Sefera Kurdistanê

0Shares

Îro komên çepgirên Tirk jixwe girêdane û xelas kirine. Û komên Kurdan jî jixwe tên sîxurkirin û dixwastin me jî weke wan bikin. Di vir de yê cewaz ez im. Û rewşa ku xwe li vir xelas kiriye rewşa min e. Ez mezinahiya xwe yan jî hindekî serkeftina xwe deyndarê nêzîkatiya van şêwazên xwe me. Min bi jinê re têkîlî saz kiriye, min bi zilam re têkîlî saz kiriye, rewşa min a îdarekirinê heye. Şêwaza min a îdarekirinê serkeftina min aniye. Na heke ez ji hevalekî din re bihêlim, misoger ne jinê ne jî zilam wê bîstûçar demjimêran jî sax nehêlin. Min du sal bi van re çawa dirêj kirin, hêjayî li ser rawestînê ye. Min ev bi pisporiya têkîliyan ve girt. Yanî ez ji zilam re tiştekî wisa didim û li ser vê jî nêzîkatiyeke wisa pêşkeş dikim ku, ew jî dibêje, “vaye me girt”

Ev taybetmendiyeke min a balkêş e. Zarokek jî dihizire ku dê min kontrol bike û heta difikire ku min bi kar bîne. Ev pirsgirêkeke mezin a nermbûyînê ye. Temam tu dikarî min kar bînî, ev yek mafê te ye. Lê şêwaza min a xwe ferzkirinê û şêwaza min a têkîliyê heye. Kî dê kê bi kar bîne? Lewra armanca min, ezmûna min û şêwaza min heye. Dijberên min jî xwedî van tiştan in.

Di nava PKK ê de ewqas provakatîf derketin, ên ku xwedî îdiaya “ha PKK qediya, ha em diqedînin” hebûn. Lê hatin xapandin. Hetanî niha li hundir û derve bi dehan ên ku dixwazin min bi kar bînin hene. Ma kî naxwaze min bi kar neyne? Him di bin navê dildariyê de, bi navê biratî û navê dostaniyê de!.. Encam di dahûrînên min ên dawiyê de encamên balkêş hatine derxistin. Dibe ku ji aliyê derûnî ve em bidin şidyabûnekê de hatibin girtin. Dibe ku di têkîliyên jin û zilam de bi şêweyeke ku bi çi aliyan ve nayê jiyîn û sebr nayê kirin, bi statuyeke mezin a sebrê me jiyan kir. Lê di Kurdistanê de me şêwaza têkîliyeke ku divê misoger jê sûd were girtin, me eşkere kir û yan jî pêvajoyeke ku diviya pê re were derbaskirin, me têperand.

Ji bo Kurdan bi şêweyeke din derçûn dikare çêbibe?

Li gor min bêderfet e. Bi şêweyeke din kom ji Enqerê derxistin ne gengaz e. Ev yek bi peyitînan ve diyar e. Di vê wateyê de li gor min du caran serkeftin çêdibe. Tenê ne di dîroka heftêsaliya komarê de, di dîroka osmaniyan heta di ya selçukiyan de jî, cara yekem ev lîstok bi vî rengî berovajî tê wergerandin. Tenê ne kom, di aliyê civakî de jî, bi serokatiya kedkaran ve tê rizgarkirin. Ev jî bûyereke wisa ketûber nîne. Ji aliyê azadiya jinê ve jî rizgarbûneke mezin heye. Di wateya misoger de derbaskirina têkîliya ku azadiya jinê difetisîne û azadiya têkîliyên jin û zilam de bi rengekî pir xeter berovajî dike û jinê û zilam ji tunekirinê tu caran xwe nade paş. Di vir de têperîna vê nêzîkatiyê jî heye.

Min zivistana ku sala 1975’an bi 1976’an ve dide girêdan bi nivisandina yekemîn tomara niviskî ya vê tevgerê ve derbas kiribû. Hîna tê bîra min, li Enqereyê di malekê de jî ez wisa axivîbûm. Mehmet Xeyrî Durmuş dinivîsand, manîfestoya me ya yekemîn e. Heke ku derbasî destên we bibe, hun jî dê bibînin ku, ka çiqasî berfireh e. Wê zivistanê vaye me destpêkeke wisa kir.

