Sema Yüce Bi Kesayeta Serhildêr Bû Nasnameya Jina Azad

0Shares

Bi rasthatina 23’emîn salvegera şehadeta tekoşer û pêşenga xeta bîrdoziya azadiya jinê, rêheval Sema Yüce bi nasnav Serhildan, weke Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, di şexsê hevrê Sema, Gulan, Zîlan de, tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêz û minet bibîrtînin, soz û biryardariya me daye şehîdan carekî din dubare dikin.

Hevrê Sema Yüce, di sala 1971’an de li Agirî ji dayîk dibe. Di nav rastiya civakeke serhildêr û Kurdperwer de mezin dibe. Ev rastiya civakî di avakirina kesayeta hevrê Sema de şopên çanda civaka serhildêr diçîne. Rastiya jina berxwedêr a li Kurdistanê timî bûye pêşenga tekoşîna rûmetê dide avakirin. Heval Sema, bi rastiya vê kesayeta xwe tevgera azadiyê nas dike û di sala 1991’an de beşdarî tekoşîna azadiyê dibe.  Di dîroka tekoşîna her netew û civakên berxwedêr de kesayetên pêşeng mohra xwe li serdemên têne jiyîn dixin. Ev rastiya dîrokî li Kurdistanê, di pêşengiya fikir û felsefeya Rêber Apo de bi afirandina jina azad jiyaneke nû pêşxist. Hevrê Sema Yüce, kesayeta xwe ya pêşeng li ser hîmê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ava kir. Li hember hişmendiya mêr û kevneşopiyên civaka zayendperst li Kurdistanê ava bûyî jin û civak dîl girtibû şer û tekoşînekî dijwar ê hundirîn bi kesayeta xwe re dide pêşxistin. Hevrê Sema, ev tekoşîna dijwar ji bo hebûn û azadiya gelekî, ji bo afirandina jina azad li Kurdistanê di kesayeta xwe de dide pêşxistin. Ev rastiya tekoşîna heval Sema û bi hezaran hevalên şehîd pêşxist û dewrî me kirin, îro bi hemû dijwariya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê, di pêşengiya jinên Kurdistanî de berdewam dike.

Di 23’emîn salvegera şehadeta hevrê Sema Yüce, de em weke tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybet tevgera azadiya jinê, bi êrîşên qirker û plangeriyên nû yê tasfiyekirinê re rû berûne. Li hemberî Rêbertiya me tecrîda girankirî bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Hêzên komploger, çawa ku di sala 1999’an de, bi dîl girtina Rêber Apo xwestin tevgera me ji holê rabikin, îro bi heman hişmendiya qirker êrîşên xwe berdewam dikin. Rêheval Sema, bû yek ji wan rêhevalên ku ev komploya mezin ya li ser Rêber Apo, jina azad û gelê Kurdistanê pêşdikeve ferq kir û bi agirê bedena xwe bersiv da hêzên komploger. Li hemberî faşizm û zihniyeta dewleta Tirk a qirker li girtîgehê, li ser xeta Sara, Kemal û Mazlûman nasnameya jina azad temsîl kir û li ber xwe da. Ji ber ku rêheval Sema, bîrdoziya rizgariya jinê bi kesayeta xwe re jiyanî kir, bû pêşenga wê. Heval Sema û bi sedan rêhevalên şehîd xelekek ji agirê azadiyê li dora Rêber Apo ava kirin û bi dirûşma ‘KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’ hişmendiya komplogeriyê têk birin. Rêber Apo, bi berxwedan û sekna xwe ya dîrokî, bi girêdana li ser rastî û xeta şehîdan ev 22 sale, ji bo hebûn û parastina Kurdê azad, ji bo mayîndekirina şoreşa jin û avakirina civakekî polîtîk û exlaqî berxwedanekî dîrokî li Îmralî dide meşandin. Rêbertiya me, rastiya şehîdan, her tim bi pêşxistina gavên dîrokî bersiv da dijmin û rastiya tekoşînê bi heqîqeta şehîdan re mezin kir. Em weke partiya azadiya jinên Kurdistanê, di roja îro de li ser vê heqîqeta mezin têdikoşîn. Weke rêheval Sema, dibêje ‘Çawa ku li Ezmanan du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin’ û ji bo xwe felsefe û bîrdoziya Rêber Apo dike hîmê avakirina kesayeta xwe ya azad ev ji bo me her militan û tekoşînvanên jin bûye çavkaniya ronahiyê.

Em di roja îro de li ser vê mîras û deskeftiyên şehîdan ava kirin û dewrî me kiriye, li hemberî dewleta Tirk a dagirker û faşîst ku bi hevkariya AKP-MHP’ê lûtkeya faşîzmê dijî û hêzên komploger, di dema stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de şerekî dijwar û tekoşînekî mezin didin. Di şexsê her gerîlayeke YJA-Starê de xeta fedaîyane ya Sema, Gulan û Zîlanbûyînê bi tîpên zêrîn ji nûve dîrok tê nivîsandin. Li seranserî Kurdistanê, weke tevgera azadiyê û partiya azadiya jinên Kurdistanê qonaxekî tekoşînê ya dîrokî jiyan dikin. Şopdarên rêheval Sema Yüce, li tevahî Kurdistan û girtîgehên dewleta Tirk a faşîst di oxira jiyana azad de li ber xwe didin. Rêhevalên ku li ser şopa şehîd Sema û Zîlan soz dane, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, li hemberî dewleta Tirk a faşîst berxwedanekî bêhempa pêşdixînin. Ev biryardarî û vîna ji polayê a ku îro gerîlayên YJA-Starê li Zagros, Zap, Metîna û tevahî çiyayên Kurdistanê nîşan didin çavkaniya xwe ji heqîqeta hevrê Sema, Zîlan û Gulan a ku li Kurdistanê ava kiriye digre. Ev biryardarî, girêdan û hevrêtiya jina Kurd ya bi Rêbertiya Azad re nîşan dide. Bi ruhê Sema tekoşînkirin, bi helwest û textîka çalakiya Zîlan şerkirin û bi girêdana rêheval Gulan ya xeta fedaî re ger em beşdarî şerê gel ê şoreşgerî bibin, em ê rastiya jiyana azad û heqîqeta ebedî bûyî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê di pêşengiya jina azad de mîsoger bikin.

Li ser vê bîr û baweriyê, em carekî din rêheval Sema Yüce, tevahî şehîdên meha Hezîranê, şehîdên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bi rêzdarî û minet bi bîrtînin û soza me daye wan dubare dikin. Em dibêjin wê li hemberî van êrîşên topyekûn û plana tasfiyekirinê, xeta şehîdên me, tekoşîna jinan û ya gelan bi serbikeve, dagirker û nûkerî wê li Kurdistanê têk biçe.

Koordînasyona PAJK

Attachment