Berjîn Têkoşer
Di her civakekê de ku li ser hîmên bingehîn ên demokratîk radibe û xwe li gor vê bi rêxistin dike de, sazîbûyîn û avakirina komunan xwedî cihekî girîng e. Civakek demokratîk, sosyalîst û ji nêrandineke zayendperest dûr, li hemberî pergala desthilatdar ku civakeke exlaqî a polîtîk hedef dike; ancax bi rêxistinkirin û sazîbûnê dikare xwe di nav her qadên civakê de berfireh û bi rêxistin bike.
Di civakên ku sazî, dezgeh û komun bi rêxistin kiribin de û li gorî feraseta vê bi rê ve biçe; mirov nikare zêde behsa arîşe yan jî pirsgirêkan bike. Ji ber ku dema sazî û komunên tax, semt û bajarokan li gorî rêzik û pîvanên heyî tevbigere wê demê mirov dikare bibêje li vê derê encam hatiye girtin, rêxistinbûnek baş û bi rêk û pêk hatiye avakirin. Dema di civakekê de sazî û komunên ku hatine rêxistinkirin, li gorî pîvanên civaka polîtîk a exlaqî tevbigerin dikarin bersiva herî baş a çareserker bin; Ji bo pirsgirêk û aloziyên di nav civakê de. Jixwe civakek bê sazî û bê rêxistin, civakek miriye. Tişta ku civakê li ser lingan digire û dihêle her tim zindî be, sazî û rêxistinbûyîna wê ya demokratîk e. Ji bo vê her sazî yan jî komunek tê wateya kêmbûyîn û jiholêrakirina pirsgirêkên civakî; ji ber ku her komunek navendeke analîz û çareserkirina pirsgirêkan e. Jixwe Rêber Apo jî tîne ziman û dibêje: “Mirov nikare li civakeke bê rêxistin bifikire.” Ji bo vê jî eger li cihekî deh kes jî hebin, li vê derê hewcedarî bi xwe rêxistinkirinê heye.
Mirov dikare bi hin mînakan vê mijarê hîn zelaltir bike. Eger di taxek an jî semtekê de em bêjin sed jin hene û her jinek jî rojane bi pirsgirêkên heyî yên civakî re rû bi rû tê û nikare çareseriyeke mayînde ji bo wan pirsgirêkên xwe bibîne. Vê demê em dikarin bêjin ku di şêweyê nêzîkbûnê de şaşîtî heye. Ew pirsgirêk dikare civakî, siyasî yan jî pirsgirêkeke rojane be. Lê ya girîng çareserkirina vê ye. Baş e, em ê pirsgirêkên xwe yên heyî çawa û bi kîjan rêbazan çareser bikin? Ango em niha çawa nêzî komun û saziyên xwe yên taxan dibin û çi qas wan wek navendên çareserkirina pirsgirêkên xwe digirin dest û dinirxînin.
Di vir de tişta herî girîng ji bo hemû jinan û her wiha hemû endamên civakê, xwedîderketina li sazî û dezgehên xwe û watedayîna wan e; di heman demê de nêzîkatiyeke bi vî rengî ya mijarê wê pir girîng be. Ya duyemîn di vir de girîngiya perwerdeyê derdikeve pêş û her jinek hewce dike li ser perwerdeya şexsî bisekine. Ji ber ku her jinek perwerdekirî û bi rêxistinkirî dikare roleke çalak û sereke di nav civakê de bigire ser xwe. Dema em dibêjin, “Jin pêşenga civakê ye”, helbet em qala rola wê ya di her beşa civakê de dikin; vê yekê bi vî rengî digirin dest û dinirxînin. Pêşengtiyeke baş jî ancax bi rêxistinbûneke bi rêk û pêk dikare were pêşxistin. Jineke bi rêxistinkirî dikare bi sekna xwe ya çareserker, di rêkûpêkkirina malbat û pirsgirêkên wê de jî xwedî roleke sereke be. Komunên ku li ser bingeha parastina cihêrengiyên cûrbecûr yên civakî radibe dikare, xwe di her qadê civakê de birêxistin bike û civakê ava bike. Komunên demokratîk hêza karkirin û biryarên bingehîn e ku, dema li gor feraseta jiyaneke azad xwe birêxistin bike dikare civakê ji nû ve û li ser bingehê civaka polîtîk a exlaqî ava bike. Civaka polîtîk a exlaqî jî têkoşîna civakê ya azadiyê ye. Şêwêyê birêxistineke demokratîk a civakî ye.