Kombûyîna me ya li Enqereyê 1976 û piştî wê jî di salên 1977’an de li Kurdistanê hatibû reşandin. 1971 di civîna 1 çilê de, hêjayî gotinêyê ku guftugoyên herî berfireh û ji bo hindek peywiran jî hîna zêdetir zelal bûyîn bi xwe re anî. Weke ku tê zanîn sala 1977’an di dîroka tekoşîna me de saleke pir girîng a biryarê ye. Di vê salê de min bi biharê re qasî du mehan gereke min a Kurdistanê ku, Agirî, Qers, Elezîz, Dêrsim, Amed, Riha û Dîlokê digre nava xwe hebû. Min piştî vê gerê, digot heke di xeteriyan de mirin jî hebe zêde wateyê îfade nake. Wê demê bi rastî dewletê jî çavdêriya min dikir û qetla Hakî Karer jî bi teşeyê xwe ferz kiribû.

Dêrsim

Di gera min a Kurdistanê de dema ku ez çûm Dêrsimê ji nişka ve giyana min tijî peroşmendî û hewayeke romansî bû. Min piştî wê dipirsiya û digot ev mirov çima ewqas qels in. Min digot ev welatê ewqas romansî çawa berdidin û direvin û ez lê dihêriyam. Him keç û him jî lawên wan di hewayeke romansî de bûn, lê çiqasî piç piçî bûn û kirêt bûn.

Li Dêrsimê mirov kî ye?
Çawa ket û çawa dikare rabe?
Ev pirsên min bûn. Min wisa lê dinêrî û gelekî jî bala min dikişand. Piştî sedsalan hindek taybetmendiyên mirovî dîsa qedîna pergalê û hetanî niha Dêrsim wê bernade.
Dêrsim çi ye? kî ye?
Karesat.

Divê mirov çawa nêzî vî welatî bibe? Hetanî duh rabirduyeke vî welatî ya nû hebû. Hîna yên ku hetanî duh dijiyan, nedişipiyan ên îro. Û ev ên ku dibêjin “naxêr” derewkerên mezin in. Bêyî ku ev derewkerên mezin werin dîtin Dêrsim nikare were fêmkirin. Şervan neçarin ku di rewşeke ne pir hestyar de bin û ji ber hestyariyên xwe divê nekevin.

Sefera Kurdistanê di Gulana sala 1977’an de bû. Min vegot, civîna Karakoçanê ya yekê Gulanê… Civîna me ya Dêrsimê di taxa çiya de li jêrzemîna maleke sê qat pêk anî. Wê demê Hesen Kuş ê ciwan ê ku ji me re rêbertî dikir, di dawiya salên 1977’an de di zivistana sala 1978’an de şehîd bû.

Herêma heyderan, em sê-çar caran derketin qada bi navê qutuderesî yê. Di wê navberê de me xwast em peywir bidin bêyomê Kamer Ozkan jî. Sabote kir, ajan bû. Dikarî bibe kontrayekî ku dewletê li herêma heyderan bi cih kiribû. Lê yekî pisporane bû. Derveyî wî jî Seyfî Cengîz hebû, lîstoka wî di Enqereyê de lêyîstî, kamer Ozkan di şênberiya Dêrsimê de dilêyîst. Projeya me ya gerîla ya girêdayî Dêrsimê, him bi kar neanî û him jî xwe da girêdan. Em çûn mala wî ya li herêma heyderanê. Me bername, bernameya partiyê nivîsand. Piştî wê jî me got gerîlagerî çawa dikare were kirin û xwast hindek derfetan bi wir ve girê bidin. Lê belê pir zirav bû, kesê ku İbrahîm Kaypakkaya vala derxistî jî ew bû.

Di bihara sala 1978’an de li elezîzê civîn çêbû. Ez çûbûm mala Aytekîn. Aytekîn hevalekî xwedî nirx û hêjayê fêmkirinê bû û weke heyî mala xwe ji me re vekirî bû. Derveyî wê maleke me yê du qat hebû. Em çend hefteyan li wê derê man. Pirsgirêka me ya bingehîn îdarekirina rêxistinê bû. Di Elezîzê de cur be cur komîte hatibûn sazkirin. Emê weke partî îlan bikin, an jî weke rêxistineke ciwanan îlan bikin? Wê demê guftugoya vê hebû. Sala 1978’an saleke pir girîng bû. Em diketin nav pêvajoyeke nû. Ez derbasî Amedê dibim û ji wir jî derketim Enqereyê.

Di mijdara sala 1978’an de îlana partiyê pêk hat.

