Sebeba Hêrs Û Îsyana Me Kuştina Narîn Û Xeyalên Zarokan E
Carekî din zarokek din bû qurbanê pergala wan. Carekî din zarokek ji nav destên me revandin, birin nediyariyek wan hilbijartî û tercîh kirî. Û zarokek bê suç, bê gûneh bû, bi bîranînên xwe yên masûm û paq êşên kûr di dilê me de hişt. Vêcarê navê wê zarokê bû Narîn Guran ya 8 salî. Narîn Guran ya li taxa Tavşantepe ya Rezana Amedê hate wundakirin destpêkê weke ku nexwestin bibînin, tam 19 rojan li cenazeya wê geriyabûn. Herî dawî roja 19’emîn de cenazeya wê di nava kîsekê de di çemekê de hate dîtin. Narîn ne yekem zarok, ne jî ya dawî ye ku dibe qurbana vê pergala wan, ji ber ku ev pergala wan ya kujer û qirker xwe li ser van pêkanînên gemar û qirêt ava dike. Mirov xemgînî, hêrs û isyanekî gelek mezin li hemberî pergala wan jiyan dike.
Mekanîzmaya ku Narînê qetil kir polîtîkaya bi rêk û pêk, taybet ya navenda şerê taybet û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û hizbûl-kontra wana ye. Gel wan hêzan asta dijminatiyê li jinan tê kirin û asta qirkirina li Kurd û Kurdistaniyan tê ferz kirin di lutkeyê de ye.
Û tiştek balkêş jî ewe ku ew herêma Narîn bû qurbanê pergala wan goristanekî mezin ya jina avakirine. Bi taybet jî dîroka gundê Çoliyê mijarek berfireh ya lêkolînên rastiyan pêwîst dike. Bi avakirina baregeh û navendên rêxistinên paramîlîter ên mîna DAIŞ, Hîzbulkontra û cerdevaniyê li wê herêmê astekî gelek mezin de destdirêjî, kuştin, xwe kuştina jinan dihate jiyîn. Bi encama kuştinan 17 hezar kesan bi kiryar nediyar bû berhemê pêkanîna dewleta Tirk ya mêtinger ya ku di salên 1990’î de ji bo tasfiyekirina têkoşîna jinan û gelê Kurd rêxistina Hîzbulkontra avakirîbû û bi hemû hêza wê xistîbû tevgerê. Piştre ji xwe rejîma qirker a AKP-MHP’ê şebekeya Hîzbulkontra veguherandîbû Hudaparê. Bi reya Hudaparê hewildan her qada jiyanê, siyasetê de aktîftir bi navê misilmantiyê qirkirinê hîn berfirehtir û kûrtir bimeşînin. Bi cemaetan, bi terîqet û rêxistinên kontra yên çetekar li Kurdistanê û tevahî Tirkiyeyê nêçîra Kurdên welatparêz dan kirin. Tinê li wî gund û derdorê wê 17 hezar kes kuştîbûn. Vêcar tevahî Kurdistanê û Tirkiyeyê çiqas mirov qetilkirin em bi xwe texmîn bikin…
Dewleta mêtinger re dojeha li ser jin û jiyanê gihandîbûn astekî pir kûr. Ew herêm bûbû yek ji navendên kontra, cebilxane û gorên bi komî, bûbû herêmek destavêtina li kursên Quranê, herêmek tijî tundiya mêr mîlîtarîst, herêmek bûyî amûra şerê qirêj ê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê. Bê hesab jin li wê herêmê hatine qetilkirin. Ev gund bûye gundek ku qirkirina Kurdan û qirkirina jinan temsîl bike û wiha bê binav kirin. Ew hêzên li pişt van qirkirinên sistematîk rudane heman hêzin, navenda şerê taybet ya pergala netew dewletan bi xwe ye.
Herî dawî, di cîhana dojehî ya ku li Kurdan, jinan û gelan tê ferzkirin de Narîn kirin qurban. Lê divê em bibîrbixin ku xwuşka Narîn ê jî ya bi nav Tûlîn ya 9 salî bû beriya salan bi lezgîn rakirine nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest daye. Lê sedema birina Tûlîn bo nexweşxaneyê û mirina wê jî veşartin, li ser girtin. Ne lêpirsînek, ne hesab pirsînek pêknehatibû. Dibêjin ji derenceyan ketiye, lê wiha dixuye ku sedema rakirina wê bo nexweşxaneyê û mirina wê di encama êrîşkariyek pir cûda bûye, kî dizane…
Belê, mixabin girêdana dewlet û malbatê bi hev re zêde xurt e (têkiliya zêdeyî 40 salan li pey xwe hiştiye) û di encama wê de jî ne bûyera Tûlîn, ne jî îro ya Narîn bi ziraviyên wê eşkere nakin. Ne kujer, ne jî sedemên bûyerê nayên lêkolîn kirin. Hewil didin ser bigrin, derbas bikin. Malbat, Hûdapar û AKP-MHP ya ku destê wan tijî xwîn û gemarî di nav vê bûyerê de heye hewildidin paqij derbixînin. Ji bo wê jî her cûre hewildanan de ne.
