jî cewherê xwe diparêzin. Ji ber bûyerên PKK’ê rê li ber wan vekir, Îsraîlê bi bloka li dijberî hevgirtiyê xwe Tirkiyê berê xwe da polîtîkayên dostaniyê. Têkiliyên îro yên Tirkî-Sûrî-Libnan-Filistînê ji bo Îsraîlê ji tehlûkeya PKK’ê mezintir rê li ber encamên giran vekiriye. Ev jî îspat dike ka PKK çiqasî hêzeke dînamîk a girîng e. Herçiqasî di rewşeke dijber de bin jî têkiliyên di navbera van hêzan hemûyan de li gorî tehlîla dawî ber bi bayê dînamîzma PKK’ê dikevin û dînamîzma PKK’ê rê dide ber wan. Heman dînamîzm di têkiliyên Tirkî-Îran û têkiliyên sêalî û dualî yên Tirkî-Iraq-DYE’yê de jî bi heman rolê radibe. Eger dînamîzma PKK’ê nebûya, têkiliyê di vî alî de wê bi vî awayî pêk nehatibûna. Têkiliyên em behsa wan dikin, bi saya tevgera dîplomatîk a li dora PKK’ê tê ristin çêdibin. Cewherê sosyalîst, demokratîk û şoreşger ê PKK’ê têkiliyên bi vî rengî yên desthilatdariyê ber bi blokbûnên bi vî awayî ve dahf dide.
Heman xusûs ji bo têkiliyên Komara Tirkiyê bi Ewrûpayê re di cih de ne. Eger Komara Tirkiyê îro bi Yekîtiya Ewrûpayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ev bûyerên di çarçoveya pirsgirêka Kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Elmanya, nêzîkatiyên welatên Ewrûpayê ji bo PKK’ê ew bûn ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistinên din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ya xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan tê kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hukûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekîtiya Ewrûpayê PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû. Li şûna vê, ‘azadî û mafên ferdî’ yên bi mafên mirovan hatibûn bisînorkirin hatin ferzkirin. Mîna ku mafên ferdî yên bêyî mafên civakî û kolektîf pêkan bin, bûn xwedî helwesteke durû. Dema bi Komara Tirkiyê re bazar dikirin, dixwestin herdu aliyan ango hem PKK’ê û hem jî Komara Tirkiyê bi vê rêbazê bi xwe ve girê bidin. Li pey têkiliyên hegemonîk bûn. Ji çareseriyên demokratîk û civakî reviyan. Li gorî vê rêbazê, hewl dan ku bi kesayet û rêxistinên naveroka wan a şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst pûç kiribûn, piştî tesfiyekirina PKK’ê weke hêmanên xwe yên polîtîk di nava Kurdan û Tirkiyê de bi cih bikin. Weke hêzên mîsyonê rolên diyar amade kirin. Tevahiya sîh salan (bi Gladîo’ya NATO’yê re) ji vê bernameya tesfiyeyê li benda serketinê man, ji ber ku ji bo vê sermayeyeke mezin razandibûn. Çawa ku li gelemperiya dinyayê dibe, piştî dijşoreşa Tirkiye û Kurdistanê xwestin di nûkirinê de rola pêşeng bidin wan. Bi israr PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û ev ne ji bo destekdana Komara Tirkiyê bû, ev ji bo berjewendiyên wan bi xwe bû. Ev pîlanê Kurd-PKK ku Yekîtiya Ewrûpayê bi hostetiyeke mezin amade kir û xist pratîkê, ji pîlanê tesfiyekirina Tirk-Qibrisê gelekî girîngtir e, lê bêhtir kûr û bi dizî hatiye meşandin. Bi Komara Tirkiyê re bazarên girîng hatine kirin û hînê jî têne kirin. Ji aliyê têkiliyên Kurd û Tirk ve bi qasî Peymana Sykes-Picotê girîng e. Komara Tirkiyê li rêyên çareseriyê yên bêyî PKK’ê û Kurdan digere, qaşo demokrasî û mafên mirovan ên yekalî ferz dike, û ev encamên van hevdîtinên bi dizî û xasûkî ne. Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye nebûn, ev hevdîtin veguherîn têkiliyên rûtîn û pûç ên mîna têkiliyên Îsraîl-Filistînê. Mîna lîstikên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser Kurdan (Sosyalîstên Tirk û Ummetgirên Îslamî jî di navê de) careke din ceribandin. Piştî ku berjewendiyên xwe misoger kirin, ne bi tenê çavên xwe li pêvajoya qirkirina Kurdan girtin; li ser navê modernîzma laîk heta dawiyê destek dan faşîzma Tirkê Spî. Dekûdolab û lîstikên bi heman rengî li ser Rûm, Ermenî û Suryaniyan jî hatin lîstin û tevgerên tesfiyekirinê meşandin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahiya hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da tevahiya operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ango çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Tirkiyê bera ser Sûriyê da. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê bû û bi hostetî ew pêk dianî. Di vê çarçoveyê de Sûrî demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pirr zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye. PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne, û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawest e. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.
Rêber Apo