Şehîd Bengî Ya Me Ya Azadîye  Mezin Dikin

0Shares

Di pêvajoyeke ku em weke gel û jinên Kurdistanê têkoşîna herî bê eman a serdem û şerê dîrokî didin. Bi berxwedanî xweya dîrokî de bûye pêşengen me, Sema Yuce di salvegera şehadeta wê ya 24’emin de bi rêzdarî, bi hisret  û bi minet bi bîr tînin.

Rêheval Sema Yuce, jina serhildêr, serhildêr a Agiriyê û milîtana pêşeng a têkoşîna me, di Newroza 1998’an de. Li zindanên faşîst ên Komara Tirk li dijî teslîmiyet û îxanetê helwest nîşan da û bi hesreta xwe ya bênavber a Rêbertî û azadiyê bedena xwe veguherand agirê serhildanê. Bi dirûşmeya “Ez ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bibim pira agir” mohra xwe li serdemê hişt û bi şêwaza berxwedana Zîlan ê re bû yek. Rêheval Sema Yuce di 17’ê Hezîranê de bi berz û fedaî gihişt şehadetê. Bi şikandina dîwarên tarî yên mêtingeriyê, li dijî faşîzm û zîhniyeta zilamsalar wekî her qadê li zindanê bû xwediyê helwesta herî watedar.

Di şert û mercên zindana faşîst a ku weke rehîn lê dihate girtin de, rastiya Rêbertî û têkoşîna azadiya jinê di kesayeta xwe de gihandiye lûtkeyê. Ji bo parastina Îdeolojiya Rizgariya Jinê û ji bo nîşan bide ku kesayeta jina azad a ku di Zîlan de derketiye pêş, çalakî li dar xist. Siyaseta rehîngirtinê û rastiya dîlgirtinê ya dijmin ji zû de çareser kir û bû yek ji rêhevalên milîtan ên pêşeng ên ku di rêya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş û Çaran da ronî kir û nîşan da ku dikare li herder dijmin were xistin. Ji bo vê jî rêheval Sema di têkoşîna azadiya jinê de roleke dîrokî lîstiye. Nîşan daye ku bi xwebûn, bi xwe vegirtin û naskirinê re ketina pêwîstîya  rêya heqîqetê. Bi hes û  raman li ser cîhane bide watebûyîn û redkirina kesayeta zilamê serdest, bi biryardariya “li ezman tenê rojek heye” nêzîkatiya komploger a serdestiya mêr pûç kir. Di berbanga tarîtiyê de tenê rojek heye ku dinya û mirovahiyê ronî dike û ji bilî hezkirin û dilsoziya bi Rêbertî re tiştek di dilê wî de nehiştiye. Ev qîrîna hê jî li asîmanên Kurdistanê, li lûtkeyên bilind, bi berxwedana jinên Semayî bûyîn  û Zîlan bûyîne de deng vedide.

Rêheval Sema keseke ku weke yek ji kesên ku dema xwe girtiye û dest bi serdema jinê kiriye, ketiye dîrokê. Ji dîrokê heta niha dilsoziya jinê ya bi nirx, bawerî, hezkirin û îradeya azadiyê re her tim bi şer ên mezin da bûye. Hevalê Fîkrî Baygeldî ku ji çalakiya rêheval Sema bandor bû,  bi dirûşmeya “Ez dixwazim bibim leşkerê jina Kurd a bûye fermandar” weke şopdarê Sema bû fedayîkî. Têkoşîna azadiyê ya hevrêyên me yên mêr ên ku di bin bandora têkoşîna azadiya jinê, hêza wê ya rêxistinbûyî de û jina ku bi azadiyê re bedew bûye, xwedî wateyeke dîrokî ye. Têkoşîna mêr û jinên azad a li dijî têgihiştin û pergala serdest a mêr, bêguman wê jiyanê azad bike.

Rêheval Sema û Zîlan feraseta azadiyê ya ku Rêber Apo jê re dibêje “dîrok û vejîna jinê” tevgera me ya jinê û têkoşîna me ya zayendî kûrtir kir û PKK bûye partiya jinê. Pêşengên vê berxwedanê, bi hezaran jinên bi eşqa azadiyê, bi heman ruh û baweriyê li dijî faşîzmê û zîhniyeta zilamsalar şerekî bê navber dimeşînin. Berxwedana agirê Sema yan  ji bo her jinek milîtana azadiyê veguheriye şêwazê jiyanê, çanda berxwedanê û sonda azadiyê. Dîrokê careke din nîşan daye ku kesayetên dîrokî nûnerên çalakiyên dîrokî û jiyana azad in. Weke niha jî ruhê berxwedanê yê Sema,Zîlan û Gulan, îradeya wan a têkoşînê û azweriya wan a azadiyê her tim kêliyên wiha dîrokî diafirîne û bi komkirin û berdewamkirina kêliyên dîrokî re têkoşîna me ya jinan ber bi azadiyê ve dimeşe. Jinên Kurd ên azadîxwaz di bin pêşengiya jinan de bi têkoşîn û berxwedanê li her milekî axa Kurdistanê, zindan û li her qada jiyanê jiyana azad ava dikin. Rastiya derewîn û pergala desthilatdar a hovane ya ku ji aliyê zilam ve hatiye afirandin, êdî bi destê mirov, bi zîhniyeta jina azad ve tê guhertin.

Berxwedana bi şêwaza Sema Yuce, jiyana bi şêwaza Zîlan û şerê bi şêwaza Gulan rastiya Rêbertiyê ye. Rastiya Rêbertiyê jî temînata azadiyê ye. Bi fermana şehîdan em teqez di şerê azadiyê de bi ser ketin. Rêbertiya me partiyeke ku ji bilî serketinê ti çareyeke din nizane, milîtanên azadîxwaz perwerde kiriye û ji bilî serketinê ti armanceke wê nîne ava kiriye.Ji ber vê yekê PKK û PAJK têk naçin! Ji ber ku Rêber APO têkçûyîne têk birîye.

Di şexsê rêheval Sema de rêheval Zîlan (Zeynep Kınacı) û Gulan (Filiz Yerlikaya) ku di meha Hezîranê de careke din bûn şehîdên mezin ên tevgera me ya azadiya jinê. Helmet (Diyar Xerîb) û Dr. Em hevalên Huseyîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dîsa di berxwedana Zapê de ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve didome, em hemû hevrêyên xwe yên di xeta Zîlan û Sema yan  de li ber xwe dane û şehîd bûne, Mizgin Ronahi, Şaristan, Agır, Şevin, Bahoz, Rumet, Armanc, Reber, Cumali, Em hevrêyên xwe bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bi hişmendiya berpirsyariya mezin a li hemberî artêşa şehîdan a ku ji hezaran zêdetir e, pêvajoyê bi rê ve bibin. Şehîd hesreta me ya azadiyê mezin dikin, hêza têkbirina dijmin û mizgîniya serkeftinê didin me. Li hemberî rastiya bi hezaran şehîdan ku berdêla gihandina têkoşîna me ya îro ye, em soza xwe ya yekitî û yekitiya bi heman xeta şervanên ku li ser xeta Rêbertiyê têdikoşin û dijîn dubare dikin.

Koordînasyona  PAJK’ê

 

 

 

 

 

Attachment