Kuştina Narîna 8 salî kuştineke bêrehm ya rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û pergala şerê taybet e. Li hemberî jiyan û hişmendiya azadiyê ya li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan tê meşandin, rastiya rizandinê ya bi polîtîkayên destavêtin, narkotîk û fuhûşê li ser civakê tê ferzkirin, di şexsê Narînê de bi rengekî bêrehm îro bi kuştinê xwe nîşan daye. Kuştineke gelekî girane ku ne bi şermezarkirinê ne jî bi nerazîbûneke rûtîn em nikarin derbas bikin û ji rêzê bibînin.
Lê teqez divê hesab ji rejîma qirker a sedsalî û rêxistina wê ya şerê taybet bê xwestin. Hêrs û îsyana me li hemberî kuştina Narîn û her ferdekî civaka me gelek mezin e. Wezîfe û berpirsiyartiya me li hemberî Narîna biçûk û li hemberî êrîşên rizandina civakê ku weke polîtîka û rejîma dijminê jinan û qirkirinê tê meşandin divê bi îsyan û têkoşîneke pir bilind bê bersivandin.
Bi hemû ziraviyên bûyerê re rastiyan derxistina holê dikeve ser milê me. Divê beriya her tiştî em bibînin û ji bîr nekin ku ev polîtîkayek ya dewletê ye. Ji bo wê divê têkoşîna hesap pirsîna me gelek berfireh û mezin bê jiyîn. Em di milekê de dizanin ku rastiya bi kuştina Narînê rudayî encama şahîdî ji rizandina civakê re dike, heman demî armanca pêşî li sekna azad ya gelê Kurd û tekoşîna jinên azad girtinê di hundirê xwe de dihewîne. Ji bo heyfa Narînan bê rakirin divê em wek têkoşîna azadiyê ya jinan di asta welat û gerdûnî de bibin çav, deng, bîr û xeyalên wê keçika cîwan, em li şûna wê rastiyan kişf bikin û hesabê ji vê şebeke û polîtîkaya kuştinê bixwazin. Em ji bîr nakin ku bê hed û hesab zarok li wî welatî bûne qurbanê pergala wan. Zarokên weke Uğur Kaymaz (12), Zilan Demir (8), Şilan Demir, Mizgin Demir, Evin Dilan Demir, Nazar Çetinkaya (2), Nazlı Çetinkaya (4), Abdullah Çetinkaya (9 mehî), Hasan Marangoz (14), Abdullah Duran (9), Enes Ata (8), İsmail Erkek (8), Fatih Tekin (3), Ahmet Araç (17), Mahsum Mızrak (17), Emrah Fidan (17), Mizgin Özbek (10), Abdûlsamet Erip (14), Maziye Aslan (8), Ceylan Önkol (12), Mehmet Uytun (18 mehî), Mehmet Nuri Tamçoban (14), Oğuzcan Akyürek (13), Diren Basan (14), Berkin Elvan (15) ûhwd.
Eşkere ye ku komkujiya jin û zarokan ya li Tirkiye û Kurdistanê ne tenê karê kes an jî feraseta feodal e, polîtîkaya şerê taybet a bi rêk û pêk e. Zêdebûna komkujî, destavêtin, destdirêjî, fuhûş û narkotîkê, gulebarandin û bi panzeran pêlî bedenên wan kirin û derbas kirin parçeyek ji komkujiya jin û zarokan e. Bo van êrîşan em vala derbixin girînge em bi sekneke hevgirtî û têkoşînek mezin bibin deng û çalakiya hemû jin û zarokan.
Ji bo ronîkirina kuştina Narînê û parastina hemû zarokan em ji vê rejîma qirker hesab bipirsin, bo wê em hemû jin û gelên herêmê yên azadîxwaz pêwîste têkoşînê bînin asta herî jor û vê dozê serbixin.
Nûcan Nurhaq