Di sala 1979’an de Şahîn hatibû girtin. Apartmana ku ez bi Şahîn re lê rûdiniştim, bi ser de hatibû girtin. Vê bi ser ve girtinê rê li pêşiya zû şiyarbûyîna me vekir. Ji ber ku jihêvçûyîna Şahîn em berbi 20ê Gulanê fêr bûn. Biryara derketina derveyî welat li ser vê bingehê min da. Heke ew rewşa girtinê pêk nehatiba, me dê biryara derketina derve wisa nedaba. Ez bawer dikim girtina şahîn bêxebera ewlekariya Enqereyê bû. Girtineke bi destên ewlekarên Elezîzê ve bû. Şahîn an pir tolaz, karîyerîst an jî kesekî girêdayî dewletê bû. Lê belê ji bo ku benê rêxistinê bigre destên xwe pir hewl da. Heta ku piştî min kesêkî xwe ji bo serokatiya rêxistinê amade dikir. Her weke Kamer Ozkan. Dibe ew ji bo ku di hundir de PKK ê bi dest bixe kesekî xwedî amadekarî bû. Ji ber ku min di semîr de jî ev dît. Piştî ketina me ya qada Dêrsimê bi şûn ve bûyera kiymet heye. Malbeteke wê ya xwedî têkîliyên bi dewletê re heye. Binkeya Dêrsimê girêdayî malbata xwe kiribû. Ya balkêş ew e, 26 heval kiribûn destgirtî. Bi plan û zanebûn bû. Komên hêzên taybet gelekî birêxistin bûn. Kamer di çiyan de, kiymet jî di navenda bajar de û bi ihtimaleke mezin Şahîn jî di hundirê me de. Dîsa semîr dikeve dewrê. Fatme jixwe li Enqerê ketiye nava me. Her weke ku ji çar aliyan ve em hatine dorpêçkirin.

Em li gor nêrînên derve hatin bi destgirtin û hatin nirxandin. Misoger hêvî dikirin ku bi vê taktîkê hîna di salên 1980’an heta di salên 1978’an de me ji hev belav bikin. Ez bawer dikim ku di wê demê de wilfa dewlet û MÎTê (ku dê piştre baştir were fêmkirin) ya bingehîn ev bû. Di bizavên Pîlot de ev yek pêtir şênber bû.

Çîrok cewaz e, rastiya tekoşîna me ye ku, erênî û neyênî bi kirûyên wan daye peyitandin. Dê li Dêrsimê jî jin pir çalak beşdar bibe, beşdar bû. Wê hîna pêştir bikevin, ez dizanim. Ya girîng em jî wisa ne. Vaye, Fuat hevalekî me yê ji Dêrsimê ye. Me xwe bi hemû aliyan ve derxiste holê. Divê hun bikaribin fêm bikin.

Em naxwazin tiştên di xeyalên we de xirab bikin, lê rêzdariya li hember rastiyê jî esas e.

Azweriyên me hene, daxwaziyên me hene, dilxwaziyên me hene. Çawaniya girêdana bi me ve, me di şênberiya Dêrsimê de raber kir. Yanî azweriyên wisa, dilxwaziyên wisa, weke yên din di serhildanên berê de hatine çewisandin, weke azwerî û dilxwaziyên bi xwîn û tevkujiyan ve hatibûn çewisandin…. Belkî jî wateyeke wê hebû. Lê niha wisa revîna berbi pergalê ve, revîna li dûv dilxwaziyên takekesî, ji dîroka mirovatiyê re çiqas înkar e, çiqas xirabî ye…. Bêyî ku ez vê yekê fêm bikim, ez dê çawa ji wî re bibêjim mirov, ez dê çawa wî bipejirînim. Vaye bi dîtina vê yekê ve, ez jî xwedî îdealeke Dêrsimê bûm.

Mesela yê ku îro rê li pêşiya tevgerbûna Dêrsimê vekir û bi hemû Tirkiye yê, heta bi cîhanê da berhemêzkirin, ev pêşveçûyîn bû. Ev îdeal, azwerî û bi ser de çûyîna min e. Heke li bi ya gelekan bûya ne gengaz bû, we hemûyan dikir pitepit. Lê vaye dibin pergala misoger a desthilatdariyê de hun dê bihêliyana û biçûbana. Ev mekanîzmayek e. Ez hema di her cihekî de mekanîzmayeke wisa bi cih dikim. Van bi hemûyan bihizirin û fêm bikin ezê çawa ji bin van derbikevin. Dibe ku ev we hindekî kûr bide hizirandin û hun jiyana mirovî wenda nekin. Hun dê girîngiya hevaltiya bi me re fêm bikin. Heke hebe dilê we û wijdana we, dema ku hun pêdîviya nemirina hêsanî jî bipejirînin, pêdîviyên xebata serkeftî jî hunê bihizirin. Pêdîviyên xebatên serkeftî dê we rojane bibe berbi çalaktî û misoger bi ser de çûyîna xebatê. Ev jî, ji şêwazên serkeftî yên xebatê re, dê rê vebike. Bûyera ku ez jê re dibêjim hevgirtî û girêdan jî hindekî ev e.

Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike

Attachment