Di roja meya îro de dema ku em temaşe dikin; di şexsê jinê de herê zêde êrîş li ser civakê pêk tên. Tu qadê civakê ku ji aliyê zîhniyeta desthilatdar a pergala kapîtalîst ve nehatibin dagirkirin nemaye. Dîsan feraset û nêrandinek cinsiyetparêz ku jinê wek meta û hebûnek a ku hertim gerek bê çevisandin tê hesibandin. Ne tenê jin; herwiha hemû qadên civakê bi zîhniyetek desthilatdar a dewletê hatiye dorpêçkirin. Ji bo ku têkoşînek hîn xort û bi rêk û pêk bê meşandin; helbet hewcedarî bi civakeke polîtîk a exlaqî heye. Xwe di her qadê civakê de birêxistin kirin û komunên xwe yên demokratîk dana avakirin; vê bersiva herê hêja û çareserker be li dijî pergala desthilatdar a modernîteya kapîtalîst. Ji bo vê jî em balê dikşînin li ser girîngiya komunên semt, tax, gund û bajaran ku encax rêxistinbûneke wiha dikare bersiva herê baş a li hemberî pergala heyî be. Ji pergala heyî û dewletê ku derweyê arîşe û pisgirêkan tiştek nade civakê û dibe sedema tine kirina nirxên civakî, hêvî kirin zêdetir; pergala xwe a demokratîk dana awakirin vê rê li ber jiyaneke birûmet veke. Avakirina komunan jî bi wê armancê ye ku, feraseta civakeke demokratk, di hemû qadên jiyanî de belav bike. Û dema ku em bi vê ferasetê rabin vê komun jî roleke sereke bigirin ser xwe û hemû hûcreyên civakê yên herî piçûk jî di nav de, bi feraseta jiyan û civakeke polîtîk a exlaqî vê birêxistin bibe.
Komunên taxan û sazî cihê nîqaş û çareserkirina pirsgirêk û arîşeyan e. Ger ku pêwîst bike ji bo çareseriya pirsgirêkekê, mirov dikare bi rojan û bênavber di komunan de bicive û heya çareseriyeke mayînde nîqaşan pêş bixe. Mînak di taxekê de pirsgirêk hene; bila hemû jin kom bibin û hewce bike bila bi rojan û bi saetan nîqaşan pêş bixin. Bila ji bo pirsgirêkên me yên heyî komunên me yên taxan li pey me negerin; em li komun û saziyên xwe ji bo çareseriyê bicivin. Pêwîst e, em sazî û komunên xwe yên semt û taxan bikin navenda çareserkirina her cure pirsgirêkan. Ev yek ne tenê ji bo jinan, her wiha ji bo hemû beşa civakê derbas dibe. Her sazibûnek tê wateya serketin û binxistina pirsgirêkekê. Ya girîng em nêrandin û nêzîkatiyên xwe yên sazîbûnê careke din di ber çavan re derbas bikin; li gorî pêdiviyên wê xwedî tevger bin.
Em wek jin rojane çi qas dem ji bo çûn û hatina ji saziyên xwe re vediqetînin. Me çi qas xwe parçeyek ji wan komunan dîtiye? Yek ji pirsgirêkên bingehîn jî ev e; em xwedî sazî ne, lê xwe wek endamên wê yên daîmî nabînin. Lê belê, her jinek hewce ye endam be û di ber saziyan de xwe berpirsiyar bibîne. Ji ber ku em wek jin ancax xwe li dora van sazî û komunên demokratîk dikarin bi rêxistin bikin; civakeke bi komun û demokratîk jî tenê dikare bi pêşengtî û xwedîderketina jinê pêk bê. Jixwe pêşengên civaka polîtîk a exlaqî jin û ciwan in. Jixwe jin ku herî zêde nêzî jiyana civakeke polîtîk a exlaqî ye û ev yek di çanda dayika pîroz de herî zêde xwe dide der. Vegera jiyana pîroz a dayika xwedawend û xwedî derketina ji çanda vê ya pîroz re erka her jinekê ye. Em jî wek şopdarên çanda pîroz a bi hezarê salan ku li ser bingeha jiyaneke azad û demokratîk hatibû avakirin û ji derveyî jiyaneke polîtîk û exlaqî ku vê tu jiyanekê nepejirîne; ancax bi dewr girtina mîrasa wan a jiyaneke pîroz dikarin erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.